Helwêstê Serok Obama li hember Sûrîya

Posted April 23rd, 2011 at 12:03 pm (UTC-5)
4 comments

Serokê Amerîka Barak Obama tundûtujîya zêde ji alîyê hêzên Sûrî ve li dijî xwenîşandanên bi aştî şermezar kir. Piştî kûştina bi dehan xwenîşanderan li roja heynî, Serok Obama got, ew tundûtûjî karekî hovaneye.

Di daxweyanîyekê de Serok Obama got, Sreokê Sûrîya Beşar Esed daxwazên gelê Sûrî bo azadîyê piştguh xistine û li şûnê rêka bikaînana zorê daye pêş.

Erê peyamê Obama dê karîgerî hebit û reftarê rijêma Sûrî li dijî xwenîşandanên sivîl bi guherit? Yan ev helwêst hêşta lawaze hember rewşa Sûrî?

4 responses to “Helwêstê Serok Obama li hember Sûrîya”

  1. Bavê Şervan says:

    Bi ya min(=Li gorê min) bûyerên ku ew çend rojên li Sûrî’ê dibin gelek girîng e bi taybetî jî ji aliyê Kurdên li Sûrî ve .Heke ku ew xwenîşandan (=xwepêşandan) berdewam bike, divê DYE dest bide vê bûyerê û heke ku pêwîst be leşkerên xwe bixin wê derê heta ku GelÊn wê derê azad bin.
    Wekê ku em jî pê dizanin li Sûrî gelek Kurd dijîn û jiyana wan wekê ne Gelên azad wê derê yên Ereban in Kurdên ku li Sûrî dijîn gelek dijwarÎ û xizantî dikişînin.Li gorê min DYE destê xwe bide wê derê û hemû Gelên wê derê azad bikin.

  2. Sirwan says:

    Ev bi hêztirîn daxuyanî bû ji hêla Serok Obama heta nuha. Baş nayê têgihiştin bo çi helwesta rêvebiriya Amerîkî di derbarê Sûriyê de ne zelal e, tevî ku Sûriyê lîstikvanekî serete ye di Rojhelata Navîn de û helbet guhertina rêjîmê li wî welatê dê bandoreke erênî li ser hemî herêmê bike, bi taybet Israel hevalbenda Amerîka ya bi tenê li wir.

  3. Mihemed says:

    Bi ya min kiryarên ko rejîma tîranî ya Sûriyeyê, li himberî sivîlan dike, ne ji yên Qaddafî baştir in. Helbet beyana Serok Obama di cihê xwe de ye. Lê heya niha ti rejîmên tîranîk bi beyanên şemezakirinê dest ji karên xwe yên nemirovane bernedane. Bi rastî jî divê di raya giştî ya dinê de tedbîrên cidî li himberî rejîma tîranî ya Sûriyeyê bên girtin. Helbet ez nabêjim, bila hima sibe Şam bêt bombe kirin, ji beriya bombeyan divê têdbîrên siyasî û presa navnetweyî pêk bê. Bo nîmûne dibe ko rejîma Sûriye piçekê ji Tirkiyeyê jî bi piştûpal be; kêşeya Filistîn û Îsraîlê jî di nav de, dibe ko serweriya Emerîka ji ber hindek peywendiyên “krîtîk” heya niha helwesteke karîger li himberî vê rejîmê ne girtiye. Lê divê, ji ber hindek rewşên “krîtîk” yên herêmê bi ti awayî tîraniya rejîma Sûriyeyê neyêt piştguh kirin û tedbîrên cidî yên nêvteweyî li himberî wê bên girtin. Ji ber ko tîranîya ko ew dike hemî mirovên xwedanwijdan yên li ser vê dinê ne rihet dike.

  4. Kasem Shingali says:

    Ez dibîjim eger Amrika bixwazê Rojhilate Navîn fireh bika pêwîste berî hemû karan hevalinye xwe li gel wan mirovên eger li ber Rijîmên Xwînvexwer radibin weke Iran,Tirkya, Sûrya, kokdar û bi Qewet bike da bikaribin wan Rijîmên Dektatoriye Hilweshînin mixabin heya Iroj hevkaryeke birastî diyar nebûye. mînak karê serbazî( Askerî ) li Iraq ê û Afghanstanê ev bûyer mirov li mêjûyê vedgerînin ser deme Vêtnam û Almaniya yan Horûshîma û Nekazakî em naxwazin Bûyerên mîna wan li deverê nû bibin ji aliyen dive em naxwazin mina Lîbiya û Tunis ê ji li deverê rûbidin, em dibîjin heya chi demê af û Axa Gelên kêm netw û dawîmayên Baweryên kevnar wê bêne bin pekirin .

Leave a Reply to Sirwan Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.