Çi li Bajarên Kurdan li Sûrîyê Çê Dibe?

Posted July 27th, 2012 at 10:05 am (UTC-5)
3 comments

Di hefteya dawî de gelek bûyerên balkêş li herêma Kurdên Sûrîyê pêk hatin. Li gor raporan, gelek bajar ji dest hêzên rejîma Sûrîyê derketin û ketin destê hêzên partîyên Kurd. Bajarê Kobanê yê herî pêşî bû ku hate rizgarkirin, wekî gelek Kurd dixwazin binav bikin. Piştî wê jî Amûdê, Efrîn û Dêrik jî ketin destê Kurdan. Lê Qamişlo, wekî mezintirîn bajarên Kurdistana Sûrîyê, heta nuha wek xwe maye. Tevî hemî axaftinên derbarê rizgarbûna wî bajarî, hîn gelek kes ji hundir bajar dibêjin ku hemû dezgeh û navendên hikûmetê di dest hêzên rejîmê de ne.

Pirsa ku nuha tê kirin ev e; gelo bi rastî bajarên Kurdan tên rizgar kirin? Di nêrîna gelek pisporên siyaseta Kurd li Sûrîyê, tiştê ku nuha li deverên Kurdan çê dibe xwedî pîvan û nîşanên cuda ye. Eger mirov berê xwe bide şêweyê ku ev bajar pê hatin” rizgarkirin”, êdî eşkere dibe ku tiştekî ne asa tê amade kirin. Li gor di wêneyên ku li ser malperan tên weşandin, piranîya navendên hikûmetê ku hatine vala kirin ji alîyê çekdarên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) tenê ve tên pasevanî kirin. Li ser gelek ji van avahîyan jî alaya PYD’ê tê bilind kirin, ne alaya Kurdî ya em hemû dizanin. Gelo çima ev yek wisa belû ye? Li gor rêkeftina Hewlêrê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê û Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê, biryar ew bû ku alayên Kurd tenê werin hildan. Lê ev tişt li ser erdê pêk nat, û gelek ji rêberên ENKS gazin û rexne li  EGRK anku PYD’ê ku ew bi vê yekê rêkeftina Hewlêrê têk dibin.

Kurd dibêjin, “xeber xweş xeber e lê min ne bawer e!” Her kes di destêpêka van bûyeran de şad bû, ez jî yek ji wan bûm. Gelek kesan bi rastî bawer kirin ku Kurdistana Sûrîyê rizgar dibe. Lê piştî çend rojan, hêdî hêdî xuya bû ku tiştekî di bin re tê kirin. Yan jî ez wisa dibînim. Rewşa li Sûrîyê nîşanî me dide ku rejîma Esed hîn li ser xwe ye. Û ev şerê ku navbera artêşa hikûmetê û Artêşa Azad ya Sûrî ku ser bi opozisyonê ve ye, tîne ber çavan ku hêzên Esed wisa bi hêsanî bajar û deveran radestî opozisyonê nakin. Êdî çawa ew wisa ji hemû bajarên Kurdan vekêşîyan bêyî ku fîşekek were teqandin. Ma bajar wiha tên rizgar kirin?  Zehmet e ev yek wer fêm kirin. Rejîmek wek ya Sûrîyê ku ev bi salan e hêza xwe li deverên Kurdan xurt dike, ne mumkin e ku bi vî şêweyî ji wan derkevin bidin dest Kurdan.

Yek dikar bibêje ku rejîm bi şerê Şam û Helebê ve bilyayî ye, jiber wisa ew gelekî girîngîyê nade herêmên Kurdan. Di nêrîna min de ev tişt ne rast e; her hustek ji erda Sûrîyê ji rejîmê re girîng e. bi taybet di warê moralî de ku nuha leşkerên Esed gelekî pêwîstîya wan pê heye.

Jiber wisa, pirs her dimîne, gelo bi rastî çi li bajarên Kurdan li Sûrîyê çê dibe?

Ji kerema xwe nêrîn û şiroveyên xwe li jêr gotarê bidin xuya kirin.

3 Responses to “Çi li Bajarên Kurdan li Sûrîyê Çê Dibe?”

  1. z. osman says:

    ew rêbaza ku bajarên kurdî pê hatine rêzgarkirin ne zelale , û cihê gûman û metala ye ,çiko ev buyer ne li gorî daxwaza gel bû , lê belê aliyekî tenê destgirt ser bajarên kurdan , û aliyên kurdî ê din poçkirin, wekî din mirov nema dizane gelo av çekdarên ku li kolanê bajarên kurdî belebûna rola wan çiye gelo parastina gelê meye an bo zorê li vî miletî bikin

Leave a Reply

Sîrwan Qiçço

Sîrwan Qiçço sala 1986an li bajarê Amûdê li Sûrîyê ji dayîk bûye. Ji destpêka sala 2012an de ew li radyoya Dengê Amerîka wekî pêşkêşvan û peyamnêr kar dike. Berî ku tevlî Dengê Amerîka bibe, Sîrwan ligel rojnameya “Rûdawê” wekî peyamnêrê Washington kar kir. Ji sala 2008an de ew li paytexta Amerîkayê dimîne. Di navbera salên 2006 û 2008, Sîrwan wekî payamnêrê Kurdistan TV li Beyrûtê kar kir. Di heman demê de, wî li Libnanê jibo çend rojnameyên Erebî gotarên cuda derbarê pirsgirêka Kurd û rewşa Sûrîyê nivîsî. Sîrwan Qiçço herwiha gotar û lêkolînên siyasî bi zimanê Îngilîzî jî dinisîve. Herwiha, ew hev-dameznêrê Rojnameya “Kurdish Review” ya bi zimanê Îngilîzî ye ku têde gotaran dinivîse û hevpeyvînan birêve dibe. Ji bilî rojnamegerîyê, Sîrwan helbestên nûjen bi Kurdî dinivîse. Di sala 2008an de yekem pirtûka wî ya helbestan bi navê "Bîranînin Serxweş" ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Duhokê hate çap kirin.

Derbarê Blogê

Ji Avdara sala 2011’an de Sûrîyê rastî serhildaneke gelêrî tê dijî rejîma Partîya Be’is ya ku ji 1963an de desthilatdarî bidest xwe ve hiştiye. Guhertinên li Sûrîyê bi awayekî rojane dibin kartêkirina xwe li hemû Rojhilata Navîn heye jiber girîngîya Sûrîyê ya ciyopolîtîkî. Di vê qûncikê de ez dixwazim bûyerên li Sûrîyê çê dibin bi dûrbîna xwe bînim ber çavên xwedevanan jî. Helbet, şiroveyên we jî cihê rêzgirtinê ne. Ka em bi hev re vê giftûgoyê geş bikin.

Categories

Archives