Rewşa Sûrîya di Kongirisa Amerîkî de

Posted April 21st, 2011 at 2:21 pm (UTC-5)
Leave a comment

Her çende  rêvebirîya Serok Barak Obama heta niha helwêstek tund li hember reftarê hikûmeta Sûrî li dijî xwenîşandanên xelkê Sûrî nedaye, lê di Kongresa Amrîkî de deng bilind dibin, bo piştevanîya azadîxwazan.

Senatorê navdar ê serbixwe, Joe Lieberman gote Civatê, tiştên ku li Sûrîyê dibin li çend rojên dahatî dê encamê demdirêj li ser paşeroja Rojhilata Navîn û parastina niştimanîya Amerîka hebe. Xelk li bajarên Sûrîyê li dijî rejîma Beşar Esed şoreşê dike û Esed li şûna reforman çav li Qezafî dike. Lewra divê, em gelek eşkere bin ka Esed serkeft ewê peyamekî bide ku rêberên dostên Amerîka wek Mubarek û Bin Alî hatin ladan, belê rêberekî weka Esed, hevbendê Îranê rizgar dibe. Lieberman pirs kir, ma eveye peyamê me divêt bidîn?


Lieberman got, eve demek giring e Amerîka ji Esed re xuya bike kû ewê berpisyar be li hemberî kiryarên xwe. Wî her wisa got, divêt em amade bin ligel civata navneteweyî kar bikîn, eger Esed daxwazên gelê Sûrî bicîh neanîn.

Pêşnîyazên Senator Joe Lieberman ev in;

–        Danana toleyên tûnd li ser karbidestên Sûrî, ewên berpirs li hemberî binpêkirina mafên mirovan

–        Rejîma Sûrî bêxin pêş Dadgeha Tawana ya Navneteweyî

–        Alîkarîya opozîsyona Sûrî

–        Divê şervanên azadîyê bizanin ku Amerîka li pişt wan e

Peyva Senator Lieberman  di vê link ê de bi Îngilîzî bibihîse:

Gelo bawerîya te çi ye? Tu ligel pêşnîyazên Senator Lieberman hevbîr î?

Tu dikarî ji me re bawerîya xwe binivîsî,” Click to Comment” ê klîk bike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.