Karîgerîya Wêneyên Bin Laden bi Kuştî

Posted May 5th, 2011 at 7:35 pm (UTC-5)
3 comments

Dîyarkirina Wêneyên Bin Ladin bi kuştî dê çend karîgerî hebit? Ev pirs li çend rojên bihûrî bûye cihê miştûmireka gerim li Amerîka.

Serok Barack Obama biryar da wênyên Usame Bin Ladin bi kuştî  nehên nîşan dan û got renge ew bibin egera handana tundûtûjîyan û gefeyan li ser parastina niştimanî. Ev biryar piştî danûstandinên sê rojan bûn di nav mezine karbidestên rêveberîya Serok Obama de piştî ragihandina kuştan Bin Ladin.

Lê hinek hene dibêjin, ew biryarek ne rast bû.

Lindsey Graham, Sînatorê navdarê Komarî got, divêt Koçka Spî wan wêneyan nîşan bidet  heta guman liser kuştina Bin Ladin nemînit û rûpel bêt ladan.

Rojnamevanê Amerîkî Kenneth Timmerman, Serokê Binyadî Demokrasî ji Îran ê re, wêvetir diçit û gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Amerîkîyan maf heye bikujê hêrîşên 11 Septemberê bi kuştî bibînin. Wî got jî, eger wêne belav bin yan na, endamên El Qayde û komelên dî yên cîhadî her dujminatîya Amerîka bikin.  Vaye link ji hevpeyvîna me digel birêz  Timmerman:

http://www.voanews.com/kurdi/news/Kennth-Timmerman-Biryara-Belave-nekirina–Wene-yen-Bin-Laden-ne-Raste–121352424.html

Bi kurtî belavnekirina wêneyên termê Bin Laden weke her pirseka dî ya kêşedar buye naverokê kêşvekêşekê nêvbera Demokrat û Komarîyan li Amerîka.

Evca di vê kêşvekêşekê de tu wê pişta Demokratan yan Komarîyan bigrî û çima? Ez li benda têbînîya te me.

3 responses to “Karîgerîya Wêneyên Bin Laden bi Kuştî”

  1. Serhan Isa says:

    Bi gumana min nebelavkirina agahdariyên berfereh çi wêne çi agahiyên din yên giring, di derbarê kuştina bavê Terroristan li cîhanê ” Bin-Laden” de, biryareke ne durist û saxlem e.
    Her weha Argomentên Serok Obama û piştevanên vê biryarê têra raya giştî nakin.
    Obama û grûpa xwe dibêjin, ku me gule li serê Terrorist Bin-Laden xistiye, û belavkirina wêneya mirovekî di vê astê û giringiyê de û bi vî rengî kuştî, wê ziyanekê bighîne Ewlekariya Emerîka, ku xwedêgiravî wê Al-Qaîda van wêneyan ji şerê xwe yê li dijî me re wek Propaganda bikarbîne.
    Lê gelo çima Koçka Sipî biryara belavkirina wêneyên bûyera 11 Êlûna 2001 ê dan?
    Di şerê Emerîka yê li dijî Terrorê de çi li Efxanistan, Pakistan, Iraq û li gelek ciyên din, bi sedan dîmenên dijwartir hatin belavkirin?
    Ji layekî din ve, Koçka Sipî bi xwe dîtin û şopandin ku kuştina Terrorist Bin-Laden di nav raya cîhanê ya giştî de ciyê gumaneka mezin e. rast e vê dawiyê Al-Qaîda di daxuyaniyeka fermî de kuştina Terrorist Bin-Laden pişterastkir, lê dîse jiortêhilanîna vî Terroristê mezin ji bo beşekî mezin ji pispor û çavdêrên siyasî dimîne ciyê xalepirseka mezin?
    Îcar ez bi her Deh tiliyan li ser nerîna Lindsey Graham, Sînatorê navdar ê Komarî ku dibêje divêt Koçka Spî wan wêneyan nîşan bidet emze dikim.

    Serhan Isa
    Rojnamevan û Helbestvan
    Elmaniya 08.05.11

    • Serhan, Supas ji bo dîtin û bawerên te liser vê pirsa kêşedar. Gelek bi sanahî ez dibêjim, ev renge pirs, çend piçuk jî bin, sîyasetê li Washington gerim dikin. Ez bi xwe gelek piştevanê Obama me, lê rêzê li her Amerîkîyekî digirim eger daxwaz biket wan wêneyan bibînit weka çendên wêneyên nehez rojane li ser tilifizyona xwe di bîne. Xala diwê ewe, her demekî El Qaîde derfeta xwe dît, ew ji bo lêdana Amerîka û rojava dûdil nabe, ewê derba xwe weşîne.

  2. Heson Cehwer says:

    Serokê Tirorê hatkushtin ew mizgîniyeka here mezin bu li vê salê ji bo tev ashtî xwaza u dostê mirovayetyê , ez jî dibînim dîyar kirina wêneyên Bin ladin negiringe anku zerera wan heye pitir ji mifayê wan .

    digel rêzên me

    Heson Cehwer

    Almanya

Leave a Reply to Dakhil Shammo Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.