Kurd û Zimanê Standard

Posted April 22nd, 2011 at 00:41 (UTC-5)
48 comments

Zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke. Jiber vê rewşê jî gelek kes pêşnîyara zimanê standard dikin.Heta niha li ser vê xalê qayilbûneke berfireh çênebûye.

Hîn kes pêşnîyar dikin ku zimanê standard ji alîyê dezgeheke zimanzanî yan jî wêjeyî vê, ji peyîv û gramera hemî dîyalektan pêk were. Li gorî vê boçûnê, zimanê standard ji sentez yan jî pevgihana hemî zaraveyan pêk tê.

Hîn kesên din jî, taybetî li Kurdistana Îraqê îdîa dikin ku zaravayê Soranî ji xwe di jîyana sîyasî, civakî û aborî de cîyê xwe girtîye û loma jî divê ew bibe zimanê standard. Piştgirên vê ramanê bawer dikin ku bir wergirtina hîn peyîvan ji Kurmancîyê kêşeya zimanê standard, bi Soranî çareser dibe.

Li hember vê yekê, hîn derdorên berfirehtir jî dibêjin, Kurmancî zimanê piranîya Kurdan e û tenê ew li her çar perçeya welêt tê axaftin. Piştevanên vê bawerîyê berdewam dîyar dikin ku edebîyata klasîk ji bi heman zaravê hatiye nivîsin û çênabe ku Kurd dev ji Kurmancîyê berdin. Loma jî divê zimanê strandard, Kurmancî be çimkî 75 ji sedê ji xwe bi vê zaraveyê diaxifin. Li gorî piştgirên vê nêrînê tiştê herî rastbîn û maqûl ev e.

Dîtineke din jî heye ku taybetî li nav çend salên dawî ji xwe re piştevan dibîne. Ev dîtin jî ev e ku dibêje, ne hewce ye Kurd bi kêşeya zimanê standard serê xwe bêşînin û hemî zaraveyên Kurdî dikanin bi hevre bijîn. Ev nêrîna ku taybetî li nav zimanzan (linguist) û xebatkarên zimên tê destek kirin, hebûna gelek dîyalektan wekî arîşe nabîne û wekî zengînîya zimanê Kurdî qebûl dike. Piştgirên vê nêrînê hebûna pir zaraveyan li Çînê (Mandarîn, Kantonîs û çendên din) wekî îsbat nîşan didin. Ev kesên ku piştgirîya vê têbînîyê dikin, pêşnîyar dikin ku li herêmên ku Kurd xwe birêve dibin, divê herkes bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne û perwerdê bibîn, lê di heman demê de zaraveyê din jî bi wayekî bijartî were hîn kirin. Wekî mînak: xwendkarên li Silêmanî bila bi Soranî werine perwerde kirin lê dersên bijartî yên Kurmancî hebin û şagirtên li Duhokê jî bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Kurmancî perwerdê wergirin lê bila dersên Soranî yên dilxwestî jî hebin…

Gelo hun li ser vê babetê çi difikrin? Problemeke Kurdan ya zimanê standard heye yan ne. Ku hebe, baştirîn pêşnîyara wê ya çareserîyê çi ye?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

48 responses to “Kurd û Zimanê Standard”

  1. Amedî says:

    Gerek e Kurmancî bibe zimanê standart. Piranî Kurda bi Kurmancî xeber didin.

  2. hevi diloki says:

    keke zimane standart kırmançi ye ne wilo. lazim e ulo be 🙂

    • mciviroglu says:

      Mixabin desthilata min tuneye ku biryar bidim kîjan dîyalekt bibe zimanê standard.

      Lê, gelek kesên wekî te bawer dikin ku divê Kurmancî bibe zimanê standard. Eger tu ji me re dîyar bikî, çima Kurmancî bibe zimanê standard baş dibe.

      Her wiha, kerema xwe agahdar be ku navê zaravayê Kurmancî ye, ne kırmançi 🙂

      • hevi diloki says:

        çimki kurmanci pir te nasin.gele kurd bi pirani kurmanci deng dikin

        • Ahmed Binavi says:

          Silav ji we re. Ez ji dibêjim zimanê standard ew diyalekt be ya piranîya Kurdan pe diaxivin û çar parcet Kurdistanê digihîne hev ew ji Kurmanci ye. Nezîkî 75% Kurd bi Kurmanci diaxivin nêzi 25 Milyon Kurd li bakure Kurdistane dijin piranîya wan Kurmanci diaxivin u Zaza ji Kurmancî dizanin. Rojava hemî Kurmancî diaxivin, Başur, Duhok, Musil, Şingal u dewrober herkis bi Kurmancî (Badinî) diaxivin. Rojhilat Ormiye, Kurden Sovyetê, Erîvanê, Lubnnan, Îsrail vaji hemî bi Kurmancî diaxivin.

          Kurmanci her 4 parcet Kurdistane pekve giredidet yan ji bejim li her 4 parce Kurmancî te axivtin.

          Ez dibêjim ya hera giring ji elfabeya Kurdi bibe Latini ku em ji Cihana Erebi û Farisi durkevin, nêzi Rojava bibin, zimanet Ewropi û Îngilizi.

          • mciviroglu says:

            Kekê Ahmed,

            Tu jî Behdînan î. Gelo helwesta piranîya rûniştîyên vê deverê çawa ye. Gelo Duhok, Zaxo, Akrê û hwd. li ser vê babetê çi difikrin? Tu dixwazî Kurmancî bibe zimanê standard yê hemî Kurdan, lê hîn nûçe û raportên ji Kurdistana Îraqê dertên dibêjin ku di perwerdeya devera Bahdinanê de jî Soranî serdest e. Gelo rastîya wê meselê çi ye?

  3. Mîrhac says:

    Ez Kurmancim lê belê nêzîkî 6 sale li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijîm. Berî ku ez werim başûr eger pirsek wiha hatibûya pêşiya min sedî sed min ê jî bigota belê bila zaravayê Kurmancî bibe zimanê standart….

    Lê belê piştî ku ez fêrî Soranî û piçek jî Hewramî bûm hema bibêje, êdî zaravayê Zazakî jî baştir têdigihim ku berê zazakî ji bo min wekî zimaneke gelek cûda bû… Helbet ez ne zimanzanim. Lê belê li gor ezmûn û tecrubeya xwe ya jiyanê eger nêrîna xwe bibêjim.
    Li gor min berî hemû tiştek divê em wekî Kurd ji bo xwe alfabeya standart hilbijêrin(Gelo tîpên Latînî an Erebî). Eger me yek alfabe an ku yek tîp hebe, dê gelek Kurd bikaribin zaravayên din jî bixwînin û têbigihin, fêr bibin. Li gor demê jî (Helbet eger yek alfabe pêk bê, dibe ku 10 -20 salê din jî nêzîkbûn û yekbûneke çêbibe.) Ez bawerim wî demî dê ev pirsgirêk ji nişkave ji holê rabe..

    Ez bi xwe hebûna zaraveyan wekî pirsgirêkeke mezinê Kurdan nabînim û naxwazim yek zarava xwe li ser her sê zaravayên din ferz bike û bibêje zimanê standart ezim…..

    Ji ber ku Ehmedê Xanî bi Kurmanciya xwe û Hacî Qadirê Koyî bi Soraniya xwe xweşe… ya herî baş ewe ku bila em wekî Kurdek bi kêmasî xwe fêrî du zaravayan bikin, ji ber ku eger kesek du zaravayan fêr bibe ez bawerim dê wan zaravayên din jî sedî noht bizane..(Helbet divê mirov mînakê zimanên din jî temaşe bike. Wekî mînak zimanê Almanî(Zimanê Almanî de jî zarava û cûdahî gelek heye lê belê li wir jî hebûna zaraveyan wekî dewlemendiyeke ziman tê dîtin).

    Her wiha eger em Kovara Hawar a Mîr Celadet Bedirxan jî temaşe bikin û stratejî an ku nexşerêya wî bizanîn emê baş bibînin ku hebûna YEK ALFABEYÎ kilîl û mifteya dergeha zimanê standarte…

    Ji bo wê yekê jî ez dibêjim, berî her tiştî YEKBÛNA ALFABE…. Helbet ez dixwazim ALFABEYA LATÎNÎ bibe alfabeya hemû zaravayan, ji ber ku li gor bikaranînê û li gor teknolojî û dema me ya nûjen jî ALFABEYA LATÎNÎ gelek baştire…..

    • mciviroglu says:

      Kekê Mîrhac,

      Gelek spas jibo dîtinên te yên hêja. Ez bi te re hevbîr im ku pêdivîya herî mezin yekbûna alfabe ye. Ezê paşe nêrînên xwe yên li ser vê mijarê binivîsim lê pirseke min ji te re heye: Ku ne şaş bin, tu pêşnîyar dikî ku Kurd zaraveyên din jî fêr bibin. Li Kurdistana Îraqê ferbûna zaraveyên din hêsantir e jiber ku hem azadîya fêrbûnê heye û hem jî, Kurmancî, Soranî, Hewremanî û hwd. li wê derêmê pêkve dijîn. Gelo di pratîkê de ferbûna zaravayên din ji dê çawa pêk were?

  4. H.Bengî says:

    Kurdî zimanek mezin û xwedan nirxên gelek dîrokî û bilinde… Zimanek karpêkirî û di her warê da dikare fuksîyonel be. Her zaravayek Kurdî xwedî nirx û taybetmendîyên cida cida ne.

    Nabe tu kes, li tu cihê, tu carê bi tu awayê ziman, îdeolojî, zarava yen devokek bi dara zorê, li ser yên din bê ferz kirin.

    Her zaravayê Kurdî divê wek parçeyek ji jîyana Kurdewarîyê bê parastin û piştgirî kirin. Dewletoka Kurdistanê li Başûr jî, bê gotin û şert û merc, divê hemû zaravayan wek hev bixe jêr parastin û piştgirîya geşepêdanê.

    Eger yek kes, yan dezgeh yan tiştek din bê, dîsa bixweze bi dara zorê “Yê/A XWE” bi ser min da ferz bike, tu ferqa wî/wan bi dewletên dagirker ve nînin.

    NIHA û di vî serdemê da, dem ji ZIMANÊ STANDARD derbaz kirî ye û herkes wek neteweyên din yên li Kurdistanê bo wî/ê heye, ku zarava xwe wek ZIMANÊ XWE fêr/perwerde bibe û pê BIJÎ.

    Babetek girînge û dikare bi rûpel û pirtûkan cih bigre lê eva kurteyek ji bawerîya min…

    • mciviroglu says:

      Dest xweş kekê Bengî. Tu di vê bawerîyê de yî ku kêşeya Kurdan ya zimanê standard tuneye, lê gelek kes nebûna zimanê standard astengeke mezin li ber netewebûnê dibînin. Di kiryarê de, taybetî li Kurdistana Îraqê pêşnîyarên ku tu dikî, anku bi hevre jîyana zaravayan, di warên ferbûn, perwerde û jîyana rojana dê çawa mimkun be? Li wê derê pratîkên heyî li gorî dilê te ya yan ne?

  5. Tosinê Reşîd says:

    Zimanê standart

    Pirsa zimanê kurdî, yê standart, êdî gelek sal e ketîye rojavê, ser wê pirsê gelek tê gotin, gelek tê nivîsar.
    Hela sala 1934 an konfêransa kurdnasîyê li Yêrêvanê pirsa zimanê standart kire rojava xwe.

    Îro li meydanê sê nêrînên sereke hene: 1)zimanê standart ser bingeha soranî, 2)zimanê standart ser bingeha kurmancî û 3)bi pêş ve birina zareveyan gişkan, bêyî ku yekî wek bingeha zimanê standart bijbêrin.

    Ez hûrgilî ser herduyên pêşin ranewestim, ew ne tiştê bûyînê ye. Bi nana kirin, înkar kirina zaravayên mayî, zimanê standart nikare ser bingeha zaravayekî bê damezirandin. Ev yek ne mûmkîn ê û wê tu caran ji alîyê piranîya kurdan ve neyê pejirandin.

    Divêt weje û rojnamevanî bi zaravayên heyî gişkan bê pêşxistin. Îro tu rêyeke mayî li ber me tune.

    Lê divêt kar bê kirin, wekî kurdên bi zaravayekî diaxivin, bikaribin zaravayên mayî jî tê bigihîjin.

    Bi vê armancê berî gişkî gerek kurd gişk alafabekê bi kar bînin. Ev şertekî gelek giring e. Divêt kurd bikaribin berhemên bi zaravayên mayî bixwînin. Çiqasî jî ser rêya derbazbûna alafabekê hasêgeh hene, lê ew pirs dikare bê çareserkirin. Mala xwedê ava, em ji alfabeya ser bingeha tîpên kîrîlî xilas bûn, ji herduyen mayî jî divêt yek bimîne. Û ev pirs divêt neyê paşxistin. Divêt rêxistinên kurdaye sîyasî û civakî gişk vê pirsê bikin rojava xwe. Divêt ev pirs rojekê zû bê çareser kirin.
    Divêt di dibistanên kurdî de bi zaravayê deverê re tevayî, ku gerek xwendin bi giştî bi wî zaravayî be, zaravayên mayî jî bên xwendin. Ezmûneke usan li Başûra Kurdistanê hebû, li devera Bahdînan soranî jî dixwendin û hê jî dixwînin, li deverên soranî axiv jî bi soranî re tevayî bahdînî jî dihat xwendin. Lê komek ji ronakbîrên parêzgeha Silêmanîyê, bi armanca ku soranî bibe zimanê standart û kurmancî jî bişînin arşîvê, ew ezmûna kêrhatî ji holê rakirin.

    Tosinê Reşîd

    • Salih TURAN says:

      Tesbîtên Mamoste Tosinê Reşîd di cî de ne. Divê hemû zaravayên zimanê kurdî ligel hev werin pêşxistin û bi kar anîn. Lê dibe ku nehatibe bîra mamoste, divê heman tişt ji bo zazakî (kirdkî) bê kirin.

      Alfabeya fermî bila latînî be

      Alfabeya kurdî ya fermî li gor nêrîna min divê latînî be. Alfabeya latînî niha li dinyayê pir serdest e û zimanê gerdûnî Îngilîzî bi wê alfabeyê tê bikaranîn. Ji bo hevnasiya bi welatên rojava re û ji bo danasîna kurdan û berhemên wan bi şaristaniya hemdem re, li gor nêrîna min ev pêwistiyek e. Lê ev nayê wê maneyê ku alfabeya erebî jî bi temamî bê betalkirin.

      Li ser devokên herêman û standardkirina Kurmancî

      Li aliyekî jî pirsgirêka me bi devokan re heye. Bi taybetî jî li Kurdistana bakûr pirsgirêka me ya devokan li darî çavan e. Wek nimûne, herêma serhedê, herêma torê, herêma xerzan û bişêriyê, herêma botan di axaftina xwe de gelek peyvan cuda bi kar tînin. Kesên zimanzan û lêkolîner dikarin ji bo van devokan û cudabûna bikaranîna peyvan mînakan raxin ber raya me.

      Tê zanîn ku di telafûzê de yanî di bilêvkirinê de cudahî pir in û ev jî gelek caran di nivîsan de jî xwe didin der. Helbet devok jî dewlemendiya zimanekî ne û hewceye devok ji hevdu fêdê bistînin. Lê dema em werin ser kar û barên nivîs û ragihandinê pirsgirêka devokan ji bo perwerdehî û fêrbûnê dibe astengek. Bi baweriya min tiştê herî baş ji bo zaravayê kurmancî bicihkirina zimanekî hevpar ê ji devokan xwe rizgar kiriye ye. Ango ji bo kurmancî pêwistî bi stadardkirina zimanekî hevpar ê rastnivîsê heye. Bi ya min, em jî ji bo kurmancî niqaşên xwe li ser vê babetê bikin wê çêtir be.

      • mciviroglu says:

        Hêja kekê Salih,

        Em jibo piştgirîya te ya berdewam spasîya te dikin. Pirsên ku me ji kekê Tosin re kirin, dixwazin tu jî bersîv bikî. Taybetî li Kurdistana Îraqê dijbêrîyeke xûrt li hember Latînî heye. Gelo Kurdên ku piştevanîya alfabeya Latînî dikin, divê çi argumanên xûrt û qayim bikar bînin ku Kurdên dijbêr qane (îkna) bikin?

        Emê di demên were de li ser standard kirina zaravayê Kurmancî jî bisekinin. Gelek spas jibo pêşnîyara te.

        • Salih TURAN says:

          Ji bo ku alfabeya latînî bi awayekî fermî û standard were bikaranîn çi pêwist e?

          Deshilatdariyeke serdest dikare vê biryarê bide

          Bi raya min ev mijar ne ku bi argumanên xurt, bi biryara deshilatdariyeke serdest dikare çareser bibe. Wek mînak doh me bi kek kek Îbrahîm Seydo Aydogan re qala heman mijarê kir. Ew jî û gelek kesên din jî heman tiştî dubare dikin. Tiştê em dibînin ew e ku, ev mesele bê deshilatî nayê çareserkirin. Divê deshilatdariyeke serdest ango saziyeke dewletî vê biryarê bide û ev jî ne karekî zor e. Lê helbet ji bo kurdan zor e, ji ber ku deshilatdariyeke wan a hevpar ku çar parçeyan bihewîne tune ye.

          Qet nebe bi referandûmê dikare biryar bê girtin

          Tenê wek alternatîfeke çareseriyê dikarim bêjim ku, li seranserê Kurdistanê divê referandûmeke giştî li ser mijara alfabeyê pêk were. Ew çax wê hejmara kesên alfabeya latînî dixwazin çêtir derkeve holê.
          Lê ji ber ku Kurd li her çar parçeyan ne serdest in, niha ne mimkun e li seranserê Kurdistanê bi yek carê referandûmek were çêkirin.

          Bi rapirsînan derxistina holê ya fikrê raya giştî

          Wek rêbazek din jî pêşniyara min ev e ku, li ser înternetê bi awayekî cidî û rêxistinî rapirsîn li ser mijarê werin çêkirin. Li gor dîtina min ev jî rêbazek e ji bo derxistina holê ya fikrê raya giştî ya Kurd li ser vê mijarê.

    • mciviroglu says:

      Hêja kekê Tosin,

      Tu jî wekî beştarvanên din balê dikşînî ser pêdivîya alfabeya yekbûyî. Her çiqas tu û hevalên din piştgirîya alfabeya Latînî bikin jî, taybetî li Kurdisyana Îraqê dijberîyeke xûrt li hember Latînî heye. Berî demeke kin jî Berpirsê Giştî yê AK Ajans, birêz Berdan Habîb bi eşkereyî piştgirîya alfabeya Erebî kirîbû. Gelo Kurdên ku piştevanîya alfabeya Latînî dikin, divê çi argumanên xûrt û qayim bikar bînin ku Kurdên dijbêr qane (îkna) bikin?

      Her wiha, jibo domkirina ezmûna tu qal dikî, divê Hikûmeta Herêmê çi pêngavan bavêje?

  6. Salih TURAN says:

    Tesbîtên Mamoste Tosinê Reşîd di cî de ne. Divê hemû zaravayên zimanê kurdî ligel hev werin pêşxistin û bi kar anîn. Lê dibe ku nehatibe bîra mamoste, divê heman tişt ji bo zazakî (kirdkî) bê kirin.

    Alfabeya fermî bila latînî be

    Alfabeya kurdî ya fermî li gor nêrîna min divê latînî be. Alfabeya latînî niha li dinyayê pir serdest e û zimanê gerdûnî Îngilîzî bi wê alfabeyê tê bikaranîn. Ji bo hevnasiya bi welatên rojava re û ji bo danasîna kurdan û berhemên wan bi şaristaniya hemdem re, li gor nêrîna min ev pêwistiyek e. Lê ev nayê wê maneyê ku alfabeya erebî jî bi temamî bê betalkirin.

    Li ser devokên herêman û standardkirina Kurmancî

    Li aliyekî jî pirsgirêka me bi devokan re heye. Bi taybetî jî li Kurdistana bakûr pirsgirêka me ya devokan li darî çavan e. Wek nimûne, herêma serhedê, herêma torê, herêma xerzan û bişêriyê, herêma botan di axaftina xwe de gelek peyvan cuda bi kar tînin. Kesên zimanzan û lêkolîner dikarin ji bo van devokan û cudabûna bikaranîna peyvan mînakan raxin ber raya me.

    Tê zanîn ku di telafûzê de yanî di bilêvkirinê de cudahî pir in û ev jî gelek caran di nivîsan de jî xwe didin der. Helbet devok jî dewlemendiya zimanekî ne û hewceye devok ji hevdu fêdê bistînin. Lê dema em werin ser kar û barên nivîs û ragihandinê pirsgirêka devokan ji bo perwerdehî û fêrbûnê dibe astengek. Bi baweriya min tiştê herî baş ji bo zaravayê kurmancî bicihkirina zimanekî hevpar ê ji devokan xwe rizgar kiriye ye. Ango ji bo kurmancî pêwistî bi stadardkirina zimanekî hevpar ê rastnivîsê heye. Bi ya min, em jî ji bo kurmancî niqaşên xwe li ser vê babetê bikin wê çêtir be.

  7. hevi diloki says:

    keke mutlu kurmanci ji ne kurd+man+cih e?ango zimane kurdane yekemin kurmanci ye.hevalen me tirk u ecnebi dıbejin em zazaki u sorani qet fem nakin.kurmanci ji me ra gelek nezik te.ez dıbejim kurmanci standart e.
    slav…

  8. H.Bengî says:

    Spas ji bo bersiva te keko…

    Nexêr. Li wê pirtûkên, ku bikarin netewa Kurd bi giştî himbêzkin tune nin… Ji xwe li Silêmanî, Kerkûk û hindek cihên Hewlêrê, ji xwe ra hêsayî dîtine û xwe û zarava xwe kirine navenda dinyayê (Egocentrîk).

    Ez van gotinan ji ber nabêjim… Ez demên dirêj li wan deran bûme, û bi ser da jî peywendî û têkilîyên min yên rojane hene li gel Kurdên wan dever û navçe û herêman.

    Kurd tenê dikarin wek YEK NETEWE bimînin, ku rêz li heyî û zarava û nirx û ol û htd yên hevdu bigrin.

    Eger ne, ez jî dikarim çîrokek KOMPLO yê bihûnim û bêjim, ku dewleta Tirkîyê bi hindek mercan peywendîya serbiserî li gel Desthilata Herêma Kurdistanê pejirand. Yek ji wan yê serekî jî dikare ew be, ku Kurmancan ji xwe dûr bixin Kurdistane soranîstanî ava biken… Lewra jî Dewleta Tirkî bê yek û du û li hember destûra xwe hema TRT 6 , bi Kurmancî destpêkirin.

    Bi vê awayê dê pêşî li wan Kurdên ku hemû TV yên Kurdistanê dinêrîn bigirta ya û nêzikbûna zaravayên Kurdî bi rêyên xweristî ji humatê rabûya.

    Lê hêza niştiman- û neteweperwerîyê hêj di nav Kurdan da xurte û tenê bi alîkarîya Kurdan (Kumê darê!) dikare ev komplo serbikeve. !!!!

    HÛN DIBÊN ÇI? GELO KOMPLOYEK HEYE YAN NA???!!!

    • mciviroglu says:

      Hêja kekê Bengî,

      Mixabin ez rewşa Kurdistan Îraqê bi qasî te baş û ji nêzîk ve nizanim. Piranêya kesên dervayê herêmê tenê ji tiştên ku digeheje medyayê dizanin ku birastî çi li wê derê diqewimin. Eger bixwazî serpêhatîyên xwe bi me re parve bik, kerem ke bloga me ji te re vekirî ye.

      Derheqa komloyê jî ez nikanim tiştek bejim jiber ku min heta niha tiştekî wiha nebihîstîye û haya min jê wê yekê tuneye. Gelo berjewendîya tirkan çi ye ku li Kurdistana Îraqê rê li ber Kurmancîyî bigirin û bi xwe jî televîzyoneke 24 demjimerî vekin ku piranî bi Kurmancî weşanê dike?

  9. Rojar Wenda says:

    Silav ji tev heval û hogiran re;

    Min heta niha,li ser vê mijara yeksanekirina zimên gelek serê xwe êşandîye.Her wiha gelek dilxweşim ku we ev mijar carekedin girtîye dest.Min gotara we û hemû şiroveyên hevalan,bi kêfxweşî xwendin.Wek gelek hevalên xoşewîst pêşnîyar dikin,ez jî dibêjim;divê yeksane(standard)kirina zimanê Kurdî,ji tevên devok û zaravayan bi awayekî zanistî û azîneyî pêk were.Ango wek ku cenabê we kerem kirîye,ne ku Kurmancî bikeve pêşîya Soranî,ne jî Zazakî(dimilî)bikeve ser Behdînanî,an Hewramanî.Lewre em kîjan zarav û devokî bidin pêş,wê neheqîyeke mezin li yê dîtir bibe.Her wiha gava tevaya Kurdan li dora zaravekî bicivin,wê ji dewlemendî û rengînîya zaravên din,bêpar bimînin.Ez jî dibêjim her devok û zaravek,dewlemendî û rengekî cuda û girîng e ji bo zimanê netewî yê me Kurdan.

    Mixabîn heta niha di vî warî de ji bilî hewlên kesane an takekesî;weke sazîyane,karekî berbiçav nehatîye kirin.Ez bala xwe didimê ji bilî kesên rewşenbîr û ronakbîr,tu kesek ji xwe re vê mijarê nake derd.Hinek dikarin bêjin”ji xwe ev karê rewşenbîran e”rast e,belê divê em her yek ji hêla xwe ve xebateke li gora derfet û karînên xwe bimeşînin da ku,em her yek wek çemekî,weke kanîyekê biherikin bighêjin hev,bi hev re xwe bighînin deryayê.Mîna ku çawa,av dighêje avê,hemu av direjin deryayê.Da ku ew derya,bibe zimanê netewî.

    Mijar gelek aloz e,lê ji hêleke din ve,ne bê çare ye.Em Kurd,li welat û li cîhanê gelek ji hev dûrin,parvekirîne.Di nava me de tixûb(sînor)û dewlet hene.Belê îroj,derfetek mîna Înternetê di destên me de heye ku bi xebatek bi rêk û pêk,em bi hêsanî dikarin xwe bighînin hev û bi hev re dayîn û stendinê bikin,li ser çareserkirina gelek pirsgirêkan ji hev re bibin alîkar û çareserî.Bi vê boneyê,divê em xemxurên netew û zimanê Kurdî,di nava xwe de li ser hevkarîyeke xurt û qewîn li hev bikin.

    Bi têkilî danîna bi hev re,her kesek ji ba xwe wê tiştekî zêde bike,wê ev xebat li cihekî werin tomar kirin,duv re ji hêla çend pisporan werin nîrxandin û di encamê de ez bawerim dê zimanek gelek delal û rengîn derkeve ku her Kurdek xwe tê de bibîne.Qet nebe Kurdekî li kîjan herêmê dibe bera bibe,nema bibêje”ez ji felan zaravî fêm nakim”

    Wek hûnê jî texmîn bikin xebatek dûvedirêj divê.Belê ne dûrî aqilan e ku merev pêk bîne.Bi tenê dilsozî,berpirsî û bawerî,besin ji me re ku em bi mehan,bi salan vî karî bimeşînin;da ku encamekê bi dest bixin û vî zîmanê delal ji parçebûnê rizgar bikin.Di rastîyê de ev kar karê sazîyan e.belê mixabîn heta niha wek min got,tu sazîyeke bi vî rengî ava ne bûne.Wiha xuya ye ku ji bo niha,metirsîyeke ziman bi tu partî û sazîyan re jî tune ye.Her yek li gora xwe alfabeya fermî ya dewleta ku ew lêne bi kar tînin,her wiha kes zêde li ser vê mijarê,serên xwe zêde na êşînin.

    Ez wekî Kurdekî ji bakurê welêt pêşnîyaz dikim ku em xwedî berpirsî û xemxurên zîmanê Kurdî vî karî bi hev re dest pê bikin.Bi demê re hem kêmasîyên hev kuta,an temam bikin,hem jî di wê navberê de ber bi rêstina zimanê netewî ve berhevkirin û civandinan bikin.Hêvîdarim ku em yek bi yek roj berî roj,ji dûr be jî,xwe bighînin hev,hevdi qane û serwext bikin da ku xebat dest pê bike û dûr nêzîk encameke erênî were bidest xistin.Li gel silavên gîyanî.

    • mciviroglu says:

      Ji me jî silav ji te re kekê Rojan,

      Gelek spas jibo dîtin û pêşînîyarên te. Birastî tiştekî xwezayî ye ku rewşenbîr berî civakî serê xwe bi kêşê û arîşeyan biêşînin û lêgerîna çareserîyê ji wan re bikin.

      Wekî tu dibêjî, xwezî sazîyeke netewî ya hevbeş hebe ku problem, pêşnîyar, nav nûjênkirina zimanê Kurdî birêve bibe lê di şert û mercên berçav de ne hêsan e ku sazîyeke wiha ava be.

      Loma jî kar û xebat û her wiha pêşnîyarên li ser zimên li benda avakirina wê sazîyê nemînin û bidomin. Di vê qonaxê de ked, xîzmet û xemxwarîya te û hemî hezkirîyên zimanê me pir hêja ne…

  10. Birêxistina zimanekêî standard, wekî ku hinekan ji me di nav 30 salên dawîn de bawer dikir, ne hêsan e. Gellek ji me Kurdan bi dilên xwe difikirin, ne bi mêjiyên xwe. Bo standardbûna zimanekî gellek faktor pêwîst in. Hema çend ji wan bi kurtî:
    – yekgirina kesên li dû zimanê standard û hebûna dan-û-stendineke hevbeş di nav wan de (Mixabin di nav Kurdan de niye: Gellek ji Soranan soranî wek “standard’ pêşniyaz dikin. Bi milyonên ji Kurdên rojhilat û başûr nedizanin hevokekê bi kurmancî bixwênin û bi milyonan Kurmanc ne dizanin soranî xwediya çi şanên rêzimanî ye, ne jî bi kurmancî kesên xwende ne).
    – Hebûna alfabayeke hevbeş di nav kesên standardkirinê dixwazin de (Alfabayeke hevbeş û yekgirtî ji bo Kurdan niye…; û li milê din mirov nikare zû-bi-zû yê gotineke weha dike biguhere: “Kakacan, standardman hey we be milyonan laper bem standarda we bem alfabayî pîroz hatuwa nûsîn!)
    – Hebûna encûmeneke ku endamên wê xwedan pisporiya akadêmî bin derbarê zimanê xwe de, û pejirandina wê ji aliyê hemî kesên li dû zimanê standard in ve. (Tevdêr û salên dirêj bo tiştekî weha divên!)
    – Otorîteyeke ku bikaribe biryarên encûmena û şêweya zimanî ya ew pêşniyaz dike bide pejirandin û di xwendegehan, zanîngehan û dezgehên hukûmetî de têxîne kar…

    Pirsa xwe bi standardbûna kurdî ve girê dide pirseke kûr û berfireh û komplêks e. Di navbera “zaravayên” kurdî de ne tenê cudabûnên wateyî (semantics) hene, lê her weha cudabûnên rêzimanî (grammatical). Di nav kurmancan de 10 kes jî nînin ku xwediyên shehadeyên akadêmî bin, bi 2-3 zaravayên kurdî zanibin, derbarê 4-5 zimanên biyanî de xwedan agahdarî bin; pisporên zanistiya zimanî (linguistics) û rêzimaniya durist (grammar & structure) bin…

    Naxwazim dilê kesekî wek yê xwe sar bikim, lê daxwza atifî û rastiya rewşê du tiştên ji hev cuda ne. Divêt em bi gavên biçûk dest pê bikin: Bila Kurmanc berê kurmanciya xwe bigihînin standardeke rêkûpêk; bila berê di nav Kurmancan de 100 mamoste hebin ku wek hev dersên bi kurmancî bidin… Dû re gavên din dikarin ligor fersendan û hebûna derfetan bihên ranan.
    Di nav xweşiyê de bin.

    Ji bîr neçêt ku standardê soranî îroj heye. Standardê kurmancî di nav 30-40 salên dawîn de gellekî ber bi pêş çûye û îroj ji aliyê nivîskaran û mîdyayê ve dihêt bikarhanîn, lê hîn tê de hinek kêmasî hene û pêdivî bi demê heye. Divêt em bi sebir bin û gav bi gav pêş ve biçin. 64 salan li dû serxwebûnê, hîn zimanê înglizî li Hindistanê yê standard e. Hinek welatên afrîkayî hene ku hîn înglizî û fransî wek zimanê “standard” bi kar dihînin. Rewşa me ji ya wan baştir e. Kêşeya me ya herî mezin nuha zêdebûna kesên kurmancî ji xwe bîr dikin e; kêmbûna xwendekaran e…

    • mciviroglu says:

      Silav kekê Şahîn,

      Salên dûr û dirêj e ku hem wekî nivîskar, hem wekî rojnamevan û hem jî wekî pêşkeşvan xîzmeta ziman û wêjeya Kurdî dikî. Em spasîya te dikin û berdewamîya serkeftinên te dixwazin.

      Tiştên ku tu behs dikî rastîyên tahl in, lê mirov bi gotûbêj û danûstandinan ji raman û nêrinên hevdu agahdar dibe. Ez bawer im, divê em ji nîqaşan re vekirî bin û hevdu guhdarî bikin. Jixwe mêbesta me ya bi vekirina vê blogê ev e ku mevandarîya têbînî, rexne û pêşnîyarên xwendavanên hêja bikin. Hêvîya me ev e ku pêşnîyar û rexneyên vir, li demên pêş ji me re bibin rêber…

      Careke din pir spas.

  11. Saman Zaki says:

    Silav ji we re

    Berî her tiştî dixwazim spasîya kêk Mutlu Çiviroğlu bikim bo gotara wî ya rêkûpêk.

    Bi dîtina min baştirîn çareserîyê bo pirsgirêka standardkirina zimanê Kurdî yan zaraveyên Kurdî eve ye ku em dê zimanê “proto-Kurdî” ango zimanê Mêdî/Madî, bapîrê zimanên/zarayên Kurdî vejînin. Heta naha tu nivîseke bi zimanê Madî nehatîye ditîn ji bilî çendîn gotinên Madî di belgeyên Farsîya kevn de ku berî 2500 hatine nivîsandin. Ji ber ve yekê pêdivî bi rekonstruktioneke heye. Bi kurtahî ve rekonstruktionê/ dubare dirûstkirinê dikarê bi rêya berhevdanîna zaraveyên/zimanên Kurdî, zimanê Pehlevî, Partî, Farsîya kevn û Avesta bête çêkirin. Vejiyandina proto-Kurdî karekî zimanzanî û zanyarî ye û projeyeke gelek dijwar e, lê tiştekî mumkin e. Ji bo qetandina vî karî herî kêm 20 sal pêwîst e.

    Di seminareke de li ser sazkirina zimanekî Kurdî yê yekgirtî ku di Zanîngeha Kopenhaginê ji alîyê rojnameya Jiyan.dk û min hatîye amade kirin di despêka 2011an de min behs kir çima zimanê proto-Kurdî wekû zimanekî gelemper û giştî di Kurdistaneke serbixwe (yan ”4 Kurdistanên serbixwe”)ya dahatî de baştirîn çareserîyê ye. Min diyar kir ku zimanê proto Kurdî dikare bêhtir ji zarayevên/zimanên Kurdî hemû Kurdan temsîl bike ji ber ku proto Kurdî çavkanîya hemû devokên Kurdî ye û Kurd bi zaraveyên hevdu napejirînin (qebul nakin). Bo minak di başûrê Kurdistanê de hinek ji rewşênbîrên Soranîaxev pêşnîyar kirine ku tenê Soranî divê zimanêkî fermî be di tevahîya bashurê welêt de .
    Di heman demê de zimanê proto-Kurdî di warê gotinan, fonotik û rêzimanê de ”paktir” e ji zaraveyên/zimanên Kurdî yên îroj ku hatine guhertin û li bin bandora Tirkî u Erebî ketine. Ez dikarim gelek argumentên din bidim bo hilbijartina zimanê proto-Kurdî wekû zimanekî Kurdî yê fermî û giştî, lê divê di gotareke de bête giftûgo kirin û ne li vir.

    Di gel silavên germ

    Saman Zaki, Denîmark.

    • Kek Samanê hêja, piçekî bi shêweyeke realîst biponije, bra! Tu dê derfetên vejandina zimanekî weha ji ku bihînî û dê çawa projeyeke weha bi milyonan kes bidî pejirandin?! Va nêzikî 80 salan e ji dest Kurmancan nehatiye ku li alfabayekê xwedî derkevin û bêtir ji sedî 9ê yên bi kurmancî hîn dizanin nexwende ne, keko!

      • Saman Zaki says:

        Kak Şahînê hêja

        Spas bo şirovekirina te, kak Şahîn. Rast e, belkî pêşnîyara min hindek ji rastîyê dûr e lê berê kesek bawer nedikir ku rojeke mirov dê bi balafir bifire yan bigihîje mehê lê hêdî hêdî bûye rastîyeke. Eger em argumentên baş pêşkêsî gele me dikin û gotûbêja vê pirsgirêke bi kûrahî dikin ez bawerim ku em dê bi vî awayî gele xwe qanaet bikin.Naha ez gotareke bi zimanê Denîmarkî li ser vê mijarê amade dikim û ez dê vê gotarê wergerînim Kurmancî û bo cenabe te bişînim di pêşerojê de.

        Di gel silavên germ

        Saman

    • mciviroglu says:

      Hêja kekê Saman,

      Gelek spas jibo parvekirina nêrînên te yên hêja. Birastî pêşnîyara te ya li ser “proto-Kurdî” pir balkêş û xweser e. Eger tu biçêk zêdetir behsa bingehên pêşnîyara xwe bikî, baş dibe.

      Li rojên pêş, em her wiha dikanin babeteke nû li ser bê mijarê vekin.

      Dubare spas û mal ava.

      • Saman Zaki says:

        Hêka kak Mutlu

        Spasxweş, kêk Mutlu. Weku min ji kêk Şahînê re got ezê di paserojeke nêzîk de gotara xwe li ser vê babete wergerînim Kurdî.

        Di gel silavên germ

        Saman

  12. Bavê Şervan says:

    Ez tenê dibêjim gelek spas ji bo çêkirina vê malperê .Ez ê di paşerojê de ramanên xwe li ser vê mijarê vêbejim û binivîsim lê niha tenê spasiyên xwe ji we re pêşkêşdikim.
    her hebin û her bi kurdî ve bibin.
    🙂

    • mciviroglu says:

      Spas ji te re jî Bavê Şervan,

      Em çaverê ne ku li rojên were şîrove û pêşnîyarên xwe yên vê babetê ligel me parve bikî.

      Spas û silavên Kurdewar

  13. Salih TURAN says:

    Ji bo ku alfabeya latînî bi awayekî fermî û standard were bikaranîn çi pêwist e?

    Deshilatdariyeke serdest dikare vê biryarê bide

    Bi raya min ev mijar ne ku bi argumanên xurt, bi biryara deshilatdariyeke serdest dikare çareser bibe. Wek mînak doh me bi kek kek Îbrahîm Seydo Aydogan re qala heman mijarê kir. Ew jî û gelek kesên din jî heman tiştî dubare dikin. Tiştê em dibînin ew e ku, ev mesele bê deshilatî nayê çareserkirin. Divê deshilatdariyeke serdest ango saziyeke dewletî vê biryarê bide û ev jî ne karekî zor e. Lê helbet ji bo kurdan zor e, ji ber ku deshilatdariyeke wan a hevpar ku çar parçeyan bihewîne tune ye.

    Qet nebe bi referandûmê dikare biryar bê girtin

    Tenê wek alternatîfeke çareseriyê dikarim bêjim ku, li seranserê Kurdistanê divê referandûmeke giştî li ser mijara alfabeyê pêk were. Ew çax wê hejmara kesên alfabeya latînî dixwazin çêtir derkeve holê.
    Lê ji ber ku Kurd li her çar parçeyan ne serdest in, niha ne mimkun e li seranserê Kurdistanê bi yek carê referandûmek were çêkirin.

    Bi rapirsînan derxistina holê ya fikrê raya giştî

    Wek rêbazek din jî pêşniyara min ev e ku, li ser înternetê bi awayekî cidî û rêxistinî rapirsîn li ser mijarê werin çêkirin. Li gor dîtina min ev jî rêbazek e ji bo derxistina holê ya fikrê raya giştî ya Kurd li ser vê mijarê.

    • mciviroglu says:

      Kekê Salih,

      Tu pêşnîyara desdarîyeke serdest dikî. Gelo îhtîmala cîhanîna dehilatdarîyeke serdest çi qas rastbîn e? Divê kî pêşengîya vî karî bike?

      Referanduma ku tu qal dikî jibo Kurdistana Îraqê ye yan jî jibo hemî Kurdane?

      Spas

      • Salih Turan says:

        Silav Kekê Robîn,

        Haya min jê heye ku niha tiştê ez divêm ne mimkun e.
        Lê tiştên ne pêkan jî roj tê pêk tên. Ev daxwaz û helwestek e, helbet wê biryar ji hêla piranî yan jî tevahiya raya giştî ya kurdan ve bê dayîn. Lê ez baş zanim ku bêyî hêz û deshilatiyê tu hedê me nîn e em karibin biryaran bidin û wan biryarên xwe jî bicih bînin. Ez dîsa jî bi hêvî me û wê dem van biryaran bi me bide dayîn.

        • mciviroglu says:

          Hêja kekê Salih,

          Daxwazî û pêşnîyarên te di cîh de ne. Jixwe armanca me ya bi vê blogê jî ev e ku em veguherîna dîtin û ramanên xwe bikin û hevdu ji zanîn û serborîyên xwe serwext bikin.

          Careke din gelek spas jibo piştevanîya te ya blogê û her wiha, xemxwarîyate ya li ser zimanê me yê şêrîn.

  14. Tosinê Reşîd says:

    Ez lêborîna xwe dixwezim, wekî çend rojan min nikaribû bersiva pirsên hogiran bidim.
    Kekê Salih Turan seva zaza dipirse. Ka ji bo çi min tenê besa kurmancî û soranî kirîye?
    Min di têbînîya xwe de kurmancî û soranî wek mînak anîne, ji ber ku ew firsend îro li Başûra Kurdistanê heye. Çi ku tê ser zaza (kirdkî) min sala 2000 î gotarek ser wê pirsê belav kirîye. Di wê gotarê de min nivîsîye, eger li deverekê tenê gundekî kirdkîaxiv hebe, divêt dibistana wî gundî bi kirdkî be. Û min ji rêxistinên kurdaye sîyasî dixwest wekî vê pirsê, bi pirsa parastina olên kurdan ve, têkin programên xwe.
    Li vir pirseke mayî heye; 4-5 zaravên kurdîye sereke hene û tu nikarî wan gişkan zarokên 7-8 salî bidî xwendin. Bi bawarîya min gerek di dibistananên her deverê de du zaravên li deverê serdest bên xwendin, lê zaravên mayî li beşên fîlologî, yên peymangehan û zanîngehan bên xwendin.
    Em bêjin li bakûr kurmancî û kirdkî, li hineke deverên rojhilat kurmancî û soranî, deverên mayî soranî û hewramî…
    Bawerîya min eve.
    Kekê Salih Turan usan jî seva devokan dinvîse, wekî hê devok xurt in û bandorê ser zimanê nivîskî dihêlin. Belê, bêyî perwerdeya bi zimanê dê, bêyî mediya xurt, heta kurmancî bi xwe jî standart nabe. Lê dîsan jî gavne hêja hatine avêtin. Îro ez usan nanvîsim, çawan min 30 sal berê dinvîsî. Nêzîkbûneke berbiçev heye.

    Niha em bêne ser alfabeya ser bingeha tîpên latînî. Ez nabêjim, wekî alfabeya kurdî, ya ser bingeha tîpên latînî ji ya ser bingeha tîpên erebî baştir e. Na. Di herdu alfabeyan de jî kêm û kurtî hene; ji bo hinek dengên kurdî tîpên anegor tunene. Lê bi îmkanên têknologîya rojên me çareserîya van kêm û kurtîyan ne dijwar e.
    Pirsa sereke ew e, wekî îro li seranser cihanê alfabeya latînî tê xwendin. Eger yek bixweze alfabeya kurdî, ya ser bingeha tîpên latînî fêr bibe, ew pirsa demeke kurt e.
    Her kes dikare bi hêsanî fêr bibe.
    Lê tê çawan bi mîlîyonan kurdên bakûr, bêtirî mîlîyonek kurdên Yekîtîya Sovyête berê, kurdên li Avropa fêrî alfabeya ser bingeha tîpên erebî bikî? Pirs ev e.
    Bê guman, ez nabêjim alfabeya ser bingeha tîpên erebî ji meydanê rakin. Divêt ew alfabe li beşên fîlologî, yên peymangeh û zanîngehên Kurdistanê bê fêr kirin.
    Divêt em rêalîst bin, îro ji bo alfabeya ser bingeha tîpên latînî tu altêrnatîveke mak kirî tune.

    • mciviroglu says:

      Gelek spas, kekê Tosin. Gelek ji me bawer dike ku berî standartbûna zaravayan, yekbûna alfabeyan pêdivî ye. Lê, li navbêra Kurdên Soranîaxêfan nerazîbûneke xûrt li dijî alfabeya Latînî heye. Gelek rewşenbîr û nivîskarên Soranîaxêf bi nivîsîna alfabeya Erebî razî ne û li dijî Latînî ne. Ji wan herî dawî jî Berpirsê Giştî yê AK Ajansê, Bedran Hebîb bû. Divê em bi çi awayî wan kesana qane bikin, ku piştgirîya alfabeya Erebî dikin?

  15. Tosinê Reşîd says:

    Kekê Robîn,

    Ji talebextan re di vê pirsê de, tu hokar, argûmênt derbaz nabin. Kurdên Soranîaxiv fêrî alfabeya erebî bûne û naxwezin dest jê bikşînin. Her yek egerekê tîne; kesên çep dibêjin alfabeya latinî ya ‘împêralîstan’ e, îslamîn dibêjin alfabeya erebî pîroz e, nabe dest jê bikşînin. Ji alîkî mayî ve gelek kurdên Başûre Soranîaxiv ji Îraqê der naxwezin tiştekî bibînin. Ji bo Îraqa wan jî alfabeya erebî baş e. Divêt fire bifikirin; kurdên herçar perçên Kudistanê, kurdên Yekîtîya Sovyêta berê, kudên Avropa… Ji bo van gişkan alfabeya latînî baş e.
    Mirov nikare bêje yek ji ya mayî baştir e, lê pirsa îmkana ye; kurd gişk dikarin fêrî alfabeya latînî bibin, lê nîvê kurda zêdetir nikarin fêrî ya erebî bibe. Pirsên mayî gişk tên careser kirin.
    Bê guman alfabeya latînî pêwndîyên bi cihana rojava re jî hêsantir dike.

  16. hevi diloki says:

    keke mutlu ez gelek şa dibim ko evqas mirov ji bo zimane xwe fikira xwe tinin ziman.helal be ji te ra keke.boqa te em ve ditfete dibinin.spas

    • mciviroglu says:

      Jibo mesajên te yên piştgir û heweskar gelek spas, kekê Hêvî. Hêvîdar im peywendîya xwe ligel me tim bidomînî.

    • mciviroglu says:

      Ez jî spasîya te û hemî beştarvanên blogê dikin ku bi dîtinên xwe yên hêja bîr û ramanên me rewşen dikin.

  17. Mustafa Kaplan says:

    STANDARTKIRNA ZIMANÊ KURDÎ

    Pêşî her tiştî pêdivê em ji gotina -standart- çi têdigihîn ? Û pêdivê têgeha peyvê bê rûnîkirin.

    Têgihiştina min ji gotina standart ev e; Tişta ser konceptekê hatî afirandin, pêdivê ji bo her beşî hevbeş bi. Wek zimanê computerê zimanek standart te, û kêr her computerekê nav koncepta xwe de wek hev tê karînan. Anji wek, yek kilîlik jibo hemî derîyên xanîyek kêr bê, jibo wê kilîlê dibêjin kilîla standart , mirov dikare hezaran minaka jibo gotina –standart- bidi.

    Wek mînakên jor ji destnîşan dike, gotina standart pêdivê tiştek hevbeş bi.

    Wêca ser standartkirna zimanê kurdî hin gotin: Serî de standart gotinek teknîkî ye. Û wek funktion funktionek dezgehî ye. (Yanî karê devletê ye, devlet nebi, hinge dezgehên berpirsyarê vî karî, wê funktionê digire ser milên xwe.)

    Hema hema hemî kurd ser çar dialektan bûyîne hemfikir (kurmancî,soranî,zazakî û goranî). Bi min her dialektek kurdî ji, ji gelek beşên devokan(dialektan) pêkhatîyê. Wek tê zanîn her dialekt wek axivtin ji hev cidabînî nîşandide û herêmî ye.

    Jibo wê ; Karê yekem pêdive serî de her dialekt (kurmancî-soranî-zazakî-goranî) nav xwe de standartîyek pêk bîni an ji peyda biki. Mabesta min ev e, her herêm dialektekê hilbijêre wek devoka fermi û danistandinên fermî bi wê dialektê bê kirin.

    Minak: Kurdistana Bakur bigrîn dest; Du dialektên sereke (kurdî-kurmancî û kurdî-zazakî) yê herêmî hene. Lê her dialekt ji nav xwe de, ji gelek devokên(dialektên) herêmî pêktê, jibo Kurmancî wek Devoka Botan, devoka Serhedê, devoka Amedê-Mêrdînê û devoka Hekkarîya. Jibo Zazakî ji wek devoka Dersimê-Bingolê(Çewlikê), devoka Sîwerkê-Pîranê Pêdivê Kurmancî ji wan dialektên jor yêkê hilbijêri û bikê dialekta fermî ya devletê anji zimanê nivîsandinê, ev tişt jibo her çar dialektên din ji derbaz dibe.

    Karê duyem ji ev e; her du devokên hatî hilbijartin bibe devokên fermî yê devletê, kurdan devlet tunene li Bakur lê mirov dikare konsensusekê nav xwe de dani, wan her du dialekta bike fermî. Li Kurdistana Başur ji heman aynî rê pêdive bişopîni. Bi wê rê zimanê devletê tê standart kirin. Bi vê rewşê, li Kurdistana Başûr pêdivê du dialektên fermî hebin, ev ji ev in, Soranî û Kurmancî. Li herêma soranîaxiv pêdivê giranîyê bidin soranî û rex wê, wek dialekta duyem Kurmancî berûvajî li herêma Bahdînan pêdivê giranî bidin Kurmancî û dialekta duyem bibe Soranî.

    Wek tê xuyakirin standartkirna zimanan ne wek em hizirdikn hêsan e.

    Standartkirna zimanê danîmarkî li Danîmarkayê çawa durist bûye?

    Danîmarka welat biçûk e û 5,5 milyon mirov lê dijîn. Lê zimanê danîmarkî kemî ji 25 devokan (dialektan) pêkhatîye. Lê dezgehên wî welatî, axiftina der dura Kopenhagen wek devoka(dialekta) fermî hilbijart û pejirand. Bi vî awayî devoka Kopenhagen bû zimanê standart jibo sertan serê Danîmarkayê. Bi gotinek din bû zimanê devlet te. Danistandina fermî yanî nivîskî bi wê devokê– anku devoka anji dialekta Kopenhagen-.

    Li vir parantezekê vekim (danîmarkî xwe dibêjin dialekta kopenhagen) Lê dest dialektên din nedan û her herêm devoka xwe wek axiftin, diparêze. Û ti pirsgireg heta nuhu derneketîye, mirovên devoka kopenhagen diaxivin ne pirranîya gelê Danîmarkayê ye. Gava danîmarkîyek biaxivi mirov hêsanî dizani ji ku derê ye. Li herêma me (Botan-Hakkarîya) ji, kesên Kurmancî diaxivin mirov hêsanî dikare destnîşana herêma vî/wê/wan anji ji kijan aşîretêye biki.

    Wêca hin gotin li ser gotinên Saman Zakî; Kek Zakî dive zimanek din nu jibo kurdan peyda biki.

    Rêya kek Zakî ev e; Ji gotinên hevbeş zimanek nu çêkirine. Û kurtî; ESPERENTOYEK- kurdî peydakirin ne.

    Tixubê fantazîyê ne jibo min, ne ji bo kek Zakî heye, herkes fikra xwe de azad e. Dê dem bibe şahidê me. Her xebat mirovan digihijîni encamekê, dibe xelet bi, dibe rast bi, gava xelet bi mirov xwe ji dûr dike, gava rast bi, mirov pê berdevam dike. Min û kek Zakî li ser vê mijarê li semînerê de gelek dirêj axivt. Û ditnên xwe dûr û dirêj diyarê beşdarwanan kir. Ez wek kek Zakî Saman hizir nakim lê hurmetê min, ji dîtin û fantezîyên wî re heye.

    Standartkirna kurdî bi rêya referandumê anji awayek din ya demokratîk çareserkirin bi min ne rast e. Ev rê ne rêyek adîlane ye. Jibo dialektên din dê xisaret mezin ji wê biryarê bibînin. Tiştê adîl mirovî ev e, her dialektek mafê xwe jîyandinê û xwe pêşêxistinê hebi.

    Jibo vê xebata kek Mutlu, ez ji sipas dikim û jê re serkevtinê dixwazim.

    Mustafa Kaplan
    08-09-11 Kopenhagen

    • mciviroglu says:

      Silav kekê Mustafa,

      Gelek spas jibo mesaja te ya balkêş û têbînîyên te yên hêja. Rast e, standartkirina zimanekî bi biryara dewleteke an jî wekî kekê Salih gotî, bi rêvebirîyeke desthildar pêk tê û mixabin em ji her duyan jî bê par in. Lê, wusa xuya dike ku têgehiştineke toleransî li nav Kurdan çêdibe ku rêzê li hemî zaravayan digire û dixwaze hemî zarave bi hevre bijîn. Em hêvîdar in ku Kurdên deesthilatdar jî daxwazên vê rengî bibînin û qiymet bidine hemî dîyalektên gelê me û qinyata wan hemî wekhev bigirin…

      Her wiha sipas jibo parvekirina tecrubeya Danîmarkayê. Birastî berhevkirina kiryar û serborîyên welatên gelek caran rê li ber mirovan vedike û mînakeke baş peyda dike ku mirov dikane ji xwe bikar bîne.

      Bi dîtina min pêşnîyarên kekê Zekî jî hêje ne û tiştên ku vê gavê wekî xeyal û nerast tên, dibe ku çend salên were de bibin perçeyeke ji rastîyê. Heku berî 20 salan te bigota tiştekî bi navê -înternet- derdikeve û cîhan bi saya wê dibe gundekî biçûk, belku kesek li te bawer nedikir. Lê, em dibînin ku înternet ne tenê dinê kirîye gundekî piçûk, her wiha dibe alîkar ku sîtemîn dîktatorî û sîtemkar werine hilweşandin…

      Careke din spas û em hêvî dikin ku tu berdewam zanîn û nêrînên xwe bi me re parve bikî…

  18. Mustafa Kaplan says:

    Li min biburin, tevgeha(hevoka) min ya paragrafa dumahikê gotina ”ne” ne hatîye nivîsandin jibo wê têgeh tê guhirtin.
    Ya rast dê wiha bûya; Standartkirna kurdî bi rêya referandumê anji awayek din ya demokratîk çareserkirin bi min ne rast.

  19. Sipan Nuri says:

    Dostên hêja,
    Ziman wekî cemekêye, diherike û rêya xwe peyda dike. Destêverdanek mikanîkî bi armanca chêkirirna zimaneke standard dê hema hemû tishtan ser û bin bike. Zirara w

  20. Sipan Nuri says:

    Dostên hêja,
    Ziman wekî cemekêye, diherike û rêya xwe peyda dike. Destêverdanek mikanîkî bi armanca chêkirirna zimaneke standard dê hema hemû tishtan ser û bin bike. Zirara wê dê li fayda wê gellek zêdetirbe. Weki ez tigihîshtime bengeha ziman xênci peyv û rêziman, li ser mentiqek taybet bi xwe hatiye awakirin. Nu em bixwazin yan ne ferqên bengehîn di navbera kirmancî û soranî de hene û ferqa herî mezin ji di warê mentiq(lojîk) de ye. Lewma ez bawerim ku projeya zimanê standard pêkhatî li chend zaraveyan sernagire.Xencî vêna rastiya civaka Kurdistanê û perchebûna welatê me derfetê nade projeke wisa. Bi baweriya min ziman dibê azad be. Kî kîjan zaraveyê dixwaze bila bi azadî vê bikarbîne. Ez bixwe kirmancî dipeyivim lê soranî jî di astek bash de dizanim û hez jî lê dikim ji ber ku ez hemû zaraveyan wekî zimanê kurdî dibinim. Hevûdufamkirin li zanîna zaraveyên din derbaz dibe!. Zimanê kurdî li bashûr, soranî, di bin xetera bi farsînbunê deye. Hêrishek pirr giran li ser vê zaraveyê heye. Hindek dest li bashûr hene ku bi zanebûn û bi aweyek sîstematîk kurdî û farisî tevli hev dikin. Li bakûr jî ev xeter, metirsî, bi aweyek din heye. Pirraniya “zimanzan” û zimanvanên” ku îro rewacin akademîsiyenên zanîngehên Tirkiyê ne. Wana bi pirranî programên ziman tirkî derbaz kirine û pisporê zimanê tirkî ne. Nexasim hindek ji wana mamosteyên zimanê tirkî ne. Problemek din ku derdê kurdiya bakûr girantir dike eve ku hindek ji wan pisporane ku giraniyek xwe ji hene zimanê kurdî pashê hûre, hîn, bûne. Koma wan hemûyane vê dide xûyê ku zimanê kurdiya bakûr ketiye ber erezyonek bi hempa di dîroka xwe de. Min behsa mentiqê ziman kir di berayîya nivîse de û dixwazim bêjim ku îro li bakûr mentinqê ziman kurdî di guhertinë deye û hêdî hêdî mentinqê zimanê tirkî derbaz dibe nav kurdiya bakûr.
    Bi kurtî ez dixwazim bêjim ku me enerjîyek bê dawî tuneye. Derfet û emrazên ku di destê me de hene dibê bi aqilmendî û hishyarî bên bikarnîn. Li ciyê zimanê yêkgirtî dibê em kurdiya heyî biparêzin u nehêhlin dejenere bibe. Ev erkek ser mile hemû kurdekêye.

  21. IЎЇve recently started a blog, the information you provide on this site has helped me tremendously. Thank you for all of your time & work.

Leave a Reply to H.Bengî Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.