Şoreşa Sûrîyê û Artêşa Azad

Posted August 25th, 2012 at 2:43 pm (UTC-5)
1 comment

Dema ku gelê Sûrîyê berî 18 mehan serê xwe li ber rejîma Esed hilda, hingê hemû tişt di qalikê xwe yê sade de bû. Azadî û demokrasî wekî prensîp bûn siloganên xwepêşandinên rojane ku li seranserî bajarên welêt belav bûn. Wê çaxê, têgeh baştirîn wateyên xwe ji civakê re derdiketin holê. Azadî wekî rizgarîya ji zordarîya pêncî salî ya malbata Esed dihate têgihiştin. Demokrasî jî, tevî ku li nav qateke taybet ji civakê xweşik hatibû têgihiştin, bi rengekî di nav gel de wekî bingeha guhertineke mezin li welatê xwedî 22 milyon hemwelatî hatibû çandin. Lê nuha her tişt hatiye guhertin. Êdî ne têgehên azadî û demokrasîyê wekî berê mane, ne jî kesên ku bi wan bang dikin yên berê ne. Tişt hemû berovajî watêyên xwe yên zikmakî bûne.

Di vê yeksaneyê de gelek lîstikvan hene ku bi şêweyên cuda rola xwe li hundir Sûrîyê dilîzin. Du celebên van lîstikvanan jî hene; xwecihî û biyanî. Lîstikvanên xwecihî bi sed rengan tên pêş me. Hin ji wan Kurd in, hin Erebên netewperest in, yan jî Îslamîyên radîkal in û hin jî kêmanîyên olî ne ku acindeyên wan cuda ne. Ev celeb ya klasîk e li nav Sûrîyê. Ji berî serhildanê de li ser qadê ne û dê pişt re jî her bimînin. Bingeha gelêrî ew in. Hêza civakî ew in. Lê belê gelek ji wan bi destên lîstikvanên biyanî tên livandin. Ev lîstikvanên biyanî jî yan herêmî yan jî navneteweyî ne. Lê ev yek ne mijara vê gotarê ye, jiber ku babeteke gelekî dûdirêj e û gotarek têra wê nake. Ezê di vê gotarekê de bêtir balê bikişîin ser rola Artêşa Azad ya Sûrî di nakokîya Sûrîyê de.

Artêşa Azad ya Sûrîyê piştî destpêbûna şoreşa Sûrîyê bi çend mehan hate avakirin. Piranîya endamên wê efser û leşkerên veqetiyayî yên artêşa hikûmeta Beşar el-Esed bûn. Û jiber ku herêmên Erebên Sunnî bi tundî rastî êrîşên rejîmê hatin, piranîya wan efser û leşkeran bixwe Sunnî bûn. Cudabûna wan jî, heta radeyekê, wekî bersiv bû jibo kuştin xelkê wan li ser destên rejîma ku heta berî demekê ew bixwe (esfer û leşkerên Sunnî) beşek bûn jê. Lê ji bilî wan jî jimareke baş ji efser û leşkerên ne Sunnî jî tevlî Artêşa Azad bûn. Ew kes ji wan xelkê ku me di destpêkê de behsa wan kir, yên ku siloganên rastîn jibo azadî û demokrasîyê radikirin.

Lê bi demê re gelek dînamîkî hatin guhertin.  Artêşa Sûrî ya Azad (AAS) rêbazeke nû birêve bir ku tirs xist nava hêzên din yên opozisyonê, bi taybet ewên nûnertîya rîberal û yên ku pêkhateyên kêmanîyan dikin. Rêbaza ASSê jî bi awayekî tê şirovekirin ku bûye artêşa parastina Sunnîyan tenê, tevî hemû siloganên pê bang dikin ku ew nûnerên hemû pêkhateyên olî û neteweyî li welêt in.

Li ser asta navneteweyî jî, gelek rêxistinên mafên mirovan vê dawîyê rexneyên tund li AASê dikin ku ew jî binpêkirinên mafên mirovan dike. Rêxistina Human Rights Watch ya Amerîkî, wekî mînak, gelek belgeyan dide pêş ku çekdarên AASê alîgirên rejîmê ji sivîlan jî dikin armanc. Anku şerê Artêşa Azad ne tenê ligel artêşa rejîmê ye, lê belê ligel sivîlên ku hîn piştgirîya Esed dikin. Ev jî, di nêrîna gelek kesayetîyên opozisyona siyasî, li dijî prensîpên şoreşa wan ya “pîroz” e.

Li alîyê din, partîyên Kurd li Sûrîyê tewanbarîya Artêşa Azad ya Sûrîyê dikin ku ew tenê acinde û planên Tirkîyê dimeşîne. Piştî guhertinên vê dawîyê li herêmên Kurdan li Sûrîyê, rêberên AASê bi eşkereyî gotin ku ewê rê nedin hêzên Kurd ku rengeke ji otonomîyê li bakurê Sûrîyê ava bikin. Kurd dibêjin, ev daxuyanî tenê xizmeta siyaseta Tirkîyê hember Kurdan nîşan dide.

Ya herî girîng ew e, gelo pêşeroja Artêşa Azad ya Sûrîyê piştî ketina Esed dê çi be?

One Response to “Şoreşa Sûrîyê û Artêşa Azad”

  1. llukman says:

    destê te sax bî.

Leave a Reply

Sîrwan Qiçço

Sîrwan Qiçço sala 1986an li bajarê Amûdê li Sûrîyê ji dayîk bûye. Ji destpêka sala 2012an de ew li radyoya Dengê Amerîka wekî pêşkêşvan û peyamnêr kar dike. Berî ku tevlî Dengê Amerîka bibe, Sîrwan ligel rojnameya “Rûdawê” wekî peyamnêrê Washington kar kir. Ji sala 2008an de ew li paytexta Amerîkayê dimîne. Di navbera salên 2006 û 2008, Sîrwan wekî payamnêrê Kurdistan TV li Beyrûtê kar kir. Di heman demê de, wî li Libnanê jibo çend rojnameyên Erebî gotarên cuda derbarê pirsgirêka Kurd û rewşa Sûrîyê nivîsî. Sîrwan Qiçço herwiha gotar û lêkolînên siyasî bi zimanê Îngilîzî jî dinisîve. Herwiha, ew hev-dameznêrê Rojnameya “Kurdish Review” ya bi zimanê Îngilîzî ye ku têde gotaran dinivîse û hevpeyvînan birêve dibe. Ji bilî rojnamegerîyê, Sîrwan helbestên nûjen bi Kurdî dinivîse. Di sala 2008an de yekem pirtûka wî ya helbestan bi navê "Bîranînin Serxweş" ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Duhokê hate çap kirin.

Derbarê Blogê

Ji Avdara sala 2011’an de Sûrîyê rastî serhildaneke gelêrî tê dijî rejîma Partîya Be’is ya ku ji 1963an de desthilatdarî bidest xwe ve hiştiye. Guhertinên li Sûrîyê bi awayekî rojane dibin kartêkirina xwe li hemû Rojhilata Navîn heye jiber girîngîya Sûrîyê ya ciyopolîtîkî. Di vê qûncikê de ez dixwazim bûyerên li Sûrîyê çê dibin bi dûrbîna xwe bînim ber çavên xwedevanan jî. Helbet, şiroveyên we jî cihê rêzgirtinê ne. Ka em bi hev re vê giftûgoyê geş bikin.

Categories

Archives