Kurd û Karanîna 2 Alfabeyên Cihê

Posted May 9th, 2011 at 16:16 (UTC-5)
80 comments

Me berê jî destnîşan kirîbû ku zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke.

Rast e ku zimanê Kurdî di coxrafyayeke pir berfireh de tê peyîvîn û li her herêmê bandora zimanên serdest li ser Kurdîyê çêdibin. Li Tirkîyê zimanê Tirkî, li Îraq û Sûrîyê Erebî, li Îranê Farsî û li welatên Sovyetê berê Rûsî û her wiha Ermenkî, Azerî, Gurcî û li dîyaspora jî zimanên ku Kurd lê dijîn bandor û karîgerîyên  xwe li ser Kurdî dihêlin.

Tevî hebûna van zehmetîyan, gelek kes bawer dikin ku faktora herî girîng ya dûrbûna zaravayên Kurdî, karanîna 2 alfabeyên cihê ye.

Her çiqas piranîya Kurdan, li Tirkîyê, Sûrîyê û li welatên Sovyetê berê alfabeya Latînî bixebitînin jî, li Îraq û li Îranê alfabeya Erebî tê karanîn. Jiber ku Kurdistana Îraq perçeya azad e û gelek rojname, kovar û pirtûkên Kurdî lê têne çap kirin, karanîna alfabeya Erebî li wê beşê karîgerîyeke girîng li ser hemî Kurdan dike.

Gelek rewşenbîrên navdar yên Soranîaxêf wek Ferhad Şakelî û vê dawîyê sernivîskarê Ajansa Nûçeyan a Kurdistan Bedran Hebîb jî dîyar dikin ku alfebeya Erebî jî Kurdan re baştir e.

Hîn sedemên ku piştevanên alfabeya Erebî tînin pêş jî ev in:

Piranîya berhemên klasîk yên Kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsin

Dengên ku di alfabeya Erebî de hene, di alfebeya Latinî te tunene, loma jî Latinî têrî Kurdî nake

Hêdî hêdî sîstema Îslamî li Tirkîyê xûrt dibe û mimkun e ku di demên nêzîk de Erebî careke din bibe alfabeya resmî ya Komara Tirkîyê

Alfabeya Latînî karê emperyalîstan e û jibo perçekirina Kurdan hatiye kar anîn

Li hember vê îdîayê, Kurdên ku piştgirîya alfabeya Latînî dikin jî dibêjin:

Berêvajîya alfabeya Erebî, alfabeya Latînî ji zimanê Kurdî re baştir e çimkî hemî dengên Kurdî tê de hene

Ji nîvî pirtir Kurdên cîhanê li Tirkîyê dijîn û ne mimkun e ku tu ew dest ji Latînîyê berdin û fêrî Erebîyê bibin

Cîhana modern û pêşketî bi alfabeya Latînî dinivîsin û zimanê teknolojî, saxlemî (tendirustî) sîyaset bi Îngîlîzî ye ku ew jî bi heman alfabeya tê nivîsin. Loma jî çêtir e ku Kurd nêzîkî cîhana pêşverû bin

Li gelek welatên Rojava ku Kurd lê dijîn, alfabeya heyî Latînî ye, loma jî jibo zarokên Kurdan hêsantir e ku bi heman alfabeyê zimanê xwe yê zikmakî jî hîn bibin

Gelo hun li ser vê babetê çi difikrin? Kêşeya herî girîng ya zimanê Kurdî cûdabûna alfabeyan e yan ne? Eger wiha be, kîjan alfabe baştir û divê Kurd li ser kîjanê biryarê bidin? Eger alfabe yek bin, Kurmancî û Soranî pirtir nêzîkî hev dibin yan ne?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li bloga me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

80 responses to “Kurd û Karanîna 2 Alfabeyên Cihê”

  1. Tosinê Reşîd says:

    Belê, astenga yekemîn ser rêya nêzîk bûna zaraveyan alfabe ye. Divêt kurd gişk bi alfabekê binvîsin.

    Alîgirên alfabaye erebî dibêjin ew alfabe têra dengên kurdî dike, yên latînî jî dibêjin alfabeya latînî têrê dike. Bi îmkanên têknolocîya îroyîn ji bo dengan tîp dîtin, yan çekirin, gelek hêsa ye. Di herdu alfabeyan de jî kêm û kurtî hene û ew kêm û kurtîn bi hêsanî dikarin bên çareser kirin.

    Ez alîgirê alfabeya latîni me, ji ber ku hê jî piranîya kurdan ji perwerdeya bi zimanê dê bêparin û bi serê xwe fêrbûna alfabeya latînî hêsantir e. Li dibistanê seranser cihanê alfabeya latînî tê fêr kirin.

    Ew bawarî ji hebû, ji zaravayên cihê peyva hildin û zimanekî standart çê bikin.

    Em gerek berî gişkî ji bîra nekin, wekî zaravayên kurdî ne tenê bi fonda peyva, lê bi rêzimana xwe jî ji hev cihê dibin. Usane hildana peyvan çareserî nîne. Di şertên îro de divêt zaraveyên sereke gişk bên bi kar anîn. Bi rêya pêwendîyan di navbera kurdên bi zaraveyên cihê dipeyivin, TV, rojname, kovar, interenet wê zaraveyan nêzîkî hev bike. Bi vê rê em dikarin bigihîjne zimanê sandart. Lê ji bo vê demeke gelek dirêj pêvîst e.

    • mciviroglu says:

      Kekê Tosin,

      Gelek spas jibo nêrînên te yên hêja. Tevî ku Kurdên Sovyetê berê, li şûna alfabeya Krîlî, a Latînî bikar tînin jî, hîn kes bi zanabûn yan bê zanabûn dibêjin, Kurdên Sovyetê hîn jî bi Krîlî dinivîsin. Di konferanseke vê dawîyê de jî, ez bûm şahîd ku peyîvdarek heman tişt dubare kir.

      Wekî Kurdek ji Sovyetê berê û rewşenbîrekî hêja, kerema xwe ji me re ronî bike çi ye rastîya vê meselê?

      Ji niha ve pir spas.

    • mciviroglu says:

      CEJNA ZIMANÊ KURDÎ LI HEMÎ GELÊ ME PÎROZ BECejna Kurdi

      BILA HER ROJA ME BI ZIMANÊ ME YÊ ŞÎRÎN DERBAZ BE

    • Mutlu Civiroglu says:

      Kekê Tosin,

      Gelek spas jibo nêrînên te yên hêja. Tevî ku Kurdên Sovyetê berê, li şûna alfabeya Krîlî, a Latînî bikar tînin jî, hîn kes bi zanabûn yan bê zanabûn dibêjin, Kurdên Sovyetê hîn jî bi Krîlî dinivîsin. Di konferanseke vê dawîyê de jî, ez bûm şahîd ku peyîvdarek heman tişt dubare kir.

      Wekî Kurdek ji Sovyetê berê û rewşenbîrekî hêja, kerema xwe ji me re ronî bike çi ye rastîya vê meselê?

      Ji niha ve pir spas.

  2. hesen says:

    heger em dixwazin bibin mirove cihane, lazime ku em tipen latini binivisin. heger em dixwazine bibin mirove rojheleta navin tipen erebi binivisin. ez bawerim ku Kurd dixwazine bibin mirove cihane ne sade mirove rojhelata navin. icar ez bawerim ku kurd e ku sade erebi dinivisin ji hewcedari hin buna tipen latini dikin.
    spas dikim

    • mciviroglu says:

      Kekê Hesen,

      Spas bo mesaja te. Tu dibêjî Latînî me dike mirovên cîhanê. Lê, piranîya rewşenbîrên Soranîaxêf yên ku piştgirîya alfabeya Erebî dikin, li welatên Rojava dijîn û di jîyanên xwe yên rojane de Latînî bikar tînin. Tu vê yekê çawa şîrove dikî?

  3. Ahmed Binavi says:

    Ez bawerim zora giringe Kurd hemî bi alfabêkê binvîsin, eve dibît pêngava yekê bo zimanê standart ê kurdî û zerave nêzî hev dibin, alfabê ya latînî baştire ji berko behra pitir Kurd bi latînî di nivsînin û ji cîhana Erebî, Farisî û Musilmana dorkevîn pitir nêzîkî Rojava bibîn û nezîkî zimanet Ewropî û Ingilîzî bibîn, cinko evene zimanêt peşkevtî û teknolocî.

    Kurden ji dervey welat dijîn ji bo zarokêt wan gelek zihmete fêrî alfabê ya Erebi bibin evejî dibît egera wê cendê nivşe nû ji dervey Welat zimanê xo jidest biden û berze bibin.

    • mciviroglu says:

      Kekê Ahmed,

      Spas bo peywendîya te ya berdewam. Li nav Kurdên Bahdînanê helwesteke çawa li hember alfabeya Erebî heye gelo? Li nav civata we hun pirtir bi kîjan alfabê dinivîsin?

      • karzan says:

        Biya min alfabeya erebî alfabeya herî bash e ji bo gisht kurdan û herwiha pêwîste ku em cav li ewropa nekin û niha cîhan bixwe pêsh ketîye û bi alfabeya erebi em dikarin xwe pêsh bixin û pirraniya kurdên devera badinan ji alfabeya erebî bi kar tînin. hûn bixwe dizanin ku dewletên ewrûpî ji ereban ra û farisan ra nabêje pêwiste ku hûn alfabeya latini bi kar binin ew bixwe program heye ku zimanê wan bi kar binin li gorr wî zimani.

        ez pishtgirîya alfabeya erebî dikim û dixwazim ku zûtirin dem de ev alfabê ji aliyê kurdên bakur ji bê bi kar anîn, kurdîya bakûri pirraniya kurdan vî zarevayî diaxivin ger ev zareva bi bikaranîna alfabeya erebî wê bandorekî mezin li ser kurdîya bashuri ji bike.

        • mciviroglu says:

          Silav kekê Karzan,

          Gelek spas jibo nêrînên te yên hêja. Bê guman pir girîng e ku nêrînên dijber li bloga me werine parve kirin. Egerên te yên xwestina alfabeya Erebî balkêş in. Lê, rastîyeke berbiçav e ku mirov nikare 20 mîlyon Kurdên li Tirkîyê fêrî alfabeya Erebî bin, çimkî sîstema xwendinê bi Latînî ye.

          Her wiha, Kurdên Sûrîyê û yên Sovyetê berê jî bi Latînî bikar tînin û jiber sedemên pratîkî ne mimkun e ku ew jî tîpên Latînî berdin.

          Kurdên Sovyetê li ber me wekî mînakeke baş disekinin. Wekî nivîskarên hêja Ahmedê Hepo û Tosinê Reşîd jî dîyar dikin ku Kurdên li welatên sovyetê dest ji alfabeya Krîlî berdan û vê gavê bi Latînî dinivîsin.

          Bi qasî digeheje medyayê, li devera Behdinanê jî bizaveke xûrt heye, jibo karanîna alfabeya Latînî. Çendin rojname yên deverê niha bi tîpên Latînî jî weşanên xwe didomînin.

  4. Edib Polat says:

    Ji mêj ve ye ev niqaş heye. Kesên ku bikaranîna elfabeya Erebî dixwazin, îddîa dikin ku hemî deng di erebî de hene. Ez alîgirê bikaranîna elfabeya latînî me, lê dizanim ku hemî deng di Erebî de tune ne çawa ku di ya Latînî de nîn in. Mînak gava mirov “dayik” dinivîse, “dayk” tê nivisîn, tîpên rengdêr têr nakin çima “î” û “y” heman tîp bin?

    Latînî ne ya emperyalistan e, ya dunyayê ye, lê “erebî” bi nav xwe mezin bûye! bi peyva “Ereb”! Ji gelek awayan ve Latinî niha li pêş e û nûjen e. Dibe ku edebiyata klasîk bi tîpên erebî be, ev nayê wê wateyê ku dê edebiyata kurdî di dahatuyê de bi ser ya klasîk nekeve.

    Tîpa ku dengê “i” derdixe di erebî de weke tune tê hesibandin. Lê di dengan de heye.

    Mînak “mirin” weke “mrn” tê nivisîn. Ji aliyê din ve teknolojî berbi latînî ve ye, ne erebî. Kesekî biyanî heke bixwaze bi kurdî hîn bibe, divê ewil tîpên erebî hîn bibe, lê di latînî de pirsgrêk tune ye, ji bilî çend tîpên cihê.

    • mciviroglu says:

      Hêja kekê Edîb,

      Gelek spas jibo dîtinên te yên hêja. Em hêvîdar im ku tu berdewam nerînên xwe bi me re parve bikî û bloga me dewlemendtir bikî. Her wiha, tu serokê Koma Kurmancî yî jî, em hez dikin ku carna qala xebatên koma xwe jî ji xwendevanên me re bikî.

      Spas

  5. Şehram says:

    Rastî ger bixwezin berjevendîya netewî ber çaw bigrin pêywîste em hindik berjevendîyên şexsî ji bîr bikin, her kurdik dizane ku Latînî baştire ,lê mixabin hindik berjevendxwez ku îro rojê desthilatdarîya kurdî destê wan deye naxwazin rastnivîsa ziman kurdî cîyê xwe bigre ,lê ez bavirmendim dîrok wê evê rastîye eşkere bike.
    di gel silav u rêzên kurdewarî

    • mciviroglu says:

      Kekê Şehram,

      Spas bo nêrînên te. Ew kesên berjewendîxwaz kî ne , gelo? Çima naxwazin ku rastnivîsa Kurdî cîyê xwe bigire? Tu bi xwe ji kîjan bajarê welatê me yî?

  6. Rizgar Kêsteyî says:

    Silav û rêz hêjayan !

    Gelek mixabin hinek kes û nivîserên soranîaxêv yên wekî (Ferhad Şakelî, Emced Şakelî, Muhsin Ciwamêr, Necatî Ebdûl, Şêrko Bêkes) û gelekên din, hewil didin bi awayekî dîktatorî dîyalêktîka Soranî li ser tevaya Kurdistanê bi zorê bisepînin. Helbet ev dîtinên berteng ne ji aliyê zanistê ziman û ne ji aliyê neteweyî ve ne rast, lê dîtinên gelek şaş û ne zanistî ne. Ev tiştekî pir seyre dema ku 25% kurdan (soranîaxêv) hewil didin dîyalêkta xwe bi zorê li ser tev Kurdistanê bi sepînin, lê 75% (Kurmancîaxêv) wê doza nakin û dibêjin bila her kes bi dîlêkta xwe baxive û binvîsîne. Wan nivîserên me li jûr diyarkirîn gelek caran kampanya, konferans û civîn çêkirne ji boy ku Soranî bikin zimanê fermî yê Kurdan bi biryareka siyasî, çi ji Perlemanê Kurdistan, çi ji Hukumeta Kurdistanê û çi jî ji serokatiya Kurdistanê, biryarekê bistînin. Lê hem serokê Kurdistanê û hem jî serokê berê yê hukumeta Kurdistanê, tu carî nexwestin biryareka wesa şaş bidin. Mixabin li dema Berheme Salih biryareka wesa hate dan, lê dîsa nehate bicî anîn.

    Ger em werine ser Elfabayê, ger hinekî dûr ji deverperêsî û devokperêsî hizir bikîn, helbet rênivîsa Latînî baştirîn rênivîse ji bo zimanê kurdî. Ji ber gelek egeran:1- Ew rênivîsa nuha kurdiya Erebî ( aramî ) pê tête nivîsîn ( Y.W.I ) têda nîne û 60 sale kurdî bi Elfabayeka seqet tê nivîsandin.-2- Rênivîsa Erebî bi teknîka îro ya cîhanî re nagunce û kurd pir zehmetiyê dikişînin ji bo bikar anîna vê Elfabayê di teknîkê de.-3- Kesê ku bixwaze hînî kurdî bibe, bi taybet eger ew kes kesekî biyanî be, wê di demeke gelek kintir de hîn bibe bi Elfabaya Latînî, ji ber ku her kes li cîhanê van pîta nas dike, lê yên Erebî ne. Gelek egerên din hene ku başiya rênivîsa Latînî diyar dikin, lê delîve divir de nîne em bi dirêjî şirove bikin.

    Mixabin nivîserên Soranîaxêv ku me li jûr amaje pêkir, hinek bihaneyên ne zanistî tînin, lê aramanca wan a serekî ewe ku hizir dikin eger kurdî bi rênivîs Erebî be wê Soranî bibe zimanê Fermî ê kurdan, lê eve dîtineke şaş û gelek ji zanistî dûre. Heya carna dilê xwe bi wê çendê xweş dikin ku, xwedêgiravî, kurdên bakûr tu carî Tirk rênadin wan ew bi kurdî bixwînin û binvêsin, loma divê ew xwe hînî soranî bikin !!!!!

    Dîsan ez dibêjim ev mesele bi biryareka siyasî jî hîç çare nabe, ji ber ku ziman malê 45 milyon kurda ye eger biryarek hebe divê her 45 milyon biryarê li ser bidin. Lê eger ew rast dibêjin ku ew berjewendiya zimanê kurdî dixwazin bila bên biryar bidin ku yek Elfaba ji bo kurdî tevê bê bikra anîn, lê herkes jî bi dîyalêkta xwe bixwîne û binvîse, îca wê demê kurdî dibe yek ziman yan 2 ziman dimîne ew ne arêşeye.

    • mciviroglu says:

      Tu bi xêr hatî bloga me, kekê Rizgar,

      Em bi pişikdarîya te pir dilxweş in. Mixabin gelek ji Kurancîaxêfan, ji pêşveçûnên li Kurdistana Îraqê ne agahdar in. Loma jî eger bu bi berfirehî behsa biryara ku di dema serokwezîrîya Berhem Salih hatiye dan bikî, emê kêfxweş bibin. Gelo biryar li ser çi ye, li ser standardkirina zaraveya Soranî ye?

      Her wiha, eger pîtên Y, W û I di alfabeya Erebî de nayên nivîsin, li şûna wan tîpan çi têne bikar anîn?

      Dîsa, tu dibêjî ku armanca serekî yên nivîserên Soranîaxêf ev e ku Soranî bibe zimanê standard, loma jî li ser alfabeya Erebî israr dikin. Jibo gelek ji me ev tiştekî nû ye. Merema min ev e ku jiber ku Soranî bibe zimanê standard, çima pêdivîya alfabeya Erebî heye? Gelo bi alfabeya Latînî jî ev armanca ku tu behs dikî, bicîh nayê?

      Jiber ku li ser herêma Bahdînanê pispor î, em dixwazin pirseke din li te bikin: Gelo li herêmê Kurmancî pitir bi kîjan alfabe tê nivîsin? Bi têra xwe bizav têne kirin alfebeya Latînî bi kargerî were bikar anîn da ku pitir nêzîkî Kurmancîaxêfên deverên din bibin?

      Em hêvîdar in tu bi wan pirsên me bîhnteng nabî. Ji niha ve gelek spas.

    • Azad Duhoki says:

      Dest xoş Kekê Rizgar, mixabin li devera Badinan rewşenbîrêt me dengê xo naken li hemberî vê cendê Her tişt boye Soranî bo nimone Zanko, zeravê sereki ye KRG Soranî ye.

      Dibêjin li başûr Badînî kêmin tenê Duhoke, belê 45% li başûrê Kurdistanê Badînî diaxivin (Kurmanci).

      sipas

      Azad

      • karzan says:

        AZAD DUHOKÎ badiniyan jî statûya xwe ya hey lê rewshenbîrên ve deverê bêdengin û bi fikra wan sherme ku peyvên akademî û yên ku pirraniya kurd bikar tînin ew bi kar binin bo nimûne, havwelati ku pirraniya kurdan dikarin peyva hemwelatî bikarbinin, mejû ku peyvekî bihêz heye DÎROK gelek nimûneyên dî ji hene lê mirov nikare hemûyan binvîse. ez dibêjim dûr li navchederîyê dema mirov peyvekî bi kar tîne pêwiste bash bizani kijan peyv ya herî bashe û israr li ser wisheyên hevbesh bê kirin.
        ya herî girîn ewe ku mirov ji bîr neke kurd yek neteweye lê chend zareva ye lê em dikarin ji hev nêzik bibin li gorri nêzik kirina peyvan û sorrbin li ser peyvên hevbesh.

  7. Zimanhez says:

    Wekî her kesên maqul ez jî alfabe Latînî dixwazim. Bila hikumeta Kurdistanê biryarek derxe û Latînî bike resmî. Li Bahdînan jî lazim e êdî her tişt bi Laîtînî were nivîsîn.

    • mciviroglu says:

      Kekê Zimanhez,

      Ez ne serwext im ka nîyeteke hikûmeta Herêma Kurdistanê ya wî rengî heye yan ne. Li herêma Bahdînan jî heta asteke Latînî tê bikar anîn, lê baştir e kekê Rizgar Kêsteyî me hemîyan li ser vê yekê ron bike.

      Gelek spas.

  8. jîyan says:

    Ji bo vê nîqaşa balkêş spas!!!

    Bi ya min, divê hemû kurd alfabeya latînî bikarbînin. Belê zanîna tîpên erebî helbet baş e û yên ku dikarin û dixwazin, bila xwe di vî warî da şareza bikin.

    Di şert û mercên îro da, fêrbûna alfabeya latînî ji bo kurdên ku bi tîpên erebî bikar tînin, hêsantire, jiber ku tîpên latînî bune tîpên cîhanî, her wiha bi rêya tv û înternetê ev yek hêsantir bûye. Ew nivîskar û rewşenbîrên ku dixwazin alfabeya erebî û zaravaya soranî bibe serdest, xwe dispêrin berhemên ku bi erebî hatine nivîsandin, belê ev rastîyek e û divê bi vergera alfabeya ev yek jî çareser bibe, helbet ne karekî ku bi rihetî çareser bibeye lê, ne bê imkane jî.

    Ji bo van xebatan divîya ku Hikûmeta Herêma Kurdîstanê jî polîtîkayek dîyar bikira, heta ku li zankoya ji bo adaptasyona alfabeyan beşan avakirana, belê hê jî ne dereng e, divê gav were avêtin, jiber vê yekê li gorî min ferzkirina tîpa erebî, cûdabûnek dixe navbeya hemû kurdan. Ev kêşe encama polîtîkayên welatên serdestan e ku li ser Kurdan hikim dikin. Yanî ev ne tenê meseleya nivîskar û zimanzana ye, ev bixwe meseleyka polîtîk ya mezin e û li gorî min, rewşenbîr an zimanzan tena biserê xwe nikarin vê kêşeyê çareser bikin, ewê rê nîşan bidin û sîyasetvan jî gav bavêjin.

    Em dizanin ku êdî di nav kurdan da jî qudreteka ku dikaribe polîtîkayan dîyar bike, saz bûye, di vê meseleyê da, rola hikumeta herêm, gelek mezin e. Bi ya min, ji bo kurd bibine yek, divê alfabeya wan jî yek be û bi ya min ev alfabe jî ya latînî ye.

    Spas!!!

    • mciviroglu says:

      Silav Jîyan,

      Ez bi te re hevbîr im ku divê yên ku dikarin tîpên Erebî jî hîn bibin. Lê, bawer im jibo kesên ku bi wan tîpan nizanin, fêrbûna alfabeya Erebî gelek dijwar tê û çavên wan gelekan ditirsin…

      Min ev pirs ji kekê Rizgar re jî kirîbû lê dixwazim dubare bikim. Ku ne şaş bim, tu jî başûr î û xwedîyê baştir pêzanînan î. Li gorî wan kesên ku dixwazin Soranî bibin zimanê standard, çima alfabeya Erebî baştir û hewcetir e?

      Pêşnîyara te ya avakirina beşên zanîngehan jibo adaptasyona alfabeyan gelek di cîh da ye. Ez jî mîna te dikifrim ku kêşeya ziman û alfabe, her wiha arîşyeke sîyasî ye jî. Lê, wusa xuya dike ku di warê ziman û alfabeyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne xwedîyê sîyaseteke zelal e. Tu li ser helwest û rêbaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser van babetan dikarî çi bêjî?

      Çima hikûmet dest navêje vê problema heyî?

      Divê, çi bêne kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêtir li ser vê kêşeyê mijûl be?

      Bi dîtina te polîtîkayên welatên serdestan bi çi awayî li ser Kurdan hikûm dikin?

      Ji niha ve gelek spas

  9. Hesen says:

    Bela ku Kurdê li Tirkî dijîn nikarin li lfabeya Erebî hin bibin, pêwiste ku hukumeta Kurdîstanê
    alfabeya xwe biguhere. Em niha bibêjin me alfabeya Kurdî guhert, me kir Erebî wê Kurdê Turki çawa hin bibin. Ji bo werê alfabeya Kurdî pêwiste latînî be.
    Pisgirêkek din ya kurmancî û soranî dur dixe. Hinek peyv hene di Soranî de tune ne, lê di Kurmancî de hene. Ji dêleva ew peyva tune ye ji Kurmancî bê stendin, ji Îngîlîzî tê stendin. Ev tişta ji bo Kurmancî jî wisa(werê) ye. Bi vê hawê her dihere Soranî û Kurmancî ji hev dûr dikevîn.

  10. hesen says:

    Gelek spas brez mciviroglu

    Nerina min ew heger mirov zarokatiya xwe da çi tipen an alfabe karaniye, dixwaze ew tipan binivsine. Kurden soranaxef bi haqi daxwezine erebi binivisin. Ez bawerim ku nivşe nu zaroke soranaxef ku rojave dijin ji daxwezine ku tipen latini binivisin.

    Ez bijijkim derheqe tenduristiye tişteki heri nu derketini ez internete da hin dibim heger ez tipen latini ne zanabim ez nikarim tiştek nu derheqe tenduristiye, zanistiye teknolojiye hin bibim. Berhemen kurdi bi tipen erebi hatin nivisandin derheqe çand, ol edebiyateye. Çand, ol ziman u edebiyat tene ne bese ji bone netew. Zanistiji lazime huquq ji lazime siyaset ji lazime teknolji lazime literatur lazime. ali çand ol u edebiyate em dewlemendin kemasiya me zanistiye tenduristiye huquqek moderne siyasetek moderne ew tiştek em kemasiye dikşinin ji medeniyata rojava da hene ne medeniyeta rojhelata navin ne medeniyeta erebi.

    spas

    • mciviroglu says:

      Careke din silav kekê Hesen,

      Tu li kîjan welat dijî? Çavderîyeke te ye wiha heye ku li welatê ku tu lê dijî Kurdên Soranîaxêf dixwazin bi tîpên Latînî binivîsin? Eger nêrîneke wusa hebe balkêş e û ev yek dikane ji karanîna alfabeya Latînî re bibe alîkar…

      Rast dibêjî ku piranîya nivîsar, raport û lêkolînên nû yên li ser tendirûstî û teknolojî bi zimanên Rojava anku bi pîtên Latînî têne nivîsîn. Lê, li welatên din yên bê alfabeya Latînî jî gelek pêşketinên nû jî diqewimin û pirtûk û berhemên din jî têne çap kirin. Li welatên ku alfabeya Erebî bikar tînin (welatên Ereb, Îran, Pakîstan û hwd.) ji înternet, teknolojî û saxlemî anku tendirûstîyê bi awayekî bi bandr bikar tînin, ne wusa?

  11. Ahmede Hepo says:

    Sedemekî kerî-kerî, cuda-cuda, par-par bûna Welatê me, -Kurdistana rengîn, ew pirr qebîltî, eşîretî êltî û cudatîya olê bû. Ne yar, dijminê gelê Kurd timê cedandîye van povên qilêr, yên bi jer nava gelê Kurd da bide belakirin,, domandin û bona kêrhatina xwe pêk bîne. Van gişkan çiqas derbên giran gîhandîye me, ji wê jî girantir îro neyektîya Elfabêya meye.

    Vê pirsa ferz ra ezê her tenê minakeke dilêşandî bînime holê. Ez çand cara çûme Kurdistana Başûr min nikarîbûye çapemenîya navberîyê bixûnim, nivîskar, helbestvanên hêja pirtûkên xwe dane min, min mîna mirovê şevkor li wan mêzekirîye û ser wanda kere-ker, hêsir barandîye. Ji ber ku, ez herfên erebî nizanim, nikarim bixûnim. Birak nikare nivîsara birayê din bixûne. Ev derdekî nekişandîye, malwêrantîye.

    Ez dikime qîrînî, bi hewar-gazî dibêjim:

    Ey gelê Kurd, warên em bi destên xwe ser çend, wêje, dîroka xwera qelama reş nekşînin ji Elfabêya erebî dest vekşînin, gişk bi Elfabêya Mîr Celadet Bedirxan, ya bi latinî binivîsin. Ew yekê di nava dîroka gelê Kurd da bibe serdewraneke nûh, şên-şên bûn, avakirina Kurdistanê.

    Hinek dibên, bi Elfabêya erebî dîroka me, wêjeya me hatîye nivîsarê… Bila usa be! Derbazî Elfabêya latinî bûnê şûnda, wade bi wade, sal bi sal, ew karpêkên ferz, giring bila bi Elfabêya latinî bê weşandin.

    Ahmedê Hepo
    Endamê Nivîskarên Azerbaycanê

    • Zimanhez says:

      Birêz Hepo,

      Em pir kêfxweş in ku xûşk û birayên me li Azerbaycanê jî li vê blogê ne. Li Azerbaycanê çend Kurd hene û rewşa zimanê Kurdî li wê derê çawa ye? Radyo, TV, rojname û kovarên bi Kurmancî hene yan ne?

      Zimanhez ji Amedê

    • mciviroglu says:

      Tu bi xêr hatî mamosta Ahmedê Hepo,

      Jibo nêrînên te yên hêja spasîya te dikin. Em hêvîdar im ku civata me ya li Azerbaycanê, hun hemî baş bin. Xuya ye ku tu jî piştgirîya aflabeya Latîn dikî. Dewleta Azerbaycan jî, berî çend salan ji alfabeya Krilî derbazî a Latînî bû. Gelo ev proses çawa pêk hat? Hîn jî alfabeya Krîlî tê xebitandin yan ne?

      Mixabin gelek kesên ku çûne Kurdistana Îraqê rastî heman tiştên hatine ku tu jî di nivîsa xwe de behs dikî. Gelek ji wan nikarin bi tîpên Erebî bixwînin loma jî pirtûk, rojname û kovarên ku li wê derê derdiekivin bêpar mane…

  12. Mustafa Kaplan says:

    ALFA+BETA ANJI ELIF+BA`YA KURDî
    Wek ji nav ji tê xuyakirin, alfa+beta anji elîf+ba ji du navên dengan pêkhatî ye. Ev dengên he, anji tîpana, tîpên herî despêkê ne. Grekî(yunanî) alfa- erebi elif tê beranbera tîpa A, beta anji ba tê beranber tîpa B. Ya latînî. Wek dabeşkirina wan herdu tîpan; Tîpa A-a tîpek vokal e, bi gotinek din; deng û gotin wek xwe ye. Tîpa B-b ji tîpek konsonant e, yanî serê xwe dengek serarast der na exi.Ji wan tîpan re dibêjin tîpên ligel dengan.

    Me kurdan nivîs bi elif+ba yê ve destpêkirîye.(Osmanîyan ji bi wan tîpa ve destpêkirîne) Me elifba kirîye malê ereba lê rastî ti / çi argumentê zanist wê idaayê rast derxi, ez bi navê xwe serve ne bûyîme. Jibo li wê herêmê, gelek gelan serverîtî dumandî ne.Elifba anji alfabeta, pêşîya ereb li vir bijîn, hatîye çêkirin. Pêşîya ereban; sumerî- babilyonî-med-asurî û gelek din gel, li wan dera devlet avakirîne û desthiladar bûne. Dema wan de ji elifba hebû. Lê mijar ne ev e.
    Alfa+beta anji elif+ba pirtûka tîpan ne.

    Her gel ji hev cidatir xweyî dengane. Wek minak; alfabeta danîmarkî de neh(9) tîpên vokal hene, lê alfabeta tirkî de heşt vokal(8) hene, berovajî konsonantên tirkî ji konsonantê danîmarkî pitirtir in. wek tîpa -ş- û tîpa –ğ- lı nav konsonantên danîmarkî de ni nin. Jibo wê konsonantêk tirkî ji danîmarkî zêdetir e.

    Kurdistan welatek gelek parçe ye. Bindeste, ni kari biryayerek giştî û fermî ser qedera xwe bidi.(Kurdistana Başûr ne têda) Em kurdên Bakûr bin bandora litaratura tirkî de ma ne. Me alfabeta xwe ligel hin cidabûn ne têda, lê pirranî nêzîkê alfabeta tirkî kirî ye, ev ji bi hin cidabîna ve, alfabeta –latînî- ye. Kurdên me yê Başûr ji elifbaya erebî kar tînin. Kurdên Ermenîstanê ji yan tîpên –kirîl- anji tîpên alfabeta ermenî kartînin. Eve serê xwe sergêjîyek e, jibo kurdan û zimanê wan. Bi min pirsgirêka herî mezin û giran ev e, hin dengên kurdî nav zimanê erebî tine, minak: dengê tîpa vokal ”ü” li erebî de tini ne. Wek ”ç” û “p” ji ninin.

    Alfabeta latînî û elifbaya erebî nav koncepta xwe de standartin. Alfabeta latînî pirranî li herêma Avrupayê tê karînan. Elifba ji pirranî li herêma Rojhilata Navîn tê karînan. Wek serî de min got; kurdan bê daxwaza xwe elifbata erebî hilbijart. Kurdên Bakûr ji bê daxwaza xwe alfabeta latînî hilbijart. Sedemên wê gelek dîyar e. Desthilatên tirk ji xwendina tirkî pêvetir ti xwendinek din kabul nekirin.

    Herhalûkarî de em kijan alfabetê hilbijêrîn, pêdive bi alîyê teknîkî ve hin guhurtin bên çêkirin. Wek şuna tîpa -ç- tîpa -p- û gelek tîpên din lê bê zêdekirin(jibo elifbaya erebi). Ev tişt jibo alfabeta latînî ji derbaz dibe. Devletên alfabeta latînî hilbijartî ji gelek dengên li alfabeta latînî de neyî lê zêde kirin ne. Wek tirkan: tipa -ı-ş- li alfabeta latînî de tine, û wek kurdî; tîpa -ê,Ê- li alfabeta latînî de tinîne, lê lê hate zêdekirin.

    Bi min hilbijartina alfabeta latînî dê jiyana nîvîsandina kurdan hêsantir biki. Bi vî awayî dê kurd hevdû çêtir têbigihên. Wek pratîk gelek kurdên Bakur tîpên erebî nas nak in, lêbelê hema hema hemî devletên Rojhilata Navîn li dibistanên xwe de dersa ingilîzî didin. Bi arîkarîya zimanê ingilîzî hema hema her kurdek başûrî û rojhilatî tîpên latînî nas dikin.
    Ev dê jibo kurdên bi tîpên erebînivîs, dê bibe hêsanîyek.

    Jibo alfabetek yekgirtî, û jibo sertanserê Kurdistanê, dê hêj rêyek gelek dirêj bikêşi. Ya ez dibînim pirranîya kurdan li hemî parçeyan, meylek ser alfabeta latînî heye. Li wê bawerî û hîvîyê de me, duvahîka duvahîk dê bibe alfabeta latînî. Ne bû, em kurdên Bakûr dê hinê elifbaya erebî bibîn. Bi vê rê pirsgirekê alfabeta kurdî dê bê helkirin ma ne veye?

    Not: Iddayek min heye dengê ”Ü”ya almanî li kurdî de ji heye. Wek; sülav, günî, düv, tü……û gelek din ji hene.
    Mustafa Kaplan

  13. Mustafa Kaplan says:

    ROJA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BI.

    • mciviroglu says:

      Cejna Zimanê Kurdî

      CEJNA ZIMANÊ KURDÎ LI HEMÎ GELÊ ME PÎROZ BE

      Cejna Kurdi

      BILA HER ROJA ME BI ZIMANÊ ME YÊ ŞÎRÎN DERBAZ BE

  14. hevi semsuri says:

    kîjan alfabe bi piranî tê kar anin ji alîyê piranîya gele kurd?

  15. Azad Duhoki says:

    Dest xosh kara we piroz, serkevtin bo we dixazim,
    Azad

  16. Ahmede Hepo says:

    ZIMANÊ DÊ

    “Zimanê xelkê,xelkê çêkirîye,
    Zimanê Kurdî jî Xwedê çêkiriyê”
    D.Îzolî

    Çi ku bi destî Xwedê hatîye çêkirinê, hatîye xuliqandinê ew bi destî mirovan nayê hilweşandin, nayê hildanê. Lê gel gotîye:
    -Bêdera bêxweyî, nabe bêder. Bêdera zimane me tu dema bê xweyî nemaye! Ji ber ku, bi hezar salan pêşîyên me hevra gotine:
    -Bi zimanê dê biaxvin! Nexalifin!

    Zimanê dê. Nava van herdu gilîyada bona mirovan hêz û hubeke usaye mezin heye, wekî tu zordestî, tu bindestî, şer-dew nikare wê qels bike. Dema zar tê dunê hişê wî bi sewta zimanê dê mîna nivîsarê tê nivîsarê, guhê xitimî bi gilîyê dê tê vekirinê. Lema jî meriv tijî jîyanê bûnê, nava bi dehan, bi sedan dengadan pêşîyê dengê dayîkê nas dike. Dengê dayîkê, bîna dayîkê nayê şaş kirinê. Zarok pê avîtinê mektebê dîsa pêşîyê pirtûka zimanê dê dixûne. Zimanê dê dilê her merîkîda bi herfê mezin tê nivîsarê. Rorobarîya van nêta gişk-zimanê dêye. Ya sereke ewe, wekî ziman heye, gel heye, ziman tune, gel tune.

    Lê bona parastin, pêştaçûyîn, gulvedan û dewlemendîya zimanê dê kîjan qewil pêwîstin? Qewlekî sereke ewe, wekî bona ziman nemire, ji holê neyê rakirinê pêwîste dewlet-hukmet hebe…

    Wê demê qewlên mayîn bi rêke hêsa têne çareserkirinê. Zimanê heyî tê hesabkirinê zimanê dewletê, yanê ku bi wî zimanî birîyarên dewlet-hukumetê têne dayînê û weşandinê, hemû nivîstek bi wî zimanî têne nivîsarê…

    Gel bi wî zimanî diaxive, bi wî zimanî rojname, kovar, pirtûk têne weşandinê, bernamê têlêvîzorê, belakirina radîyoyê têne dayînê. Bi wî awayî qewil têne safîkirinê. Vira pirseke aha pêşta tê, lê ew gel, ew ziman çi bike, wekî dewlet-hukumeta wî tune? Vira jî qewil hene. Hema em hildin zimanê kurdî. Tiştekî eyane eva çendî sed salin dewlet-hukumeta wî tune. Her tenê beşeke Kurdistanê, ya Başûr hatîye azakirinê. Lê nenihêrî dewir-zemîn hey tepa xwe me xistîye, em dane ber bobelîska dîrokê, kurdan zar-zimanê xwe xayîkirîye. Menî çibûye , wekî ev ziman bi carekêva ji nava zimanên dunyayê nehatîye hildanê, ew nehelîyaye? Ya sereke gelê kurd tu dema şûrê xweyî azayê nekirîye kêlîn, hey miqabilî zordestîyê, bindestîyê şer kirîye. Hatîye kuştinê daykê jî bi wî zimanî beyt-serhatî, dilok, kilamên şînê, kilamên mêrxasîyê li hev anîye, ew jî elbêra nava gelda bela bûye, nehîştîye ruhê gel bîmire. Wê şûnda helbestvan, zanîyar, ulumdar pêşta hatine, bi wî zimanî efrandine, nitrandine,çapemenî hebûne. Carna efrandinên usa hevanîne, xulqandine, ew ketine govenda pêşta çûyîna gerdûnê. Paşê kurdan tu gava ji erf-edetê xwe dest venekişandine. Timê kincên netewîyê xwekirine, dewat-şayî, şîna xwe bi erf-edetê xwe derbaz kirine. Ji destpêbûna qurna XX bi zimanê kurdî daha gur, daha pirr kovar-rojname, pirtûk hatine weşandin û îro jî ew bi gavên mezin jîyanê da têne mîyaserkirinê. Vê şûnda zimanê kurdî gaveke qurna bîstaye miqîm avît, ew jî bi radîoyê axavtina zimanê kurdî bû. Îro li gellek welata, usa jî li Amêrîkayê bi zimanê kurdî bername belayî dunê dibe. Xênci bernamên radîoyê, naha bi têlêvîzoran êpêce bernamên bi zimanê kurdî têne dayînê. Çi ku, me jorê da rêzê nava gişkada kela zimîn, sewt-awaza zimîn hebûye. Gel bi hezar salan ziman parastîye, anîye derxistîye rojên me, îro jî deynê her kurdekîye wî zimanî weke ruhê xwe, weke ronahîya çavên xwe wê heyîtîya bilind, paqiş biparêze!

    Gotin hêsaye, jîyanêda mîyaserkirina wê dijware. Parastina zimîn ne karê mirovakîye, ew bi tomerî karê gele, ewe piştovanê wêyî aminî bi hezar salane; ji ber ku, dema gel meremekî, xwestinekê, daxwezekê, him jî sîtema zordestîyê, neheqîyê hiş-sewdayê xwera derbaz kirinê, şerkarîya xweye pîroz bi salan didomîne û zû, yanê dereng digihîje armanca xwe. Lê di vê rîyêda pêwîste ewledên ji paşila wê derketî, yên zane, hişkûr bibine pêşewîtîyê wê, bona dewlemendbûn, paqiş û jîyana wê şev-roj bicerçirin. Ew ewled kî bi kînin?

    Rewşenbîr, helbestvan, nivîskar , zanîyar-ulumdar, karkarên çapemenîyê, hunermend û yên mayînin. Ezê weke zanebûn, dîtina xwe bona dewlemendbûn, paqişiya zimîn çend nêrînên xwe bînime serzaran:

    1. Gel bi xwe mêzîna dewlemendbûna zimîne.
    2. Ji gelê cîranê xwe gilî-gotin-bêje, peyivîna hildide û dinava zimanê xweda dihelîne, nasnamê didê.
    3. Gilî, gotin, bêje û peyivînê têxnîkayê û yên mayîne ku, nûh dixuliqe hildide dike nava zimanê xwe.
    4. Çawa me jorê got, beqî rewşenbîran, helbestvanan, nivîskaran, zanîyar-ulumdaran, karkarên çapemenîyên, hunermendan û yên mayîn, ziman dewlemend dibe.

    Zimanzanîyêda ew yek hatîye peyêtandinê, wekî zimanê bin şûşê, yên paqiş, xurî tune. Lê, sed car lê, ev yek destûrê nade tu kesî, wekî gilî-gotin-bêjê-peyivînê zimanê dîya xwe bihêle, çawa dibên, wana wêda devde, here yên gelên din pêk bîne. Bona nêta xwe makkin ezê ser hinek minaka rawestim:

    Hê salên 60-î ya sedsalîya derbazbûyî da rojnama “Rya teze”-da (Êrêvan) kar kirinê, min bona paqişîya zimîn şerkarî dikir. Lê, xwendevanên delal, lo ez benî, bila usa derneyê qe vî alîda cewtî-şaşîyê min tunenin, belê henin, lê çawa?

    Ez dijî gilî-gotin-peyiv-bêjeyên û hevokên jêrînim, yên ku ziman, giramêra mera gavnadin, lê di çapemenîya meda têne nivîsarê, têne gotinê , di hinek pirtûkada cîyê xwe digirin:

    1) Erebeçî-erebeajo
    2) Xebatçî-xebatkar
    3) Batmîşbû-minê bû.

    – Çi- çû- miş- mûş û yên mayîn xurdek-paşpirtikê zimanê azerbaycanî- tirkîye.

    ***
    Şert-qewil,
    Qedexe-dirix,
    Qemgîn-posîde,
    Sûrgûn-nefî,
    Davam-didome,
    Tecrûbe-cêrbandin,
    Meresîm-ewlekarî,
    Pere-dirav,
    Yek deqîqe-deqîqekê,
    Qelebaliq- şar-war,
    Xelgê gund-binelîyê gund,

    Qîz-keçik.
    Dilokeke meda tê gotinê:

    Keçikê qurban, sera-bera,
    Şal hêşîne ji bejina tera,
    Derê mala bavê minra neyê, neçe,
    Nezer xirabe ji bejina tera.
    Binihêrin, gel nabêje qîz, dibê keçik.
    Ser çend hevokan jî rewasim:

    1. Gêrîlayê bi navê Heso jîyana xwe ji dest da.
    Ez ber ruhê her gêrîlayî temene dibim, lê ji vê hevokê awa dertê holê, wekî gêrîla qest ji jîyanê dest vekişandîye, xwe bi xwe kuştîye, ne ku dujmin, neyar ew kuştîye, Bi kurdîya rast: Gêrîlayê bi navê Heso hate kuştinê.

    2. Ew kesana derketine qiraxê gund. Bi kurdî-Ew kesan derketine perê, kevîya, berê-gund. Gel dibê:

    Çem dikişe, ber dimîne,
    Ga dimire, çerm dimîne,
    Mêrxas dimire, nav dimîne.

    1) Ji kêderê digerî-ji kêderê têlê dixî.
    2) Bona me wext veqetand.
    Heywan ji hev tê veqandin. Ya rast: Bona me wede bijart, yanê jî wede cuda kir.

    3) Prêzîdênt hevra rûniştin, diqewime yek dereng, yek zû rûnişt-Ya rast:-Prêzîdênt rastî hev hatin.
    4) Te xebera min bikira, usa ne dibû- ya rast:-Te gilîyên min bikira, yane jî te gura min bikira.
    5) Yek têlêvîzorêra têlê dixe, yê bernamebir dipirse:

    – Tu kê derê rûniştîyî? Lo bira, lê xûşkê, çi tera ew ku rûniştîye, ber tendûrê, ser qelaxê rûniştîye, tu dixwezî bipirsî-tu li ku dijîyî?

    8) Yek dimire, dibên:-filankes birin goristana gund vaşartin. Çima goristan, ne ku merzel, çawa yanê verşartin, çima paşê wê herin derxin, lê ya rast-binax kirin, qe nebe bêjin, binivîsin defin kirin, ne ku verşartin.

    9) Rojekê kurdekî ji Tirkîyayê, yekî xwendî, yê ku, li Bakûyê kar dikir, minra têlêxist û got:
    -Mamoste, hazirbe, sehet 18ºº, ezê bêm, hinda mala we te bistînim:
    Dema em rastî hev hatin min ji wî kesî pirsî:
    -Tuyê çawa min bistînî. Xort keçika distîne, mêr jina distîne?
    Ewî şaşîya xwe fem kir û got:
    -Tirk dibên; gelîb senî alacam.

    Wê şûnda ewî kurdî têlê xistinê digot:
    -Mamoste, amedebe, were hinda rîya mala we, ezê bêm te hildim.
    Bav-pîrên me gotine: “Her teyir xweşe refê xwera”
    Qe reşêlek dikarin tevî gulîgan bifirin. Ez qerfê xwe bi zimanê tirkî nakim, ew usa dibêjin, li wan pîroz. Lê werên zimanê me nekine bin bandora zimanên cîrana.

    Van nêzîka têlêvîzorekê derbarê pirtûkên ku, nûh hatine weşandin, radestîya wan derbaz dikir. Karekî wan, gotineke wan ez agirdadayî kirim, kizika min derket. Pirtûka Erebê Şemo, ya bi navê “Şivanê Kurd”, nûhva dane weşandin û navê wê guhastine, danîne, nivîsîne-“Şivanê kurda”, Xwedê neke çima –“kurd heywanin” şivanê wan jî heye.

    Min jîyana xweda ne ku Erebê Şemo dît, lê weke 15 salan wîra dostî kir. Min rasteserî li pirtûka wîye bi navê “Dimdimê” kir, nava wan salan da me gellek cara, bi sehetava derbarê zimînda nêt pev guhastine. Min pirtûka xweye bi navê “Xemildarên jîyanê”-da derbarê nivîskarên hêja da bîranîn nivîsîye. Ew pirtûka wî him jî bi zimanê Azerbaycanî, bi vî navî hatîye weşandin: “Kürd çobani”, ne ku “Kürdlәrin çobanı”.

    Minakên awa bêjimarin, min hinek nivîsîn wekî ya dilê xwe bêjim, biborînin, çend şîreta, çend şêwira jî bidim:
    1) Kî ku qelemê-pênûsê dide destê xwe bi kurdî dinivîse, ew bi şîrê dîya xwe, bila bi kurdî gilî-gotin-peiyîv,-bêjan, hevokan hiş-sewdayê xwera derbazke. Paşê binivîse, bi çi zimanî xwedîye bi wî zimanî nekeve nava raman, mitalan.

    Gava nava hevokê da bêjekê bi kîjan zimanî xwendîye dinivîse bila ji xwe pirske, lê bi kurdî ew bêje çawane? Bila nebêje, ew bi kurdî tune. Hinekî bi çerçire, ferhengan binihêre, ji kal-pîrên gundê xwe pirske, ewê hutil-mutil derê ser rîya rast.

    2) Yê ku bi kurdî dinivîse, lê zargotina gel, folklorê nizane, bila nenivîse. Ziman nava dewlemendîya zargotina me da kulûr bi kulûre!
    3) Ferhengan bidine ber destên xwe.
    4) Bicedînin, bi kurdî çi dikeve ber destê we-rojname, kovar, pirtûk û yên mayîn bixûnin.
    5) Zimanê me nekine bin bandorê zimanê gelên din. Zimanzanekî meyî pir hêja, pisporê ferhengan, giramêrên bi zimanê kurdî rehmetlêbûyî Qanatê Kurdo gotîye, wekî zimanê kurdî yê dema naha zimanekî serbeste, yê ku bi taybetîya xweye fonêtîk, morfolojî, sîntaktî û lêksîkî ji zimanê Îranîyêye mayîn cudaye.

    Rastî jî usane, lê çima em pey zimanê tirkan, ereban, rûsan û yên din dicin, zorê hevanîna hevokan tînin zimanê meva dizeliqînin.

    6) Rind dibe, wekî em elîfba, ferhengan zêde bidine weşandin. Berî weşandina wana, bi rîya întêrnêtê wana bidine enenekirin. Hetanî naha êpêce elîfba bi kurdî ketine destê min, min ew xwendine. Lê qe yek jî ne bi ulmî, zanîyarîye. Bila awakî din neyê derzkirinê, her tenê li Azerbaycanê ulumdar Bayramê Fetî elîfbaya ulmî nivîsîye. Ger xwedanek, dilşewîtek li wê xweyî derê, ew dikare wêya bide firekirinê û nûhva bê weşandin. Diqewime pirs pêşta bê-çawa elîfba ulmî? Ew mijareke dine!

    7) Bona zimanê Kurdî bibe zimanê fermî bikarbe zimanê dinra gav bide, bona ev birayê Kurd, bikarbe wêjeya birayê din bixûne, Yekîtîya elîfbayê, herifan pêwîste.
    Werên hemû Kurdên dinyayê dora elîfba latinî, ya ku Bedirxanê rehmetlêbûyî mera mîna çîyakî bilind hîştîye, em gişk têkevine govenda wê. Werên ji elîfba erebî destvekişînin.

    6) Wê qencbe, wekî li derekê navendek bê damirazandinê û hemû pirtûk, çapemenî bi alîkarîya wê bê belakirinê, bê firotanê.
    Xwendevanên birêz! Ji hêza min dere, wekî ez dinava gotarekêda kul-derdên xwe, kela dilê xwe, hemû daxwezên xwe rorobarî ser hev bikim û carekêva bigihînime we.

    Dawîyêda dixwezim wera bêjim:
    -Ez bi kevneşopîya kurdî destê xwe didime ser sîngê xwe, pêşberî her kurdekî welatparêz, dilpaqiş bejina xwe ditewînim dibêjim:
    -Keko, xûşkê her bijî! Bi şêranî têkebine dîlana şerkarîya parastina zimanê xwe. Nehêlin mirovên telaqreş têkebine nava me. Me bi hezar salan dijî zordestîyê, bindestîyê, koletîyê şerkarî kirîye û îro jî ewa tê domandinê. Şerê bona Azadarîyê tu dema ranewastîye. Îro beşeke Kurdistanê nîvîda Azaye. Rind bizanbin êdî Azayê derê me kutaye! Lê hinek rabûne dijberîyê dikin. Warên em bîrnekin, wekî sedemekî kerî-kerî, beş-beş bûna Kurdistanê ew neyekîtîya me bûye. Warên em bîrnekin, wekî bi salava şirîtdarên neyaran bona mêrxasên me hatine vegirtinê, lê daha rast, werên em qe na şîrîtdara Şêx Seîd, ya Qazî Mihemed, birîn, nalîn, xerîbîya Mustafa Barzanî, ya Dr. Evdilerehman Qasimlo,warên em xwîna bi hezaran şehîdên me erdê nehêlin, warên cizaretên kela û zindana, ya ku dujmin dide pêşîkar, hişkûrên me, her dem nava dilê xwera derbazkin, warên em şîreta bidine ewladên xwe, werên em bibine ewledên dîya xwe, şîrê wê, zimanê wê bîrnekin, pêşa dayîkên mayîn negirin! Warên wî zimanê paqiş nekine bin bandora zimanê din!

    Ahmedê Hepo,
    Endamê Yekîtîya Nivîskar û Jûrnalîstên Azerbaycanê

    • Şehram says:

      Silav mamostayê hêja Ahmedê Hepo,

      Rastî bi wê nivîsa te gelik dilxweş u serbilind bûm ji ber hindê ku min gelik tiştên dilê xwede di vê nivîsê de dîtin

      Ez wê kêmasîyê di hunera Kurdî de jî dibînim, mînak Dengbêjê Serhedê yê mezin, Şeroyê Biro di straneke xwe de dibêje keleşkav ku hun bi xwe dizanin, hunermendekî Kurd ew strana nûjen kirîye u keleşkav kirîye keleşînkof !!!!!!!!!!!!!!

      Mixabin sed mixabin di Kurdî de gotinik heye: BAŞ BIPÊJE PAŞÊ BÊJE

      Ez dixwazim zêdetir şîretê te yên giranbiha li ser pirsgirêka zimanê kurdî bibhîzim.

      Ligel silav û rêzên kurdewarî

      Şehramê Şikak

  17. Dengbej says:

    Latini ji mere bastir e.
    Bes e edi alfebeya ereban ku jibo zimanek semitik hatiye chekirin.
    Zimane me indo-ewropi ye, ji me re ji alfabeyek ku jibo zimaneki indo ewropi hatiye chekirin dive.

    Latini me ji Ereban dur bike u neziki Ewrope bike.

    Dive em jibo azadiya Kurdi ji Erebi u alfebeyan wan dur bikevin.

    Klasiken Kurdi eme di rojeki de transliterera Kurdi-Latini bikin.

    Internet ji latini ye.

    Silav u Hurmet

    • mciviroglu says:

      Silav Dengbêjê hêja,

      Spas jibo parvekirina nêrînên xwe ligel xwendevanên me. Balkêş e ku tu li navbêra azadîya Kurdan û karanîna alfabeya Erebî girêdanek dibînî.

      Em hêvîdar in ku li rojên pêşîya me jî têbînî û pêşnîyarên te bibînin.

  18. miheme says:

    Latini ji bo kurdan mare orta bahreda . Bı taybet kurden kurdistana turkey e . Kurd her du alfabe jı kurdi ra . Pire ye u ne re ye De kurd alfabeyek taybet bo xwe damezrinin cetire.

    • mciviroglu says:

      Silav kekê Mihemê,

      Spas jibo henekhezîya te 🙂 Divê Kurd pêşnîyarên te ya afirandina alfabeyeke nû bicîh bînin da ku em jî bibin xwedîyê alfabeya netewî. Kî zane, belku tuyê pêşengîya vê yekê bikî 🙂

      Careke din spas bo peyama te.

  19. miheme says:

    De Kurd bi alfabeya latini bikevin Yekitiya Ewropa ye ::))))) Kurd millete ki rohhelata navinin..

  20. Kamran says:

    Spas ji bo ku we ev pirse aniye rojevê. Yekgirtina zimanê Kurdî bi yekgirtina alfabeya Kurdî destpê dibe. Ji bo ku ev yeke chêbe, pêwîstî bi fêrbûna ziman û perwerde kirina ziman di xwandingehan de heye. Li gorî gelek zimanzanan û tecrubeya min ya shexsî ku her du alfabeyên kurdî bi bashî dizanim, alfabeya latînî ji bo kurdî ya herî bashe. Alfabeya erebî gelek kêmasî hene ji bo nivîsîna kurdî. Mixabin niha li kurdistana rojhilat, bakûr û rojava tu derfetek nîne ku kurdî bi shêveyek zanistî bê pêshêxistin, lê li bashûr ev derfete heye. Li wir kurdan derfet hene ku alfabeyeke yekgirtî bo kurdî qebûl bikin. Lê mixabin, di serê berpirsyarên kurdên bashûr de mêjiyê BE.ES, û tirkan heye ku naxwazin kurd yek bigrin. Rê li ber pêshketina kurmancî tê girtin û alfabeya erebî wek fermî tê naskirin.

    • Roni says:

      Sipas kekê Kamiran,

      Ez jî ser wê bawirê me rastî li Başûrê Kurdisanê Kurmancî gelek ber bi lawaz kirinê ve dibin ku mixabin ew jî xwesteka Tirkan e ku ji zemanê Osmanîya we heya niha didome. Lê em gereke wê derfetê nedin çi kesê ku zimanê me lawaz kin. Ne Şahê Îranê, ne jî Kemalê Tirkan û ne jî Sedamê Ereban karîn Kurmancî jinav bibin. Bikaranîna alfabayê Latînî ya herî başe ji bo Kurdan. (kurt û Kurmancî)

      Her hebin

      • mciviroglu says:

        Ji te re jî spas, kekê Ronî.

        Spas bo xêm û kesên te, lê ez bawer nakim ku kesek bikanibe Kurmancîyê ji holê rake.

        Bi dîtina min, Kurmancî rojên tarî û xeter derbaz kirine û êdî rojên gelek geş û serkeftî li pêş wê ye. herta ku xêmxwar û hezkirîyên Kurmancî yên wek
        te û mevanên din yên blogê hebin, zimanê me ti car namire.

        Gelek spas û mal ava

    • mciviroglu says:

      Silav kekê Kamran,

      Em jî spasîya te dikin ku bi zanîn û tecrubeyên xwe bloga me dewlemendtir dikî. Ez hevbîrê te me ku yekbûna zimanê me, ji yekbûna alfabeyan pêk tê.

      Wekî te jî got, tenê li başûr Kurd xwedîyê desthilat in û lê wê derê derfeta pêşxistina zimanê Kurdî heye. Mixabin cîyê daxê ye ku Hikûmeta Hêrem di warê zimên de ne xwedîyê sîyaseteke zelal e.

      Jiber ku du alfabeya Erebî jî dizanî, kerema xwe hinek pirtir behsa kêmahîyên vê alfabeyê bike da ku xwendevanên me ku tenê Latînîn dizanin, bêtir agahdar bin.

      Her wiha, li başûr çawa mejîya Baasîyan û Tirkan heye ku rê li ber pêşketina Kurmancîyê digirin û alfabeya Erebîwekî fermî nas dikin?

      Wekî min jî nivîskarê hêja Rizgar Kesteyî re jî pirsî, gelek ji me li ser başûr ne serwext in û pir sûdewar dibe ku yên xwedî zanîn û tecrube behsa pêzanînên xwe ligel me parve bikin.

      Ji niha ve gelek spas.

  21. hesen says:

    Silav brez mciviroglu

    Ez Batman e dijim. Batman e keseki soranîaxef tuneye. Ew tiştek min derhaqe soranîaxef u tipen latini gotibun min sempozyume bihisti. Ez beşdari Rojen Tenduristiye Mezopotamya bibum. Li wir hevalen me Ewrupa dijin ji hatibun me behsa tipen erebi u latini kiribu ewan hevalan ji got nivşe nu ewrupe digehini latini baştir dinivisin.

    Behsa din ji tekildariye zanisti, tenduristi, teknoloji u tipen latini. Heger daxwaze me peşvaçuna lazime ku em tipen latini hin bibin.

    Ez Tirki pir baş dizanim Tirki ji zimaneki dewlemend e, ema heger ez ingilizi nezanibim ez nikarim derheqe beşa xwe (branşa xwe) de peşva biçim. Werger-tercume ne bese ji bo peşvaçune. Welate bi erebi diaxifin zanisti teknoloji u tenduristiye peşva neçune, şunda mana.
    Silav..

    • mciviroglu says:

      Careke din silav kekê Hasan,

      Di destpêkê de dixwazim silavên xwe û yên hemî Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê ji te re jî hemî Batmanê re bişînim.

      Erê, tu doktor î û her dem li nav cîhana saxlemîyê anku tendirûstîyê yî û bê guman piranîya pirtûk û lêkolînên li ser wê jî bi alfabeya Latînî (Îngîlîzî, Almanî, Frensî, Îtalî û hwd) ne. Loma jî nêrînên te ya karanîna alfabeya Latînî û nêzîkbûna bi cîhana pêşveçûyî re baş fem dikim.

      Wekî mînak, îhtîmaleke mezin bijîşkên başûrî pirtûk, kovar û lêkolînên bi zimanê Erebî bikar tînin ku piranîya wan jî, ji Îngîlîzî û zimanên din yên Rojavayî hatine wergerandin. Mixabin wusa xuya ye Kurdên desthilatdar yên li Kurdistana Îraqê, vê yekê ji xwe re wekî problemek nabînin ku berdewam alfabeya Erebî bikar tînin.

      Ez bi te re hevbîr (hemfîkîr) im ku Soranîaxêfên li derva bi tîpên Latînî baştir dinivîsin. Birastî, tiştê girîngtir nêrîna wan kesên desthilatdar û biryardêr yên li Kurdistana Îraqê ye. Ew li ser vê mijarê çi difikrin û dixwazin çareserîyên çi rengî amade bikin! Eger ew ji rewşa heyî razî bin, wê çaxê destên Kurdên dervayê jî têne girêdan.

      Ez bawer im nêrînên te yên li ser alfabeya Kurdan, bi zelalî hate fem kirin û ez careke din spasîya te dikim jibo van têbînîyên tê yên hêja.

  22. R.Sitav says:

    Di destpêkê da, ez bibêjim ku, mala mamoste Mustafa Kaplan ava be ku, peyva di “Alfabe” da/de ez serwext kirim.
    Bila heta demekî herdu alfeba jî bên karanîn, ka di dahatû da ev pirsgirêk çawa bê çareser kirin.

  23. ZARAVA NE PROBLEM IN LÊ ALFABE PROBLEM IN

    Zaravayên cuda di zimanê kurdî de, dewlemendî ne. Lê tiştê ku Neteweyê Kurd ji hev cuda dike û di pêşerojê de jî ku xeterên mezin derxîne pêşiya Kurdan, alfabeyên cuda ne.

    Zimanê Kurdî di famîle Hindoewrûpî de cih girtiye. Di fê famîlê de li dora 40 dewletî hene, ji derveyê sê dewletan hemû latênî bi kar tînin. Herweha teknîk û ragihandina navnetewî tev bi alfabeya latênî çêdibe.

    Madem rewş ev e, divê demek berî demekê Kurd tev dest bi alfabeya latênî bikin. Heta Kurd alfabeya erebî neterikînin, Kurd nikarin xwe ji qirêjî û gemariya Ereban jî rizgar bikin.

    • mciviroglu says:

      Tu bi xêr hatî kekê Zeynelabidîn,

      Gotinên te gelek rast in ku ne zaravayên cuda, lê alfabeyên cuda ji Kurdan re problem in.

      Tiştekî din bala min kişand ku tu ji alîyê zimanên Hîndoewrupî nêzîkî bebata alfabeya dibî û balê dikşînî xeleke pir girîng e. Spas jibo vê balkişandinê…

      Em baş zanin ku tu nivîskar û lêkolînerekî pir serkeftî yî û gelek berhemên te hatine çap kirin. Jiber ku tu bi her 2 alfabeyan jî dixebitî û gelek berhemên bi tîpên Erebî wergerandine Latînî, gelo dikarî qala tecrube û pêzanînên xwe yên li ser vê yekê jî bikî?

      Careke din pir spas

      • Zeynelabidin Zinar says:

        Birayê ezîz,

        Ez dikarim behsa pir tiştan bikim. Di tecrûbe û serpêhatiyên min de, sûdeke pir mezin ji nifşên nûhatî re heye.

        Lê mixabin wek mesela ku dibêjin: “Çêlekê rêx bi destiyê bivir ve kiriye û
        qazî nikare rahîjê.” Lê kes ageh ji min nîne.

        Ez di nava kitêban de hatime dinyayê, ez 4-5 salî bûm min bi kurdî xwendiye.

        Heta niha min 90 pirtûk bi navê xwe dane weşandin, 30 ji wan klasîk in ku
        min ew ji alfabeya erebî veguhaztine latênî.

        Ez li Enqerê dersa kurdî didim karmendên TRT 6ê.

        Di 1981ê de qeymeqamê Batmanê Hayrullah Yildiz, dema ku min bi kurdê
        xeberdida, gote min: “Eşşekçe konuşma!” ango bi zimanê keran nepeyive. Îcar
        çi ji destê min were, ez ê ji bo zimanê kurdî bikim.

        Silav û serkeftin, her şad û bextewer bin…

        Zeynelabidin Zinar

        • mciviroglu says:

          Carek din silav kekê Zeynelabîdîn,

          Ez bê şik û guman im ku di tecrube û serpêhatiyên te de gelek feyde ji nifşên nû re heye. Loma jî em hez dikin ku ev tecrube û zanîna xwe ligel xwenedavanên me parve bikî. Ez kitêbên te yên wek Xwençe, Sîyabend û Xecê, Kadîna Mişkan dizanim. Her wiha serxwext im ku Dîwana Melayê Cizîrî, Nûbihar û Eqîdeya Îmanê ya Ehmedê Xanî, Dîwana, Pertew Begê Hekarî û gelekên din jî tîpên Erebî vegugast tîpên Latînî.

          Belku di rojên pêşya me de ji me re bêjî, yên ku dixwazin berhemên te yên salên dûr û dirêj bixwînun, çawa dikarin wan peyda bikin…

          Em bi ked û xebatên te û hemî xizmetkarên ziman û çanda Kurdî serbilind in. Mala te hezar car ava.

  24. RESAD says:

    Sipas jibo pirse we:

    Ez ji wek mamosteyeke zimane kurdi u soraniaxev dixwazim nerina xwe bjim.

    Ku em lekolineke baş u hur bikin dibinin nezikiye bas heye nav zaraveyen kurdi. Ema ji li ali telefuz hinek astengi cedibe, jiber ku dema meriv dixwaze biaxve. Minak: zimane min zaraveye sorani ye ema kurmanci pir fam dikim u dikarim biaxvim ji ema ji ali telefuz disa kemasye min heye.

    Jibo alfabe kurdi ji em nekarin dev ji tipen erebi an latini berdin. Bi bawerya min beri her tist zimanekî standard ji me re pewist e, paşi alfabe. Bi bawerya min ji em dikarin bi her du tipan binvisinin ku zimaneke standard çêbu. Ema disa ji bi bawerya min kemasîya tipen erebi pir e, li gor tipa latini. Ema em nekarin dev ji tipen erebi an ji latini berdin.

    silav u rez li bajara Hewlere jibo we heta radyo ye we,
    R-HEWLERI

    • mciviroglu says:

      Silav kekê Reşad,

      Em jî wekî Dengê Amerîka silavên germ li te û li hemî bajarê Hewlerê dikin.

      Em pir dilgeş in ku wekî Kurdekî Soranîaxêf, pişikdarî li blogê dikî û behsa têbînîyên xwe yên li ser zimanê standard û alfabeyê dikî.

      Birastî nêrîna Soranîaxêfan di babeta zimanê standard de girîng e û em hez dikin ku xwendevanîn mîna te berdewam nêrînên xwe bi me re parve bikin, da ku em hevdu baştir fem bikin.

      Tu dibêjî pêwîst e zimanê standard çêbe. Bi dîtina te divê Kurd çawa zimanê stantdard ava bikin? Tu jibo vê, rêbazeke çawa pêşnîyar dikî?

      Tu her wiha hebûna 2 alfabeyan kêşeyeke girîng nabînî, lê Kurdên Tirkîyê, Sûrîyê û yên Sovyetê berê nikarin bi tîpên Erebî bixwînin û feyde ji pirtûk, rojname û kovarên bi vê alfabeyê bibînin. Piranîya Kurdên li Ewrupa, Amerîka, Kanada jî nikarin nivîsên bi alfabeya Erebi bixwînin. Gelo, bêyî yekbûna alfabeyan pêkanîna zimanê stanrd ne gelek dijwar û zehmet e?

  25. Selamunalaykum birayên xweşewîst.

    Min gelek di cih û waran de gotî ye ew pirsgirêk pirsê kurdan in. Dîvê em di nav xwe de çareser bikin. Birastî çareserîya wî hinek zexmet û hinek jî hêsan e. Zexmet e ku heta vê gavê “bê destê me” nav me cihêtî danîne. Ligel du beş ve hêsan e.

    Beşa yek; li gor gelhe û jimareya tevî kurd binîn çavberê me û kijan beş(latînî zan û erebî zan)zêde û gelek in ev “tîp” were bikaranîn.

    Beşa duyem; li gor zimanzan û rewşenbîr û nivîskar û akademîsyenên me ew biryar were danîn.

    Dubare silav
    Birayê we
    Metîn Kewê DILXÊRÎ

    • mciviroglu says:

      Ser seran hatî kekî Metîn,

      Gelek spas jibo her 2 pêşnîyarên te. Eger mirov piranîya daxwaza gel bînê ber çavê xwe, daxwazkarên alfabeya Latînî pirtir in. Lê, wekî kekê Reşîd ji Hewlerê jî dîyar kir, gelek kesên mîna wî jî hene ku naxwazin dest ji alfabeya Erebî berdin.

      Li ser pêşnîyara duyê jî dikarim bêjim ku divê Hikûmeta Hêrema Kurdistanê, di nav çend salên were de, konferanseke girîng amade bike û wekî tu jî pêşnîyar dikî, hemî zimanzanên Kurd û ne-Kurd, rewşenbîr û nivîskarên ku li ser zimanê Kurdî dixebitin vexwîne da ku ew li ser vê mijarê biryarrê bidin, yan jî pêşnîyarên çarserîyê jibo sîyasetvnanan bikin…

      Em careke din spas dikin û li benda nivîsên te yên nû ne.

  26. Resad says:

    sipas jibo nerine we hemiya.

    ez wek kurdeki soraniaxev dibejim em mcburin dudu elfabe kurdi tetbik bikin. jiberku niha bejim dibe sorani bibe ziamne sitander nabe belki naheki ji dikim jiberku girmera kurmanci ji giramere sorani pesketitire ema disa nabe def ji sorani u yanji bejim def ji nivisian erebi berdin jiber ku dev ji nivisina erebi berdin piraniye soraniaxev tipe latini ji nizanin edi cawa dirok u keltura xwe zanibin cawa bixwinin? ev meselek giring.

    ku bejim zaraveye kurmanci u tipa altini bibe sitander disa zore. jiber ku soraniaxev zerer dikin. li wir em famdikin gohrina tipa erebi jibo latini anji altini jibo erebi ci kas zore.

    ema disa ji dibejim em dikarin bi dudu tipe nivsine xwe bikin belki zaraveey kurdi zerer nebinin. ema hevdu tipa latini u erebi li herdere bixiwnin u hinbin belki pisti cend sali ev astengi bi hesani careser be.

    bi bawerya min nisankirna zimaneke sitander iro zore, jiberku em ketine bi siyaseteke ecib. dema dibejin bila zimaneke sitander cebe her siyasetmedar u gelek insane din xwe dixewne nav mesele. bila eve kare zimanevan u zimanzane dibe wan ev astengi careser bikin.

    bi bawerya minji an ji bejim ku ji detse min were zaraveye kurmanci dikim zimane sitander ema tipa erebi u latiniji bikartinim. jiberku zaraveye kurmanci ji ali rezman pesketitire. piraniya kurd kurmancaxevin..

    silaveke gerin ji bajara hewlere jibo we hemi.tim cave we. heviya berdewami u hevaletiyeke genc jibo me hemiya.

    silav u rez
    RESAD HEWLERI

  27. Dembaş,

    1- Pirsgirêka me tenê alfabê nîne . Rast e ku Kurmancî û Soranî her du jî Kurdî ne, lê ji hêla zimannasî va du zimanên cuda ne .
    Wek mînak :

    a- Her peyveka Kurmancî yan mê ye yan jî nêr, lê di Soranî da mê û nêr tuneye .

    b- Cînavên kiryar ( Subject pron. ) ên her duyan ji hevdu cihê ne û di Kurmanci da cîvanên kiryar ji bo demên niha û borî cuda ne lê di Soranî da bo her du awayan yek e. Ez, tu, … ( niha ) / Min, te , wî, … ( borî ), / Emin, eto, … ( niha û borî / Soranî )

    c- Di kurmancî da hin deng hene ku tu Soranî da tunenin û berovajî : (K) di peyva kevir ( Kurmancî ) / (ll) di peyva bellam ( Soranî ).

    d- Kurmancî bi lêkera (Hatin) ji Diyar ( active voice ) dibe nediyar ( passive voice ), di Soranî da ev awa xwedan zagoneka rêzimanîya rêk û pêk nîne : Rizgar Pirtûkan difiroşe ( Pirtûk tên firotin / firotan ) / Em pirtûkane defroşrêt ( Soranî / awayê nediyar nabe )
    e- Di Kurmancî da navdêr tê kesandin ( tewandin ) lê di Soranî da tiştekî wisan qet tune ye . Min hesp dît ( yek ) / Min hep dîtin ( çend ) / Min espim bînî / Min espekanim bînî ( her du lêker yek in ).

    Li ser cudayîyên Soranî û Kurmancî ku zu zimanên Kurdî ne pirr mînak hene û mirov dikare li gor zagonên zimannasî bi berfirehî li ser bisekine .

    2- Qet tu alfabê di tu zimanî da nikare dengan bi awayê sirûştî diyar bike . Dema ku Soranî û Kurmancî ji hevdu cuda ne çima bi awayê hestyarî em îsrar bikin ku alfabêya her duyan yek be ? Bila Soran bi erebî bin û Kurmanc jî bi latînî . Latînî li gor pêwîstîyên teknolojêîya îro baştir e, her kes bi rîya înglîsî latînî dizane lê her kes ( wek Bakûr ) alfabêya erebî nizane .

    3- Eger îro Soran pirsa alfabêya erebî sa Kurmancî jî dikin dixwazin rîya têkbirina Kurmancî û serdestîya Soranî vebijêrin . Dema ku ji sedî 75 Kurd Kurmanc in çima Soranî fermî bûye ? Gelo ev demokirasî ( gelserwerî) ye ? Bi ya min , dewleta Barzanî ne dewleta Kurdan e, dewleta Soranan e û ew der jî ne Kurdistan belkê Soranistan e . Em Kurmanc divê heya kingê û bi çi qîmetî bêdeng bin ?

    4- Kêmasîyên alfabêya erebê gelek in û mirov dikare li gor zagonên avanigarîyê ( phonetics )pirtûkekê li ser wê binivîse . Tenê mînakek : Ew Azad e . ( Navê wî Azad e ) / Ew azad e . ( ew serbest e ) .
    ئه و ئازاده . / ئه و ئازاده ) Her du jî bi alfabêya erebî bi awayekî tên nivîsîn .

    • mciviroglu says:

      Tu bê xêr hatî birayê Azad,

      Destpêkê de dixwazim spasîya te bikim jibo nivîsa te ya hêja. Wusa xuya ye tu ji alîyê zimanzanî ve pêşketî yî û agahdarîyên ku didî kêrhatî ne. Lê, balkêş e ku tu Kurmancî û Soranî wekî 2 zimanên cihê qebûl dikî. Li ser çi wiha dibêjî? Ew mînakên ku tu didî bes in ku meriv her du dîyalektan, wekî 2 zimanên cihê nîşan bide? Eger Kurmancî û Soranî 2 zimanên cihê bin, liguist anku zimanzan qala vê yekê nakin?

      Dîsa, di nivîsa te de hîn goti hene ku divê em dijberîya xwe eşkere bikin. Dewleta ku li Kurdistana Îraqê heye, dewleta Kurdan e û nabe ku mirov wekî dewleta Barzanî binav bike. Rast e ku li Kurdistana Îraqê desthilata Soranî ji ya Kurmancî pirtir e, lê ne gotineke di cîh da ye ku mirov wê derê wekî Soranîstan nav bike. Bi dîtina te Kurmanc divê li ser çi bê deng nemînin? Tiştê ku te ecîz dike çi ye?

      Em dixwazin bi vê bloga xwe mevandarîya nîqaş û têbînîyên li ser zimanê Kurdî bikin, lê di çarçoveya hezkirin, rezgirtin û hevtegeheştinê de. Kerema xwe, em hemî zimanekî baldar bikar bînin ku dilê hevdu nehêlin.

      Careke din spas kekê Azad û her hebî.

    • Xemgîn says:

      Roj baş kekê Azad,

      Destên te sax bin, te gelek xweş nivîsîye. Swêdî û Norwecî du zimanên cuda ne lê, qaşo Kurmancî û Soranî du zaravên eyni ziman in lê ji hev pir dûr in.

      Ji hêla linguistic Kurmancî û Soranî du zimanên cuda ne û lazim e Kurd jî vê yekê qebûl bikin.

      Soran tenê xwe difikrin û qet qiymet nadin Kurmancan û zimanê wan. Hîn kesên bi xwe Kurmanc tenê dixwazin dilê soranan xweş bikin.

      Bav û kalên me çi gotine? Kurmê darê ji nav darê…

      Spas ji birez Civiroglu re û kekê Azad û Kamran re

  28. Resad says:

    min ket nizani bu ew kas hinek insan zaraveyeke kurdi rezil dikin. raste zaraveye kurmanci ji her zaraveyeke din pesketitiire u dirusttire.

    ema hevale heja naxwazim nave te bejim cima zaraveye sorani ew kas kem dibini? gelo te dudu minak aniye u dibeji sorani wisa u wisaye. te siroveye min nexwindiye bawerim.

    tu zanibe raste ez soraniaxevim ema ezji dibejim sorani nabe zimane sitander. iro ku li kurdistana basur buye sitander meseleke siyasi ketiye pes ev mijare… em mijar seroka pesya irake ew zimankir sitander zanibe ewji siyaseteke ecibe. ku tu bixwazi em bi direj ser ev mesele bisekinin.

    ezji zanim kemasye tipen erebi pire.
    ema te zaraveye sorani rezilkirye.
    li kemasye min nenere.
    silav u rez

    • mciviroglu says:

      Careke din silav kekê Reşad,

      Em naxwazin ku kesek zaravayê Soranî yan jî zaraveyeke din biçûk yan jî rezîl bike. Hemî zaravayên Kurdî delal in û hemî jî hêjayî rez û hezkirina me ne. Em ji hemî beştarvanên delal dixwazin ku zimanekî hesastir û baldartir bikar bînin da ku em hest û bawerîya kesek nêşînin.

      Dubare spas jibo têbînîyên te yên hêja

  29. Dembaş kekê Resad,

    Min qet Soranî rezîl nekiriye û hez jî nakim, ne Soranî ne jî tu zimanên din naxwazim rezîl bikim . Ez ji hemû zimanan ra rêz digirim . Min hin cudayêyîn her du zimanan anîne ser zimên ta ku bibêjim her du ji hevdu cuda ne, ne ku yek ji yekê baştir û bilindtir e .Dixwazim bibêjim, eger her du Kurdî ne çima kêmar li ser piran ve hatiye sepandin ? Ramiyarî dibe yan her çi dibe, encam ew e ku îro Kurmancî binpê bûye û dibe .

    Bi awayekî vekirî: Mirov dikare bibêje pêwndîya Kurmancî û Soranî bi qasî pêwendîya Kurmancî û Farsî ye, nexwe rîşeya hemûyan yek e. Gelo em dikarin ji farsan bixwazin bi latînî binivîsîn an bi erebî ? Na. Ew zimanekî cuda ye û xwedan taybetmendîyên xwe, Kurmancî û Soranî jî her wisan . Du zimanên cuda ne ( ji hêla zimannasî va ne neteweperestî û hesyarîyê va) .

    Pîroz bî
    Azad Makûyî / Zanîngeha Tehran`ê

  30. Resad says:

    bira can. ezji dibejim gotine te raste.
    ema tu dibeji barzani sorani kirye zimaneke sitander eve ne raste.
    tu zani zimane sorani jibo ci buye sitander? anji ki zaraveye sorani kirye sitander? tu zani mesele cibu ku bu sitander? ev meseleke direje navbera dewlete turki u iraki u wan soranikir sitander ewji ne jibo ku sorani pesketitire ji kurmanci belki mesele siyasi ecibe. hevdikim tu ji min fambiki. ku ev meseleji nizanim em dikarin ser ev mesele suhbet bikin.
    ezji mamsoteyeke zimane kurdime ewindare zaraveye kurmancime birasti.
    ez insanekim ket siyaset hesnakim. baverya min ji bi siyasete iro tune hemi jibo xepandine ye.
    ez insaneke normalim.
    geleks ipas jibo siroveye te keko can.
    silav u rez
    roj bas

  31. Ez li we hemiyan silav dikim.
    Li gorî piraniya bikaranînê çêbibe maf heye.Lê hebûna hemî zaravayan û tîpan jî dewlemendî ye.Vê dizane Raîfê BÊÇARE/Zanîna zêde ji me ra kar e.

    • mciviroglu says:

      Gelek spas kekê Raîfê Bêçare. Tu ji ku derê ji me re dinivîsî? Hêvîdar im peywedîya te her berdewam ke.

  32. Muhammad Duhoki says:

    Silav u rêzêt min hene bo hevalên hêja, dem baș.
    Eger me bawerî bi nasnama xwe ya netewî yan etnîk(Nejad) hebit, dibe bi zimanê Kurdî dengê xwe bilind bikeyîn.
    Ez dibînim wek kesek ekadîmî, Latînî drustahiya xwandina Kurdî u fonotîka Kurdî dertixîne, zêdetr ji pîtêt Farso-Erebî. Her bijît Zimanê Kurdî li tev devera.

    • mciviroglu says:

      Ser seran kekê Mihemed.

      Em jî silavên xwe ji te re dişînin. Pir spas jibo nivîsîna bîr û boçûnên xwe yên li ser babeta me. Em hêvîdar im peywendîya te her berdewam bike.

      Silavên germ ji Washingtonê

  33. Resad says:

    silav u rez jibo we hemiya hevalen delal.
    ez kefxwesim ku em hemi bihevra li ser ve malpere newrin u ramane xwe dibejin. ku heryek jime li welateke ye yanji li bajareke em hemi durin ji hev,,,,
    silav u serkeftin ji were peskes dikim..
    silaveke gerim ji hewlere jibo we hemiya..
    R-Hewleri

  34. Celadet Alî Bedirxan says:

    Celadet Alî Bedirxan

    – Le bo Pîrotî xwoşewîst-

    Gotina xweyiyê benda Eksî Sedayî Hawar`gelek rast û qenc in. Di ser wan re tu gotin nînin.

    Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya milletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî milletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çand zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.

    Ji hejmara pêşîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêşîn û bingehî ev e:

    Di hertiştî de yekîtî

    Ev aramanca ha ji me re bûye destûr. Heta niho em bi vê destûrê ve çûn, îro diçin, di dawîyê de dê biçin. Wekî niho, kiryariya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirina girantir e. Lê Hawara ko di hertiştî de meyldarê yekîtiyê yekiriyariya xwe ji bona her welatê ko tê de kurd hene wek hev kirine. Bi vî hawî li Harwarê ziyan dibe. Ji ber ko heqê postê ji bona Sûriyê 10santîm, lê ji bona Îraq û Îran û welatên Qefqasê 150 santîm e.

    Lê em pê qaîl bûn da ko kurd di kiriyariya Hawarê de jî wek hev bin.

    Belê em dizanin ku zimanzanayê bi qîmet û hêja mamostayê giram Tewfîq Wehbî Beg jî bi herfên latînî elfabêyek çêkiriye.

    Pey ra rokê me hevdu li Şamê dît elfabeyên xwe ji hev re dan zanîn û ew danîn ber hev. Di navbera wan de ferqin hebûn. Me dil kir di cih de elfabeyên xwe bigihînin hev û ji herduwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin.

    Hingî destbirayê min ê xwoşewîst û giram digot ko hîn ser elfabêya xwe dê bixebitim.ji lewra yekirina elfabeyên xwe me avêtibû dawî ye.

    Di pey re Tewfîq Wehbî Beg çû Îraqê. Lê teşxelenin nexweş qewimîn ko ji bona herkesî nas in. Digel vê hindê min jê re çend caran nivîsand, lê li min venegerandibû. Vê paşiyê me zanî ko nivîsarên min negihanbûn destê wî.

    Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye. Hawar di meha gulanê de derket. Min rusxseta Hawarê di bîst û şeşê çiriya berê 1931ґê de girt û karên derxistina wê di pêşiya gicokê (şibatê) de pêk anîbû.Çar caran ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêke welê derînim ko pêşdetir rê li duyîtiyê vemekit. Lê herwekî min jor ve got li min nedihat vegeradin. Jê bêtir jî min nikarîbû ez li hêviyê bimînim.

    Ji lewre me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re dazanîn. Îro di meydanê de tiştekî çêkirî heye.Kovarek û elfabêyek. Elfabêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona îro ya çêtir û rastir ev e ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta hingê ko mehceta edlandinê bikevit pêşiyê û rê li me bigirit, pêşve bibin.

    Digel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em hergav meyldarê yekîtiyê ne u armanca xebata me yekîtî ye. Em bi gavinin bi vîn û hişk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin. Ji ber ko destpêkirina me ji xwe bi derengî ketiye. Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin.

    Gelek sipasan li Pirotê delam dikim ko ev hinceta ha xiste destê min.

    Celadet Alî Bedir-Xan
    Hawar: Hejmar. 9

    • Xemgîn says:

      Kî ku vê nivîsê li vir zeliqandiye karekî baş kiriye. Gelek spas.

      Ez bi rêz û hurmeta xwe mamostê Celadet Alî Bedirxan û hemê kedkarên zimanê Kurmancî tînim bîra xwe.

  35. Kamran says:

    Min li serî şirove ya kekê Azad li zanîngeha Tehranê xwand. Min pêştir jî pirtûka kekê Azad ya rêzimanê Kurdî xwandibû. Ez jî wekî kekê Azad difikirim ku soranî û kurmancî di warê ziman da, du zimanê ji hev cuda ne. Eger kesek zimanê farisî bizane, bi başî tê digehe ku pêwendiyên kurmancî û soranî ji hev hin dûrin ku mirov bi hêsanî dikare bi pêwendiyên kurmancî û farisî muqayîse bike. Eger mirov bi dû reha van zimanane da here, diyar dibe ku farisî û kurmancî û soranî ji zimanên Arî da tên. Ji ber wê jî, bi baweriya min israra li ser alfabeyeke yekgirtî meqûl nîne, bi taybetî ku soranî qet qebûl nakin ku alfabeya xwe biguherin.

    Di warê siyaseta zimanî ya başûr da, bi raya min, hikûmeta herêma Kurdistanê, destê dewleta Turkiye, Îran û Sûriye û Iraqê ji pişve girêdaye. Li parçeyên ku kurdan desthilat nînin, mirov dibêje ku ew neyarên kurdanin, ger zimanê kurdî û kurmancî qedexe dikin, mirov çi intizarek ji wan nîne, lê li başûr ku birayên soran desthilatdarin, heman siyasetê dikin, Îca hûn bixwe qizawetê bikin…….

    Lê alfabeya latînî baştire, lê ji bo çi??????

    1. Di zimanê kurdî de 8 dengdêr hene, di alfabeya latîn da ji bo her 8 dengdêran herfek heye, lê di alfabeya erebî da tenê 7 dengdêr hene anî herfa (i I) di alfabeya erebî da çinîne. Ev e jî dibe sebebê hin aloziyan di zimanê kurdî da.

    2. Di alfabeya erebî da ji bi herfên (y, ê) de tenê herfa ی heye ku ji bo zimanê kurdî ku gelek car dawiya peyvan bi yê, ye û hwd xilas dibe, dibîte problemeke gelek mezin.

    3. Di warê înternetê û teknolojiya zanistî da herfên latîn gelek baştire ji yên erebî.

    • Xemgîn says:

      Kekê Kamran,

      Min nivîsa te pir begem kir çimkî gelek rohnker e. Sebebên ku te nivîsîne jî rast in. Heyfe ku hikûmeta me Kurdanli başûr tenê soranan dipareze. Em Kurmanc li welatê xwe jî bê xwedî ne. Hêvîdar im her dem binivîsî.

  36. keko says:

    Sipas kekê kamiran ji boy nêrînên te, ew xalên te yên 1,2,3 her sê jî rastin
    lê pirsa min ew gawa ku birayê me yê Soran dest ji elfabêya erebî ber nadin ku yêketî u biratîya kurda wek gel pêk bê, gelo 35 milyon kurmanc wê çawan dest ji zimanê Ahemdê xanî berdin?????????

    di gel silav u rêzên kurdewarî

    • Xemgîn says:

      Em tu car zimanê xwe bernadin kekoyê delal. Ew emaneta Ahmedê Xanî ye, Cegerxwîn e.

  37. Kamran says:

    Silav kekê Keko
    Min negotiye ku divê kurmanc dev ji alfabeya latînî berdin, beravêjî wê, ez dibêjim ku em kurmanc divê bi hemû hêza xwe li her çar parçên Kurdistanê wan alfabeyan biparêzin.
    Ji ber ku ew alfabê yên herî guncavin ji bo Kurdî.
    gel silavan

  38. Keko says:

    Silav kekê Kamiran hivîdarim ku hun tewde baş bin kekê hêja ez nabêjim ku te gotîye kurmanc gereke dest ji kurmancî pêlin ez dizanim dilê tejî wek her kurdekî dilsuz ji boy kurmancî dişevite lê niwîsa xwede dibêjî birayê me yê Soran dest jî elfabeya xwe (erebî)
    ber nadin mebesta min ew bu ne tiştik din
    di gel silav u rêza

    mebesta min ew gotina jêrî bu

    (bi baweriya min israra li ser alfabeyeke yekgirtî meqûl nîne, bi taybetî ku soranî qet qebûl nakin ku alfabeya xwe biguherin.)

  39. Lukman Ahmad says:

    Dest xweş be li ser vê mijarê ya ku hîna cihê ne razîbûnê ye,lê dîsa divê herdem dakevê mêdana xwesteka.Ev pirsgrêka mizin derzek mizin xistiye bedena zimanê kurdî û roj bi roj ji hev veçirandiye, û ziman dakt di bin daxwazî û nerîna partî ti yê, û ger mirov hindekî vegere dîroka kurdî ya nîzîk wê bibîna bê Istanbûl hemû rewşen bêrên kurd himbêz dikir û Roja Kurd ji hemû derê kurdisatnê ked werdigirt (ji her çar perçê welat) û ya din ji dema Mir Celadet û bê çawa zimanê kurdî bibû werîsê hevgirtina kurda û wan tevda li ser masa Azadiyê di civand.Lê mixabin îro ziman bûye yek ji sedemên berçe bûna me, lê yên xwedî nerîn û zana û hezkirê xewna kurdî di azadiyê de divê li mercê dunyayê binere û zanibe ku Alfabiya Arabî ne ji bo bedena kurdî ye û ku em û Areban ji hevdû dûrin di şîweyên derbînênî de û di şîweya axftin û nivîsandinê, lê bê gûman wê her tişt xwe aşkere bike di demên tê de.
    dşsanê destê te xweş be û serkeftî be.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.