Tirkîye: Endametîya Komkara Erebî li Şûna Ziro Problem

Posted December 1st, 2011 at 4:16 pm (UTC-5)
2 comments

Bi ragihandina dorgirtina aborî li dijî hikûmeta Esed, darêjerê Sîyaseta ‘‘Ziro Problem’’ ya Tirkîye digel welatên dor û ber, Ahmed Dawudoglu bixwe Tirkîye jiser wê rêbazê lada.

Eger çî rêberên xwuîngermên Tirkîye zêde şanazî bi wê rêbaza xwe ya nerim dikir, lê wan baş dizanî eve berpisyarîyeka zêde mezine û renge ew nikaribin heta demek dirêj xwe bêxin bin barê wê. Wan dizanî kêşeyên herêma wan divêt têde serkêş bin pirî alozî û cudahî ye, Tirkîye nikare hember wan bêlayen be.

Min bixwe digote wê rêbaza Tirkîye, Sîyaseta ‘’Ziro Şer.’’ Çinkû eger em problimên Tirkîye digel Ewrupîyan, Iranê, Armenistanê, Îsraîlê û li dawî di gel Kurdan bihejmêrin, emê dinav wan de winda bin.

Lê bi bawerîya min ladan ji wê rêbazê ne gelek xema rêberên Tirikîya ye kû xwe ji rêka geşekirina abûrî qet lanade.  Belkû qazanca herî mezin a Bûhara Ereban gihandî Turkan ew bû, Sûrîya gelek bi sanahî cihê xwe di Komkara Erebî de ji Tirkîya re vala kir.

Ma qey ne ecîbîye Dawudoglu di kombûna Komkarê de fermana bidet Ereban heta mezintirîn biryarê di dîroka Komkarê de bidin?

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

2 responses to “Tirkîye: Endametîya Komkara Erebî li Şûna Ziro Problem”

  1. ji ber alozînên liî ya herêmê û kirîza abor,i ya rojava, tep li ber pên turkiya ye ew bi xwejî bi nêrînek dîrokî li gelê herêmê dinêrin û dibêjin aboriya me ber bi pêshe nexshê ciosiyasî yê herêmê bêy me nikare bêt guhartin xwe wek qiralên meydanê dibînin. eger chawa dê pishtevaniya gelê surî ken û bêjin divê hûn guhdariya gelê xwe biken û hêza xwe wek biryar liser komkara erebî ferz biket û pirojê rêform û mafê mirov ddet pêsh. eve bixwe hevdijiye lê wesa diyare ew bash welatên erebî nas diken bio atîfa Olî carek ndî dixwazin wan bixapînin û herwesa binavê dîmokrasî û mafê mirov rojavajî di xapînin. em bixwazî nexwazîn turkiya bûye hêza herî mezin di herêmêda. ji bo wêjî ta radekî di syaseta xweda serkeftiye û welatên rojavajî berjewendiyên xwe di syasetza turkiya da bikartînin bi navê welatê sakolarîsma Turkiya.

  2. Dexîl says:

    Sipas bo têbînîya te Kak Fehmî,
    Bi rastî pirsa Olî û hukimranîya Tirkîye û çawa rojava pê xoşe welatên Ereb çav li nimuneya Tirkîye bikin, babetekî bal kêşe hîvî dikim li demek nêzîk em bikaribin liser baxivin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.