Rêbaza Nû ya Serok Obama li Welatên Rojhelata Navîn

Posted May 19th, 2011 at 5:42 pm (UTC-5)
2 comments

Serokê Amerîkî Barack Obama gotareka giring li ser rewşa welatên Rojhelata Navîn û Bakûra Afrîka da, bi taybet li demê ku xwepêşandan û serhildanên cemawerî daxwaza guhertin û reforman dikin.

Obama dîyar kir ku hikûmeta wî piştevanîya veguhestinên demokrasî li wan welatan dike û rijdî li rêberên wan kir heta reformên siyasî û aborî encam bidin û guh bidin daxwazên gelê xwe. Ji bo serokê Sûrî Başar Esed, peyama Obama gelek rohin bû, yan dê rêberatîya veguhestinên berev demokrasîyê bike yan divêt ji rêka wan rabe.

Karbidestên Amerîkî divên bêjin gotara serokî guherînek e di rêbazên Koçka Spî de li welatên Rojhelata Navîn û Bakûra Afrîka. Lê hinek şarezayên herêmê bawer dikin ev gotar çi ji sîyasetên Amerîka na guhere.

Bi bawerîya min gotara Serok Obama ya 19 Gulana 2011 ê guherînek dîrokî ye di rêbazên Amerîka de li welatên Rojhelata Navîn û Bakûra Afrîka. Min ev bawerî heye çinkû ez dizanim eger Serok bêje ew pişta demokratxwaza digire û divê reform û çaksaziyan bibîne, divêt tevaya dezgehên hikûmetê û binyadên girêday wê karî bikin heta gotina serokî bibe kiryar.

Evca tu çi dibêjî?
“Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

2 responses to “Rêbaza Nû ya Serok Obama li Welatên Rojhelata Navîn”

  1. gotara serokê Amerîka Obama î, tishtekî nû nîne li ser rojhelata navîn. lê ji ber guhartinên sîstem û dethelata welatên erebî û hind rêformên hatîne bilêvkirin, wek chekê xwe parastinê bikar tên, ji bo wêjî ez dibînim ku îro Dîmokratî bûye chekê herî bi hêz li ser welatên ne dîmokratî bi taybetî jî ew wilatên sîstema Diktaturî xwedî bryare, ji guhartina rjêma Talban û ya Beis li îraqê chekekê mezin bû bo razîkirna gelên herêmê û mesaja jinavbirna diktaturan. lê pishtî guhartinê giringe ka plana ber bi bashiyê ta chi ast di destê wan daye.eger raste divêt bêy cudahî rêz li hemû netewan û hemû mirovan bê girtin. bi dîtina min krîza aburî ya cîhanî granî xiste ser hikometa Amerîka û hindek welatên rojava ku carek dî berê xwe biden wlatên pitrolê û hawsengiyekê di navbera Dîmokratîkirin û astê aburiya cîhanî biken dinavda berjewendiyên wan jî hene. weke mînak di Enfal û komkujiya Helebche da ya 1988 hemû cîhan li hember kurdan bê deng ma, îrojî beramber kurdên bakur û parchên dî bêdengin lê dema berjewendiyên wan ketin di gel guhartinê dê hemû hêza xwe pêkînin û ber bi Dîmokratîzekirinê chin, eve jî di aliyê siyasî da dualiye. guhartin yek li duv yek dê peyda bin lê wext jêra pêwîste û amadekarî mesaja Obamay jî grêday wextîye.

  2. Ez di wê bawerê a me ku gûtara serok Obama pitir pexshaneyî bu, gûtinên dûbarekirî bûn bi tenê dû xalên giring û stratîjîk têda bûn, ya yekê
    1-Bu cara yekêye Siyaseta kochka Spî di pejirîne ku pishtevanîya Gelan giring tire ji Pishtevanîya Rijêman û desthilatdaran, yanî Amerîka êdî dê gûhê xwe bide daxwazên Gelan.
    berî niha Siyaseta amerîka pishtevanîya Rijêman dikir pitir ji ya Gellan.
    2-Gûtina derheqa ashtîya Rojhelata navîn ku pêwîste israil veger tûxîbên sala 1967an, ev jî ez bawerim l imaerîka dê giran li ser serok Obama rawestît.

Leave a Reply to Fehmî Balayî Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.