blank

About VOA | Peywendî

Sêşembî, 17 Meha Çar 2012Dîsan Kurdistana Serbixwe

Dîsan Kurdistana Serbixwe

Çi deman wek van rojan rêberên Kurd ne gotîye, me Kurdistana serbixwe navê. Lê dîsan li çi deman wek van rojan, ev qas behsê şîyana damezrandina dewleta Kurdî dinav Kurdan de nehatîye kirn. Dîyare ev bixwe pêngavek başe di qonaxên amadekarîyên gel de berev mezintirîn xewna niştimanî ya Kurdî.

Serokê Îraqê Jalal Talabanî gotîye telvizyona El Cezîre, ew bawernaket li paşerojeka nêzîk dewleta Kurdî bêt damezrandin. Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî jî gote rojnamevana, herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê ye û ew girêdayî destûra Îraqê ne.

Gur û germîya vê kêşvekêşa çend mehan di gotina Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî de bû dema çavsorî li serekwezîrê Îraqê Nurî Malikî kirîn kû eger kêşeyên herdû alîyan çeresernebin, eve ew dê vegerte gelê Kurd heta ew biryara xwe bide. Helbet eger biryar di destê gelê Kurd de be, ew ji serxwebûnê kêmtir qayîl nabe.  Lê mucadele dawî nehatîye.

Ji wê rojê were bersivên Malikî gelekê ji gotinên Barzanî tundtir bune. Eger çî hemû alî dizanin kêşeyên navbera Îraqa navendî û herêmê de yên 9 sala ne. Malikî jî destpêkirîye behsê pawankirina desthelatê û dahatê herêmê dike. Çinkû mantalitîya desthelatê di dîroka Îraqê de wesa çoye serê, dema yek çavsorîya bike yê din dest bi hêrîşan dike.

Ev yarî ji  Malikî re gelek xweşe û girjîya digel Kurdan jiber Haşimî di qazanca wî deye, heta Kurd karta gûhertina hikumetê bikarneînin. Ew kart eger hatiba bikarînan çavsorîbû li Malikî ne ragihandina Kurdistana serbixwe. Pêşwext Malikî dizanî peyamê Serok Obama û mezine karbidestên dî yên Armerîkî ji Barzanî re wê ev be: bi danûstandinan kêşeyan digel Bexdayê çareserbike û Seraya Spî berê xwe dide dostanîya digel Kurdan weka pişkeka Îraqa yekgirtî.

Her çawa be, gelê Kurd weka rêberên xwe ji encamên ragihandina Kurdistana serbixwe na tirsin û hêşta gelek Kurd wesa bawer dikin serokê herêmê dê wê ragihandinê bide. Eger piranîya wan axaftina Barzanî li Washington ne bihîstbe dema gotîye jimareka mezina revenda Kurdî, her dê rojek hebe dewleta Kurdî bêt ragihandin, lê renge em ne bînin.

Ez ji dostên Washingtonname dixwazim van pisyarên mezintir jixwe bikin: erê ew Kurdistana serbixwe dê her ew parçeya di Îraqê de be? Eger her ew parçe bû, wê rizgar bibe?  Kî ji dostên Kurdan wê werin pêş bo piştevanîy?  Ev pisyar niha li bîra min tên, gelo pisyarên te çine?

Bo gihandina pisyarên xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Pêncşembî, 16 Meha Du 2012Sûrîye û Rastîyên Sîyasetvan Çavên Xwe Jê Digirin

Sûrîye û Rastîyên Sîyasetvan Çavên Xwe Jê Digirin

Piştî cote vîtoya li Civata Ewlekarîyê, navendên hizrî û vekolînan li Washington li bijaran digerin bo rawestandina xwînriştinê li Sûrîye. Çinku vîtokirina biryara serederîyê digel rijêma Esed destê wê berda pitir hêza leşkerî lidijî xelkê xwe bikarbînit, li wan navendên hizrî u vekolîna bijara leşkerî tête pêş. Navendên sîyasî û xudan biryar, eger wê hizrê jî bikin, lê bi eşkereyî maytêkirina leşkerî hêşta nexistine nav bijareyan.  

Dû rastî hene rêberên xudan desthelat li cîhanê çavên xwe jê digrin dema sînaryoyan bi rêzdikin bo ladana rijêma Esed. Ya yekê, gelê Sûrî biryar daye êdî rijêma Esed hukmî li wan neke. Çinkû bi rastî şaşîya mezin ewe xelkê Sûrî careka dî lijêr sîbera wênayên (2 Esed an) bijîn piştî van hemû guherînên herêmê û cîhanê û dawîya Mubarek û Qezafî. Ya diwê, rijêmeka bi awayê rijêma Esed, ne xwe di guhere, ne bawerî bi demokrasîyê heye û ne amadeye bi opozisyonê re rune, bi hêza çekî nebe ji desthilatê dernakeve.

Mixabin ew hêza çekî li cem gelê Sûrî, yê 50 sale rehîneya rewşa awarte, peyda nabe. Lewan, bi bawerîya min divê Rojava û welatên Erebî ewên bi hîvî ne zû dawîya rijêma Esed bi bînin, bi eşkereyî bêjin eve emê hevbendîyeka leşkerî pêkbînin li şuna hinartina çavdêran yan pêkînana komela dostên gelê Sûrî.

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Pêncşembî, 26 Meha Yek 2012Tirkiyê Zaroyê Sûre yê Amerîka

Tirkiyê Zaroyê Sûre yê Amerîka

Van rojan xelkê gundê Roboskê yê devera Şirnexê çileya 34 xortên xwe dikin. Ew xortên, jîyê wan 13 heta 28 salîyê, di hêrîşên firokên Tirkiyê de li 28/12/2011 ê hatin kuştin li demekî cîhanê amadekarîyên sala nû dikir. Kuştina wan, ya dewletê gotî bi şaştî bû, bi bê dengî derbaz bu. Vekolîna dewletê Serorkwezîr Recep Teyyib Erdogan tengav nekir, lê wî biryar da pera bide kesûkarên qurbanîyan.

Rast e bê dengî ne ya Amerîka bitenê bû, lê gotina Amerîka li cîhanê pitir tê bihîstin.

Evca çima kuştinkarîyek di nav Tirkiyê de bi bê dengî derbaz dibe? Kurt û kirmac, jiber ku Tirkiyê bûye zarokê sûre yê Amerîka. Zarokê sûre jî bi awirekê zîz dibe, tûre dibe û dest bi giryanê dike û eger bavê çavê xwe lê sor kir, ewê karekî xirab bi xwe bike. Evca jiber rewşa ne tenah ya herêmê û bi taybet jiber doseya Îranê, Amerîka naxwaze Tirkiyê sergêjiyekê dirust bike.

Ne ji tirsa hidê bû Ankara milê xwe bidet milê Tehranê, Amerîka kuştina Kurdan di hêrîşa firokên Tirkiyê de şermezar nekir.  Lê rastî ew e ji demê AKP, partîya bi rehên Îslamî di helbijartinan de serketinan tîne, Tirikye bûye zarokê sûre yê Amerîka. Eger eve jî nebit, rolê girîngtir yê Tirikyê li cîhana Îslamê hê nehatîye.

Ev têgihiştine liser astên bilind û nizmên karmendên hikûmetê ye li Washington. Gelek jiwan, bo nimune, berî navê Kurdistanê bînin, li dor û piştên xwe mêze dikin, newek Tirkek guh lê bibe. Tu bêjî wana, li nav Tirkiyê peyva Kurdistan tê gotin, partîyên Kurdî hene, parlemantarên Kurd hene û televizyona dewletê bi zimanê Kurdî heye, ewê bêjin, nexeme, lê em bêjin û ji me guhlêbin, Tirk wê aciz bin!

Zêdebarî rastîya ku Amerîka dehan care şaştîyên dezgehên xwe şermezar dike, ev e ne cara yekê ye ew xwe ji pirensîpên xwe la dide bo xatra vî zarokê xwe yê sûre. Lewma li vî welatê sûre hinek serhatîyên ecêbî dibin û divê kes pirsyar neke ka çi dibe.

Sê rojan berî kuştinkarîya Roboskê, çar kiloxên dî yên serên mirovan ji bin erdê di navendeka kevna JIMET ê de hatin dîtin û jimara kiloxên serê mirovan di du heftîyan de li wê derê hatîn dîtin, gihişt 23 yan. Gelo eger kes nepirse ka ew kiloxên serên kê ne, kî bipirse qehramanê ew gencîne di wir de veşartî, kî ye?

Heta niha ji Tirkiyê re û ji AKP ê re çûye serî.  Eger heta niha wan şîyabit qirkirina Armenîyan înkar bikin û hemê berjewendîyên dewleta xwe ya hevçerx bi Fransiyan re pavêjin avê, çinkû Fransîyan înkarkirina jenosîdê wek tawan daye naskirin, ewê bi sanahî bi karibin doza tevaya gelê Kurd bi terorê ve peywendî dar dike û welatek wek Amerîka çavê xwe ji tawanên dewleta Tirkiye bigire. ­­­­­­­­­

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Pêncşembî, 1 Meha Duwazda 2011Tirkîye: Endametîya Komkara Erebî li Şûna Ziro Problem

Bi ragihandina dorgirtina aborî li dijî hikûmeta Esed, darêjerê Sîyaseta ‘‘Ziro Problem’’ ya Tirkîye digel welatên dor û ber, Ahmed Dawudoglu bixwe Tirkîye jiser wê rêbazê lada.

Eger çî rêberên xwuîngermên Tirkîye zêde şanazî bi wê rêbaza xwe ya nerim dikir, lê wan baş dizanî eve berpisyarîyeka zêde mezine û renge ew nikaribin heta demek dirêj xwe bêxin bin barê wê. Wan dizanî kêşeyên herêma wan divêt têde serkêş bin pirî alozî û cudahî ye, Tirkîye nikare hember wan bêlayen be.

Min bixwe digote wê rêbaza Tirkîye, Sîyaseta ‘’Ziro Şer.’’ Çinkû eger em problimên Tirkîye digel Ewrupîyan, Iranê, Armenistanê, Îsraîlê û li dawî di gel Kurdan bihejmêrin, emê dinav wan de winda bin.

Lê bi bawerîya min ladan ji wê rêbazê ne gelek xema rêberên Tirikîya ye kû xwe ji rêka geşekirina abûrî qet lanade.  Belkû qazanca herî mezin a Bûhara Ereban gihandî Turkan ew bû, Sûrîya gelek bi sanahî cihê xwe di Komkara Erebî de ji Tirkîya re vala kir.

Ma qey ne ecîbîye Dawudoglu di kombûna Komkarê de fermana bidet Ereban heta mezintirîn biryarê di dîroka Komkarê de bidin?

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Pêncşembî, 29 Meha Neh 2011Nunerek Kurd, ne Welatê Serbixwe, li N.Y !

Piştî pênasînê bi Başûra Sûdanê weka welatek serbixwe li 14 Tîrmeha 2011, Civata Tenahîya Netewên Yêkgirtî yekem pêngava bi fermî avêt heta miştûmiran li ser endametîya Felistînê di N.Y de weka WELATEK SERBIXWE bike. Ebu Mazin, Felistînîyan û tevaya cîhanê gotina Obama bihîst emê VÎTOY ê bikarbînin li dij her biryarekê pênasînê bi dewleta Felistînê bike.

Eger biryarek wesa tengasî ji Obama û tevaya Amerîkîyan re dirust bike, jiber xwevedizînê ji sozên dayîn Ereban, lê her kes têdigîhe kû encamê dewleyet serbixwe ya Felistînîyan wê sergêjîyek mezintir be. Çinku dewletên nû bi helbijartinan tên avakirin û eger Felistînî bi helbijartinan desthelatê bi êkcarî nede Hemas, ewê Hemas bikin şerîkê xwedî pişka mezin.

Her çawa be Felistînîyên dehan sale erdê wan dagîrkirî gelekê li pêş Kurda ne.  Ji sala 1974ê were wan nûnerê çavdêr li N.Y heye û îsal gihiştin qonaxa daxwaz kirina dewleta serbixwe. Evca bisyara ez jixwe dikim, berî her kesî dî, eve: Wê çibe eger rêberekî Kurd karî bike jibo ku Kurdan nûner li N.Y hebe? Erê nemana Sedam û dîktaorên qurbanî bûhara Ereban cîyopolitîka Kurdistanê ne guhertîye?

Jibilî Turkiye, çi ji welatên dijatîya hebûna dewlet yan her hebûnek sîyasî ji Kurdan re dikin, karîgerîya xwe li qada sîyasî ya cîhanê maye? Xo welatên zilhêzên cîhanê êdî strana bi bejin û bala dîktatorên Ereb na bêjin, rijêma Sûrî neheze, û demokratxwazên cîhanê di cavê melayên Îranê de bedkarin.

Gelo eger rêberên Kurd, li her parçeka Kurdistanê, derketin û gotin me, ne welatê serbixwe, belkû nûnerekî çavdêr li N.Y divê, Turkiye wê helwîsta xwe hember Kurdan biguhere?

Eger em berê xwe bidîn bendên N.Y,  gelek rêk hene heta miletekî bê dewlet yan rêkxistîyek bikaribe daxwazek wesa bike. Bitaybet di rêka rêkxistîyên N.Y ewên li Kurdistanê kar dikin û part û sazîyên Kurdî bi awayek rastûrast hevkarîyê digel wan dikin.

Bi rastî ez bi van gotinan rexneyê li serkirdên Kurd nagirim, lê ez pisyara dikim û li bendê me êk bersiveka rastbîn bide min.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

 

Sêşembî, 6 Meha Neh 2011Pend ji 11ê Septemberê

Jî Amerîkîyan re, bihayê serneketina sîyaseta ciwankirina wêneyê Amerîka di cîhanê de, ne kêmitire ji zîyanên 11 Septemberê bixwse.

Rêveberiya Bush qet guhneda darêjerên rêbazên nermên Amerîka weka bersivê ji wan hêrîşan re û dest bi dû şerên bê dumahî kir bi navê parastina niştimanîya Amerîka û her bi wî navî gera diwê ya serokatîyê bir.

Obama li wan rêbazên nerim xwedî derket. Lê nêzîke gera wî ya yekê bi dawî were û mixabin berhemê wê rêbazê hêşta xirşe.

Tevî xercîya giran ji kûrka Amerîkîyan di dû şeran de û jidestdana can û jîyana hezaran xortên Amerîkî di Îraq û Afganistanê de, hêşta xema Amerîkîyan parastine û berevanîkirine ji bihayên azadî û demokrasîya ew liser fêr bune û liser perwerde bune.

Deh salan piştî wê derba mezina bi wan ketî, Amerîkîyan, bi saya pêşketinên xwe di warên teknolojî û zanyarîyan de, Bin Ladin li Pakistanê kuşt. Lê Amerîkî ne piştrastin ka eger bihayên Amerîka yê di azadî û demokrasî û jîyana bi serbilindî de, wê rê nedin adolojiyên Bin Ladin di buhara Ereban de şîn bibineve.

 

Gelek ew xortên buhara Ereban av didin idî’a dikin tirsa Rojava ji bizavên radîkalên Îslamî yên bi awayê Al-Qaide, ne di cihê xwe daye yan mezin kirîye, lê ew nikarin piştrast bikin civakên wan, piştî nemana rijêmên Amerîka mezin kirîn, wê heta çendê amade bin bera wan radîkala bidin.

Eger Amerîkîyan ev amadebune dî, tirs û dûdilî li cem wan namîne dema  sîyasetên xwe yên derve dadirêjin bi mebesta dostanîya gelên cîhana Musilam.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Sêşembî, 16 Meha Heşt 2011Vegûhasitnên Demokratîk li Sûrîye bi Destê Kê ne?

Li demê ku Tirkîye bi zarê wezîrê derve Davutoglû hişdarîya dawî didet serokê Sûrî Beşar Esed, Wezareta Derve ya Amerîkî bi zarê payvdara wê Victoria Nuland radgihînt ku Amerîka û Tirkîye armancên hevpişk hember Sûrîyê hene, lê her welatekî ji wan dê biryara xwe ya serbixwe û taybet hebit ka çi pêngavan pavêje bo piştrast kirina cîh bi cîh kirina wan armanca.

Nuland dibêjit, armanca wan ya yekê rawestandina tundûtûjîyên li dijî xelkê sivîl e û ya duwê vegûhasitnên demokratîk ên rast û dirust.  Em ji bîr nekin ku maytêkirina leşkerê Tirkî, eger behsê hinek navendên herêmê be, bivetirîn pirse ketibit pêş van du welatan. Ew ne ji ber hindê ye Sûrîye giringî ya abûrî nîne weka Lîbîye bo nimûne, lê bêser û berîya herêmê ya heta radeyekê li jêr kontrolê ye, wê ji dest derkeve û hêşta ne Amrîka û ne Tirkîye ji wê bêser û berîyê re amadeye.

Tirkîye dibêjit wan çi nemaye danûstandina liser bikin di gel Sûrîye û dê dorgirtinên sîyasî û abûrî li ser Dîmeşqê danin. Lê rastî ew e ku gelek alîyên sîyasî li nav û li dervey Sûrîye bawerî bi rolê Tirkîye nîne û hêşta bawer dikin Erdogan divê dostê xwe yê demdirêj Başar Esed rizgar bike.

Her çawa bit ne Washington û ne Ankere nabêjin ka sîmayê vegûhasitnên demokratîk ên rast û dirust, wan li Sûrîye divên, çawan in. Lê bi berêxwedanek, serpê jî be, bo pêkhatê rejîma Esed dîyar dibe ku her gûherînek, ew bi xwe jî bike, dê nemana wê be. Evca kengî Washington û Ankere dê li gora vê rastîyê serederîyê digel Sûrîye bikin û bêjin Esed ‘destan bilind bike.’

Eger çî heta niha piranîya Sûrîyan dibêjin wan nevêt bi maytêkirina bîyanî Esed bê hilanîn, lê rikaberê Sûrî Emar Ebdulhamîd gote Dengê Amerîka, eger Obama, Sarkozy û Erdogan bêjin Esed ‘Barbike’ weke çewa xwepêşanderên Sûrî dibêjin,  dûmahî ya wî bi kêmtirîn xwînriştinê, dê dest pê bike.

Eveye guhertina Sûrî li bendê. Ew bi xwe wê bikaribin vê guhertinê bikin? Nexêr. Çi li pê wê guhertinê tê? Ew babetê wê demî ye!

Em hez dikin bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Vê raportê sebaret rola Kurdan di şoreşa Sûrî de bibîne.

Heynî, 29 Meha Heft 2011Ereban çi ji Amerîka divê?

Guherîna giring di sîyaseta Amerîka de hember welatên Erebî û Rojhilata Navîn cihê dilxweşîyê ye. Heta berî demek kurt Amerîka pişta gelek rejîmên dîktator digirt, li ser hesêba mafên gelan jibo jîyanek serfiraz û azad.

Helbet bandora gelek xirab wê sîyasetê ew bû tevgerên radîkal bihêz ketin û rexê wan yê parsenga hêza cemawerî girantir dikir, ji rexê parsenga tevgerên demokrasîxwaz ku roj bo rojê lawaztir dibûn. Bê guman tirsa cîhana demokrasîxwaz ji tevgerên radîkal jî xizmeta dîktatoran dikir û destê wan yê zordar bilindtir dikir.

Evca piştevanîya Amerîka, eger di rêka hêza wê ya nerm ‘dîplomasîyetê’ re be, li gelên Tûnis, Misir, Lîbya, Behrêyn û Sûrîye weka guhertineke mezin tê dîtin. Çimku bi rastî rêbaza Amerîkî di nav navendên cûd cûdayên desthilatê de tê dariştin, ew ne di destê take kes yan take partî yê de ye. Jiber vêna guhertina rêbaza Amerîkî hember her pirsekê yan cihekî pêdivî bi guhertina dîtin û bawerîya wan navenda heye û wê guhertinê jî demek dirêj pêdivê.

Guhertina rêbaza Amerîkî hember welatên Erebî destpê kirîye û ketîye qonaxa yekê. Niha Amerîka dizane êdî piştevanîya dîktatoran şermek mezin e. Li heman dem, ew pênasînê bi rastîya hêza tevgerên radîkal û Îslamî li wan welatan dike, eger çî gelek cûdabîrên sîyasî bawer dikin dîktator bixwe hêz û şîyana wan tevgeran xurt dîyar dikin heya xwe li pişt wan biparêzin.

Di vê parsengê de, hêzên lîberal û nermrê ku bawerî bi demokrasîyê û mafên mirovan heye û heta demek nêzîk qûrbanên sîyasetên Amerîka bûn, dikarin sîstemêm saxlem li wan welatan danin. Lewma, divê navendê dariştina rêbazan li Amerîka xwe pitir bigehînin wan û wan bi gihehînin hev û ji wê erkî re amade bikin çinku qonaxa diwê ji vir destpê dike.

Lê rastîya tehil ew e, ji Amerîka re, erkê amdekirina hêzeke cîgir ji rejîmek dîktatorî re gelekê bi zehmetir e ji kiryareke leşkerî bi mebesta rûxandina wê rejîma dîktator.

Di gel vê rastîyê û hevdem digel şoreşên gelên Erebî jibo reforman, gelek ji navendên sîyasî û sivîlên wan welatan xwe dûrî Amerîka û Rojava radigrin û dibêin ew guhertinan bi alîkarîya bîyanî naxwazin û nimûmeyên Îraqê û Afganîstanê li pêş çav digirin. Evca eger ew hêzên lîberal û nermrê ji tirsa radîkalan û fendementalîziman xwe dûrî Amerîka bikin, ewê ji destê hakimên nû yên welatên xwe carek din binalînin.

Tu, xwedevanê Washingtonname, çi di bêjî?

Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Heynî, 15 Meha Heft 2011Eger Hêzên Amerîkî ji Îraqê Derkeftin

Her çend e Wezîrê Berevanî yê Amerîka Leon E. Panetta li seredana Îraqê bi eşkereyî pitir behsa matêkirina Îranê di kar û barên Îraqê de kir, lê dîyar e mebesta ragihandina wî û seredanê bi giştî mayîna hêzên Amerîkî  bû li Îraqê, piştî mûhleta mana wan li dawîya salê diqede.

Admîral Mike Mullen, serokê hêzên hevpişk yên Amerîkî gote rojnamevanan, her danûstandinek digel hikûmeta Îraqê bo mana hêza divê bi peywendîdar bin bi desthilata Îranê ve li Îraqê.

Alîyên sîyasî yên Îraqê têra xwe cûdahî hene sebaret mana hêzên. Gelek ji sîyasetvan û şarezayan dibêjin, hemû alîyan divên hêzên Amerîkî li Îraqê bimînin, lê jiber mebestên sîyasî di ragihandinê de dibêjin, wan divê Amerîka ji Îraqê derkeve.

Her li van rojan, rojnama New York Times ragihand ku rêkeftinek bi dizî di navbera Serokwezîr Malikî û karbidestên Amerîkî heye bo mana hêzên Amerîkî, piştî dawî ya sala 2011ê li gora Peymana Serxwebûnê di nêvbera Amerîka û Îraqê de.

Amerîka ji desthilata Îranê bi tirs e û di nav Îraqê de hene pêşbînîya şerekî navxwe dikin eger Amerîkî derkevin. Ji vê wêvetir gelek kes pêşbînîya dabeş kirina Îraqê dikin.

Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Sêşembî, 28 Meha Şeş 2011Çima Rojava Bersivek Tund Hember Dektatoran nîne?

Nêzîkî meh û nîv derbaz bûn piştî Serokê Amerîkî Barack Obama soz da hemû rêkên diplomsî, aborî û rêbazên berdest bi kar bîne bo rawestandina zorkarî û vegûhastinên demokratîk li seranserî Rojhilata Navîn. Ji wê rojê were, 19 Gulanê, rijêma Sûrî astê tundûtûjîya li dijî serhildana demokratxwaz zêde kirine û çi nîşanên rast û dirust dîyarnekirine ku ewê gûh bide daxwazên xelkê û guhertinan bike.

Serok Obama Sûrîye wek gefeyê li ser Amerîka da nas kirin û fermaneka serokatîyê bo danana toleyan li dijî çend mezne berpirsên Sûrî mor kir, lê wesa dîyar e wî nîyaz nîne pêngavek firehtir li dijî Beşar Esed pavêje. Ne Amerîka bitenê belkû welatên dî yên rojava jî pêngavên tundtir hemberî rejîmên diktator li Lîbya, Yemen û Sûrîye na havêjin. Gelo Çima?
Gelek şareza û belkû karbidest jî li Amerîka dibêjin çinku hêşta cîgir ji wan rejîma re ne hatîye dîtin, yan tirsa rojava ji hindê ye komelên olî yên tundrê cihê wan dektatoran bigirin. Lê eger em guhê xwe bidin sîyasetvan û çalakvanên welatên rojhilat, bawerîyên berovajî hene. Ew dibêjin, dektatoran ev bawerî li cem rojava û li cem gelên xwe dirust kirîye ji bo dirêj kirin û qeym kirina desthilatên xwe.
Erê çi ji van baweran rast e?
Tu, xwedevanê Washingtonname, bawerîya çi ji van du alîyan pesend dikî.
Eger tu bêjî ev e ne egerên rast in, dîyar e te bawerk dî heye. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.