Helwîstê Koçka Spî Hember Sûrîye

Posted May 15th, 2011 at 11:55 am (UTC-5)
7 comments

Li demê hikûmeta Sûrîye roj bo rojê tundtir bersiva xwepêşanderên sivîl didet, çend endamên Kongresa Amerîkî pirsyar dikin ka jiber çî hêşta Serok Barack Obama daxwaza derxistina Serok Beşar Esed nekirîye,

Senatorê serbixwe Joe Lieberman biryarek amade kirîye tê da rijdîyê li birêveberîya Serok Obama dike heta helwîstekê tûnd tir dijî serokê Sûrî wergirit. Lieberman got, Beşar Esed xwînrêj e, bikuj e û rêberekê totalîtar e çav li Qezafî diket.

Senatorê Komarî Marco Rubio got, bi vê biryarê me divêt sê xala rohin bikin;

–       Xelkê maf heye jiyanek baştir di welatê xwe de hebit.

–       Amerîka tawanên hikûmeta Sûrî şermezar diket.

–       Êdî reftar digel Serok Beşar Esed nehêt kirin weka desthelatdarê rewa, belku ew jî mîna babe xwe tawanbar e.

Hember van daxwazan peyvdarê Wezareta Derve Mark Toner rijdî kir ku birêveberîya Obama her tiştê ji destî bêt diket. Ew bi rohnî tundûtûjîyên hikûmeta Esed şermezar dikin û digel welatên dost û hevbend gelek di xema alozîyên Sûrîye de ne û li baştirîn rêkên çareserîyê digere.

Endamê Komarî yê Civata Nûneran Don Manzullo pisyarê dike, çima birêveberîya Serok Obama daxwaza derketina Esed ji desthilatê nake?

Helbet bersiva rast û dirust li cem Obama bi xwe ye, lê pir şirovekirn hene, Evca tu çi dibêjî?  Bawerîya xwe ji mera bi nivîsîne di valahîya xwarê de, di pê re “Submit Comment” dagire.

 

7 responses to “Helwîstê Koçka Spî Hember Sûrîye”

  1. sirwan says:

    Ji ber ku rêveberiya Obama heta nuha ditirise ji altêrnetîvê Beşad Esed, ew di wê baweriyê de ne ku îslamîyên radîkal dê cihê rêjîma nuha bikin. Lê ev tişt ne rast e çûnkî heman tirs derbarê Mirsê hebû, lê weku em dibînin ew ne wisa derket.

    Lewra divê Obama çend gavên konkrît bavêje da ku alîkariya miletê Sûriyê bike ku ji vê rêjîmê rizgar bibe. Hebûna rêjîmeke demokratîk li Sûriyê dê bibe sedema aramî û pêşketina hemû deverê.

  2. helbet rewsha suriyê jî grêday guhartinên welatên Erebî û rojhelata navîne, jiber wejî plana guhrtina her desthelatkê du aliyan digre. yek: hêzên dijberên Esed di chi ast dane yan chend bi hêzin û bandora wan chende liser gel û guhartina rjêmê, ya duyan: plana rojava û Amerîkajî dinav da, hêshta demî dixwaze herwesa bandora turkiya li herêmê û weke hevalbenda Amerîka û rojava dixwaze Islameka syasî eger hebe mîna AKP ê be, cîhana erebî jî ji vê bawerin û Turkiya berî chend rojan civînek digel opozisiona suryê pêk anî drvey kurdan û bi agahiya Amerîka, eve hemû grêday yekin dema wan xwast ewê bryarê bidn û liser rojava û NATO ferz biken ku weke Libiya û Iraqê beshdar bibin.dyarda Ixwana heye lê ne wek hêzek Alternativ. dibe guhartina suriyê demdrêj be.

    • Kakê Fehmi, supas jibo têbînî u bawerên te liser vî babetê Washingtonname.

      Ez dizanim te gutarek liser rewṣ siyasî ya Kurdan li Sûriye nivîsanî ye. Hîvî dikim Linkê wê ji xwandevanên Washingtonname re deynî, jibo em tevde jê sudmend bin.

  3. serhan Isa says:

    Di baweriya min de, êdî xelk ṣaraza bûna û kêm zêde, dikarin êdî rastî û xwariyê ji hev derxînin.
    Mebest ew e ku êdî siyaseta Emerîka a ku li rojhilata navîn dide meṣandin êdî hêdî hêdî zelal û eṣkere dibe.
    Emerîka di ṣerê xwe yê xwedêgiravî li dijî Terror û Totalitarismus ê hinek ṣaṣîtiyên hetikî kirin, ku ҫavê xelkê li xwe baṣ vekirin, ҫi li Efxanistan, Iraq, Lîbya, Tunis, Misir, Libnan û nuha jî Sûriya.
    Li gor min nedana helwestekî rastûxwe û Tund li dijî rêcîma Sûrî ya kevneṣop ji hêla Ewrupa û Emerîka ve , ne ji ber ku ditrisin ku Șepola Islamî bikeve ser hikim, na ev ji bo min û ji bo hemî kesên demukratîxwaz tenê behaneyeke erzan e.

    Ji ber ku li himber rêcîmeka ku bi vê hovîtiyê û wisa eṣkere miletê xwe bikûje û jiyana wan ditêxîne metrisiyan û tehlûkeyê qet ҫênabe ku cîhan bêdeng bimîne.
    Mirov di dest pêkê de wisa hizir dike , ku vê rêcîmê birûxîne daku miletê wê rizgar bike, paṣê ew milet bi xwe biryara xwe dide ka wê hukmekî ҫawa dixwaza, li gor min prosêsa bicîanîna demukratiyê li welatekî mîna Sûrî wisa dest pê dike.

    ji aliyê din ve ez qet bawer nakim ku di tevaya rojhilata navîn de hikmekî Islamî rabe, ev dikare ji bo hindek kesan an jî girûpan xewnek be, ji ber ҫi? Ji ber ku em di cîhaneke Globalîzim de dijîn, di cîhaneka wisa de qet nan û xwêya fikrê Olî û kevneṣopiyê tune ye.

    Ev jî tê wê wateyê ku hindek berjewendiyên siyasî û bazirganî yên din hene.
    Rewṣa Sûrî qet ne wek rewṣa van welatên Ereb yên din e, di rewṣa Sûrî de, gelek fakterên din yên bi bandor hene, mîna Iran, Hizb Allah, Libnan, Felestîn û Tirkiya, û pirsa Kurdî yan jî bi awayekî din (Kurdistana mezin) ev hemî jî bi rengekî ji rengan rolekê di mayîna vê rêcîmê de dileyzin, û bandora xwe li siyaseta Rojava û Emerîka ya li himber Sûriya yê dikin.

    Dawî ez dikarim vê bêjim: ku bi têkҫûna rêcîma Ba,is ya faṣist li Sûrî, wê perde ji ser gelek pirs û pirsgirêkan rabe, û wê bi têkҫûna wê re gelek giriftarên din zelal bibin, û hêminiyek pir mezin têkeve tevaya rojhilata navîn, û wisa xuyaye ku peydabûna vê hêminî û demukratiyê nagunce li gor berjewndiyên Emerîka û Rojava.

  4. Kakê Serhan, supas jibo têbînî u bawerên te liser babetên Washingtonname.

    Di gel daxwaza lêxweṣbunê, min bersiva pirsa te ya berî vê na neda.

    Jibo vî babetî 2 xal hene ez dixazin rohin bikim;
    – Îslamî yên radikal helbijartinên demokrasî li welatê ereb u misulman dibin.
    – Hêṣta ṣareza hene bawer dikin Amerîka u rojava wê alîkarîya jinavbirina rijêma Sûriye bidin bo xatira lawaz kirina rijêma Îranê.

  5. Fehmî Balayî says:

    Kurdên bashurê rojava divê qonaxê de divê chi bien?

    http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=12455

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.