Showing Archived Posts

Daxwazên Kurdan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Posted July 18th, 2011 at 00:05 (UTC-5)
31 comments

Kurd taybetî li van salên dawî girîngîyeke mezin didine zimanê xwe dayikê. Gelek kempeyn, bizav têne kirin û kursên ziman têne vekirin ku kesên ku zimanê xwe nizanin Kurdî fêr bibin û yên ku hindik zanîn jî bikanibin zimanê xwe pêşve bibin. Her wiha panel û konferansên li ser zimanê Kurdî jî têne kirin ku […]

Türkçe Forum

Posted July 17th, 2011 at 22:05 (UTC-5)
82 comments

Kıymetli ziyaretçiler, Kürtçe ile ilgili bütün sorularınızı bu forum aracılığıyla bize iletebilirsiniz.

English Forum

Posted July 17th, 2011 at 21:52 (UTC-5)
5 comments

Welcome to our English forum on Kurdish language, As per the requests of our readers, we are starting the English forum. Please feel free to ask any questions you have about Kurdish language. We will be pleased to answer you.

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.