Eger Hêzên Amerîkî ji Îraqê Derkeftin

Posted July 15th, 2011 at 11:34 am (UTC-5)
2 comments

Her çend e Wezîrê Berevanî yê Amerîka Leon E. Panetta li seredana Îraqê bi eşkereyî pitir behsa matêkirina Îranê di kar û barên Îraqê de kir, lê dîyar e mebesta ragihandina wî û seredanê bi giştî mayîna hêzên Amerîkî  bû li Îraqê, piştî mûhleta mana wan li dawîya salê diqede.

Admîral Mike Mullen, serokê hêzên hevpişk yên Amerîkî gote rojnamevanan, her danûstandinek digel hikûmeta Îraqê bo mana hêza divê bi peywendîdar bin bi desthilata Îranê ve li Îraqê.

Alîyên sîyasî yên Îraqê têra xwe cûdahî hene sebaret mana hêzên. Gelek ji sîyasetvan û şarezayan dibêjin, hemû alîyan divên hêzên Amerîkî li Îraqê bimînin, lê jiber mebestên sîyasî di ragihandinê de dibêjin, wan divê Amerîka ji Îraqê derkeve.

Her li van rojan, rojnama New York Times ragihand ku rêkeftinek bi dizî di navbera Serokwezîr Malikî û karbidestên Amerîkî heye bo mana hêzên Amerîkî, piştî dawî ya sala 2011ê li gora Peymana Serxwebûnê di nêvbera Amerîka û Îraqê de.

Amerîka ji desthilata Îranê bi tirs e û di nav Îraqê de hene pêşbînîya şerekî navxwe dikin eger Amerîkî derkevin. Ji vê wêvetir gelek kes pêşbînîya dabeş kirina Îraqê dikin.

Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

2 responses to “Eger Hêzên Amerîkî ji Îraqê Derkeftin”

  1. kak Dexîl, ev babetekê gelek jêhatîye ji bo danûstandinên giring derheqî rewsha iraqê di pashrojêda bi gishtî û rewsha Kurdan bi taybetî.
    Helbet mana hêzên US, eger chi bi shêwekê meanewî be jî, pishtgîriyeke ji bo kurd cardî rastî qtliam u Jinavbirinê nebin, wek hûn jî dizanin dewleta Tirk chveriye ku hêzên amrîkî ji iraqê vekishin, ji ber ku ew bash dizanin vekishana hêzên amrîkî ji Iraqê yanî peydabûna kaows û aloziyên mezin, bi hêceta van alaoziyan Tirk dê bikevin herêmê, bi vê yekê wê hêzên iranê ji vê derfetê ji bo xwe bikar bînin û bi hêceta ku ewlekariya welatê wan di xeterê daye bikevin herêmê û cardî kurd di navbera herdû berashan da bihên hêran û jinavbirin.
    Xalek din jî ewe bi shertên hebûna hêzen amrîka li herêmê gelên herêmê li dij rijêmên dîktatûr serhildaye, eger ev hêz ji herêmê vekishin ewa rijêmên herêmê dê dîsan li dij gellan chavsor û serkûtker biminin.

  2. Dexîl says:

    Silav Kak Necîb,
    Bawerên te di cihê xwe dene û 2 xalên te dîyar kirîn şiroveyeka rastbîn e. Belê bombaran kirina Herêma Kurdistanê ji alîyê hêzên Îranê ve li van rojan, karekî ne çaverê kirî bû li cem şarezayên sîyasetê. Çinkû ev pisyar tê bîra mirovî; ”Qey eve na be bîyanû di destê wan alîyên Îraqî de ewên divên Amerîkî li Îraqê bi mînin û vê daxwazî xwe ya bi dizîve aşkere bikin?”

Leave a Reply to Necîb Balayî Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.