Çima Tirkîye ji Alozîyên Sûrîye Ditirse?

Posted April 28th, 2011 at 7:00 pm (UTC-5)
5 comments

Çima Tirkîye ji Alozîyên Sûrîye Ditirse?

Serokê Amerîka digel Serorwezîrê Tirikîye  Erdogan sebaret rewşa Sûrîye axiftîye û dîyare Erdogan dixwaze peyama Amerîkî bigihîne desthilatdaran li Sûrîye.  

Her kes van rojan dibîne ku Tirkîye baş mayê xwe kirîye rewşa Sûrîye çunkî di nav Tirkîye de tirs heye ji têkçûna rewşa Sûrîye.

Hakan Fidan serokê Ajansa Agehîyên Niştimanî yên Tirkîye li Dîmeşqê ye bo danûsatndinan digel Serok Beşar Esed li ser reforman. Raport radigihînin ku  birêz Fidan rijdîyê dike çend zû ye Esed reforman encam bide heta ji vê rewşa aloz rizgar bibe.

Tirsa Tirkîye ji çi ye?

Hinek şareza dibêjin, Tirkîye ditirse eger Kurdên Sûrî rabûn serxwe, hikûmet wê bersiva wan bi kuştinê bide û Kurd wê neçar bibin berev sînorên Tirkîye birevin û ev bibe sedema cêbûna alozîyan bo Tirkîye, bi heman şêweyê revîna Kurdên Îraqê ji rijîma Sedam Hûsên li sala 1990.

Lê hinek şareza wêvetir diçin û bawer dikin eger rijîma Beşar Esed nema, eve cihê pê Kurdan dê qeyim bit her wekî Kurdên Îraqê.

Erê çi ji van baweran pitir nêzîkî rastîyê ye?

Ez li benda raya te me. Tu dikarî ji me re bawerîya xwe binivîsî,” Click to Comment” ê kilîk bike.

5 responses to “Çima Tirkîye ji Alozîyên Sûrîye Ditirse?”

  1. Salih Turan says:

    Tirsa Tirkiye yek jê her çiqas windakirina deshilateke piştgir be jî ya herî mezin Kurd in.
    Çimkî heger Sûriye hilweşe û rejim biguhere gelek analîstên Cîhanî jî vê yekê tînin ziman, wê rewşa Kurdên Sûrî ber bi Otonomiyê ve here. Ku Kurd li Sûrî otonomiyê bidest bixin jî dibe ku êdî Tirkiye hew karibe pêşiyê li kurdên nav xwe bigire. Lewra Tirkiye heta jê tê naxwaze rejima Esad biguhere, guherîna Esad tê wateya guherînên mezin û bêdil li Tirkiye…

  2. Mihemed says:

    Sûriye serê gelek girêyan e

    Sûriye serê gelek girêyan e. Serê giriyê hegemonyaya rejîma Îranê ye, li Libnan û Filîstînê. Wargehek yê terora li Iraqê ye. Ev aliyên wê li serê xwe. 4 milyon kurd li Sûrî, ji rejîma Sûrî nerazî û nerehet in. Dîn, îdeolojî, mezhep û statuya wan ya sosyal çi dibe bila bibe, 20 milyon kurd li ser Tirkiyeyê ji rejîma kemalîst û tirkîst nerazî û nerehet in.

    Digel hindek pêngavên nerm û erênî yên van salên dawiyê hêj mesleya kurdan li Tirkiyeyê bi hemî giraniya xwe ve di navê de ye. Tirkiye piştî 20 salan piçekê tirsa xwe ya li himberî başûrê Kurdistanê da aliyekê. Di rejîmek nû û demokratîk de bivê-nevê dê kurd li Sûriye hevparê serweriya nû bin. Lewma niha tirsa Kurdistaneka dî li ber deriyê Tirkiyeyê ye.

    Heman tirsa 10 milyon kurdên li rojhilatê Kurdistanê (Îran) jî li ber derî ye. Yanî xeyalet û tirsa tarîxî ya ji bo hemî hêzên herêmî û hevkarên wan careke dî li ber derî ye. Çar rejîmên ko seytereyê li ser çar Kurdistanan dikin ji wê tirsa xwe ya tarîxî qet demokratîze nabûn. Mixabin ev tirs heya neyê rahabilîte kirin jî, kêşeya tîranîyê û karîgeriyên wê yên nemirovane yên di herêmê û dinê de dê her berdewam bikin.

    Tirkiye gelek lê geriya ko heya konsept an jî modelek dî ya ji “Şerê Sar” baştir bû xwe bibîne, bi prosesa Yêkitiya Ewropayê hêdî hêdî xwe ji tirsa navêrabûna “Şerê Sar” rizgar kir.
    Niha li himberî têkçûna rejîma Esadî Tirkiye gelek bitirs, bigoman û bi toz û duman e. Heqîqet û edaleta îlahî dê her rojekê qirika tîranan bigire, vêca çi zû an jî dereng

  3. Salih Turan says:

    Kekê Mihemed sihet xweş, te analîzek xweş kiriye. Herî zêde kêfa min ji hevoka te ya; ‘Niha li himberî têkçûna rejîma Esadî Tirkiye gelek bitirs, bigoman û bi toz û duman e.’ re hat.

  4. Mihemed says:

    Spas kekê Salih, ew tirsa ez behs dikim di rastiya xwe de tirsa zihniyeta tirkîst û statukoperest e . An Tirkiyeyeka endamê NATO-yê û prosesa Yêkîtiya Ewropayê bo xwe hilbijartî, qet hewce nake ko xwe bêxe bin bargiraniya rejîmên wekî Sûriye û Îranê ve. Vêca Xwedê ferasetê bide serwerên tirk û zûka wan, ji wê tirsa wan ya dîrokî xelas bike.

  5. Serhan Isa says:

    Berya her tişt sipasiya weyên hêja dikim ku we dergehê nîqaşkirina vê pirsa giring û pêwist li tanê piştê vekir.

    Li ser vê mijarê dikarim kurt û puxt wisa bêjim:

    Ji bo me Kurdan Tirkiya yek ji dewletên Dagîrker e, bi sedê salaye ku rêcîmên Tirkiyayê hewil didin miletê Kurd ji kok û rahan de tune bikin. Lê miletê Kurd bi vîna xwe ya xurt, bi têkoşîna xwe ya bê westan, hemî hewildan, dekûdolab û keftûlefta wan têk birin û riwê wan yê reş raberî hemi miletên cîhanê kirin.

    Bi dîtina min di hemî pirs û pirsgirêkên ku di rojhilata navîn de hene, û diqewimin Tirkiya hewil dide ku tiliyeka xwe ya bi gemar têxîne nav. Têkiliya Tirkiyayê bi van pirs û pirsgirêkên rojhilata navîn de ji bo gelek çavdêrên siyasî û ji bo miletê Kurd ciyê gumanê ye.

    Bi sebaret şûreşa miletê Sûriyayê li himber rêcîma Al-Bais a faşist û tirsa dewleta Tirk mirov dikare wisa bêje ku tirseka rewaye, eger mirov bixwaze bi yek gotinê vê tirsê bîne ziman, wê çaxê mirov dikare bêje ku tirsa Tirkiyayê tirsa PIRSA KURDÎ, SÎNOR Û NEQŞEYA HERÊMÊ YE.
    Em bala xwe bidin têkiliyên van herdu rêcîmên dagîrker hetanî berya salên 1998 an, mirov dikare bêje ku şerekî sar yê nediyar di nav wan de hebû, sedema wî şer jî dîsa pirsa Kurdî, Sînor û pirsa ” Avê” bû lê piştî girtina Serokê partiya PKK hêdî hêdî tîn bi têkiliyên wan hat û bîna herdu aliyan fereh bû bi tayîbet piştî serdana Serokkomarê Sûriyê Beşar Al-Asad jib o Tirikiyê di 2004 an de.
    Dêmek em dikarin bêjin ku fakterên ku hiştin têkiliyên wan germ bibin ev bûn:
    1- Lihevhatina wan li ser pirsa Kurdî li her çar parçeyên Kurdistan, bi tayîbet li Iraqê ku karibin bibin kelem li himber avakirina Dewleteka Kurdî Fedralî.
    2- Pirsa Sînor, ku ew jî bi awayekî ji awayan girêdaye bi pirsa Kurdî ve ( Kurdên bê nasname) û rakirina hindek qeyd û bendan li ser çûn û hatina di navbera herdu Dewletan de.
    3- Têkiliyên Aborî. Ku hindek çavdêrên siyasî dibêjin ku di sala 2003 an de Tirkiya bi bêtir ji 180 milyon Dolar li Sûrî kar dikir.
    4- Guhertina helwesta Tirkiya ji Israîl, vê yekê jî hêminiyek xiste têkiliyên wan.

    Îcar eger hat û rêcîm Sûriya rûxiya wê çaxê ji aliyekî ve ev destkeftî û peymanên Tirkiyayê ku bi riya têkiliyên xwe bi Sûriyayê re bi destxistine wê ji dest herin. Wê miletê Kurd bibe xwedî hêz û gotin. Û ev hêzbûna miletê Kurd wê Ji Kurdên Bakur re jî bibe hêz û pişt, û wê ne tenê aramî û ewlekariya Tirkiyayê bikeve metirsiyanê, belê hebûna rêcîma Tirkiya bi xwe wê têkeve metirsiyaneke pir mezin de.

    Îcar bêguma rûxandina rêcîma Al-Bais a Sûrî ne ji berjewndiyên dewleta Tirk e.

Leave a Reply to Serhan Isa Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.