Showing Archived Posts

Helwîstê Koçka Spî Hember Sûrîye

Posted May 15th, 2011 at 11:55 am (UTC-5)
7 comments

Li demê hikûmeta Sûrîye roj bo rojê tundtir bersiva xwepêşanderên sivîl didet, çend endamên Kongresa Amerîkî pirsyar dikin ka jiber çî hêşta Serok Barack Obama daxwaza derxistina Serok Beşar Esed nekirîye, Senatorê serbixwe Joe Lieberman biryarek amade kirîye tê da rijdîyê li birêveberîya Serok Obama dike heta helwîstekê tûnd tir dijî serokê Sûrî wergirit. Lieberman […]

Rewşa Sûrîya di Kongirisa Amerîkî de

Posted April 21st, 2011 at 2:21 pm (UTC-5)
Leave a comment

Her çende  rêvebirîya Serok Barak Obama heta niha helwêstek tund li hember reftarê hikûmeta Sûrî li dijî xwenîşandanên xelkê Sûrî nedaye, lê di Kongresa Amrîkî de deng bilind dibin, bo piştevanîya azadîxwazan. Senatorê navdar ê serbixwe, Joe Lieberman gote Civatê, tiştên ku li Sûrîyê dibin li çend rojên dahatî dê encamê demdirêj li ser paşeroja Rojhilata […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.