Amerîka Çibike li Sûrîya?

Posted April 26th, 2011 at 10:54 am (UTC-5)
10 comments

Amerîka Çibike  bo Rawestandine Xwînrijtrinê li Sûrîya ?

Jêderên Koçka Sipî radigehînin kû ew hizra danana toleyan dikin li ser henek kesayetî û dezgehên Sûrîya weka bersivê jibo zêdegavîyan li ser mafên mirovan û kuştina xwepîşanderan.

 

Raport piştrast dikin kû nûrên Amerîkî li Netewên Yekgirtî piştevanî ya welatê desthelatdar dixwaze bo darştina biryarekê li dijî Sûrîya. 

Pisyar ewe, Amerîka dikare çibike  bo rawestandine xwînrijtrinê li Sûrîya?

Ez li benda bawerîya te me. Tu dikarî ji me re bawerîya xwe binivîsî,” Click to Comment” ê klîk bike.

10 responses to “Amerîka Çibike li Sûrîya?”

  1. Mihemed says:

    Emrîka, bi gavên lez dikare li Sûrî bide zanîn ko, ger ew bêqeydûşert dest ji şidetê bernede û dawiyê bi tepelserkirina xebata komalgeha sivîl û bizava demokrasiyê neîne, hingê komalgeha navneteweyî mecbûr e ko heman midaxeleya ko li Kosovayê hatî kirin û niha jî li Libyayê bûya, li Sûrî jî bike. Pêşiyê bi gavên lez tenêkirina Sûrî, ger cardî jî ji ya xwe neyê xwar, midaxale; wekî dî ti çare dî xuya nakin. Rejîmên nedemokratîk sedemê nearamiya her mirovekê li ser dinê ye. Pêwîst e ko mirovahî bi tevde ji bîn barê bêşermiya rejîmên nedemokratîk derkevin. Ev rejîm jibilî xwe (ji ber ko şerm bi wan re nîne) şerma hemî mirovahiyê nin.

    • delias says:

      Kekê Mihemed, Supas te bawerîya xwe xweya kirîye. Gavên lez û midaxeleya tu behis dikî, ankû şerê rijêmê. Tu bawer dikî, heta Lîbîya bi serekî nekevit, rojava wê gavek lez berev Sûrîya pavêjit?

      • Mihemed says:

        Ji aliyê hêzê ve, “rojavayî” dikarin di heman demê de middaxaleyî deh Sûrî û deh Libyayan bikin. Mebesta min li vir, midaxeleya meşrû însanî ye, ji “rojavaya” jî di serî de Konseya Ewlekariyê û hemî platformên meşrû yên komalgeha navneteweyî ne. Ger pirensîbên midaxeleya însanî li hinnek deran bên bi cihanîn û li hinek deran bên piştguhkirin an jî li hindek deveran cesaret ji binpêkerên mafên mirovan re bêt dayîn, ev dinya ji bo herkesê dê xetertir û nexweştir be, di serî de ji bo hêzên sereke û berpirsiyar. Her dema ko ez dibêjim divê Emrîka gavan bi lez bavêje, car dî her ji ber wê berpirsiyarîya wê ya sereke ye. Di Konseya Ewlekariyê de jî, heya Emrîka gavan neavêjî, prosesê nede bi rêve birin, mixabin bi tecrîbeyan jî îspat e ko, endamên dî tiştekê nakin. Ji ber vê ez dibêjim gav û berpirsiyariyê pêşiyê li ser stoyê Emrîka ye. Her ji bo prensîbên bavên mezin yên danêrên Emrîka jî ev berpirsiyarî ya Emrîka ye.

  2. Seydo Memo says:

    Ji kerema xwe pêşî here Kurdî fêr bibe paşê blokan bi rêve bibe….

    • delias says:

      Kekê Seydo, Supas ji têbînîya te re. Eger te ji ber navnîşanê vî babetî ye ‘Amerîka Çibike li Sûrîya?’ tu rast dibêjî. Rast ewe êk bêje ‘Amerîka li Sûrîya Çibike?’. Lê eger şaştîyên din hene, tikaye min agaehdar bik.

  3. Seydo Memo says:

    Amerîka Çibike bo Rawestandine Xwînrijtrinê li Sûrîya ? (Emerika ji bo rawestandina xwînrijandina li Suriye dikare çi bike?)

    Jêderên Koçka Sipî(SPÎ) radigehînin(RADIGIHÎNIN) kû(ku) ew hizra danana(DANINA) toleyan(TOLAN) dikin li ser henek(HINEK) kesayetî û dezgehên Sûrîya weka(WEKI) bersivê jibo zêdegavî(I)yan li ser mafên mirovan û kuştina xwepî(Ê)şanderan.

    Raport piştrast dikin kû nûrên(NÛNERÊN) Amerîkî li Netewên Yekgirtî piştevanî ya welatê desthe(i)latdar dixwaze bo dar(i)ştina biryarekê li dijî Sûrîya.
    Pi(r)syar ew(v)e, Amerîka dikare çibike bo rawestandine xwînrijtrinê(xwînrijandina) li Sûrîya?

    • delias says:

      Kekê Seydo, li min ne gire ez dereng bersiva te didim.
      Ez rêzê li her Kurdekî di girim dema bi şêwezarê xwe yê taybet paxive, heta rêzmian û rênivîsa êkgirtî nehêt danîn. Lê zimanê Kurdî qencîyek wî heye, ew jî eve, tu çawa daxivî, dikarî wesa di nivîsînî. Evca ez bawerdikim, (spî û sipî) herdû rastin, dîsan (radigehînin û radigihînin), (wekî û weka).
      Li vî demî ya giring ewe, em bi hevre dilfireh bin.

  4. Seydo Memo says:

    Raya min jî eve:

    Emerîka çawa ku xwe tevlî rawestandina xwînrijandina Irak û Lîbyayê kir, heman awayî dikare tevlî Suriye jî bibe. Eger nebe dê di raya giştiya cîhanê de, ew hizra ku digotin: (Ji bo neftê êrîşî Irak û Lîbyayê kirin) dê gelek berbelavtir bibe….

  5. Hefiz EBDULRAHMAN says:

    Di baweriya min de. Ta em karibin çarena peyda bikin dûrî çareya Iraqî û Lîbî, wê bêhtir başbe û nêzîktirî raman û sawîrê kesên Sûrî be, ko berdwamiya serbora Iraqî û bêhnfirehiya têkiliyê bi babeta Lîbî re ti bawerî bi çareyin hesanî û bilez re nemane.
    Ji ber vê ez dibînim di gava pêşî de, gereke Amerîka û dostên wê ji welatên Ewropî berî her tiştî hemû têkiliyan bi rêjîma Sûriyê re bibirin. Belkî bibe bingehek ko gelek welatên din jî vê şopê bajon.ango riswakirineke mezin di nav saziyên navdewletî de, bi firehî belav bibe.
    Tevî biyarên ko nuh hatine standin di sarkirina mewdanê kesên sereke di cihên bilind de di destelatiya Suriyê de. Û dorpêçkirina liv û bizava wan li derve.
    Ev nerîna mine di vê qonaxê de.

  6. Supas ji baweriya te re.

Leave a Reply to Mihemed Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.