Helwîstê N.Y Hember Sûrîye

Posted June 10th, 2011 at 9:59 am (UTC-5)
1 comment

Welatên Ewropî yên desthilatdar di Civata Tenahîya Netewên Yekbûyî de bernivîsa biryarekê pêşniyaz kirîye bo şermezar kirina Sûrîye jiber tundûtûjîyên wê li dijî xwepêşanderên bi aştî û bikarînana hêzên leşkerî û kuştina medenîyan.

Brîtainya, Fransa, Almanya û Portûgal bernivîsa biryarê pêşniyaz kirine û diplomatên NY dibêjin, biryara nû ya bi piştevanîya  Amerîka daxwaza dawî anîna demûdest ya tundûtûjîyan li bajarên Sûrî diket û her wesa daxwazê ji hikûmeta Beşar Esed dike pêngavên rast û dirûst pavêje ji bo reformên sîyasî.

Profîsorê zanistên sîyasî Edmond Gharîb gote Dengê Amerîka, Rûsya hêşta ew bawerî heye ku delîveya danûstandina di nêvbera hikûmet û rikaberîya Sûrî de heye û eger bernivîsa nû pesend nebû eve dê peyamekî bidet ku civaka navnetewî ne yekgirtîye hember Sûrîye.

Nûnerê Rûsî li NY dibêjit , Moskow bernivîsê pesend naket eger handana danûstandina neket yan alîkarîya dawî hatina tundûtûjîyan neket. Dîplomat pêşbînî dikin Çîn û Rûsya wê biryarê vîto bikin.

Eger bernivîs pesend nebû, wê çend karîgerî liser serhildana Sûrîye hebe û di çi warî de? Em li benda bawerîya te ne.
Ji b o gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

One response to “Helwîstê N.Y Hember Sûrîye”

  1. sirwan says:

    Rûsya û Tirkiyê dixwazin heman rolê li Sûriyê bilîzin lê diyare diplomasiya Rûsî ya dem-dirêj ne durist derdikeve holê. Ez dibêjim pêşeroja rêjîmê yekcar nema ye û eger Rûsya dixwaze cihê xwe li Sûriyê baş bike, divê piştgirtiya gel bike ne ya rêjîmeke têkçûyî

Leave a Reply to sirwan Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.