Sîyaseta Kurd li Tirkîyê û Zimanê Kurdî

Posted June 7th, 2011 at 22:50 (UTC-5)
58 comments

Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e.

Li Tirkîyê, di nav çend salên dawî de guherînên mezin di warê zimanê Kurdî de çêdibin. Berê gelek rexne ji sîyasetvanên Kurd re dihatin kirin ku girîngî nadine zimanê xwe yê zikmakî û piranî bi Tirkî dipeyivivin.

Lê, wusa xuya ye ku tevgera sîyasî ya Kurd li Tirkîyê, bi helwesteke nû nêzîkî babeta ziman dibe û bi awayekî karîgertir li ser vê disekine.

Wekî mînak, axaftin û gotarên Kurdî di perlamana Tirkî de, kepmeynen peyîvîna bi Kurdî, boykotkirina dibistanên Tirkî, konferans û semînerên li ser ziman û wêjeya Kurdî û gelekên din di jîyana Kurdan de cîhê xwe digirin.

Bi vê guherîna sîyaset û helwesta Kurdan, dilê gelek xemxwar û hezkirîyên zimanê Kurdî jî şa dibin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku sîyasetvanên Kurdî bi şîyarbûneke nû qinyata zimanê xwe yê dayikê dizanin û hewil didin ku rê li ber Kurdî vekin.

Hun li ser helwesta û nêrînên partîyên Kurdan anku BDP, HAKPAR, KADEP û komel û rêxistinên din yên netewî derbarê zimanê Kurdî çawa dibînin?

Li gorî we, kar û barên wan têrî hêvî û bendawarîyên we dikin?

Bi dîtina we, parlamenterên Kurd yên nû di parlamana ya Tirkîyê de, derheqa zimanê Kurdî sîyaseteke çawa biafrînin?

Taybetî, jibo destxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê Kurd çi bikin?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

58 responses to “Sîyaseta Kurd li Tirkîyê û Zimanê Kurdî”

  1. Azad Duhoki says:

    dest xoş Kekê Robin Babetek pir giringe, eger turk xo bi Dîmokratî bizanin nifosa kurda 40 % ê ye divêt zimanê Kurdî Azad be di hercihî da, xandingeh ê, perlemnî her dam û dezgeyê Hikomî û nehikomî eve mafekê her mirovekî ye ko bizimanê dayikê bikare baxive, eger BDP nikare vê cendê bike ramana wê vebona Kurd li turkê tiştek şaşe.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Azad,

      Gotinên te pir rast in ku Kurd jî wekî her gelên cîhanê hêjayî mafên xwe yên netewî ne. Divê zimanê Kurdî wekî Tirkî bibe zimanê fermî û perwerdeya Kurdî jî destpê bike. Bê guman divê sîyasetvanên Kurd polîtîkayên bi bandor ava bikin daku tirk jî li ber daxwazên Kurdan femdar û erênî bin. Li parlemana nû erkeke gelek girîng dikeve ser milên parlamanterên Kurd ku jibo pêşvebirina zimanê Kurdî xebatên baş bikin…

  2. Salih TURAN says:

    Divê mebûsên kurd çaygerê meclîsê bi kurdî çayê bixwazin

    Di siyaseta kurdan de li nav siyasetvanan bikaranîna zimanê kurdî heta vê dawiyê jî babeteke hatibû paşguhkirin bû. Îro wekî pêvajo û serdema hilbijartinê bikaranîna ziman bi awayekî pozîtîf derketiye pêş. Hêvîdarim ev pêvajo ne demî be û her berdewamî be.

    Leyla Zana di mîtingeke xwe de xweş gotiye, ‘Em ê kesên kurdî nizanibin êdî nekin muxtar jî’. Ev helwesteke û her wiha îradeyek e jî. Divê kurd êdî siyaseta xwe bi zimanê xwe bikin û ji nav gelê xwe dûr nebin. Li gor min ziman hewl û bingeha hemû armancên siyasetê û gel e. Qet nebe heta radeya xwenasîn û danasîna xwe ev yek şert e.

    Siyasetvanên kurd heger bi rastî jî dilsozê gelê xwe û zimanê xwe bin, dema bikevin meclîsê ji xeynî axaftinên fermî, qet nebe bila di hemû civatên navxweyî de, li ber çavê hemû mebûsên din ji bilî kurdî tu zimanekî din bikar neyînin. Çaygerê meclîsê bi gumaneke mezin wê kurd be! Bila çaya xwe bi kurdî jê bixwazin û her wiha di hemû karûbarên xwe yên li der fermîbûnê de, kurdî bikar bînin. Helwesteke bi vî rengî wê ji bo pêkanîna armancên perwerdehiya ziman jî bi kêr were. Yanî bi kurtî karim bêjim ku, tenê bi xwestinê nabe divê çi tê xwestin bi awayê pratîk bê kirin jî.

    Mînak; gelo çima heta niha siyasetvanên me yên li Kurdistana Bakur hewl nedane ku kolej, zanîngeh an jî akademiyên taybet bên vekirin û li wan deran ligel xebatên zimanê kurdî li ser zanist û gelek mijarên din perwerdehî û lêkolîn bên kirin. (Ez bawerim li yasayên niha mirov kare bi awayekî vê bike.)

    Êdî çi bêjim hema bila piştî vê hilbijartinê xwe ji dirûşm û sloganan bişon û bi awayekî pratîk pêşengiya gelê xwe bikin. Heger vê bikin perwerdehiya zimanê kurdî jî wê ne dûr be. A rast perwerdehî jî têr nake. Wekî Leyla Zana jî dibêje, ji kesên kurdînezan re êdî wê kar jî tune be.

    Gotina mina dawî li ser vê mijarê ew e ku, tenê bi guherîna zagon û makezagonan kurdbûn û kurdîtî nayê. Gelo wê siyasetvanên me çiqas bi wê hişmendiyê tevdigerin hê jî ne diyar e. Ziman danasîna rih û mêjî û hestên neteweyî ye. Kurd jî encex karibin bi ziman, ne bi zimandirêjî bêjin fermo vaye em li vir in, lê ka hûn li ku ne?

    • Colemergî says:

      Roj baş hevalê Salih,

      Tu pirseke baş dikî ku çima sîyasetvanên bakur kolej, zanîngeh yan jî akademîyên taybet venalion. Heyf e ku sîyasetvanên me teng difikrin û her tişt bi çavekî dinirxînin.

      Berî du hefteyan li vê derê (Hakkarî) konferanseke Kurdolojîyê hebû lê ji ber tirsa me nekarî beştarî lê bikira.Tevgera Kurdî biryara boykot da bi sebeba ku AKP li pişt wê konferanse bû. Loma jî her çiqas me pir xastîbe jî em newerîn ku herine konferansê.

      Gerek e Kurd bi çavekî firehtir li mijara ziman binêrin, ne li çarçoveya qalibên teng.

      Her hebin evîndarên zimanê Kurdî.

  3. Salih TURAN says:

    Divê mebûsên kurd ji çaygerê meclîsê bi kurdî çayê bixwazin

    Di siyaseta kurdan de li nav siyasetvanan bikaranîna zimanê kurdî heta vê dawiyê jî babeteke hatibû paşguhkirin bû. Îro wekî pêvajo û serdema hilbijartinê bikaranîna ziman bi awayekî pozîtîf derketiye pêş. Hêvîdarim ev pêvajo ne demî be û her berdewamî be.

    Leyla Zana di mîtingeke xwe de xweş gotiye, ‘Em ê kesên kurdî nizanibin êdî nekin muxtar jî’. Ev helwesteke û her wiha îradeyek e jî. Divê kurd êdî siyaseta xwe bi zimanê xwe bikin û ji nav gelê xwe dûr nebin. Li gor min ziman hewl û bingeha hemû armancên siyasetê û gel e. Qet nebe heta radeya xwenasîn û danasîna xwe ev yek şert e.

    Siyasetvanên kurd heger bi rastî jî dilsozê gelê xwe û zimanê xwe bin, dema bikevin meclîsê ji xeynî axaftinên fermî, qet nebe bila di hemû civatên navxweyî de, li ber çavê hemû mebûsên din ji bilî kurdî tu zimanekî din bikar neyînin. Çaygerê meclîsê bi gumaneke mezin wê kurd be! Bila çaya xwe bi kurdî jê bixwazin û her wiha di hemû karûbarên xwe yên li der fermîbûnê de, kurdî bikar bînin. Helwesteke bi vî rengî wê ji bo pêkanîna armancên perwerdehiya ziman jî bi kêr were. Yanî bi kurtî karim bêjim ku, tenê bi xwestinê nabe divê çi tê xwestin bi awayê pratîk bê kirin jî.

    Mînak; gelo çima heta niha siyasetvanên me yên li Kurdistana Bakur hewl nedane ku kolej, zanîngeh an jî akademiyên taybet bên vekirin û li wan deran ligel xebatên zimanê kurdî li ser zanist û gelek mijarên din perwerdehî û lêkolîn bên kirin. (Ez bawerim li gor yasayên niha mirov kare bi awayekî vê bike.)

    Êdî çi bêjim hema bila piştî vê hilbijartinê xwe ji dirûşm û sloganan bişon û bi awayekî pratîk pêşengiya gelê xwe bikin. Heger vê bikin perwerdehiya zimanê kurdî jî wê ne dûr be. A rast perwerdehî jî têr nake. Wekî Leyla Zana jî dibêje, ji kesên kurdînezan re êdî wê kar jî tune be.

    Gotina mina dawî li ser vê mijarê ew e ku, tenê bi guherîna zagon û makezagonan kurdbûn û kurdîtî nayê. Gelo wê siyasetvanên me çiqas bi wê hişmendiyê tevdigerin hê jî ne diyar e. Ziman danasîna rih û mêjî û hestên neteweyî ye. Kurd jî encex karibin bi ziman, ne bi zimandirêjî bêjin fermo vaye em li vir in, lê ka hûn li ku ne?

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Salih,

      Gelek spas jibo piştevanîya ye ta berdewam û nêrînên te yên hêja û rohnker. Birastî dibe helwesteke pir waterdar ku sîyasetvanên Kurd dema bikevin meclîsê ji xeynî axaftinên fermî, di hemî civatên navxweyî de, li ber çavê hemû mebûsên din tenê Kurdî bikar bînin.

      Di nav çend salên dawî de şîyarbûn û têgeheştineke balkêş li ser zimanê Kurdî heye ku hêvîyên mirov zêde dike. Daxuyanîya Leya Zanayê ya vê dumahîyê jî dibe ku nîşaneya polîtîkayên nû yên derheqa zimanê Kurdî be…

      Careke din spas û em li benda pirs û dîtinên te ne…

  4. hesen says:

    Slav Keke Robin
    Te piroz dikim te disa mijarek giring vekiriye. Pewist e Kurd bune yekemin; Kurdi zanin, kurdi axaftinin, kurdi nivisandine. Kurdiyati bi zimane Kurdi dibe çand u kultura Kurda bi kurdi te parezandine Tirki u Erebi ne parezkirin. Li ser ve bingehe lazime ku siyasetmadere Kurd u dosten Kurda politikeyan nu derxin hole. Gele Tirkiye ikna bikin ku Kurditiya me zimane me ye heger hun me qebul dikine lazime ku hun zimane me ji qebul bikin. heger Kurdi nebe zimane perwerdahiye em tu cara nikarin zimane kurd biparezin
    slav rez

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Hesen,

      Ez jî spasîya te dikim ku tim beştarî li gotûbêjan dikî. Ez bi te re hevbîr (hemfîkîr) im ku Kurdîtî bi zimanê Kurdî dibe. Heta çend salên berê, wekî kekê Salih jî dîyar kir, Kurdan zimanê xwe paşguh kirîbû. Lê, cîyê şabûnê ye ku êdî civata Kurd bi berfirehî qala zimên dike û jibo wî kar û barên xwe geş dike.

      Bi nêrîna te, sîyasetvanên Kurd û dostên Kurdan polîtîkayên nû yên çi rengî derxin holê? Kekê Salih dibêje, bila bi çaycîyê xwe re jî bi Kurdî bipeyvin. Tu çi pêşnîyar dikî?

  5. Di serî de silavên xwe pêşkêşî we û hemî xwendevanên we dikim.

    Dora pêşî divê ez xwe bidim naskirin ku gotinên min bi avê ve neçin.

    Ez mamostekî 50 salî me. Îsal dike 25 sal, di nav pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de me. Ji zanîgehê ( zanîngeha 9 Eylul) heta dibistanên seretayî, Ji dibistanên Kurdistanê heta dibistanên kêmnetewên fermî yên li Stenbolê bi dehan dibistanan de wek mamosteyê zimanê Fransî, Tirkî û wek rêvebir xebitîme. Niha jî di dibistanek Ermenan de wek cigirê gerînende kar dikim.

    Li ser têkiliya ziman û nasname gelek lêkolîn û gotarên min di rojname û kovar û malperan de hatine weşandin.

    Bi qasî ku min çavdêrî kiriye:

    1- Li Tirkiyeyê zimanên ku pê perwerdehî dibe jî têde ( Ermenkî, Rumî û Îbranîkî)
    tevahiya zimanên gel û komên kêmhejmaran, ên wek Tirkî di hemî qadên jiyanê de ( ji kreşê heta zanîngehê di tevahiya branşan de wek zimanê perwerdehiyê bikaranîn. kar û barên fermî, qada çand, huner, şahînî, medya jî tê de wekheviyeke qethî) nayên bikaranîn an mirine, an jî li ber mirinê ne.

    2- Xeynî ya Kurda, tu partîyek din a gir û givrik xwe nade ber perwerdehiya bi zimanê Kurdî, jiber ku polîtîkaya bingehîn, ya stratejîk û ya herî kirîtîk û egzantrîk a Tirkiyeyê pişaftina Kurda ye. Rê û rêbazên çareseriya vê yekê wek “ne çareserkirin” hatiye destnîşankirin. ( Qibrîs jî bi vî hawî hat çareserkirin)Di salekê de, kêm-zêde 200 hezar Kurdên tirkînezan koça dawî dike; di şûna wan de 300 hezar kurdînezan tên cihanê. Jixwe Kurdên Kurdîzan jî bi Kurdiyek nîvco; “navmalî û navgundî” diaxivin. Ev Kurdî têra jiyana hemdem nake.

    3- Kurdî mîna Tirkî “ wek zimanê perwerdehiyê ya xwezayî û mecbûrî ya zarokên Kurda” neyê pejirandin, dîsa xwe ji mirinê xilas nake; jiber ku Kurdî, di encama polîtîkayên reşkirin û bêrûmetkirin de û 80 salên Komarê yên bikaranîna wî ya wek diyalektek qerf û henekan û biçûkxistin û bizariyê jî pêve ye- prestîja xwe bi giranî wenda kiriye. li gorî rapora zanistî ya UNESCO’yê ya bi sernavê LA MORT ET LA VITALITÊ DES LANGUES ya di 2009’an de weşandî, zimanekî bê prestîj ji alî zarokan ve çi tê hîn bûn çi jî tê axaftin; çi jî tê tercihkirin; lewma jî dimire.

    Divê Kurd piştî hilbijartinan wek kronolojîk van karên hanê bikin:

    1- Divê Kurd û dostên wan Bo iqnakirina raya giştî ya Tirk, bê rawestin, bê sekn, bi rê û rêbazrn aşitiyane, li ser xetereya mirina Zimanê Kurdî rawestin û heta ku dibe wîjdanên neteweperestên Tirk jî bi vê yekê biêşînin. Bo vê yekê, gere ji akademîsyenên TIRK yên ji hemî zaningehên cihanê( bi taybetî ji dewletên wek Azerbaycan Kazakistan, Turkmenistan, Tirkîstan a Rojhilat, Bulgarîstan, Makedonya hwd) bo konferans û panelan alîkarî bixwezin.

    2- Bi beşdariya rûmetdayînê yên serokdewlet û serokwezîrên çend dewletên xwedî bandor, di bin serokatiya sekreterê Giştî yê NY’yê de , bi alîkariya UNESCO’yê, di çarçoveya rapora UNESCO’yê ya LA MORT ET LA VITALITÊ DES LANGUES ya di 2009’an de, li Stenbolê konferansek pir mezin û dorfireh a zanistî ya navneteweyî bê lidarxistin. Biryarên vê konferansê ji alî her du aliyan ve bo çareseriya Pirsgirêka zimanê Kurdî (daxwaziyên siyasî yên wek xweseriya demokratîk, navê gund û bajaran, plansaziya aborî, ewlehî hwd, gere teqez paşve bên hîştin) û bo çekberdana gerîlayên Kurd wek bingeh bê pejirandin û ev her du kar gere bi hevre bên birêve birin.

    Bo çareseriya pirsgirêka zimanê Kurdî û bo çekberdana gerîla gere salnameyek bê amadekirin.

    Wek mînak:

    a)di dawiya Konferans de, peyî biryara erênîya dewleta Tirk, biryara agirbestê û sekinandina tevlêbûnên ciwanan ya nav refên gerîla.

    b)Piştî şeş mehan qedandina gihandin û tayînkirina mamosteyên kreş û pêşdibistanan çekberdana hezar gerîlayan,

    c) Di dawiya gihandin û tayînkirina mamosteyên dibistanên seretayî de ( ev yek jî di salek de pêkan e) çekberdana gerîlayên mayî.

    d) Li gorî biryarên konferansê, gav bi gav pêkanîna madeyên din. Ev pirsgirêk, çi li Başûrê Kurdistanê, çi li Ewropa û li welatên din, bi vegera hemî qadroyên PKK û partî û tevgerên din ên Kurda û beşdariya wan a nav pêvajoya demokratîk, çaresert dibe.

    Di vir de;
    1- dora pêşîn bo çareseriyê aşkerakirina vîn û îradeyek navneteweyî
    2- Îqnakirina partiya desthilatdar, herî kêm partiya herî mezin a dijber ya meclîsa Tirk û îqnakirina gelê Tirk
    3- Abdulah Ocalan jî tê de, erêkirina hemî lîderên Kurda

    bi awakî jêneger pêwîst e…

    Xwedê mirazê hemî Mirovan biqedîne, yê Kurda jî bide ser…

    • Mutlu Civiroglu says:

      Kekê Marûf,

      Tu bi xêr hatî bloga me. Hêvîya me ev e ku me ji zanîn û kanîna xwe bê par nehêlî. Jiber ku salên dûr û dirêj di nav xîzmeta ziman da yî serpêhatî û tecrubeyên te gelek hêja ne û bawer im xwendevanên me bi balkêşî çavereyî nêrînên te bin.

      Tu dibêjî, “di salekê de, kêm-zêde 200 hezar Kurdên tirkînezan koça dawî dikin û li şûna wan 300 hezar kurdînezan tên cîhanê.” Birastî ev rewş li ber Kurdan wekî xetereke mezin disekine û divê Kurd rêkên nû peyda bikin ku nifşên nû bi Kurdî bipeyivin. Heyf û mixabin li welatên derva jî gelek deûbavên Kurd, şûna ku Kurdî fêrî zarokên xwe bikin, bi zimanê welatê ku lê dijîn û bi zimanên serdest (tirkî, farsî û erebî) ligel zarokên xwe diaxifin.

      Wekî Kurdologê hêja Michael Chyet jî dibêje, “Zimanekî ku zarok pê naxifin, zimanekî bê paşerojê ye.” û berî her tiştîm divê em Kurdî hînî zarokên Kurd bin…

      Her wiha, pêşnîyara te ya konferanseke zanistî ya navneteweyî jî gelek di cîh da ye. Lê, organîzasyoneke vî rengî hewceyî pişgirîya dewlet jî hikûmeta Tirkîyê ye, ne wusa?

      Gelo hikûmeta Tirkbi erênî nêzîkî vê yekê dibe?

    • Zelal says:

      Bila destên te neşin mamosta Marûf. Te pir ciwan nivisîye. Înşallah em nivîsên te nû bixwînin.

      Zelal

      Batman

  6. Ji kerema xwe re nivsa serî jê bibin; jiber ku gelek şaşitiyên teknîkî çêbûn.

  7. hevi diloki says:

    spas keke mutlu.nivisa te disa xweş buyi.ez tera nivisa te nabim bi rasti.serkeftin ji te ra

  8. Kurdî ji mirinê çawa rizgar dibe?

    Helbestvanê Fransî Lamartin di nivîseke xwe ya pexşanî ya bi sernavê “ La Patrie” de sedemên hezkirina mirovan a ji welatê bav û kalan bi şêweyek pir balkêş tîne zimên. Hevokek tenê pêşkêşî we bikim:

    “ Em ji welatê bav û kalan hez dikin; di be ku ev evîn ji ber yek egerê tenê be û ew jî “di şevek reş tarî de ewtîna dilşewat a kûçikek bêxwedî be”

    Sedema “hezkirina ziman” jî tiştek wiha ye; evînek pir û pir giftar û kompleks e; di kûrahiya dilê û mejiyê mirov de (binbîr, subconscience) veşartî ye. Bo vegotina (dayîna der) vê derûniye tê ligel evîndarî û hestiyarîyê, wêjeyeke xurt divê.

    Bo berdewamîya zimên jî, dora pêşî evîndarî; evîndariya bo ziman, evîndariya ku di serî de ji dayikê digihîje mirov, di jiyana civakî de (heke jiyan bi zimanê dayikê be) şênber dibe (concret) digivire, dikemile, dibe wêje, dibe çand û huner, dibe zanist, dibe bîrdozî, dibe kovar û rojname û radyo û televîzyon, xizmeta zimanê dayîkê dike.

    Ka, li Bakurê Kurdistanê êdî çend dayîk mane ku “çamlibelden çiktim yayan; dayan dîzlerim dayan; bey babası gelîr Şamdan; nînî nînî bebek oy” a bi tirkî, strana ku 80 sal in di radyo û televîzyon û di dibistanan de di mejiyê wan de tê xwendin bidin alî, bikaribin bi dergûşên xwe re bi van risteyên Kurdî şa bibin?

    “Xedê xwedê te daye
    Gul sosina pel daye
    Hejhejoka per daye
    Paşila min de razaye
    Evdikê min paşa ye,
    Na na wele axa ye”

    Gerek e em xwe jî, gel jî nexapînin. Gunehên dagirkeran nekin stûyê gelê Kurd û wî bi “neaxaftina bi Kurdî” sûcdar nekin.

    Heta ku Kurdî qada fermî jî tê de, di hemî kar û barên jiyanê de neyê bikaranîn, nebe zimanê perwerdehî û fermî ji mirinê rizgar nabe. Ev gel, ligel polîtîkayên herî faşîzan ên cihanê zimanê xwe, bi birîndarî be jî, bi devê xwe ve kiriye, kaş û berkaş heta roja îro aniye…

    Lê îro ev zimanê “navmalî û navgundî” têra jiyana bajarî û modern nake; nikare li ber lehîya amûrên ragihandinê û teknolojiyên nû yên hemdem, ên bi tevahî bi zimanê serdestan pêşkêşkirî bisekine û xwe ji vê keraset û afat û tofanê biparêze.

    Bo rê li ber girtina vê vê bêyomiyê, ji vir pê de şervanên Kurd ên bi têkoşînek kesnedîtî hewar û qêrîna vî gelê reben û stûxwar li seranserê cihanêna dan bihîstin na,

    gundiyên Kurd ên ev 30 sal in” nema zilm û zordarî li wan hat kirin” na,

    gerek e ronakbîrên kurdan û kes û kesitîyên xêrxwaz û xwedî wijdan ên tevahîya cihanê, dewletên xwedî hêz, saziyên navneteweyî bo çareseriyeke aşitiyane zend û milên xwe bidin jor û bikevin nav liv û tevgerê.

    Bi Kurtasî, Kurdî, di vê sedsalê de, çi dînamîkên bo li ser xwe mayînê pêwîst dike ji binî ve wenda kirine, per û bask lê şikestiye; êdî ew bi “di halê xwe de girîna Kurda” na;

    tenê û tenê “bi têkoşîneke xurt a siyasî” dikare xwe ji tunebûnê rizgar bike.

    Nizanim; wekîl çayên xwe bi kurdî bixwazin, dayîk bi zarokên xwe re nizanim çi bikin, kurd bila di konan de, bi zimanê xwe nimêj û dia bikin… Ev bi tevahî şovên bi şox û şeng in, pansûman in, gotinên tiroviro ne.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Careke din silav kekê Marûf,

      Pir spas jibo van analîz û pêşnîyarên te yên hêja.

      Tu di nivîsa xwe de dibêjî “Heta ku Kurdî qada fermî jî tê de, di hemî kar û barên jiyanê de neyê bikaranîn, nebe zimanê perwerdehî û fermî ji mirinê rizgar nabe.”
      Rast e, perwerdeya bi Kurdî pêngaveke gelek jîndar û pêdivî ye, lê dewleta Tirk bi tundî ber xwe dide ku vê mafê nede Kurdan. Dibe ku ev dilsarî di meh yan jî salên were de nerm be û rê li ber perwerdeya bi Kurdî vebe.

      Lê, heta wê demê, divê Kurd çi bikin ku hezkirin, fêrkirin, peyîvîn û karanîna Kurdî zêdetir bikin.

      Çi bikin ku jibo Kurdên ku bi Kurdî dizanin, jîyanê rojane li şûna Tirkî, bi zimanê Kurdî be?

      Jibo Kurdên ku bi Kurdî nizanin, divê çi werine kirin ku ew kesana jî êdî Kurdî hîn bibin?

      Bajarvanê beledîya Sûr’ê Abdullah Demîrbaş, berî demeke kin ragihandibû ku mehaneya (maaş) kesên ku bi Kurdî (her wiha Suryanî û Ermenî jî) dizanin ji yên din pirtir be. Gelo biryarên vê rengî dikanin alîkarîya fêrbûn û axaftina Kurdî bibin?

      Jibo rizgarbûna zimanê Kurdî pêşnîyara “têkoşîneke xurt a siyasî” dikî. Hîn jî di nav sîyasetvanên Kurd de helwêsteke wusa derneketiye ku zimanê Kurdî li her warê jîyanê bikar bînin. Ne hewce ye mirov bale bikşîne vê rastîyê tahl ku gelek sîyasetvanên Kurd hîn jî bi zimanê xwe yê dayikê nizanin.

      Ev têkoşîna xurt a siyasî k utu behs dikî wê çawa be?

  9. Salih Turan says:

    Siheta Mamoste Marûf xweş be;

    Te nirxandinek xweş û balkêş kiriye ku hêjayî lêfikirînê ye. Lê her ku heta niha gelek derdor û camêran, ziman tenê bi mebesta biserxistina şovên xwe bi kar anî bin jî, niha li gor dîtina min rewşa kurdan û dinyayê pir guherî ye. Êdî kurd jî bo ziman û mafên xwe yên din, çi şovan bikin jî mafdar in û ji xwe bi rêya înternet, facebook, tv û radyoyan ango teknolojiya pêşketî kêm zêde digihîjin armanca xwe jî.

    Yanî êdî şov jî pere dikin û li ser gel jî bandorê dikin. Bila mamoste Marûf zêde reşbîn nefikire. Em êdî baş zanin ku, bi qerf û lotikên kurdî jî ziman pêş ve diçe û ji bo rizgariya xwe hewl dide bingehekê deyne! Heger çayê bi kurdî nexwazin jî bila mebûsên Kurd hewl bidin ku, birayên xwe yên din ên mebûs fêrî Kurdî bikin û civata xwe ya Kurdî temam û geş bikin!..

    Çiqas kurdî ji bo têgih û peyvên teknolojiyê, zanist û perwerdehiyê bi kêmasî be jî, gelek zimanên ku ji aliyê milyonan kes û gelek dewletan ve bi awayê fermî tevî kêmasiyên xwe tên bikaranîn jî wisa ne. Ziman bi deshilatbûn, bazara aborî, pêşveçûna perwerdehiyê ji xwe wê xwe temam bike û bikemilîne. Ê min tirsa min qet ji vê nîn e. Bi serê xwe heger ew deshilatî, bazara aborî û mafên perwerdiyê hebin, wê gelek geşedan û pêşketinan jî li ser zimanê kurdî pêk bînin. Divê pêşengiya vê ji siyaseta kurd bike û rê li ber hemû qadên din ên xurtkirin û zexmkirina zimanê kurdî veke.

    Ligel rêz û silavan…

    • Mutlu Civiroglu says:

      Gelek spas, kekê Salih jibo dîtinên te yên delal.

      Ez bi te re hevbîr im ku hemî hewil û bizavên jibo zimanê Kurdî hêja ne û birastî xizmeta armanceke pir girîng dikin.

      Bila hemî pêkhatîyên civaka Kurdî di kar û peywirên xwe de Kurdîyê bikar bînin da ku ziman jinûve biveje, geş bibe û şax bide..

  10. Roşan Lezgîn says:

    Ev bîst sal in ku ez bi awayekî senkronîk pêşveçûna kurdî (kurmancî û zazakî) li Kurdistana Bakur dişopînim.

    Tê bîra min, li salên nodî me nikarîbû xeberaka rojnameyê bi kurmancî binivîsanda.

    Lê çend roj berê li Dîyarbekir fuareka kitêban çêbû.

    Qasî ku min vekola, di van deh salên dawîn de ji hezarî zêdetir kitêbên kurmancî çap bûne.

    Rojnameya rojane diweşe. Gelek televîzyon û radyo hene…

    Heta bi salek-du sal berê jî sîyasetkarên kurdan qet guh nedida zimanê kurdî.

    Niha piçek bala wan li ser ziman çêbûye. Lêbelê em ji bîr ve nekin ku partîyên kurdan derbarê zimanê kurdî de hîn jî bêpolîtîka ne.

    Tu polîtîkayeka kêrhatî derbarê zimanê kurdî de nîn e.

    Zimanê kurdî bi saya kesên kurdperwer gihaye vê merhaleyê.

    Tiştekî gelek girîng jî ev e ku divê em ji bîr ve nekin. Zimanê kurdî tenê kurmancî nîne.

    Zimanê kurdî, ji dîyalektên wekî kurmancî, zazakî, soranî, goranî û lurrî pêk tê.

    Yanî, dema ku em dibêjin “kurdî” divê qesta me tenê kurmancî nebe!

    Li Kurdistana Bakur du dîyalekt hene: Kurmancî û Zazakî.

    Teqrîben pênc mîlyon kurd bi dîyalekta zazakî qise dikin.

    Heta niha bi zazakî nêzîkî 200 kitêb weşîyane.

    Gelek kovar hene. Û niha rojnameyek bi navê Newepel bi vê dîyalektê diweşe.

    Em hêvî dikin ku Radyoya Dengê Amerîka cih bide vê dîyalekta me jî.

    Ji we hemîyan re gelek silav…

    Dîyarbekir, 11.06.2011,
    Roşan Lezgîn

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Roşan,

      Tu bi xêr hatî bloga me. Em hêvîdar in ku te berdewam li bloga xwe bibînin. Tu jî nerazî yî ku Kurd hîn jî sîyaseteke ziman peyda nekirîye. Tu jî wekî kekê Marûf pêşnîyara polîtîkayeke li ser zimên dikî.

      Divê ev polîtîkaya zimên çawa be? Niha Kurd bu 36 nûneran (tevî ku hemî ne Kurd bin jî mirov çaverê dike ku yên ne Kurd jî, wekî Kurdan berevanîya mafê Kurdan bikin) li parlemanê ne. Taybetî BDP li ser pêşvebirin û vejandina zimanê Kurdî de dikane roleke çawa bilîze?

      Bê guman Kurdî navê zimanê Kurdan e û zimanekî pir-zaravayî ye. Em peyiva Kurdî tenê di maneya Kurmancî de naxebitînin. Helbest Zazakî jî beşek ji dewlemendîya me ye û divê ev jî were parastin, dewlemend kirin û xûrt kirin. Gava sîyaseteke netewî ya derheqa zimanê Kurdî were dîyar kirin, divê hem jibo Kurmancî, hem jî jibo Zazakî be…

      Berî çend salan di radyoyê de bernameyeke Zazakî hebû ku M. Malmisanij amade dikir. Nizanim sedema wê çi bû, lê heyf e ku nemeşîya. Piranîya weşana me bi zaravayê Soranî ye jiber ku hejmara hevkarên Soranîaxêf gelek zêdetir in û yên Kurmancîaxêf hindik in. Bê guman daxwazêya te di cîh da ye û em hêvîdar in ku di demên pêş de dest bi bernameyên Zazakî ji bikin…

      Silavên te ser serê me. Em jî ji Washingtonê silavên xwe yên Kurdewar ji te re û ji tevahîya Dîyarbakirê re dişînin.

      • Roşan Lezgîn says:

        Birayê hêja Mutlu,

        Di serî de li min bibore ku min bersiva te dereng dît.

        Ez hêvîdar im ku tu mîna navê xwe her tim bextewar û şad bî.

        Niha dema ku em bi awayekî giştî bala xwe didin dîroka siyaseta kurdan, tê dîtin ku daxwazên kurdan formulekirî nîn in, argumantên ku li ser siyaset tê kirin jî dîyarkirî, yanî muşexes nîn in.

        Tiştê tê gotin, tenê zulm û tadaya neteweyên (tirk, fars, ereb) serdest e. Kurd dixwazin ev zulm û tada ji ser wan rabe, yanî hêzên mîlîtarîst yên neteweyên serdest gund û cih û warên kurdan texrîb nekin, îşkence û zindan tunebe. Û piçek jî demokrasî û mafên kulturî yên mîna serbestkirina hinek edetên gelêrî dixwazin.

        Lê di bingehê xwe de kurd neteweyeke xwezayî ne û divêt mafên xwe yên neteweyî çi ne, wan mafan tam diyar bikin û li ser vê bingehê siyaset yan jî têkoşîna xwe bimeşînin. Mesela wekî danîna dewleteke serbixwe.

        Her wisa zimanê kurdî çi ye, ji çi pêk tê û divê çawa bihêt emelkirin, welatê kurdan heta kîderê ye û divêt di bin îdareya kê de be, xweîdarekirin çi ye û divêt kî û çawa kurdan îdare bike, manewîyata neteweyekê ji çi pêk tê, mesela huner, edebiyat, kultur, spor ûwd. ên neteweyê çi ne û divêt çawa bêne parastin û pêşvebirin?

        Muşexeskirina van diyardeyan dibe bingeha polîtîkaya neteweyî.

        Ger polîtîkaya neteweyî dîyar bibe, hingê ferdên neteweyê xweberî dikevin bin xizmeta polîtîkaya milî.

        Ger em werin ser zaravaya zazakî. Ger bala cenabê te jî kişandibe, di siyaseta kurdan de zaravayên kurmancî û soranî serdest in. Bitaybetî li Kurdistana Bakur kurmancî gelek serdest e. 5 mîlyon kurdên zaza hene lê ji ber ku di nav dem û dezgeyên kurdan de, em bibêjin di çapemenîyê de zêde cih nadin zazakî, hingê kurdên zaza xwe di nav tevgera neteweyî ya kurdî de nabînin. Wexta ku xwe nebînin jî hingê xwe dûr didin.

        Ger em bala xwe bidin encamên hilbijartinên 12 hezîran 2011 dê ev dîmen gelek zelal bixuye.

        Bajarên ku kurdên zaza têde ji sedî 80-90 niştecih in, wekî Xarpêt, Çewlîg û Dêrsim, kurdan nekarî havilekê bikin! Kurd hîn jî nikarin li Xarpêtê namzedek nîşan bidin yan jî aktîvîteyeka sîyasî, em bibêjin daxuyanîyeka çapemenîyê ya giresyî jî bidin.
        Çima?

        Kurdên zaza yên vê wîlateyê li dora partîyên tirkan kom dibin. Sedem çi ye?

        Li Dêrsimî namzedek danîn lê nikarî derxînin. Çimkî xelqê Dêrsimî tu car nikariye ziman û kultura xwe, bawerîya xwe di nav neteweyîbûna kurdan de bibîne. Siyaseta kurdan qet guh nade zaravaya zazakî û eleweyîtîyê, hingê kurdên zaza jî xwe xerîb dibin, navxoyî nabînin!

        Ger li Çewlîgê cara yekê namzedek derxistibe, bi xêra têkilîyê eşîrtîyê ye. Parlementerê Çewlîgê ji eşîra Az e. Eşîrên Az, Botiyan, Mistan û Murtezan pismamên hev in. Ne ji ber hîsên neteweyî lê ji ber xizmîtîya eşîrtîyê ray dan.

        Yanî hereketa siyasî ya kurdan li Bakur hema bibêjin ku bûye hereketa kurmancan. Kurdên zaza xwe têde nabînin!

        Ez dibêjin kurdên zaza, bitaybet ji aliyê ziman û kulturê ve, ji aliyê baweriyê ve gelek tên îhmalkirin. Meriv dikare bibêje kanalê televîzyona dewletê TRT6 ji deh car li kanalên televîzyonên kurdan cih dide zazakî. Ev ji bo dem û dezgeyên kurdan ne eybeke mezin e?!

        Siyaseta kurdan li Bakur dikare bitaybet cih bide suryanîyan ku tenê çend gundên wan li dora Midyadê hene, ji wan re bi rayên kurdan parlementerek derxîne, li televîzyonê ji bo wan hertim bernameyan bide çêkirin. Dîsa, siyaseta kurdan dikare çepên tirkan yên gelek marjînal bi rayên kurdan bike parlementer, lê ji bo kurdên zaza bêdeng e. Qet nabêje çima li Xarpêtê, li Dêrsimê, li Çewlîgê, li bakurê Dîyarbekirê, li Bidlîsê sîyaseta kurdan ewqas lawaz e, heta ku tune ye.

        Jixwe niha bi fîtikirina dewletê hinde xêrnexwaz rabûne fitneyîyê dikin nava kurdan û dibêjin zaza ne kurd in. Tu were ku bi vê polîtîkaya qirêj, çend sal paşê îcar kurd bi xwe bi hev kevin!

        Ji wê çendê ez wekî kurdekî zaza ji hemî dezgehên ku tê de kurd hene, daxwaz dikim ku dengê zazakî jî tê de bixuye.
        Firsendê û îmkanan bidin kurdên zaza jî. Kurdên zaza jî xwe di nav tevgera kurdayetîyê de baş bibînin. Ev heq e, ev daxwazeke meşrû ye.

        Ez dixwazim dengê zazakî li Radyoya Dengê Amerîka jî hebe. Ez bi her awayî amade me ku beşdar bibim.

        Niha li Dîyarbekirê em rojnameyeke zazakî ya 15 rojane bi navê Newepel derdixin. Min di vê rojnameyê de xebera hebûna VOA weşand. Dîsa malpereka min li adresa http://www.zazaki.net heye. Ez hêvî dikim ku hûn alîkariya me bikin da em bikaribin nuçe û raportên kulturî-siyasî-sosyalî li Radyoya Dengê Amerîka jî çêbikin.

        Ji Dîyarbekir gelek silav û rêz

        • mahmut says:

          Hevalê Roşan,

          Ez piranîya gotinên te begem dikim û lazime Zazakî were parastin û pêşvebirin. Lê, ez ni bi vê gotina te me ku Kurmancî wekî Soranî serdest e.

          Ka zehmet nebe Kurmancî çilo serdest e? Zimanê kîjan dewlet, hikûmet yan zanîngeh e? Seba ku nîvî pirtir Kurd bi Kurmancî dipeyvin Kurmancî zêdetir belave ye. Lê, eger meriv qala Soranî bike, birastî jî serdest e û neheqî li ser Kurmancî û Hewramanî dike. Li Iraqê 3 zaraveyên Kurdî hene lê tenê Soranî serbest e û li daîreyên hikûmetê, li meclîs, universîte, radp, televîzyon û destgehên din de axifîn. Soran tenê zimanê xwe Kurdî hesab dikin û qiymet nadin zaraveyên din.

          Ez çend caran çûme başûr, bawer ke nêrîna birayên me Soranan ji tirkan xirabtir e. Xwe pir mezin û zana dibînin lê me gîşkan nezan û gundî dihesibînin.

          Lê em Kurmanc ne wusa ne. Em qasî zimanê xwe zikmakî hez dikin, Zazakîyê jî hez dikin û diparêzin. Dîsa Soranîyê jî hez dikin û wekî kultura xwe qebûl dikin lê heyfe ku Soran dixazin li başûr Kurmancî qedexe bikin. Ez li Duhok û Zaxo bi pir kesan re axifîm û hemû jî pir eciz in ku nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin û li wê derê her tişt bûye soranî.

          Sipas ji te ra û ji blogê ra

          Bijî zimanê Kurdî
          Bijî Kurmancî, Zazakî, Hewramanî

          • Roşan Lezgîn says:

            Birayê hêja,

            Ez ê piçek li ser pirsa te yan jî îdîaya min “Kurmancî serdest e” bisekinim.

            Dema ku ez dibêjim “kurmancî serdest e” mebesta min ne hemî parçeyên Kurdistanê ne. Mebesta min tenê Kurdistana Bakur e.

            Li Başûr, helbet şovenîzmeke şêwezarî ya berbiçav ya soranîaxêfan, bitaybetî soranên Silêmanîyê heye. Ev neheqîyeke mezin e ku soran şêwezara soranî li ser hemî kurdan ferz dikin.

            Li Bakur, şovenîzmeke şêwezarî ya berbiçav ya kurmancîaxêfan herwekî şovenîzma soranîaxêfên Başûr li ser zazakîaxêfan nîn e. Çimkî li Bakur hîn statuyeka resmî tun e.

            Lêbelê li Bakur çiqas dem û dezgeyên kurdan hene, çiqas organên çapemenîyê hene, hemî bi kurmancî ne. Dibe ku di nav rûpelên kovar yan rojnameyan de wekî çeşneke foklorîk cih bidin nivîseke
            zazakî lê di esasê xwe de ji sedî 90 çapemenî bi kurmancî ye.

            Ev dike dora 15 salan ku kurdên Bakur xwedîyê kanalên televîzyonan e. Lê ev kanal cih nadin zazakî. Ger cih bidin jî wekî çeşnekê cih didin.

            Li Bakur kurmancî serdest e. Ev serdestbûn zazakî dixîne bin siya kurmancî.

        • Mutlu Civiroglu says:

          Silav kekê Roşan,

          Destpêkê de spasîya te dikim jibo xemxwarîya te û evîna te ya li ser zimanê Kurdî. Tu û hevalên te gelek karên hêja dikin û ez li ser vê xebata we ya delal, pîrozbahî li we gîşkan dikim.

          Ez qerînên te yên dilşewat li ser zaravayê Zazakî jî baş dibihîsim. Heta niha min hizir dikir ku Kurd bi têra xwe cîh didin Zazakî, lê xuya ye tu wiha nafikrî. Bi dîtina min, çi Zaza be, çi Kurmanc kêmahîya hemî Kurdan ev e ku qiymet nadine zimanê xwe yê dayikê. Li şûna Kurdî, pirtir bi Tirkî dipeyvin.

          Lê, tiştekî dilê min şa dike ev e ku li nav Kurmancan hezkirin û sempatêyeke mezin li hember Zazakî heye. Belku di pratîkê de ne bi qasî tu dixwazî be, li di hundurê xwe de ev hezkirin birastî heye.

          Ez dixwazim pirsek li te bikim. Bi texmîna te li Tirkîyê çend mîlyon Kurd hene û ji wan çiqas Zazaaxêf in?

          Her wiha, divê Kurd çi bikin ku li wan bajarên ku te nav kirine (li Xarpêt, Dêrsim û li Çewlîgê), şîyarbûn û hêsta netewî pêş bêxin?

          Dubare pir spas û serfirazî

          • Roşan Lezgîn says:

            Merheba bira Mutlu,
            Derheqê nufûsa kurdan de tu îstatîstîkeka resmî ku hatibe eşekerakirin tun e. Lê li gorî texmînan, li Kurdîstana Bakur û di nav sînorên îdarî yên dewleta Tirkîyê de qasî 20-25 mîlyon kurd dijîn. Teqrîben ji çaran yekê kurdên Bakur zazakîaxêf in. Yên din, hema bibêje giş kurmanc in.

            Nîvê kurdên zaza elewî, nîvê din jî sunî ne. Yên elewî ji xwe re dibêjin “kirmanc” û ji diyalekta xwe re jî dibêjin “kirmanckî”. Ji yên sunî jî, piranî ji bo xwe dibêjin “kird” û ji bo dîyalekta xwe jî dibêjin “kirdkî”. Li Çermûg, Sêwreg, Aldûş (Gerger) û Modanê (Mutkî) ji xwe re dibêji “dimilî” ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “dimilkî”. Li Madenê û hin deverên Xarpêtê jî ji xwe re dibêjin “zaza”, ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “zazakî”. Lê ji derve de navê “zaza” li ser vê grûbê hatiye sepandin.

            Grûba zaza bi giştî din av sînorên 12 bajarên Kurdîstana Bakur de niştecih in:
            1)Semsûr
            2)Çewlîg
            3)Bedlis
            4)Dîyarbekir
            5)Xarpêt
            6)Erzirgan
            7)Erzirom
            8)Mûş
            9)Sêwas
            10)Sêrt
            11)Dêrsim
            12)Ruha

            Ji bilî van bajaran, li Aksaray, Meletîya, Kirşehir, Gumuşxane û Ardahanê jî gelek zaza niştecih in. Îro nufûseka gelek mezin a kurdên zaza li cîhanê bitaybetî li Ewropa belav bûye. Herwisa li metrepolên mezin ên Tirkîyê jî gelek kurdên zaza hene.

            Meriv dikare bibêje ji sedî heftê nufûsa kurdên zaza ji ser axa xwe ya qedîm koçber bûye.

            Li Bakur, wekî takekes, kurmancên xwedî şuûr (cenabê te jî tê de) hene ku bi heskirin xwedîtîyê li kurdbûna zazayan dikin, di teoriyê de heqê zazakî teslîm dikin. Dîsa, di nav girseya giştî ya gel de jî di teoriyê de tu alerjîyeke grûba kurmancan ji bo zazakî tun e. Tu muqawemeteka plankirî jî tun e. Lê di pratîkê de tu car mumkin nebûye ku kurmanc guhdariya zazakî bikin yan firsend bidin ku zazakî bihê axaftin yan jî zaza xwe bi zazakî îfade bikin. Bîst heb zaza li derekê bin, lê tenê kurmancek di nav wan de be, dikare rê nede ku qisekirin bi zazakî çêbibe. Zeafekî zazayan jî ev e, di zazakî de rikê nakin. Ji bo ku muxatab wan fêm bike, yan dê kurmancî qise bikin yan jî tirkî. Herwekî aniha ez dikim.

            Ev yên ku kurmancî dizanin, lê ji çaran sisêyê zazayan kurmancî nizanin û fêm jî nakin. Zazayên ku kurmancî fêm nakin, bi giştî ji alîyê hîsên neteweyî ve lawaz man yan jî paş de hatin hiştin. Çawa ku kurmanc jî ji vir heta bîst sal berê ji hîsên neteweyî zeîf bûn.

            Lê, bitaybetî bi saya weşanên radyo û televîzyonan (Radyoya Erîwanê, Radyoya Kirmanşanê, Radyoya Bexdadê dû re kanalên televîzyonê MEDT TV, ROJ TV, KURDISTAN TV, KURDSAT, KURD1 û gelek televîzyonên herêmî ku ev serê deh-panzdeh salan e berdewam weşanê dikin) hem kurmancî di nav girseyên xelqê de bû xwedî prestîj hem zimanekî yekgirtî û standard di nav gel de belav kir û hem jî şuûreka neteweyî çêkir.

            Di weşana van radyo û televîzyonan de para zazakî ji % 1 jî nîn e. Ev tesbîteka rastî û qetî ye, texmînî nîn e.

            Girseyên mezin ên zazayên ku kurmancî nizanin, bi awayekî xwezayî bûn muxatabên radyo û televîzyonên dewletê (tirkî) û ji vê guherînê dûr man.

            Ez dibêjin çareya wê ev e ku, bitaybetî di radyo û televîzyonan de, bi hawayekî biîstîqrar û daîmî cih ji bo zazakî bihê dayîn. Mesela, televîzyona dewletê TRT6 gelek cidî û biîstîqrar, weşana bi zazakî dike. Çend bernameyên zazakî daîmî diweşîne, herwisa rojê sê caran nûçeyên bi zazakî diweşîne. Ez dizanim ku gelek kurdên zaza li vê televîzyonê temaşe dikin. Çimkî jê fêm dikin. Ê wexta li televîzyona dewletê temaşe bikin, hingê her ku diçe hîsên wan jî nêzikî wir dibin!

            Ger di radyo û televîzyonên kurdan de, qet nebe qasê TRT6 cih ji bo zazakî bihê dayîn, dê ji alîyê psîkolojîkî ve, ji alîyê geşkirina hîsên neteweyî ve, ji alîyê pêkanîn û pişdebirina şuûra milî ve di nav çend salan de rewşa kurdên zaza bi ser başîyê ve biguhere. Hingê heqîqeten dê xwe parçeyeka neteweyê bibînin. Tê zanîn ku di nav girseya xelqê hîsên neteweyî bi riya perwerde, weşan û propagandayê dikare pêşde jî herin winda jî bibin.

            Niha xetereyeka gelek mezin li ber me kurdan e, her ku diçe kurdbûn tenê di nav kurmanc û soranan de dimîne. Yanî, li Bakur zaza, li Başûr jî hewramî, bacelanî, maçoyî, kakeyî û bitaybetî kurdên feylî (lur) gelek ji hîsên neteweyî dûr dikevin. Heta kurdên êzidî ku kurmanc in, ew ji alîyê hîsên neteweyî ve di rîskê de ne. Çunkî eşîrên kurmanc û soranan rê nadin ku ew jî bi hawayekî kamil di nav malbata neteweyî de cih bigrin, ji ber baweriyê (ayin) wan ji xwe kêmtir dibînin.

            Hetta ku sîyaseta kurdên Başûr ji bo ku ji grûbên mîna hewramî, kakeyî, feylî re nebe mînak, rê nadin ku zazakî di radyo û televîzyonan de cih bigre. Wekî mînak, min nêzikî salekê rûpeleka Rûdawê bi zazakî amade dikir lê desthilatdarên Başûr vê rûpelê bi awayekî dan betalkirin. Dîsa, bernameyeke suhbetê ku li kanala Kurd1 çêdibû jî, ji aliyê desthilata kurdên Başûr ve hate betalkirin. Ev her du organ jî yan rasterast yan endirekt di bin kontrola siyaseta desthilata Kurdîstana Başûr de ne.

            Herhal difikirin ku tenê bila kurmancî û soranî bibin zimanê neteweya kurd. Zazakî, hewramî û lurî ji xwe re bar dibînin. Yan jî dibêjin bila grûbên din asîmîle bibin. Lê ji bîr dikin ku ev grûb, bitaybetî grûba zazayan asîmîleyê kurmancî nabe, dibe tirk! Lur li Iraqê dibin ereb, li Îranê dibin fars. Axir nabin kurd.

            Şovenîzma soranan jî ev e ku dibêjin netewe tenê zimanek divê. Kîjan ziman? Soranî. Çima? Çimkî ev 80 sal in li Silêmanîyê zimanê perwerdeyê ye. Lêbelê ji bî dikin ku kurd gelek grûb in, her wisa di bin kontrola neteweyên serdest yên cihê bi cihê de ne. Ku ne mumkin e giş bikevin bin bandora soranî, asîmîleyê soranî bibin.

            Ger min dirêj kiribe, li qusurê menirên ji kerema xwe.

            Gelek silav…

            • Mutlu Civiroglu says:

              Careke din kekê Roşan,

              Bila destên te neşin ku te ev qas zehmetî birîye û nêrîn, zanîn û tecrubeyên xwe bi me re parve kirîye.

              Ez li ser navê xwe bêjim ku gelek tiştên nû ji van nivîsên te yên hêja hîn bûm, bawer im xwendevanên me jî feydê jê digirin. Tiştên ku tu li vê derê dinivîsî her wiha jibo lêkolîneran jî gelek kêrhatî û hêja ne.

              Hêvîdar im dezgehên medyaya Kurdî di demên were de gilî û gazincên te bibîhsin û pirtir cîh bidine Zazakî.

              Te jî behs kir li nav parlamanterên Kurd yên nû hilbijartî jimareke girîng ya Kurdên Zaza hene û divê ew jî vê kêşeya heyî zindî bikin û bala civaka Kurdî bikşînin ser vê meselê.

              Li ser babetên ku te behs kir, li ser navê dikanim bêjim ku di demên pêş de hesastir bim û pirtir girîngî bidime rewşa zaravayê Zazakî.

              Dubare silavên pir germ ji te re dişînim.

            • Fersed Zaxolî says:

              Kekê Roşan,

              Birastî tu neheqî dikey. Li Kurdistana başûr hîç mafê me Kurmancan nîne. Her tişt bi Soranîye û em gelek ji vê halê nerazîne. Xwendina serekî û ya blind, daîereyên resmî hemî bi Sroanîne.

              Mala Barzanî bi xo Kurmancin lê hîç qiymet nadin Kurmancîyê. Em xelkê devera Badînan pir ecizin ku zimanê me bindest û bê qiymete.

              Tu li verê dibêjî li Kurdistan Başûr hewramî, bacelanî, maçoyî, kakeyî û bitaybetî kurdên feylî (lur) gelek ji hîsên neteweyî dûr dikevin lê qet behsa me Badînîyan nakî. Nîvê Kurdistana Îraqê Kurmancin û hîc mafê me nîne û li ser me Soranî farz dikeyn.

  11. kamran says:

    Silav hevalên hêja!

    Di vî pirsê de, yekem car em Kurd divê zimanê xwe qebûl bikin û bi zimanê xwe biaxivin û karên xwe bimeşînin. Dema me kurdan bixwe zimanê xwe xiste rojevê di hemû waran de, wê demê dewleta turk, xwe bi xwe vê mecbûr be ku ew mafên me di warê ziman de qebûl bike. Mixabin niha em kurd bixwe zimanê xwe asîmîle dikin.

    Ez bixwe ji rojhilatê Kurdistanê me û nêzîkî 4 salan li bakûrê Kurdistanê jiyame. Ji bo min wek şokekê bû dema min dît ku piraniya kurdan di nava bajaran de bi turkî dipeyivin. Dema min dîroka bakûrê Kurdistan xwand û min zanî ku dewleta turkan çi siyaseteke zimanî bikar înaye di bakûrê Kurdistanê de, min xwe bi xwe got ku neaxivtina kurdî ji aliyê kurdan ve ne xetayê kurdane. Lê niha piştî nêzîkî 20 salan ku axavtina bi kurdî neqedexe ye, hêj kurd her bi turkî diaxivin, bi taybetî di nava bajaran de. Tişta ku min pirr xemgîn dike. ev e ku kurdên bakûr li ewrûpa jî israrê dikin ku bi turkî bipeyvin.

    Ji ber wê ez dibêjim ku di pêngava yekem de divê em kurd zimanê xwe qebûl bikin. Em ku dîsa divê zimanê xwe vejînin. Dema me zimanê xwe di warê praktîkî de xiste nava jiyanê, wî demê qebûlandina wê bi dewleta turkan dê pirr hêsantir bibe.

    JIYAN BI KURDÎ XWEŞE ji bo kurdan ne bi zimanê dagîrkeran.

    Gel rêz û silavan
    Kamran ji Urmiye

    • mahmut says:

      Têr bijî hevalê Kamran.

      Welle tu rast dibêjî.

      Nexweşîya me Kurdên Bakur e ku em xwe ji tirkî rizgar nakin.

      Yaw li Amedê jî her kes bi tirkî xeber dide. Ez ji Muşê me û dema cara pêşîn çûme Amedê min dît herkes li kolanan tirkî diaxife.Ez pir li ber xwe ketim ku halê me usa ye. Rêberên me Kurdan berî herkes ew bi tirkî xeber didin. Gerek e ev ji xwe re bikin adet ku bi tirkî nepeyvin lê ka ew roj? Em dibînin piranîya wan pir heweskar in bi zimanê tirkî qise bikin.

      Mesele wekî çîroka îmam û cemaat e. Ku Kurdên zana û xwendî usa bikin kesên nezan çi bikin heq e. Meze ke mesajên PKK, weşana Roj TV hemû bi Tirkî ne. Pewîste êdî dev ji tirkî berdin û temamî bi Kurdî bipeyvin.

      Wekî te gotî ziman bi Kurdê xoş e.

      Xortê Serhedê Mahmut

    • Mutlu Civiroglu says:

      Kekê Kamran,

      Ez bi xwe jî Kurdê Bakur im, lê heyf û mixabin ku gotinên te ji serî heta biniî rast in û rexneyên te di cîh da ne.

      Rast e li ser Kurdan giwaştin û zordarî hatine kirin, lê divê Kurd xwe li paş bahaneyan veneşerin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê, li her derî bi Kurdî biaxifin û yên ku nizanin hewil bidin ku fêr bibin.

      Min li Kanada û Amerîka çend malbatên Kurdên Tirkîyê dîtine ku li vir jî bi zarokên xwe re Tirkî dipeyivin. Li van deran ne zulm û zordarî heye, ne jî asîmîlasyon lê ji xwe re bîyanîbûn ketiye hundurê me gîşkan û em ji zimanê xwe dûr ketine.

      Pir spas jibo hêstên te yên Kurdewar. Em li benda nivîs û şîroveyên te ne.

  12. Ahmede Hepo says:

    Gel û ziman zo ne
    “Bi hemû zimanan Xwedê tê pesinandin”

    “Dengê Amarîka”-yê-Sîyaseta Kurd li Tirkîyê û zimanê Kurdî re çend pirs pêşta kişandî ye. Ezê bicedinim, weke dîtina xwe bersiva pirsa jêrîn bidim:

    -Bi dîtina we, parlamenterên Kurd yên nû di parlamana ya Tirkîyê de derheqa zimanê Kurdî sîyaseteke çawa biafrînin?

    Derbarê zimên de gelek nêtên bi zanîyarî hatine gotin. Ezê jî ya dilê xwe bêjim:

    – Dibên, Xwedê her çi xuliqandîye zo-cot xuliqandî ye. Şev-roj, hîv-tav, erd-esman, gel-ziman û yên mayîn. Wekî ji van bilindayên gerdûnê, yên zo, yekê hildî qe jîyana mirovan dikare bidome? Na! Sed car na!

    Jorê hate gotinê, wekî gel û ziman jî zo ne. Me Kurdan jî bi zimanê xwe her dem Xwedê pesinî ye. Çendî-çend cara misilmanî ji zordestî yê daye xilazkirin. Lê çima ev cîranên gelê kurd, ev birayên me ye misilman di avbeza dîrokê de hey xwestine û dixwezin bi carekê vî gelî, ji rûbayê dunê bide hildan!

    Dijî wana dew-doz, şer-war rakir, qira bi hezar-hezar mirovan anî, zordestî, bindestî meşand, şirîtdar pey hev dane rêzê, deve kelan-zindana vekir, ji zarên hevt salî hetanî kal-pîrên ketî tijî wan kambaxan kir, cizaretî da, nefî kir, ji cîyên kal-bavan cî guhastî kir, lê tiştek hasil nekir, serketinek dest neanî. Bona wana her tişt sero-bin bû, lê Kurd bi gavên fire pêşta çûn.

    Bersiva vê pirsa dirêj kur te:

    -Neyar xwe re kere-ker dibêje, me hatîye cî-warên wan girtîye, naha jî em ji roja xwe ye dahatî ditirsin!

    Lê, icar jî neyaran hevra qal kirin, hevra şêwirîn û dest avîtine buxdantî û mixenetîke din:

    -Warên em dest bidine hev heyîtiya kurdan kit, kit bidine hildan. Werên em bêjin, zar-zimanê wan tune. Dijî wê yekê şerkarîyê bikin, nehêlin ewana bi zimanê dayîka xwe biaxifin. Bila bi nexweşîya asimilasiyonê nexweş kevin, bên bigihijne me û mera xulamtî yê, olamtî yê bikin.

    Hey hay, ew nêta wan jî pûç derket. Lê di vî alî de gotî gelek karên ber çav bêne kirin. Ev barên giran jî dikeve ser milên parlamenterên Kurd, yên nû di parlamana ya Tirkîyê de.

    Çawa jorê hate serzaran, di vî warî de ez ê bi gorîya xwe çend qewil-mercan bêjim:

    1. Pêwîste û giringe parlamenterên Kurd dewê bikin, wekî hemû dibistan-mekteban de, kê derê zarên kurdan bi
    piranî hene, hetanî dersxana sereta (ilkokul) heftê carekê bi zimanê kurdî ders bê derbas kirin, ji wê wêda, heftê qe na, du caran dersên bi zimane Kurdî bêne derbas kirin.

    2. Wezîrîya xwendinê bi fermî-resmî destûrê bide, wekî bi kurdi ders bêne derbas kirin.

    3. Bona dersan him Elfabe, him pirtûkên dersaye mayîn pêwîste ji alîyê Wezîriya xwendinê de bê rastandin û weşandin.

    4. Li gund, avan û bajarên Kurdan de kursên zimanê kurdî bên vekirin. Diqewime heftê çend caran ew kurs bêne derbaz kirin.

    Temenên salan hilnedine ber çavan, kî bixwaze, dikare tevî wan kursan bibin.

    5. Bona dersên zimanê kurdî bêne derbazkirin pêşekzan-dersdar pêwîstin. Gotî mecal bêne sazkirin, wekî ewledên kurdan bikarbin zanîgeha de xwendina pêdagojiyê dest bînin.

    6. Usa bikin di çiqil, warên çapemenîyê de astangî derneyêne holê. Serbest rojname, pirtûk bêne weşandin.

    7. Tu dema di alîyê xwendin-perwede bûnê de pirsa boykot bûnê pêşta neyê kişandin. Du derbê boykotê hene, yek digihîje me bi xwe. Wekî zarên kurdan neçine mekteban, wê ne xwendî, bê zane bimînin. Neyar-dujmin jî wê yekê dixwazin, wekî ewledên Kurdan pêşta neçin.

    Vê pirsa ferzra ezê minakekê bînime holê. Min carekê di gotareke xwe de nivîsîye, dîsa diwekilînim. Neyarekî gelê kurd yê xwinmêtî gotî ye:

    “Êy gelê min, gava kurdan çek hildan û dijî me şer kirin metirsin, ewana tiştekî nikarin bikin. Lê gava kurdan him çek hilda, him qelem hilda bitirsin”.

    Xwendin, zanebûn û sîyaset ji çekê tujtire!

    Bila rind bê zane bûn, wekî ew qewil-şertê pêşta kişandî bona rojên îroyî giringin, lê bona rojên sibê teng û hindikin!

    Bila tu ewledekî kurd bê xwendin nebe, bê zimanê dayîka xwe nîbe! Heyîtîya wana Azadariya gel e!

    Ahmedê Hepo,
    Endamê nivîskarên Azerbaycanê.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Mamosteyê hêja Ahmedê Hepo,

      Ser seran û ser çavan hatî. Wekî her dem behnsa evîna ziman, çand û nasnameya welatê bav û kalan ji nivîsa te tê. Her çiqas li welatekî dûrî warê bav û kalan bî jî, meriv bi zelalî dibîne ku dil û ruhê te li welat e.

      Helbet nêrîn û 7 pêşnîyarên te gî gîş maqûl in. Em hêvîdar in ku pêşnîyarên te di demên were de ji sîyasetvanên Kurd re bibin rêber û rohnker.

      Bila mala te hezar car ava be.

  13. Lukman Ahmad says:

    Destê te xweş be,

    Wisa tu dara ziman av dide û berê wê dide nasîn. Pencera te çirûskek di ezmanê ziman de yê û hêvîdarim ku mezin û zengîn bi be, bi destnivêsên zimanzan û nivîskarêrên kurd.

    Riya te vekirî be û piştgirî ji karê te re.

  14. Ahmede Hepo says:

    Kek Lukman Ahmad,

    Her dema we xweş û geş!

    Kurt derbarê xwe de binivisim.Hetanî naha 10-12 pirtûkên min,yê beden nivsarê hatine weşandin.

    Ez naha serkokê bernama zimanê kurdîme.Bi têlêradio Azerbaycanê bermama zimanê kurdî heye.

    Min dexwest derbarê we de jî hînek agadarî bizanîbûya!
    Bi silavên şirin

    Ahmedê Hepo,
    Endamê Yekîtîya Niviskarên Azerbaycanê

    • Lukman Ahmad says:

      Silv û rêz mamosta yê hêja Ahmed Hepo,

      Gelek sipas bo aghdarîya te. Bi dilekî xweş erê didim te û li ber destê we me. Dema ku wê bibe keverik ji keverî avakirina mala kurdî û ji aliyê din ez kar û xebata te pîroz dikim. Berhemên te cihê şabûnê ye û serbilindîya me ye.

      Ez amade me ji bo te. Tenê ji kerema xwe re şirove bike bê çi ji min tê ye xwestin.

      her ser sera û her du çavan.

      Silav û rêz
      Lukman Ahmad
      Hunermendê şîwekar

      • Mutlu Civiroglu says:

        Kekê Lukman,

        Tu jî xêr hatî bloga me. Hêvîdar im ji niha pê ve emê te pirtir li vê derê bibînin. Birastî mamosta Ahmedê Hepo rewşenbîrekî pir hêja ye û salên dirêj vir ve xizmeta gelê xwe û zimanê xwe dike.

        Mamosta Ahmed li nav civata me Kurdan ya li Azerbaycanê jî rûspîyekî navdar e nav nivîskarên Azerî jî bi qedr û qiymet e. Ne tene wekî nivîskarek lê her wiha di Para Kurdî ya Radyoya Azarbeycanê jî ked û emegên wî yên hêja hene…

        Kekê Lukman,

        Bê guman ez karê te yê hunerî rind dizanim û divê ji hemî xwendevanan me re dîyar bikin ku birastî resamekî gelek serketî û hêja yî. Dibe ku li demên pêş hîn berhemên xwe ji xwendevanên bloga me re nîşan bidî ku ew jî destkarîya te agadar bin.

        Careke din spas û serkeftin

        • Lukman says:

          Silav û rêz ji te re kekê Robîn,

          Her sax bî û hêja Mamoste Ahmed jî, yên ku bi çavê ronahîyê li dîroka xwe dinerin û her ber bi pêş dibin.

          Li lêvegerîna dîroka tore ya kurdî, emê di nav bexçê kultura kurdî, rastî çavkaniyên berhema hişmendiya kurdî bibin, yên ku av xwe di damarê jiyana kurdî de rewa kirin.

          Wisa nevîyên wan di derdora jîyanê de xwe vejîn dikin mina mamoste Ahmed û yên weke wî hezkirê gelê xwe ye.

          Dîsanê hêvîyên mezin ku bloga te bibe pencera têkîlîyan di navbera gelê kurd û her bibe maseya giftûgo ya rewşa ziman û kultura kurdî.

          serkeftin, serkeftin

          Lukman Ahmad

  15. Berfo says:

    Roj baş hevalên hêja,

    Em bi vê blogê gelek kêfxweş in. Ahmedê Hepo, Mamosta Marûf, Salih Turan, beştarvanên din û birêz Civiroglu tiştên pir hêja dinivîsin. Ez û hevalên min teva nivîsên we dixwînin û feyde ji wan distînin. Ji kerema xwe re her dem binivîsin ku xortên Kurdan jî xwe perwerde bikin.

    Li gelek malperên Kurdî tenê sîyaset heye, lê li vê derê Kurdî heye, Kurdistan heye, Kurdîtî heye, welatparêzî heye, rewşenbîrî heye.

    Em ji we zehf razî ne.

    Zimanê Kurdî zimanê me ye
    Zimanê Kurdî ev rewşa me ye

    Li ser navê xortên Kurd li Bazîdê

    Berfo

    • Mutlu Civiroglu says:

      Roj baş birayê Berfo,

      Silavên me yên germ ji Bazîd re, cî û warê Seydayê Ahmedê Xanî re. Cîyê şabûnê ye ku xortên Bazîdê bloga me û gotûbêjên me dişopînin.

      Hêvîya me ev e ku peywemndîya me tim bidome, Ez bi xwe jî gelek caran hatime Bazîdê û birastî hem gelî wê derê û hem jî xwezayê wê pir taybet û li ber dilê min bajarekî pir bedew e.

      Gotinên te gelek rast in ku Ahmedê Hepo, Mamosta Marûf, Salih Turan, Tosinê Reşîd, Edîp Polat, Roşan Lezgîn, Rizgar Kesteyî û hîn gelek nivîskar, rojnamevan û hezkirîyên ziman û çanda me nêrîn û pêşnîyarên xwe bi me re parve dikin.

      Em hêvî dikin ku hun tim bi me re bin.

      Silavên germ ji dîyarê Washingtonê heta Bazîd a qontara Çîyayê Agirîye, tirba Seydayê Xanî û Qesra Îshaqpaşayê

  16. Li Bakûr rewşa Kurmancî û Zazakî,

    Hin kes radibin rûdinin di halê Zazakî de digirîn û çapemenî û saziyên kurda bi paşguh kirina Zazakî tewambar dikin.

    Li ser navê xwe ez tevlî van nîqaşan nabim û vê yekê wek bincil kirina pûşên (sûc) dagirkeran dihesibînim.

    Kî çi dibêje bila bibêje li Bakûr Serokwezîrê îro jî tê de, çi Kemalîst çi Îslamparêz serdest bi salan e bi gelê me yê zazakîaxêv dileyîze; li dora wî da dafik û xefikan datîne, dike wan ji girseya mezin a gelê Kurd kerî bike veqetîne; dûvre jî daqurtîne.

    Bo aşkera kirina encama vê bêyomiyê divê demildest lêkolînên dorfireh ên civaknasiyê(sosyolojîk) bên kirin û bersîva van pirsan bên dayîn:

    1) Ji sedî çend zazakîaxêv xwe ji malbata gelê Kurd dihesibîne?
    2) Ji sedî çend xortên zazakîaxêv bûne dilxwaz û alîgir û mîlîtanên Hîzbula? Di nav Tevgera Hîzbula de Rêjeya zazakîaxêvan çi ye?
    3) Rêjeya Dêrsimiyên zazakîaxêv ên ku xwe wek Kurd dihesibînin çiqas e?
    Ji sedî çend Dêrsimî xwe dikin qurbana Kemalîzmê?

    Ev lêkolîn bersîva “di nav Tevgera Azadiya Kurd de rêje û bandora zazakîaxêvan” derdixe holê. Bi ya min, qada medyayê jî tê de, kar û xebatên li ser Zazakî ji rêjeya Zazakîaxêvên di nav Tevgera Azadiya Kurd zêdetir e.

    Ez pir baş pê dizanim ku bi dehan caran li Enstîtû û li saziyên Kurda Kûrsên Zazakî hatine lidarxistin lê, ji ber kêmasiya dilxwazan ev kurs an destpê nekirine, an jî di nîvî de mane. Sedema vê yekê jî lawaziya motîvasyona Zazakîaxêvan a bo

    Tevgera Azadiya Kurd e. Ev yek di giyan û derûniyeta zazakîaxêvan de xemsariyê, xemsariya bo çand û ziman jî diafirîne û deriyê pişaftin û xwepişaftinê serpiştkî vedike.

    Ji xwe li gorî Atlasa zimanan a UNESCO’yê Zazakî jî wek zimanê Laz û Pomakan di xetereyê de ye. Çawa ku Laz û Pomak heştê sal e hevkarên herî dilsoz ên dewletê ne, Zazayên me jî rasterast bi dewletê re ne xwedî têkilî bin jî, bi salan e bi gelemperî xwe bi hevkar û karbidest û siyasetmedarên wê yên Kemalîst û Îslamparêz ve şidandine. Çêwlik û Dêrsim du mînakên herî balkêş in, divê em serê xwe li ser wan biêşînin…

    • Hesen says:

      Ev uslûb, ev şêweya axaftinê gelekî ji nezaketê û medenîbûnê dûr e, hîç ne xweş e.
      Heyf, gelekî heyf!…

    • Roşan Lezgîn says:

      Ev hevalê ku bi navê “Mamosta Marûf” dinivîse, kî ye çi kes e, ez nizanim. Lêbelê ev di meydanê de ye ku di vê şîroveya xwe de gelek neheqî kiriye.

      Dibêje “Hin kes radibin rûdinin di halê Zazakî de digirîn…” Ev şêwe gotin bêrêzî ye. Ev “hin kes” kî ne? Navê wan çi ye? Li kîderê giriyane? Çima “girîn?”

      Dibêje “vê yekê wek bincil kirina pûşên (sûc) dagirkeran dihesibînim.” Yanî, kurdên zaza dema ku bibêjin di radyo û televîzyonê de bi qasî ku hewce dike cih ji bo zazakî nayê dayîn, ev dibe hevkarîya bi dagîrkeran re! Ev îdîayek yan jî sucdarkirineka gelek neheq e.

      Li jêr jî dibêje “Çawa ku Laz û Pomak heştê sal e hevkarên herî dilsoz ên dewletê ne, Zazayên me jî rasterast bi dewletê re ne xwedî têkilî bin jî, bi salan e bi gelemperî xwe bi hevkar û karbidest û siyasetmedarên wê yên Kemalîst û Îslamparêz ve şidandine.”

      Hey Xwedê ji te razî, ma ev gotinên îzan û wijdanê ne? Ev tometeka gelek giran nîn e?

      Dibêje “Ji sedî çend xortên zazakîaxêv bûne dilxwaz û alîgir û mîlîtanên Hîzbula?”

      Birayê mi,

      Ez baş naveroka rêxistina Hîzbulahê nizanim. Min li ser vê rêxstinê lêkolîneka taybet nekiriye. Lêbelê ez dizanim ku faalîyeteka Hîzbullahê li Çewlîg, li Xarpêt û Dêrsimê tun e.

      Serok û sazkarê rêxistina Hîzbulahê xelkê Batmanê bû, kurmanc e. Kuştinên ku herî zêde bi destê rêxistina Hîzbulahê çêbûn, li Batman, Silîvan û Dîyarbekirê çêbûn. Mîlîtanên rêxistina Hîzbulahê yên li Silîvan û Batmanê ji sedî sed kurmanc in.

      Dema meriv bala xwe dide Doza Hîzbulahê ya di dadgehan de pirranîya mîlîtanan li ser nufûsa Batman, Silîvan û Kercewsê qeydkirî ne. Îhtîmaleka mezin di mîlîtan û kadroyên Dîyarbekirê de jî kurmanc û zaza tevde hene. Qasî ku ez dizanim ji zazayan hinde zazayên ji gundê Musyan ya Çewlîgê di nav rêxistina Hîzbulahê de hene.

      Dibêje “Ji sedî çend Dêrsimî xwe dikin qurbana Kemalîzmê?” Yanî ev pirs e?! “Qurban” çi ye?!

      Binêrin. Ji bo ku meriv di nav elewîyan de sempatîya ji bo Mistefa Kemal têbigihê hingê divê meriv baş bala xwe bide dîrokê. Xîlafeta Osmanîyan ji dewra Yavuz Selîm bigre heta dema Evdilhemîd hertim elewî qetl kirin. Heta di dewra Evdilhemîd de bi destê alayên hemîdîyê yên ku ji kurdên sunî pêk anîbûn gelek elewî qetl kirin. Mesela alayên eşîra cibran û hesenan, alayên kurdên zaza yên govdereyê di bin serekotayîya Şêx Şerîf de gelek caran tadayên mezin li elewîyan kirin. Îcar dema ku Mistefa Kemal li dijî selteneta Osmanî derket, elewî otomatîkmen bûn piştgirê wî. Wa hesab kirin ku dişmenê dişmen dostê wan e. Lê di esasê xwe de her du jî ji eynî qumaşî bûn! Û jixwe di salên 1937-8an de jenosîd li ser wan hat bikaranîn. Yên mayî deh sal di surgunê de man. Jenosîda 1937-8an di nav civakê de travmayên gelekî giran çêkirin. Struktura elewîyan a civakî guherî…

      Pirsa grîng ev e ku siyaseta kurdan tu car bi awayekî bingehîn kemalîzm rexne nekiriye. Heta di hilbijartina îsal de siyaseta kurdan CHP û serekê wî Kemal Kiliçdaroğlu gelekî sempatîk nîşan da. Wekî dost û hevkar nîşan da. Heta li Hekarya qasî 10 hezar kes berhev kir û pê mîtînga CHP da çêkirin. Li Dêrsimê gelek sedem hene lê sedemeka grîng ev e ku CHP û Kemalîzm tu car nehatine rexnekirin. Bi qasî ku hewce bike, tu caran siyaseta kurdan ji aliyê zimanî-kulturî-hunerî ve xizmeta kurdên elewî jî nekiriye. Dema ku tu hertim, deh-panzdeh salan wisa daîmî bi zimanê grûbek weşanê bikî, hingê wê demê ancax di nav wê civakê de şuûrek, hişmendiyek çêdibe. Di kurmancan de wisa çêbû. Ji sala 1995an vir de ye ku kanalên televîzyonê her roj bi kurmancî weşanê dikin, rojê çend caran nûçe bi kurmancî diweşin, nîqaşan çêdibinin, axir xelk bere-bere hişyar bû. Ger ewqas weşan bi zazakî bûbûna, ez bawer im dê li Xarpêtê, Çewlîgê, Dêrsimê jî eynî mîna Hekarya ji sedî 70 bûbûna terefdarê sîyaseta kurdan. Mesela, xelkê Licê ji sedî 75 zaza ne. Lê kurmancî jî fam dikin. Di vê hilbijartinê de ji Hekarya gelek zêdetir, sedî 95 ray dan Xetîb Dîcle.

      Hevalê me dibêje “Bi ya min, qada medyayê jî tê de, kar û xebatên li ser Zazakî ji rêjeya Zazakîaxêvên di nav Tevgera Azadiya Kurd zêdetir e.” Yanî, li gorî wî, kurdên zaza di nav hereketa siyasî ya kurdî de gelek kêm in, hingê nivîs, bernameyên di çapemenîyê de li gorî vê rêjeyê zêde ne! Ez bibêjim çi ji te re?

      Îstatîstîkên diyarkirî û resmî nîn in lê hemî lêkolîner û civaknas dibêjin ji çaran yekê nufûsa kurdên Bakur zaza ne. Ger wisa be divê di çapemenîya kurdan de jî qet nebe ji çaran yek kota ji bo vê grûbê be. Lê di rastîya xwe de ji sedî yek jî cih ji bo zazakî nayê dayîn. Mesela televîzyona KURD1 heta niha bi hezaran fîlm bo kurmancî dublaj kirine û weşandine lê tenê hebek film bi zazakî dublaj kiriye. Televîzyonên din yên kurdan jî wisa ne.

      Ger em werin ser vê yekê ku bê hela kurdên zaza çiqas di nav hereketên siyasî de hene. Bi carekê divê em qebul bikin ku hereketa siyasî ya kurdan tenê partiyek nîne û tenê ji vî zemanî jî pêk nayê. Tevgera siyasî proseseke dîrokî ye, berdawem e.

      Serekê serhildana Bidlîsê (1908-1914) Mela Selîm Efendîyê Zaza (Gonîgî) ye. Kurdistaneka xodmuxtar dixwest.

      Xelîl Xeyalîyê Modanî ku yekem car alfabeya kurdî ya erebî durist kir, kurdekî zaza ye.

      Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg ku yekem car li Îstanbulê kitêb û kovarên kurdî çap kir, li Qahîreyê Mewluda Bateyî û yekem rojnameya Kurdîstan ku Mîqdat Bedrixan amade dikir çap kir, dîsa ev zat e.

      Dr. Fuad Berxo Zaza ye. Nûredîn Zaza, Dr. Nafîz ku bi salan xizmeta hereketa siyasî ya kurdên Sûrîyê kirin, zaza ne. Şerê sala 1925an de Yado qumandar û şervanekî gelek navdar bû. Serhildana 1925an ku armanca wan danîna Kurdîstana serbixwe bû, kêmtir ji sedî heştêyê şervan û beşdaran kurdên zaza bûn.

      Mesela, ji eşîra Ziktê ku li Dara Hênê niştecih e, wê demê 400 mêr di şer de hatin kuştin.

      Serekê PDK-Tirkiyê Faîq Bucak, sekreterê vê partiyê Saîd Elçî, dîsa serekê Li Tirkîyê PDK Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) zaza ne. Mistefa Remzî Bucak ku heta dawîya emrê xwe ji bo kurdan mucadele kir, zaza ye.

      Xeyrî Durmuş, Zekî, Mehmet Karasungur, Mazlum Doxan, Dr. Elî, dîsa Selîm Çürükkaya, jin û birayên xwe ku paşê ji nav PKK derketin û hîn gelek kesên pêşeng di dereceya serekotîyê de beşdarê têkoşîna kurdayetîyê ya van salan bûn û gelek xizmetên mezin kirin. Ji xelkê Dêrsimê, ji xelkê Çewlîgê bi hezaran kes beşdarê şerê gerîlatîyê bûne. Niha di nav BDP de bi hezaran kurdên zaza hene. Din av parlamenteran de Selahedîn Demirtaş, Aysel Tuğluk, Xetîb Dîcle, Emîne Ayna, Ayla Akat zaza ne. Ev yên ku wisa di carekê re hatin bîra min.

      Niha em rabin îstatîstîkekê bikin, dê bixuye ku kurdên zaza di nav hereketa siyasî ya kurdan de nisbet ji rêjeya xwe bilindtir cih digrin.

      Helbet kurmancên me yên xirab jî hene zaza jî hene. Mesela, ji 60 hezar korucuyan belkî hezar heb jî zaza bin. Yanî ji çaran yek na ji şêstî yek. Niha belkî li dora deh hezar îtîrafçî hene. Ev kîn e?

      Niha ev rêjeyeka diyarkirî ye ku kurdên zaza ji çaran yekê nufûsa kurdên Bakur in. Hingê divê ji çaran yek dengê wan di nav çapemeniyê de hebe.

      Dema ku ez vana tiştan dibêjim, ev nayê wê wateyê ku “ez radibim rûdinim digrîm” û ev nayê wê wateyê ku “ez sûcê dagîrkeran bincil dikim”, yan jî “wekî laz û pomakan hevkarîyê bi dewletê re dikim, xwe bi dewletê ve dişidînim!”

      Ev îdîayên wisa rast nîn in. Exlaqî jî nîn in.

      Tiştekî din jî, ez ji munaqeşeyê hes dikim lê divê bi sewîye, objektîf, bi numûneyên muşexes û maqul be. Xîtabet jî divê bi usul be. Wekî mînak, ger di destê meriv de îstatîstîk nîn be, divê meriv nebêje “Ji sedî çend Dêrsimî xwe dikin qurbana Kemalîzmê?” Qurban çi ye? Yanî meriv bibêje sempatîya wan ji kemalîzmê re heye dibe lê qurban çi ye? Yan jî divê meriv nebêje “Ji sedî çend xortên zazakîaxêv bûne dilxwaz û alîgir û mîlîtanên Hîzbula”.

      Dîsa divê meriv nebêje “Zazayên me jî rasterast bi dewletê re ne xwedî têkilî bin jî, bi salan e bi gelemperî xwe bi hevkar û karbidest û siyasetmedarên wê yên Kemalîst û Îslamparêz ve şidandine.” Çunke gelek eşîr, karbidest û siyasetmedarên kurmanc jî hevkarîya kemalîzmê dikin, korucîtîyê dikin. Ger were bîra we, demekê serokwezîr Bulent Ecevît û serekkomar zî Silêman Demirel bû. Qasî 20 heb serokên eşîran bi awayekî resmî vexwendin Anqerê. Hemîyan bi dewletê re sonda hevkarîyê xwend. Hemî serekeşîr kurmanc bûn. Hebekî zaza tune bû. Yanî di nav kurmancan de jî di nav zazayan de jî dibe ku hertim kesên ku eleyha miletê xwe de ne hebin, lê divê meriv vana neke bahane.

      Ji Dîyarbekir gelek silav…

  17. Min ê çi bixwesta?

    Bi nefsa canê xwe, li ser navê xwe, ez dibêm, ez bûma, min ê dev ji hemî daxwazên xwe berdana û li pey nasname û ziman biketima…

    Divê li ser nasnameya kurê min ê Şiyaro: Ew hemwelatiyê TC’yê ye; Bi netewkî; “Kurd e” ( ger bixwaze) , Bi bawerî; “Misilman e, an Elewî ye, Êzidî ye, an bê dîn û bê îman e” werê nivîsandin…

    A din jî, jî 5-6 saliyê heta dawiya Lîseyê, ên xwedî nasnameya kurd-çawa zarokên tirkan bi Tirkî ne – divê bi Kurdî ( Kurmancî- Zazakî) bên perwerde kirin….

    Zanîngeh tiştek din e; bi Kurdî, bi Tirkî, bi Îngîlîzkî, her kes bi kêfa xwe ye.

    Ger ev daxwaz werên qebûlkirin, ez bûma; min ê navên hemî gund û bajarên Kurdistanê bikirana Tirkî… Bila ev jî xelatek min be, ji bo Tirkan…

    Çer hebe kurdên xwedî xençereya Kurdî, navên bi Tirkî jî bi Kurdî bilêv dikin… Wek mînak îro karacadax kirine Qerejdax, Palandöken kirine Paltokan, Parmaksız kirine Barmasiz, Söylemez kirine Solemêz, çîçeklî kirine çiçiklî hwd… Ev yek jî têra min dikir…

    Ez bûma, min ê li Ameda Şewitî goreke ji Anitkabirê jî mezintir çêkira û bikira ziyaret û li ser eniyê bi tîpên zêrîn lêkiriya: “ Ferz kin Şêx Mistefa Kemalê Atatirk li vir veşartî; jibo xatirê Kurdistanê, jê re serjê kin salê hezar beranên bijartî ”

    Ez bûma, min ê navê Çemê Dîcleyê bikira “Dîcleya Evlayê Gul” ; ê Fratê jî bikira “Ferata Tayîbo” û “y” ya wî ewqas bi şedde bilêv bikira, bişidanda ku ew jî bubûya yek ji wan “Koçero”yên me yên bi nav û deng…

    Ger heta çend salên din jî ev yek nebe; nasnameya Kurda û perwerdehiya bi Kurdî neyê pejirandin; dê ez bi Tirkî û bi Îngilîzkî û bi Fransizkî ( çend nifşên din teqez ew ê kurdî bi tevahi jibîr bikin) wesiyeta xwe “li zarokên xwe û li hemî nifşên di dirêjahiya sed salan de ji bera min çêdibin” bikim û tê de derd û kulên xwe û ên bav û kalan yeko yeko rêz bikim û gotinên xwe bi şîretek tund û tûj bi dawî bikim…

    Qe li bendê nemînin; Roj noqî Behra Wanê be jî îro ji we re nabêjim…

    Lê ez baş dizanim dê sibeh çi dinivîsim, çi nanivîsim!

  18. Bihna Hevalê Roşan Lezgîn ji nivîsa min gelek teng bûye û bi qasî zanîna xwe dîroka Kurd û Kurdistanê ji nû ve nivîsiye.

    Lê mijara nîqaşê “ di dîroka Kurda de rola zazakî axêvan” nebû. Min li gorî xwe di medyaya Kurdî de sedema kêmbûna weşan û bernameyên bi zaravayê Zazakî anîbû zimên. Di vir de jî min kiribû rêzikek pir ji rêzê bînim bîra xwendevanan: Pêşkêşî û daxwaz bi hev ve girêdayî ne. Zazakîaxêv ji tevgera azadiya Kurd çiqas xwestibin ewqas stendine. Tu kes nikare xwe ji Xwedê bike û sûcê kêmbikaranîna zazakî bixe stûyê Tevgera Azadiya Kurd.

    Înkar û tunehesibandina “ked û xwîdana Kurdên me yên zazakîaxêvan ên bo netewa Kurd” ji hedê her kesî der e. Ez ji ber vê têgihîştina şaş a Roşan Lezgîn pir xemgîn bûm. Bi zorî be jî mirov nikare ji wê nivîsê wateyek ewqas şaş û berovajî derîne…

    Lê kî û kê dolabên dewleta dagirker, yên ev çend salên dawîn ên ew li ser serê zazakîaxêvan digerîne veşêre, encamên van lîstikên kirêt ên bi navê “zazakîperestî” tên nasîn nede ser zimên ez lê dikevim şikê. An ew ji nezaniya xwe vê yekê dike, an jî bi xwe jî dilxwazê vê polîtîkayê ye. Ma dewleta dagirker pêşengtiya afirandina netewek bi navê “ Zaza” nake? Serokwezîr bi xwe bi dehan caran peyva “ Kurd û zaza” bi hev re bilêv nekir? Konferansa mehek berê ya li Zanîngeha Çêwlikê bi çi mabestî hatibû lidar xistin? Kî serkêşiya wê kir? Beşdar kî bûn? Li Ewropayê enstîtûya Zazakî, bi dehan komele bi kîjan bîrdoziyê tevdigerin?

    Roşan Kurmanc û Zazayan daye ber hev û gotiye: “ma ji Kurmancan jî kesên xayîn, ên dûrî tevgera Azadiya Kurd tune ne!” Wele heyran gelek caran rastî kurmancên xayîn, hîzbulaparêz, ên ku xwe Tirk, Ereb, Faris dihesibînin hatime lê bo derman be jî rastî “kurmancperestek” nehatime.

    Min pirsa rêjeya endamên Hîzbula yên zazakîaxêv jî kiribû. Li ser navê xwe ev “pirs” e. Bo bersîva vê divê hin lêkolîn bên kirin. Dîsa jî ez dibêjim bi taybetî li Amedê, di nav kesên ji Çêwlikê koçî vir kirine gere lêkolînek bê çêkirin. Ev yek bo pêşîlêgirtina lîstikên li ser gelê me yê zazakîaxêv pêwîst e. Li Dêrsimê jî gelek xebatên bi vî rengî tên meşandin. Em di warê encamên van xebatên bêyom de xwedî tu agahiyan nînin. Ez baş diznim ku pirtûkek bi sernavê “ Deylem’den Dersîme” ya ji alî kesekî bi navê Ali Kaya hatiye nivîsandin û li gelek cihan bêpere hatiye belavkirin. Di wê pirtûkê de Dêrsimî wek netewek serbixwe ya bi navê Deylemî tê îlankirin. Dîsa her kes dizane ku xoresan wek warê tirkan, elewiyên ji wir hatî jî bi tevahî wek Tirk tên hesibandin. Bandora vê îdiayê çiqas e, kî dizane?

    Min bangewaziya xebatek sosyolojîk kiribû ku bersîvên pirsên min bi awakî zanistî bên dayîn. Bi qasî ku ez dizanim hevalê Roşan ne sosyolog e lê dîsa jî xwe di ber re kiriye.

    Min nêrînên xwe yên takekesî anibûn zimên û gotibû: “ bi ya min, tesîra van xebatan li ser hin zazakîaxêvan giran e û ev yek jî motîvasyona zazakîaxêvan a bo sazî û rêxistinên di bin banê Tevgera Azadiya Kurd de kêm dike.

    Roşan Lîce mînak daye. Ez jî Licî me. Zazayên me yên Pîranî û Licî bi du zaravayan jî diaxivin. Min bi taybetî Çêwlik û Dêrsimê dabû ber xwendevanan. Ez Elewiyên zazakîaxêv ên Ezirgan, Erzirom û Sêwazê, Kurdên zaza yên Elezîzê jî datînim ser Dêrsim û Çêwlikê û dîsa dibêjim: Gere Kurd, li ser polîtîkayên kirêt ên dewletê, yên derheqê zazakîaxêvan de, hişyar bin û bo rêliber girtina vê yekê demildest lêkolînên zanistî bikin.

    Bimînin di xêr û xweşiyê de…

    • Roşan Lezgîn says:

      Birêz Mamosta Marûf!

      Rast e ku bêhna min ji şîroveya te ya berê teng bûye ne ku bêhna min teng e.

      Te gotiye ez xelkê Licê me. Xuya ye ku tu min nas dikî, lê bi rastî ez ten as nakim. Ez nizanim tu kî yî. Ji bikaranîna termînolojîya te ez tê derdixim ku tu terefdarê partîyeka sîyasî ya kurdan î. Tu bi refleksên îdeolojîk xîtab dikî. Kesên bi berçavkekak îdeolojîk û terefgirek li cîhanê dinihêrin esas bêhna wan bi xwe teng e, bêtolerans in.

      Herwekî ku zemanekî bolşevîkan digot “Yoldaş Lenîn” tu dibêjî “Heval Roşan” lê ez ji bo cenabê te xîtaba “Birêz Marûf” rastir û maqultir dibînim.

      Meseleyeka din jî ev e. Di nav me kurdan de partîyên siyasi, ji alîyekî ve eynî wekî eşîretên kurdan in. Kesên ku ne ji partiya wan bin, bi çavê dişmin li wan dinêrin. Min gelek bav û law, yan du bira dîtine, ji ber ku her yek terefdarê partiyekê bûye, her tim dişmenîya hev kirine.

      Tiştek nabe, ez êdî hîn bûme. Ez civaka me nas dikim!…

      Ez niha bi awayekî organîk terefdarê tu partî yan îdeolojîyekê nîn im. Ji bo min hemî partiyên kurdan, hemî kurd eynî ne; ez di hembêza xwe de ji bo hemîyan cih vedikim, gişan hembêz dikim. Her kesê ku bibêje ez kurd im, ji miletê min e. Ew dişmenîyê bikin jî ez nakim. (Xuya ye ku dikin!)

      Birêz Mamosta Marûf,

      Te di şîroveya xwe ya berê de gelek heqaret kiribû, di viya de jî heqaret heye lê te kêm kiriye. Ev jî îşareta başîyê ye.
      Tu dibêjî “Min bangewaziya xebatek sosyolojîk kiribû ku bersîvên pirsên min bi awakî zanistî bên dayîn. Bi qasî ku ez dizanim hevalê Roşan ne sosyolog e lê dîsa jî xwe di ber re kiriye.” (XWE DI BER RE KIRIYE!!!)
      Min li ser “bangewaziya te ya xebateka sosyolojîk” bersiv nedaye. “Bi qasî ku tu dizani” hevalê Roşan (yoldaş Roşan) ne sosyolog be jî, gelek bi hêsanî dikare xebateka sosyolojîk bike. Tu jî dikarî bikî. Çima nekî? Qey xebatên sosyolojîk tenê di bin îpoteka kesên ku sosyolojî xwendine de ye? Qaydeyeka wisa heye? Muhîm ew e, xebata ku bûye li gorî qayde û formasyoneka sosoyoljîk e yan na? Esas ew e.

      Qey “Heval Roşan” xwe di ber re bike, gune ye?! Suc e, qebhet e?

      Mesela, Celadet Bedirxan zimannasekî kurdan e. Hîmê gramera kurmancî danîye, alfabeya kurdan saz kiriye. Qey Celadet Bedirxan fîlolojî xwendibû? Yanî dîsplîn tenê di bin îpoteka mezunên fakulteyên burjuvazîyê de ne? Albert Camus sosyolojî xwendibû, sosyolog bû?…

      Meseleya din ku cenabê te dibêje li ser kurdên zaza lîstikeke dewletê heye, helbet rast e. Lîstikên dewleta tirk, ya faris û yên ereban li ser tevahîya gelê kurd hene. Lîstikên ku li ser kurdên zaza çêdibin beşek ji van lîstikan e.
      Dewlet, bitaybetî dixwaze li Çewlîgê zazayan ji kurdan veqetîne.

      Berî wextan, dema ku wezîrê dewletê Cewat Yilmaz got “Zaza etnîsîteyeka cihê ne ji kurdan” qismeka mezin ya rêxistinên sivîl yên Çewlîgê daxuyanîyekê belav kirin.
      (Binêre li lînka http://www.zazaki.net/haber/cewlg-stklarindan-bakan-yilmaza-tepki-688.htm)

      Dû re, me çend nivîskar û roşinbîrên kurdên zaza derhal piştgirî da daxuyanîya wan.

      (Binêre li lînka http://www.zazaki.net/haber/cewlg-stklarini-destekliyoruz-694.htm)

      Dema ku Universiteya Çewlîgê “Zaza Dili Sempozyumu” lidar xist, me du nivîskarên zaza daxuyaneîyekê belav kir.
      (Binêre li lînka http://www.zazaki.net/haber/-kamuoyuna…–850.htm )

      Dîsa, dema ku serekwezîrê Tirkîyê peyva “Kurd û Zaza” cihê bikaranî, me 18 kes kurdên zaza daxuyanîyekê belav kir.
      (Binêre li lînka http://www.zazaki.net/haber/kurt-ve-zaza-soylemini-protesto-ediyoruz-728.htm )

      Hingê heta bi îro ji tu kurmancek derbarê vê meseleyê de tu beyan yan gotinek nehatiye belavkirin, piştgirîyek nehatîye dayîn.

      Tu dibêjî “Lê kî û kê dolabên dewleta dagirker, yên ev çend salên dawîn ên ew li ser serê zazakîaxêvan digerîne veşêre, encamên van lîstikên kirêt ên bi navê “zazakîperestî” tên nasîn nede ser zimên ez lê dikevim şikê.” Ji kerema xwe van lînkan bitikîne û daxuyanîyan bixwîne, hingê ji min bikeve şikê bê hela ez hevkarê dagîrkera me! Ez dolabên wan diveşêrim yan tu li hemberî dolaban bêdeng dimînî?

      Ev e, ez bi delîl û îsbatan qise dikim. Ji kerema xwe tu jî nîşlan bide bê hela kîjan kurmancî behsa van dolaban kiriye, dolab ji veşartîbûnê derxistine. Haydê ji kerema xwe?!

      Ez nabêjim çima xebera te ji her tiştî tune ye, lê meriv li gorî hedê xwe îdîayan bike, gelek maqultir e.
      Birêz Mamosta Marûf!

      Tu dibêjî qey tenê karbidestên dewletê “Kurd û Zaza” dibêjin? Na!

      Beriya ku karbidestên dewletê peyva “Kurd û Zaza” cihê bikar bînin, gelek caran kurmancan bikar anîye, hîn jî tînin. Tenê nimûneyek:

      Ev nivîsa jêrin min di sala 2005an de ji bo serekê beledîya mezin û kopîya wê ji bo rojnameya Gundemê şandibû:

      “KÜRTÇE VE ZAZACA!

      Sayın Büyükşehir Belediye Başkanımız Osman BAYDEMİR,

      Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi’nin düzenlediği “5. Kültür ve sanat Festivali” dolayısıyla çıkarmış olduğu bültenin (FESTİVAL, Yıl: 5, Sayı: 7, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Adına Sahibi: Av. Osman Baydemir, Sorumlu Yazıişleri Müdürü: Metin Kılavuz, Editörler: Evrim Alataş, Nurhak Yılmaz, Tayip Temel, …) 8. sayfasında “12 dilde ve müzikte ‘Ashura’” başlıklı, Mehmet SAMUR imzalı yazının üçüncü paragrafının ilk tümcesi aynen şöyeldir:

      “Oyunda, Türkiye az sayıdaki kişi tarafından konuşulan Sefaratça ve Süryanice gibi dillerin yanısıra, Türkçe, Kürtçe, Ermenice, Zazaca, İbranice, Arapça gibi 12 dilde türkü, ninni, ağıtlar ve kutlama şarkıları seslendirildi.”

      Dikkatlice baktığımızda “Kürtçe” ile “Zazaca”nın sanki ayrı ayrı dillermiş gibi algılandığını görürüz. Burada “Kürtçe” sözcüğünün sadece Kürtçe’nin Kurmancça (Kurmancî) lehçesi için kullanıldığı anlaşılıyor. Zazaca’nın da ayrı bir dil olduğu veya öyle bilindiği, en kötüsünden böyle lanse edilmek istendiği anlaşılmaktadır….”

      Nivîs dirêj e, ez tenê qismekê didim. Lê tu baş bizanibe ku heta niha belkî bi sedan car ji ber vê gotina şaş min kurmanc û çapemeniya kurmancî hîşyar kiriye.

      Unîversîteya Hekarya, ya Mêrdînê ji alîyê kurmancan ve gelek û gelek hatine rexnekirin, mesela konferansa Universiteya Hekarya hat protestokirin lê kesî dengê xwe ji bo sempozyuma zazacîtîyê ya unîversîteya Çewlîgê re dernexistiye. Ger hebe, ji kerema xwe mînakan bide.

      Birêz Mamosta Marûf!

      Dema ku meriv bibêje, ji çaran yek nufûsa kurdan a li Bakur kurdên Zaza ne, bila di televîzyonên kurdan de ji çaran yek cih ji bo zazakî bê veqetandin, ev meseleyek e. Meseleya lîstikên dewletê li ser kurdan çi ne, ev jî meseleyek din e.

      Lîstikên dewletê li Hekarya jî hene, li Xarpêt, Dêrsim û Çewlîgê jî hene. Ger îro, sîyaseta kurdan nekarîye li Xarpêtê namzedek jî dayne, ger nekariye li Dêrsimê bi ser keve, ger nakerîye li Çewlîgê hîn zêdetir serketî be û niha em jî vê meseleyê munaqeşe dikin, hingê divê pêşî em bala xwe bidin pirêzeyên xwe. Em çiqas rast xîtabê xelqê xwe dikin?

      Tu dibêjî “ez rastî kurmancperestek nehatime”. Çawa ku li hemberî tehakuma soranîkirinê parastin û xwedîlêderketina kurmancî ne “kurmancperestî” be, eynen wisa, xwedîlêderketina zazakî jî ne “zazakîperestî” ye. Ger tiştê ez dikim zazakîperestî be, li hemberî şovenîzma soranîyê ya kurmancan jî kurmancîperestî bi xwe ye. Niha ez dikarim bi sedan gotarên kurmancîperestîyê nîşan bidim. Jixwe, bi giştî kurmancên Bakur nabêjin kurmancî, peyva kurdî teşmîlê kurmancî kirine, dibêjin kurdî. Ji xwe re dibêjin kurd, yanî kurmanc dibin kurd, kird dibin zaza!

      Gotineka dawîn a biratîyê, a rastîya licîyan! Birayê min, ger di destê te de îstatîstîkeka “rêjeyan” tune be, ger tu li ser dîyardeyên muşexes, bi nîşandana çavkanîyên bellîkirî, yên ku bûne malê rayagiştî munaqeşe nakî, zêde mekeve nava tiştan û îdîayan meke, hela zêdetir xwe ji zimanê heqaretê dûr bide. Ji bo munaqeşeyeka kamil ecele meke.

      Niha bimîne di xweşîyê de.

      NOT: Birêz Mamosta Marûf,

      Dibe ku êdî ez nikaribim cewab bidim. Ji vê çendê ger te cewab da vê şîroveya min, ji kerema xwe heqaret meke û tiştên bêdelîl mebêje, bes e!

  19. Ha Birayê Roşan, tu çavê min î

    Min ji bîr kiri… te di nivîsa xwe de gotiye ev kesê bi navê Mamoste Marûf dinivîse kîye, kî nîne ez nas nakim.

    Roniya çavê min,

    ez beriya ku di vir de binivîsim min xwe bi civatê dabû naskirin. Heke cenabê we zehmet bikira û çav li vê blogê bigeranda dê rastî wê nivîsê bihata.

    Jixwe edeb jî vê yekê divê. ji kerema xwe re tu jî dikarî xwe bime bide nasîn?

    Tu kî yî? Çito kes î? Çi karî dikî?

  20. Roşan Lezgîn says:

    Merheba bira Mutlu,
    Derheqê nufûsa kurdan de tu îstatîstîkeka resmî ku hatibe eşekerakirin tun e. Lê li gorî texmînan, li Kurdîstana Bakur û di nav sînorên îdarî yên dewleta Tirkîyê de qasî 20-25 mîlyon kurd dijîn. Teqrîben ji çaran yekê kurdên Bakur zazakîaxêf in. Yên din, hema bibêje giş kurmanc in.

    Nîvê kurdên zaza elewî, nîvê din jî sunî ne. Yên elewî ji xwe re dibêjin “kirmanc” û ji diyalekta xwe re jî dibêjin “kirmanckî”. Ji yên sunî jî, piranî ji bo xwe dibêjin “kird” û ji bo dîyalekta xwe jî dibêjin “kirdkî”. Li Çermûg, Sêwreg, Aldûş (Gerger) û Modanê (Mutkî) ji xwe re dibêji “dimilî” ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “dimilkî”. Li Madenê û hin deverên Xarpêtê jî ji xwe re dibêjin “zaza”, ji dîyalekta xwe re jî dibêjin “zazakî”. Lê ji derve de navê “zaza” li ser vê grûbê hatiye sepandin.

    Grûba zaza bi giştî din av sînorên 12 bajarên Kurdîstana Bakur de niştecih in: 1)Semsûr, 2)Çewlîg, 3)Bedlis, 4)Dîyarbekir, 5)Xarpêt, 6)Erzirgan, 7)Erzirom, 8)Mûş, 9)Sêwas, 10)Sêrt, 11)Dêrsim, 12)Ruha
    Ji bilî van bajaran, li Aksaray, Meletîya, Kirşehir, Gumuşxane û Ardahanê jî gelek zaza niştecih in. Îro nufûseka gelek mezin a kurdên zaza li cîhanê bitaybetî li Ewropa belav bûye. Herwisa li metrepolên mezin ên Tirkîyê jî gelek kurdên zaza hene. Meriv dikare bibêje ji sedî heftê nufûsa kurdên zaza ji ser axa xwe ya qedîm koçber bûye.

    Li Bakur, wekî takekes, kurmancên xwedî şuûr (cenabê te jî tê de) hene ku bi heskirin xwedîtîyê li kurdbûna zazayan dikin, di teoriyê de heqê zazakî teslîm dikin. Dîsa, di nav girseya giştî ya gel de jî di teoriyê de tu alerjîyeke grûba kurmancan ji bo zazakî tun e. Tu muqawemeteka plankirî jî tun e. Lê di pratîkê de tu car mumkin nebûye ku kurmanc guhdariya zazakî bikin yan firsend bidin ku zazakî bihê axaftin yan jî zaza xwe bi zazakî îfade bikin. Bîst heb zaza li derekê bin, lê tenê kurmancek di nav wan de be, dikare rê nede ku qisekirin bi zazakî çêbibe. Zeafekî zazayan jî ev e, di zazakî de rikê nakin. Ji bo ku muxatab wan fêm bike, yan dê kurmancî qise bikin yan jî tirkî. Herwekî aniha ez dikim.

    Ev yên ku kurmancî dizanin, lê ji çaran sisêyê zazayan kurmancî nizanin û fêm jî nakin. Zazayên ku kurmancî fêm nakin, bi giştî ji alîyê hîsên neteweyî ve lawaz man yan jî paş de hatin hiştin. Çawa ku kurmanc jî ji vir heta bîst sal berê ji hîsên neteweyî zeîf bûn.
    Lêbelê bitaybetî bi saya weşanên radyo û televîzyonan (Radyoya Erîwanê, Radyoya Kirmanşanê, Radyoya Bexdadê dû re kanalên televîzyonê MEDT TV, ROJ TV, KURDISTAN TV, KURDSAT, KURD1 û gelek televîzyonên herêmî ku ev serê deh-panzdeh salan e berdewam weşanê dikin) hem kurmancî di nav girseyên xelqê de bû xwedî prestîj hem zimanekî yekgirtî û standard di nav gel de belav kir û hem jî şuûreka neteweyî çêkir.

    Di weşana van radyo û televîzyonan de para zazakî ji % 1 jî nîn e. Ev tesbîteka rastî û qetî ye, texmînî nîn e.

    Girseyên mezin ên zazayên ku kurmancî nizanin, bi awayekî xwezayî bûn muxatabên radyo û televîzyonên dewletê (tirkî) û ji vê guherînê dûr man.

    Ez dibêjin çareya wê ev e ku, bitaybetî di radyo û televîzyonan de, bi hawayekî biîstîqrar û daîmî cih ji bo zazakî bihê dayîn. Mesela, televîzyona dewletê TRT6 gelek cidî û biîstîqrar, weşana bi zazakî dike. Çend bernameyên zazakî daîmî diweşîne, herwisa rojê sê caran nûçeyên bi zazakî diweşîne. Ez dizanim ku gelek kurdên zaza li vê televîzyonê temaşe dikin. Çimkî jê fêm dikin. Ê wexta li televîzyona dewletê temaşe bikin, hingê her ku diçe hîsên wan jî nêzikî wir dibin!

    Ger di radyo û televîzyonên kurdan de, qet nebe qasê TRT6 cih ji bo zazakî bihê dayîn, dê ji alîyê psîkolojîkî ve, ji alîyê geşkirina hîsên neteweyî ve, ji alîyê pêkanîn û pişdebirina şuûra milî ve di nav çend salan de rewşa kurdên zaza bi ser başîyê ve biguhere. Hingê heqîqeten dê xwe parçeyeka neteweyê bibînin. Tê zanîn ku di nav girseya xelqê hîsên neteweyî bi riya perwerde, weşan û propagandayê dikare pêşde jî herin winda jî bibin.

    Niha xetereyeka gelek mezin li ber me kurdan e, her ku diçe kurdbûn tenê di nav kurmanc û soranan de dimîne. Yanî, li Bakur zaza, li Başûr jî hewramî, bacelanî, maçoyî, kakeyî û bitaybetî kurdên feylî (lur) gelek ji hîsên neteweyî dûr dikevin. Heta kurdên êzidî ku kurmanc in, ew ji alîyê hîsên neteweyî ve di rîskê de ne. Çunkî eşîrên kurmanc û soranan rê nadin ku ew jî bi hawayekî kamil di nav malbata neteweyî de cih bigrin, ji ber baweriyê (ayin) wan ji xwe kêmtir dibînin.

    Hetta ku sîyaseta kurdên Başûr ji bo ku ji grûbên mîna hewramî, kakeyî, feylî re nebe mînak, rê nadin ku zazakî di radyo û televîzyonan de cih bigre. Wekî mînak, min nêzikî salekê rûpeleka Rûdawê bi zazakî amade dikir lê desthilatdarên Başûr vê rûpelê bi awayekî dan betalkirin. Dîsa, bernameyeke suhbetê ku li kanala Kurd1 çêdibû jî, ji aliyê desthilata kurdên Başûr ve hate betalkirin. Ev her du organ jî yan rasterast yan endirekt di bin kontrola siyaseta desthilata Kurdîstana Başûr de ne.

    Herhal difikirin ku tenê bila kurmancî û soranî bibin zimanê neteweya kurd. Zazakî, hewramî û lurî ji xwe re bar dibînin. Yan jî dibêjin bila grûbên din asîmîle bibin. Lê ji bîr dikin ku ev grûb, bitaybetî grûba zazayan asîmîleyê kurmancî nabe, dibe tirk! Lur li Iraqê dibin ereb, li Îranê dibin fars. Axir nabin kurd.

    Şovenîzma soranan jî ev e ku dibêjin netewe tenê zimanek divê. Kîjan ziman? Soranî. Çima? Çimkî ev 80 sal in li Silêmanîyê zimanê perwerdeyê ye. Lêbelê ji bî dikin ku kurd gelek grûb in, her wisa di bin kontrola neteweyên serdest yên cihê bi cihê de ne. Ku ne mumkin e giş bikevin bin bandora soranî, asîmîleyê soranî bibin.

    Ger min dirêj kiribe, li qusurê menirên ji kerema xwe.

    Gelek silav…

  21. Cara dawîn li ser Kurmancî û Zazakî…

    Diserî de dixwazim rastiyek pir ji rêzê bînim bîra we xwendevanên hêja: Ziman organîmayek jîndar e. Heke şert û mercên wî yên jiyanê nemîne ji holê radibe, bi gotineke din dimire. Li seranserê cihanê heta niha bi hezaran ziman mirine.

    Di rapora zanistî ya UNESCO’yê ya 2009’an a bi navê “La Mort et la vitalité des Langues” de bo pîvandina zindîtiya zimanek 9 pêker hatine destnîşankirin. Min vê gotara ji 20 rûpelan pêkhatî par ji Fransî wergerand Kurdî û di kovara Zend’ê de weşand. Heke mirazê min bê cih, ez ê wê wergerînim Tirkî ji û di bloga xwe de bi sê zimanan biweşînim.

    Dîsa li ser zimanên mirine û li ser yên di xetereyê de atlasek pir balkêş jî wek pêveka vê raporê hatiye weşandin.

    Ez vê gavê ji vê atlas û raporê dixwazim çend tiştên balkêş pêşkêşî we bikim. Di Atlasê de bi dehan ziman wek mirî, di xetereyê de, an li ber mirinê dixûyên. Zazakî jî tê de, xeynî Kurmancî tevahiya ziman û zaravayên Mezopotamyaya jorîn an mirine, an jî li ber mirinê ne.

    Di vir de ecêbek heye: Tu li wan dane û pêkerên (krîter) zanistî yên meqbûl û muhteber mêze dikî Kurmancî jî gere di xetereyê de be; lê di nav lîsteya ziman û zaravayên di xetereyê de- ev lîste jî ji alî heman zanyaran ve hatiye amade kirin- Kurmancî tune ye!

    Çima?

    Sedema vê yekê bi lêkolînên zanyarên Kurda, bi xîreta saziyên neteweyî yên Kurda wê derkeve holê…

    Lê kevneparêziya ku di nav me de – heyfa min tê bi wê heyfê ku kevneparêzên me bi gelemperî ronakbîrên me ne(?) – ji pirs û lêkolînên tûj pir û pir sil in. Çawa ku Roşan Lezgîn dike, gava kesek mijarek kesnedîtî û kesnebihîstî bîne rojevê hin ji me di cih de qiloçên xwe tûj dikin, dikin qîreqîr, toz û xubar ji erdê radikin, çav çavî nabîne rastî û xeletî tevlîhev dibe…

    Mirov li ser peyvan li hev neke, li ser tu tiştî nikare bazara xwe bike yek…

    Min bi peyva “Heval” dest bi nivîsa xwe kiribû. Ronakbîrê me yê “birêz” vê peyvê wek remz û şîfreya îdeolojîya min dipejirîne; dûre jî hemî nêrînên min jî bi bîrdoziya min ve girê dide. Dil heye xeletiyên min heta Îmraliya Şewitî bi rê bike…

    Kî û kê dikare bimeşe heta dawî, bi kesê aciz dibe ji gotina serî?

    Em werin ser mijarê:
    Ez we xwendevanên hêja şiyar dikim û dibêjim ku; ez li vir gotarên zanistî û akademîk nanivîsim. Lewma bi xwe re nabînim çi di mejiyê min de hene bi çavkaniyan bixemilînim. Kesên meraq dikin li ser hûr û kûr rawestin, çavkaniyên wan bibînin. Wek mînak ez qala rapora Unescoyê dikim; bila têkevin malpera UNESCPO’yê û wê raporê bixwînin. Ev nêrîn û tesbîtên min ên takekesî ne. Heke navekî li nivîsên min bê kirin, navê “ceribandin ” (essai, deneme) xweş lê tê…

    Tirk, Ereb, Ermen, Asûrî- Keldanî, Çerkez, Ezerî, Zazakî axêv, Mihelmî, Cihû… Li Kurdistana Bakûr hemî gelên xwedî zimanên resen, kom û komikên xwedî zaravayên cuda bi Kurmancî dizanibûn. Gelek ji wan, beriya Komara Tirk, hêdî hêdî ziman û zaravayên xwe diterikandin û dev bi Kurmancî dikirin.
    Ji vir 80-100 sal berê mezinên me yên ji eşîra “ ZİRİKAN” bi du zaravayî bûne: Kurmancî, Zazakî. ( Bûcaxî jî zirikîne, ew tenê hêj li ser zaravayê xwe mane) Lê, nifşa dê û bavê min ê 70-80 salî êdî Zazakî bi zorî fêm dike.

    Ermenên me yên Kurdistanî, xeynî “inç besîh” (bi watekî “çawayî” ye ) nikarin hevokek din a bi Ermenkî saz bikin; lê mixabin di Kurmancî de bilbil in. ( ev çardeh sal in ez di nav wan de me. Ya din ên dixwazin li ser asta Kurdiya Ermenan serê xwe biêşînin xwe bigihînin lêkolîna Nor Zartnogê, ya ku rewşa civata ermenan ji her alî ve radixe ber çavan. Ev lêkolîn bo kurda jî gere bibe mînak)

    Berê Tirkên li navend û navçeyên Amedê bicih û war, ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan tev bi Kurmancî dizanibûn.

    Nîştecihên Nehiyeya Qereaxil a bi ser Kopê ve ye bi tevahî Çerkez bûn, di Kurmancî de ji min û ji we jêhatîtir bûn…

    Tirkên Barmasiz ( Parmaksıza) û Xirt û ( Erence) û Xelîlçawûş û bi dehan gundên din ên Xinûs û Hesenqeleyê hêj; yên Elezîz û Meletiya berê çima digel Tirkî bi Kurmancî jî diaxivin-diaxivîn?

    Gelo li Kurdistanê, jiyana xwezayî ya heştê sal berê bidoma, Kurdistan ji polîtîkayên pişaftinê û ji yên tirkkirinê bêpar bima, xeynî Kurmancî, tu ziman û zaravayek din wê bima?

    Ronakbîrên me yên “ne heval” li ser van gotinan ranebin nebêjin;
    “Kurmancîaxêvan bêbavî kirine, ji dewr û dewrana Mediyan vir de bi dizîka, ji bin ve polîtîkayên asîmîlasyonê ajotine, mala gelên din xera kirine?”

    Gelo sedema sereke ya dînamîzma Kurmancî zêdebûna nifûsê ye an tiştek din e?

    Li tevahiya Bakûrê Kurdistanê di mijara serdestiya Kurmancî de bandora Alayên Hemîdî çêbûye an na?

    Rola bi sedan medreseyan?

    Rola Koçeriyê?

    Rola çanda dengbêjiyê?

    Dewlemendiya Kurmancî?

    Di mijara danûstandina peyvên nû û biyanî de Kêrhatî û elastîkiyeta zaravayê Kurmancî?

    Tirsa min ev e ku hin ronakbîrên me yên “birêz” rabin van gotinan wek parastina desthilatdarî, serdestî, dîktatatorî, axatiya kurmancîaxêvan binirxînin; girara min bi jahriyê biherimînin; kevirê aşê bêav li ser serê min bigerînin…

    Hevalên ku ez naskirime baş dizanin ku ez di warê çand û zimanan de mînîmalîst im. Tu car nebûme piştgirê guherandina tiştên xwezayî. Zazakî jî wek Kurmancî zaravayek xwezayî û otantik e û divê ew teqez bê parastin û jîndariya wî bê garantî kirin. Ev bar jî di serî de dikeve ser milê gelê me yê zazakîaxêv. Ew çiqas bi îsrar bin ew ê ewqas jî bibin xwedî derfet. Ma li Bakûr Kurd ne xwedî dewlet in ku em bi daxwaznameyek parastina ziman û zaravayên xwe bixwazin. Çawa ku hin Kurd bi Kurmancî dixwînin dinivîsin gere zazakîaxêvên me jî bi zazakî vê yekê bikin ku bo zazakî jî girseyek hestiyar û dilsozê ziman bê afirandin. Jixwe bi qasî Zazakî nebe jî Kurmancî jî di xetereyê de ye. Heke perwerdehiya bi Kurdî nebe, Kurdî bo kurda nebe zimanê fermî aqûbeta Latînî li serê her du zaravayan e. Temenê zazakî pênce sal mabe, yê Kurmancî sed sal e …

    Hezar car tobe be, êdî ez li ser gelê me yê zazkîaxêv nanivîsim!

    Lê di tiştekî de bi eynat im; bersîvên pirsan bi lêkolînên zanistî tên dayîn, ne bi hêrsê…

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Marûf,

      Wekî her car vê carê jî te tiştên gelek balkêş nivîsîne. Ez dixwazim li ser navê hemî beştarvanên blogê spasîya te bikim…

      Ez jî bi te re hevbîr im ku Kurmancî jî yek jî zimanên ku di bin metirsîya mirinê yan jî hindbûnê da ye. Birastî gava min nûçeyên li ser weşandina raporta “La Mort et la vitalité des Langues”ê xwendibû ku Kurmancî di wê lîsteya de nehatibû rêzkirin, min ji xwe pirsîbû çima! Li ser çi bingehê yan bingehan raport Kurmancî li dervayê vê lîsteya hêla bû.

      Min ji xwe re digot, dibe ku li ser hejmara Kurdan û li ser egera ku li gelek bajarên Bakuri hevre dijîn, wê biryarê dabin. Bi bawerîya min Kurmancî ji di bin xetera nemanê da ye, çimkî bi mîlyonan Kurmancîaxêf zimanê xwe yê dayikê qet nizanin. Gelekên din jî dizanin lê ne di asteke de ku bikanibin nêrînên xwe yên sîyasî, zanistî, civakî û hwd pê îfade bikin. Hinekên din jî Kurmancî dizanin lê bi zarokên xwe re bi zimanekî din ku ev ziman pir caran Tirkî ye, dipeyivin û zimanê xwe derbazî nifşên nû nakin.

      Bi nêrîna min tehlukeya herî mezin ev e ku zarokên Kurdan bi Kurdî napeyvin û ev jî pir caran kêmahîya dê û bavan e. Divê, qet nebe li mala Kurdan zimanê rojane Kurdî be da ku zarok zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin. Dema zarokek di biçûkatîya xwe de zimanek hîn bibe, ev ziman tim bi wî/ê re dimîne. Her çiqas carna ew ziman wels be jî, jinûve vejandina wî zimanî pêkan e. Lê, gava zarokek bê zimanê zikmakî mezin bibe hem pêşdeçûna wî/ê ya mejîyî hem jî ya derûnî bandorên xirab jê dibîne û hem jî fêrbpna ziman di temena mezin da dijwartir dibe.

      Bê guman jibo zindî mayîn û pêçveçûna zimanekî pir pêdivîye ku ev ziman bibe xwedîyê statuyek: bibe zimanê fermî ya dewletek yan jî desthilatek, bibe zimanê bingehîn ya sîstema perwerdê li dibistan û zanîngehan û her wiha radyo, televîzyon jî nav de, li seranser jiyanê rojane were bikar anîn. Lê, ne hewce ye de û bavên Kurdan li benda van faktorên jorîn bisekinin ku zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.

      Kurdologê hêja Michael Chyet berî çend salan hevokek gotîbû ku ti car ji bîra min naçe:

      “Zimanek ku zarok pê napeyivin, zimanekî bê paşerojê ye.”

      Careke din spas jibo ked û emega tê.

      Silavên me ji Washington heta Fransayê.

  22. Hesen says:

    Mamoste Maruf,
    Ger tu wê jehra li ser zimanê xwe paqij bikî, zimanê xwe ji jehrê bişoyî, jibo te jî jibo me hemyan gelkî baş dibe.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Kekê Hesen,

      Ez bawer nakim ku li ser zimanê kekê Marûf jehr heye. Dibe ku stîl yan usluba wî cihê be lê bi awayekî zanist û zelal dîtinên xwe bi me re parve dke. Bi nêrîna min baştir e em bala xwe pirtir bidine navêrokê, ne şewezarîyê. Birastî eşkere ye ku kekê Marûf li ser gotinên xwe gelek zana ye û serwextbûn û zanîna wî ji tecrubeyên dûr û dirêj te…

      Spas jibo bi berdewamî şopandina blogê…

      Silavên me ji te re û ji hemê Batmanê re

  23. Hesenê Delalî,

    Mejiyê hin mirovan di serî de, ê hinan jî di çavên wan de ye.

    Gava mejî di çav de be hayê mirov ji mezrûfê na, zerfê tenê dibîne û bi vî qasî dibeje qey min rastî dîtiye.

    Şêwe zerfa nivîsê ye. Heke te piçek serê xwe li ser nivîs û nivîskariyê êşandibe her nivîskarek bi şêwekê ye û ev rêbaza nivîsê heke ji ber kesek din hatibe stendin wek “malê diziyê” tê hesibandin.

    Li ser şêweya nivîsandinê wêjenasên rojavayî gelek tişt nivîsandine. Montaigne li ser vê mijarê pir kûr rawestiye. Ew şêweya nivîsandinê rasterast bi ziman û kesayetiya dayîkê ve girêdide û dibêje “ heke zarokek ji dayikek helîm û selîm peydabûyî, bi hêrs û bi xezeb binivîse di nivîskariya wî/ wê de durutî heye; ew nivîskarekî otantîk na, çêkirî ye”

    Zizman û şêweya bi qeydeyê Îngilîzan bi “ nezaketek bi zorî” nixumandî, bi “qûş û rexneyên sergirtî û binbinkî” tijekirî ne karê min e. Çi di dil û mejiyê min de hebe ez wan bi dilsozî û xwezayî didim der.

    Lê bîrdozî çi dibe bila bibe hemî kes û kesayetiyên;
    bi Kurdî diaxivin, dixwînin û dinivîsin,
    di mijara Kurd û Kurdistanê de hestiyar in,
    bo gelê me yê reben dilşewat in bi tevahî birayên min ên helal in…

    Mezinên me digotin: Şerê ber tennûrê, nebin ser bêderê…

    Lê divê Kurd êdî bi tigih û termên hişk û hola hevûdu neêşînin, cudakarî nekin navbera hevûdu…

    Kesê ji xitaba “ HEVAL” bihna xwe teng bike, Kurda kategorîze dike; dînamît dixe nav qelîştekên civakê.

    Ev xeletiyek meşhûr a rojhilata navîn e û di nav xwe de antîdemokrasiyek kambax dihewîne. Bala xwe bidê, di van gelan de “silav” bi xwe jî bûye amûrê ji hev veqetînê. Rêjeya oldariyê, cudahiya bawerî û bîrdoziyê, rewşa “xwe girêdanê” (cil û berg û çarşev, servekirî, sergirtî, şal û şalwar…) bide alîkî; mirov bi gotina serî, li gorî silavkirinê jî êdî hevûdu kategorîze dikin, wek “ ê din”, îlan dikin, bi hev re neyartî dikin, kuştina hev rewa û helal dikin…

    Kî dikare xwe ji Xwedê bike û bibêje li Rojhilata Navîn xwediyê “rojbaş” û “esselamû eleykum we rehmetullah” ji hev hez dikin, dixwazin bi hev re bijîn?

    Ma em jî dikin “ birêz” û “ hevalan” bikin neyar?

    Hesenê min, de werê hêrs nebe!
    Ji devê te agir nebare. (te gotiye jahrî dibare; bi ya min di Kurmancî de bo kesê bi hêrs diaxive “ ji devê wî/ wê agir dibare” tê gotin.

    Di Tirkî de “zehir Kusmak” heye. Te wê gotinê bo xatirê min vegerandiye Kurdî”

    Bimîne di xêr û xweşiyê de…

  24. Hesen says:

    Mamoste Marûf,
    Belê, di nav gutinêd te de dilopîn jehrê hene û tu dema tijtan dibêjî, tu dilupîn jehrê dinuqitînî.
    Bala xwu bidey. Te ev nivîsara derbarêd Orhan Miroğlu de nivîsîye:
    “Min derbarê Orhan Mîroglû de di nivîsa xwe ya mehek berê de jî çend gotin kiribûn û bo têgihîştin û nivîsandina guherîn û veguherîna kesayetiya wî qala abonetiya xwe ya rojnameya TARAF’ê kiribû.
    Bi awayek kronolojîk ji xwendina nivîsên wî ez têgihîştim ku tu cudahî ya wî rebenî tune ji Kurdên me yên berê yên ku di dêvla silaveke germ a dagirkerek de heft xizmên xwe dikirin qurbana dewletê…
    Ez dixwazim ji wê hewldanê kurteçîrokek pêşkêşî we jî bikim:

    Min, dora pêşî ji serî heta dawî, ji 11 ê Avrêla 1998an heta serê Adara 2011’an Xalê Orhan di Tarafê de çi nivîsîbe daxist Kompûtûra xwe. Dûre min dev bi xwendina wan kir. Di yên serî de xalê min alîgir û piştgirek jidil ê Tevgera Azadiya Kurd e. Bi dilşewatî û bi hestiyarî pesnê şervanan dide, polîtîkayên BDP’yê û DTP’yê dide ser seran û ser çavan.

    Gava qala serpêhatiyên xwe yên zîndana Amedê û behsa kuştina Apê mûsa û birîndarkirina xwe û jît û jîtemê dike pênûsa di dest de dibe tirpana Rûs pirî xweş dibire.

    Gava di televîzyonan de qala bûyerên hatine serê xwe dike bi her du çavan digirî. Hêstir di ç Xalê min ê Orhan bi van sepêhatiyên dilsotîner, bi hostatiya xwe ya gotin û nivîsandinê, roj bi roj nav û deng dide, dibe qeta sêvek ji ber Yimaz Erdoganê Hekarî yê xebatkarê berê yê NÇM’ê.

    Ew baş dizne ku nav û dengê xwe deyndarê rojnameya Tarafê ye. A Xwedê di rojên herî dijwar de jî ew terka rojnameya xwe nake û wek hemalekî, bênavber tê de dinivîse.

    Rojek hat di quncikê wî de nivîseke balkêş xwuya. Di sala 2009’an de qala xwe û nivîskrî û siyasetê dike û dibêje: “ nivîsandina min a di Tarafê de karê herî bi rûmet e û ev yek têra min dike. Ez bi nivîsandina di vir de pir û pir û pir kêfxweş û dilgeş im. Êz ê êdî bi siyasetê re aleqadar nebim”

    Lingê xalê min ê Orhan êdî erd girtibû. Di rojnameyê de cihê xwe zexm kiribû ku mineta wî ji kesî tunebû. Têra xwe nav û deng dabû…

    Televîzyonên ku ambargo danîbûn ser siyasetmedarên Kurd, dor bi dor wî vedixwendin bernameyan.

    Rojname û kovarên neyarên sondxwarî yên Tevgera Azadiya Kurd hevpeyvînên bi wî re cot bi cot dixistin nav rûpelan…

    Çend meh şûnde ew hêdî hêdî, nermik nermik gilî û gazincan ji Tevgera Azadiya Kurd dike.

    Çend mehên din gilî û gazincên wî vediguherin rexneyan.

    Demek şûn de êdî ew li mehneyan e.

    Xalê min nizane ka çi bike, çawa bike xwe ji hevsarê ku Tevgera Azadiya Kurd xistiye stû xelas bike û bibe ji wan lîberal demokratan; wek wan bê partî û, bê bingeh û bê serî û bê pergalan; loma Mît û jît guh nadin gotinan, bo wan hişk girtî ne derî û baceyên girtîgehan…

    Piştî çend nivîsên derheqê qaz û qulungan de, rojnameya wî dest bi weşandina belgeyên ku pûşên “Ergenekona leşkerî” derxistin holê kir. Tevgera Azadiya Kurd li bendê bû ku ev lêpirsîn û “xwe gijgijandin û doş kirina” bo Turkiyeke paxiş wê şerê kirêt û gemarî yê li Kurdistanê jî bihundirîne û bi deh hezaran kuştiyên kiryar nediyar, bi hezaran gund û warên şewitandî û ruxandî, bi mîlyonan kurdên li metropolan bi ser hev de wek penaberan komkirî jî bîne rojevê û bibe dermanê sazkirina aşitiyek bi xêr û ber…
    Xalê min ê Orhan di vir de famkorkî, bê ferasetî kir û sedema hebûna Tevgera Azadiya Kurd jibîr kir. Li bendê bû ku Kurd jî bi heman argûmentan, bê xirecir, xwe radestî polîtîkayên AKP’yê bikin û bi heman çavî li bûyeran mêze bikin. Hal û mesele ew bû ku Xalê Orhan dixwest bi mîlyonan kurdên mal û canên xwe di ber azadiya de dabûn çav bidin virevirên lîberalan û bikevin bin nîrêAKP’yê; ew şîrketa anonîm a bazirganiya misilmantî, tirkiyatî û kurdayetiyê…

    Xeletiyeke wî yê din jî; ew pirî di bin tesîra êrişa kontrayî de mabû, digot qey “Ezraîl jî Decal jî kontraya leşkerî tenê ye. Heke ew hêz têk biçe, wê pirsgirêk çareser bibe”

    Xalê Orhanê me emperyalîzmê jibîr kiribû. Nizanibû ku artêş jî ji alî YDA’yê ve qeyd û zincîrkirî ye, singê wê li ku kutayî be li wir diçêre. Îro nûnerê wê AKP’ye, lewma artêşa gurêx a duh , wek berxek virnî bêdeng di xew de ye… (Gurêx: kûçikê jîr ê ku dikare guran bixeniqîne)
    Xalê Orhan piştî doza Ergenekonê şûr da dest; êrişî Tevgera Azadiya Kurd kir. Kî û kê li ber ket bi hevkariya Ergenekonê sûcdar kir û mirazê dilê xwe anî cih; serxwebûn û azadiya ku di dil de dihewand aşkera kir. Ji vir pêde êdî ew lîberal demokrat û Tarafçiyek bi serê xwe ye. Bi îzn û hêza Xwedê Teala wek Yilmaz Erdoganê me hemû deriyên medya û Sosyeteya Stenbola rengîn dê serpiştkî ji wî re jî vebin. Oxira xêrê be, Orhan Bey..”

    Marûf,
    Çu eleqeyek te bi mamustati ve nîye û tu tenê jehrê niqutinî!
    Urhan jî wek te öğretmen bû, 12 elül 1980 de hat girtin, 8 sal di zindanan de raza. Ta salî 1995 siyaset jê re qedexe bû. 1999 vir de di nav Hadep, Dehap û DTK de siyaset kir.
    Bi navê Dıjwar – Onlara Dair Her Şey (Avesta Yayınları, 2004), Çapraz Ateşte İki Halk: Türkler ve Kürtler – Yeni Jeopolitika ve Nasyonalizm (Beybûn, 2005) û O’na Zarfsız Kuşlar Gönderin- Uğur KAYMAZ Kitabı (agorakitaplığı) 3 kitêb weşandin.
    Dema ku d Radîkalê de dinivîsî HPG ew tehdît kir. HPG digot, “”Bıçağın altında dolaşıyor […] sözün özü böyle giderse kırmızı kalemle çekilen bir çizgi devreye girer! Miroğlu da mortoğlu olur bu toprakların tarihinde!”
    Marûf,
    Camêr fikrê xwu gut, çekdarên PKK ew bi kuştinê tehdît kir, tu jî rabû te bi nivîsara xwu ew recm kir. Ev nabe jehr?
    Tu na Mamuste yî, tu qerdîyanê zilmê yî…

  25. Li karê xwe binêre kekê min.
    Tu, çi Kurdî, çi Tirkî ji xwendin û nivîsê tu tiştek fêm nakî.

    Qwîna mirov qwîna mirîşkê be, gere hêkê qaza neke…

  26. Hesen says:

    Navî te Marûf e balam tu ni arif î!
    Te jibo Urhan Miroğlu gotî “çawa bike xwe ji hevsarê ku Tevgera Azadiya Kurd xistiye stû xelas bike ”
    Wate eve ye: 1.Urhan Miroğlu ker e. Çonke mirov hefsar diêxe stuye keran.
    2.Tevgera Azadiya Kurd, ne ku kesî Azad dikey, na, hefsar diêxe stuyê kesan.

    Eve ye maruf û arifî?
    Te gotî “Qwîna mirov qwîna mirîşkê be, gere hêkê qaza neke…”
    Tu ne ku hêkê qaza dikey, tu qardiyaniyê dikey, jehrê diêxî nav miletî da.

    Ez hêka çukek jî nakeym balam ez tu jehrê naêxim nav mileti da û nabêjim “rewşenbiranî kurd kevneperest in”.

  27. Mutlu Civiroglu says:

    Xûşk û birayên hêja,

    Di destpêkê de em spasîya hemî beştar û xwendevanên bloga me dikin. Hejmara zîyaretvanên me dilê me xweş dike û em hêvîdar in ku li demên pêş ev hejmar hîn jî zêde bibe.

    Em nivîs, şîrove, rexne û pêşnîyarên hemî nivîskar û xwendevanên me hêja dibînin û bawer dikin ku pêşnîyar û dîtinên wan gelek rohnker in. Em wekî Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê spasîya wan gîşkan dikin.

    Lê, li van çend rojên borî dibînin ku carna zimanekî tûj tê bikar anîn û ev jî me xembar dike. Em ji we hemîyan daxwaz dikin ku kerem xwe zimanê xwe nermtir û rêztir bikin.

    Em hez dikin bloga me bibe bingehek jibo veguherîna nerîn û pêşnîyarên li ser zimanê me yê şêrîn û heta niha bi sefrirazî ev armanc cîh anîye jî. Hêvîya me ev e ku ji niha pê ve em li ser heman xeta xwe pêşve herin û xîzmeta zimanê xwe bikin.

  28. Tevgera Azadiya Kurd û Zimanê Kurdî

    Zimanê Kurdî, ji vir sih çil sal berê bigire heta van çend salên dawîn bi destê Kurda ji qada siyasetê hema bigire ji binî ve hatibû rakirin. Werin em hinek mejiyê xwe li ser dîrokçeya vê malkambaxiyê biwestînin.

    Kurdên me yên berê, ew ên ji dilên xwe sax, gava li ber dewletên dagirker serî radikirin, ji rewabûn û meşrûiyeta serhildanên xwe, ji mafdariya liv û tevger û çalakiyên xwe ewqas bi bawer bûn ku, piştî têkçûnan di mejiyên xwe de dibirin dianîn dikirin nedikirin sedema darvekirin û zîndankirina serok û lehengên xwe fêm nedikirin.

    Bi rastî jî ew mêrên girên geriyayî yên wek dêwan, di qada şer de êriş dibirin ser dijmin wek şêran ; lê gava dîl diketin û derdiketin hemberî dadgeran “ji bela bêzimaniyê” vediguherîn dibûn kerr û lalên reben û stûxwar, sêwiyên ber diwaran…

    Heta van salên dawîn jî mezinên me digotin ; “heke şêx û mela û serokên me bi têra dilê xwe bikaribûna bi tirkî bersîva dadgeran bidana ew zû bi zû nedihatin darvekirin.”

    Piştî serhildana dawîn a neserkeftî ya ku li Agiriyê rû da û hat çewisandin derûniyeta gelê Kurd “bi xwe xwe veguherî” hate ser xeteke nû. Êdî Kurd têderxistibûn ku jiyan bi Kurdî êdî pir û pir zor û zehmet e. Bo parastina laş û can, bo kerîkî nan dijmin digot teqez divê hûn biterîkînin ziman. Ew jî gotin çer hebe em ê di mal de biparêzin Kurdiya xwe ya delalî, lê li derve bi wan bêbavan re bi tirki êdî daynin têkilî. Di serî de ne xem bû têkçûna li çarşî û bazaran, şerpezebûna li derê nexweşxaneyan, rezîl û rûsiwabûna li bajaran; mêranî û mêrxasî ew bû ku tu bersîv bidî çawîş û serbaz û memûr û dadgeran!

    Di salên 1950’an de bo kurda tirkî bi qasî gayekî sor, kuçikekî gurêx, miheke qerqaş giranbiha bû. Serde ew ketibû şûna çoyê mêraniyê jî. Heke yekî li derê dewletê bi dozgerek re an jî bi dadgerek re hevokek bi tirkî li hev anîbûya nav û dengê wî li heft gundan belav dibû; mêr di civatan de, jin li ber tennûran pesnên wî didan:

    “ -Elîxan gotiye, hakim Beg, Elah wekîl ben yapmamîşem! ( Xwedê wekîl min nekiriye)

    Ên ji vê hevoka bi hikmet hayîdar dibûn pirî diheyîrîn guh li wan dirêj dibû digotin; “errik çi bersîv daye dozger! Malik ava, çi jîr û jêhatî ye! Ka mêr li ser hene… Bi serê Şêx Eliyê Paloyê zimanê Tirko mîna tirpan daye dest û pêde diçe, êdî kî dikare pê!”

    Kurdî ji binî ve tune dihat hesibandin. Gava kesek li deriyê hukumatê ( dewletê) asê dibû, bi karbidestekî dewletê ve rûbirû dima, didîtîn ku ew nikare biaxive wî/wê wek sewalan dihesibandin û digotin “ nikare biaxive” (feqîro, ji tirsan newêribû bi Kurdî biaxive ). Ecêb û gosirmeta mezin peyveke bi navê “bêzimanî” di ferhenga gelêrî ya Kurdan de tunebû. Kî û kê kerr û lal nebûya xwedî ziman bû. Lewre dengbêj di kilaman de ji bo kesên tirkînezan rasterast bi tirkî, bi qewlê dagirkerên xwe, digotin “dîlbîlmez”( zimannezan). Di giyan û mejiyê Gelê Kurd de jî êdî “nezaniya zimanê Tirkî” wek bêzimanî hatibû bicihkirin.

    Nifşên niha dibe ku ji van gotinan bawer nekin. Bo vê yekê ez ê mînakek rasteqîn bidime wan.

    “Li gundê Qereaxil a bi ser Kopê de ye, mirovek çerkez ê bi navê Fûatê Ûrisko hebû. Ev camêrê di jiyana xwe de dibistan nas nekiribû; çawa lê anîbû kes pê nizane, tirkiyek baş di dev de bû. Min kurê wî di sala 1977’an de nas kir û jê pirsî ka Fuat Efendî sax e an na… Wê demê bi gotina kurê wî, temenê wî ji sed salî zêdetir bû û hêj li ser xwe bû. Fûatê Ûrisko ji dewra Serhildana jêx Seîd bigire heta salên 1960’an bi tirkiya xwe li welatê me Serhedê nav û deng dabû. Kopî, Gimgimî Xinûsî û Tatosî li dev û destê wî dinêrîn. Kî û kê li deriyê dewletê asê bubûya, biketa tengasiyê, hewara xwe dida wî. Ew bi serîkî dewar, bi cotek pez, an bi perekî maqûl, ser de jî bi hezaran lava û rica û minetan diçû dozê safî dikir. Kurê wî digot çend carana Kurdan bo ku bibe parleman lavayî wî kirine lê, ji ber hin sedeman wî erê nekiriye.”

    Êdî Kurd ketibûn wê halê ku digotin gava zarokên wan fêrî tirkiyek baş bibin, dê ew ên dewletê jî bidest bixin; ji pest û pêkûtiyên ku êdî dabûn qirikê jî rizgar bibin. Ev nêrîna şaş rê li ber xetereyek pir mezin vekiribû: Xwebişavtina bidil!

    Heke piştî têkçûna serhildanan, dewleta tirk li tevahiya gundên Kurdistanê avakirina dibistanan biqedanda, çi keç çi kur, dibû ku dê hemî zarokên kurdan bi dilê xwe biçûna wan aşên asîmîlasyonê bixwendina û wek encam jî, li seranserî welêt ji wan pir kêm kesên kurdîaxêv bimana… Piştî Sehildana dawîn a li Agiriyê rûda û têkçû; zimanê tirkî “wek qimil – bi qewlê mirovên berê- ket nav zarokên “mekteblî” (xwendekarên dibistanên dewletê).
    Ew rebenan bi hînbûna zimanê dagirkeran neman, giyan û kesayetiya xwe jî xistin bin tesîra çand û nasnameya wan. Ew ji kurdayetiyê ewqas sil bubûn ku gelek ji wan êdî ji dê û bavên xwe yên tirkînezan jî şerm dikirin. Ên bi maneya xebatê diçûn bajaran hew vedigeriyan welêt; di kolanên bajaran de dibûn sûtal diheliyan diçûn… Xwezila ev kesayetiya riziyayî bi xwendekaran tenê bima! Li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî li bajar û bajarokên ku serhildan rûdabûn û têk çûbûn malbatên Kurd ji kurdayetiya xwe çiqas şerm dikirin; xwe çiqas biçûk, nezan, bê qedr û qîmet didîtin, dagirkerên xwe jî li ber çavan ewqas mezin dikirin. Bi taybetî li Agirî û li bajarên derûdora wê, Kurd destê zarokên xwe yên keçîn ên 10- 12 salî yên tirkînezan digirtin, gelek caran bêqelend didan mêrên Tirkên Anatoliyê yên 40- 50- 60 salî…

    Ber bi dawiya salên 70’yan tevger û rêxistinên kurdan hewl dan, hin kar û barên xwe bi Kurdî birêve bibin lê, ciwanên xwenda yên ku bi vê derûniyeta şikestî û birîndar gihîştî, bi ya min bona ku xwe bi kurdan – ên ku dagirkeran çand û zimanê wan li ber çavên wan reş kiribûn, kurdîaxêvan jî wêk kesên hov û nezan dabûn naskirin – bidin pejirandin, di kar û barên xwe yên siyasî yên li derve û navxweyî de Tirkî bikardianîn. Bi tenê, gava bêriya welat dikirin an jî li xerîbiyê rastî hevûdu dihatin bi Kurdî li hev dipirsîn û çend gotinên navmalî û navgundî dikirin, ew bû…

    Çi ji bêgaviyê dibe , çi ji baweriyê, çi jî ji tirs û xofê dibe hal û ehwalê ciwanên Kurdan ên herî welatparêz ên beriya Tevgera Azadiyê ev bû… Kurdî bêxwedî, stûxwar, li serê çiya û baniyan benîştê devê koçer û gundiyan bû …

    Heta geşbûn û pêşveçûn û di nav gel de belavbûna Tevgera Azadiya Kurd, kurdên li ser zimanê xwe mabûn, ên bi çanda kurdî ve girêdayi mabûn ew kes bûn ku rê û rêbaz û derfetên hînbûna Tirkî bi destê wan neketibû…

    Jixwe Kurdiya ku di devê wan de mabû “ navmalî û navgudî” bû; kêrî kar û barên siyasî jî nedihat… Terîm û têgihên siyasî hema bigire bi tevahî tirkî bûn. Ji bela tunebûna derfetên ragihandinê rê tunebû ku “Kurdên çar parçe” yên di bin desthilatdariya biyaniyan de, ew jî têrê nedikir her yek sed parçe bûn di nav xwe de, tifaqa xwe bikin yek, ji pêşveçûnên hevûdu sûde werbigrin, ji wêjenas û hunermend û rewşenbîrên hevûdu hayîdar bibin û zimanê xwe nûjentir û dewlemendtir bikin… Hişmendiya yekîtiya hemî kurdan û çar parçeyên Kurdistanê – ya ku bi destê Tevgera Azadiya Kurd hêdî hêdî di nav gel de belav dibû- hewcedariya zimanekî hevbeş derxist holê û roj bi roj amadekariya vê yekê hat kirin.

    Lê, ya girîng ew bû ku di serî de kesayetiya şikestî, riziyayî, ji qidûm ketî ya kurdan bihata pînekirin û temîr kirin… Bo vê yekê jî, dora pêşî şer divêt, xwîn û xwîdan divêt, fedakarî û berxwedanek kesnedîtî divêt…

    Heta salên 90’î ev pêvajoya ji gorê rakirin û dermankirina kesayetî û derûniyeta bêhal û bêmecal kudand…
    Dûre pirtûk û kovar û rojname û televîzyonên bi zimanê Kurdî yeko yeko, wek gulsosinên Kurdistanê, şaxvedan, di demeke kurt de gelê kurd ew dan ser seran…

    Heke Tevgera Azadiyê têkbiçûya û kurda ranekiriba ser piyan, kurd di warê weşangerî û çapemeniya bi zimanê xwe de deh- pazdeh salên din jî bi derengî biketina, Kurdî hew serî ji xewa mirinê radikir; Jiber ku bi sedan televîzyonên bi tirkî û bi erebî û bi farisî wek zîpik bi ser wan de dibarîn û ji dergûşên li ber pêsîran bigire heta kal û pîrên diran weşiyayî jî xwe bi wan bilî dikirin, Jiber ku ev sedsal sedsala koça ber bi bajaran ve bû û Kurdî pûnik û hêlîn û stargeha xwe ya dawîn jî di gundan de dihîşt, di kuçe û kolanên metropolên xelkê de wenda dibû diçû…

    Hezar heyf e ku Kurdên li rojavayê Feratê, ji hişmendiya ku Tevgera Azadiya Kurd afirand bêpar man. Ev rewşa malkambax kir ew bace û kulek ji çand û zimanê biyanyan re serpişt vekin, deriyên xwe li ber kurdî bi dîwar bikin… Meletî bi serê xwe îbretek mezin e; bo ku em bizanibin ka çi dibû rewşa ziman û nasnameya Kurd, bê Tevgera Azadiya Kurd…

    Digel pêşketinên van çend salên dawîn zimanê me, bi taybetî Zazakî û Kirdmanckî di çi halî de ye, bila bimîne bo nivîseke din lê, gotina min a dawîn ew e ku gava em rewşa ne bidilê me ya Kurdî tînin rojevê, gere pêvajoya ku em tê re derbas bûne û hatine vê qonaxê baş bizanibin û nekevin dafika hin guhsit û famkork û Beko Ewanên ku dil hene sûcê bişaftin û xwebişaftinê yê dagirkeran bikin stûyê Tevgera Azadiya Kurd…

  29. You can definitely see your expertise within the paintings you write. The arena hopes for even more passionate writers such as you who aren afraid to mention how they believe. All the time follow your heart.

Leave a Reply to Mamoste Marûf Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.