Daxwazên Kurdan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Posted July 18th, 2011 at 00:05 (UTC-5)
31 comments

Kurd taybetî li van salên dawî girîngîyeke mezin didine zimanê xwe dayikê. Gelek kempeyn, bizav têne kirin û kursên ziman têne vekirin ku kesên ku zimanê xwe nizanin Kurdî fêr bibin û yên ku hindik zanîn jî bikanibin zimanê xwe pêşve bibin. Her wiha panel û konferansên li ser zimanê Kurdî jî têne kirin ku kêşe û pêşveçûna zimanê Kurdî, bi avayekî akademik were lêkolîn û gotûbêj kirin.

Li 4 welatên ku Kurd lê dijîn, rewşa zimanê Kurdî hinek cihêbûn nîşan dide. Wekî mînak, li Tirkîyeyê ku ji nîvî pirtir Kurdan lê dijîn, hîn jî sîyaseteke fermî ya dewletê ya li ser zimanê Kurdî tune ye. Tevî ku li van çend salên dawî pênvagên girîng, yên wekî vekirina TRT 6 a Kurdî û beşên Kurdî li zanîngehan, hatibin avêtin jî zimanê Kurdî hîn jî bê statuyeke fermî ye.

Sîyasetvanan Kurd bang li dewletê dikin ku zimanê Kurdî jî, mina Tirkî zimanê fermî nas bike û perwerdeya zarokên Kurd bi zimanê wan yê dayikê cîh bîne. Li nav Kurdan hêvîyeke xûrt heye ku di danûstandin û gotûbêjên amadekirina qanûna binhegîn ya nû de ev mijar were rojêva parlemana Tirkîyê.

Li Sûrîyê wekî her warên jîyanê, di warê ziman de jî Kurd ji her tişt bê par in. Hebûna zimanê Kurdî ku zimanê zikmakî yê nêzîkî 15 ji sedê nîfûsa wî welatî ye, nayê qebûl kirin û ne kurs ne jî xwendingehên bi Kurdî hene. Zimanê Kurdî berdewam di bin giwaştin û zextên rejîma Sûrî de ye û gelek nivîskarên Kurd rastî dijwarî û astengkirina hêzên ewlekarîyê tên. Li Sûrîyê jî hêvîyeke pir mezin heye ku rejîma Esed ya zordar hilweşe û rejîmeke nû were damezrandin ku Kurd jî tê de mafên xwe yên netewî bistînin.

Mirov li Îranê binêre, dibîne ku rewşa zimanê Kurdî li wê derê jî, wekî Sûrîyê xirab e. Tevî ku weşanên radyo û televîzyonî yên dewleta Îranê ji mêjve hebin jî, bi çarçoveyeke teng û navêrokeke yekalî bernameyên xwe pêşkêş dikin. Zimanê Kurdî li Îranê jî bê statuyeke fermî ye û ji alîyê dewletê ve ne wekî zimanekî cuda, lê mina devokeke xwecîhî (lokal) tê hesibandin. Giwaştin, astengkirin û zaxtên li ser zimanê Kurdî li Îranê jî bi awayekî berbiçav didomin û tu nîşaneyên baştirkirina vê rewşa heyî tune ye.

Bê guman, rewşa Îraqê ji her 3 welatên ku me behs kirin pir cuda ye. Zimanê Kurdî ji salên dirêj vir ve, li kelêka Erebî, zimanê fermî yê dewleta Îraqê ye û weşanên radyo û televîzyona bi Kurdî jî ji mêjve didomin.

Taybetî, piştî ku Kurd li Herêma Kurdistana Îraqê bûne desthilatdar derfet û delîveyên wan pirtir bûne. Bi Kurdî hezaran pirtûk, kovar û rojname hatine çap kirin û bi dehan radyo û televîzyon weşanên xwe berdewam dikin. Zimanê Kurdî li xwendingehên serekî û yên bilind, daîreyên hikûmetê, dezgehên ragihandinê bi serbestî tê bikar anîn.

Hîn rewşenbîrên Kurdan bawer dikin ku Kurdên Îraqê xêma Kurdên li perçeyên din naxwin. Wekî perçeya azad, tevî ku gelek derfetan wan hebin jî, alîkarîya Kurdên din nakin. Ew kesên ku rexne li Kurdên Îraqê digirin, taybetî jî di warê parastin û pêşvebirina zimên de alîkarîya desthilatdarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin.

Hîn kes jî di vê bawerîyê da ne ku Kurdên li Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê di şerê Kurdên Îraqê yê dijî Saddam Huseyîn de, gelek alîkarîya wan kirin û bi can û malên xwe piştgirî dane wan. Loma jî (li vê demê ku Kurdên Îraqê li gorî xûşk û birayên xwe yên li beşên din baştir û ewletir diîjn) berpirsîyeke ehlaqî û netewî li ber desthiltdarên Kurdên Îraqê heye ku alîkarîya Kurdên li her sê beşên din bikin.

Li hemberî van nêrînên jorîn, hîn kes bawer dikin ku Kurdên Îraqê têra xwe alîkarîya Kurdên li perçeyên din dikin. Wekî mînak di vekirina televîzyon, rojname û kovaran de alîkarîya diravî pêşkêşî kes û rêxistinên Kurdên beşên din dikin.

Nêrîneke din ku piştgirîya Kurdên Îraqê dike ev e ku Kurdên Îraqê bi xwe di rewşeke dijwar da ne û hemî destketin û qezencên wan di bin xeterê da ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê şer û tekoşîneke çetin li dijî hikûmeta navendî ya Bexdayê û dewletên cîran (Tirkîye û Îran) dide. Loma, divê Kurdên perçeyên din di daxwazên xwe de rastbîn bin û zêde tişt ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî nekin.

Hun li ser van du nêrînên cihê çi difikrin?

Bi dîtina we, Kurdên Îraqê, taybetî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngî dide daxwaz û bendewarîyên
Kurdên li perçeyên din, taybetî jî di warê zimanê Kurdî de?

Li gorî we, divê Kurdên Îraqê çi bikin û bi çi rengî daxwazên xûşk birayên xwe yên li perçeyên din bicîh bînin?

Gelo Kurdên Tirkîyê, Sûrîyê, Îranê û yên li welatên din di daxwazên xwe de mafdar in yan, bi daxwazên wî rengî neheqî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

31 Responses to “Daxwazên Kurdan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê”

  1. R.Sitav says:

    Silav û rêz

    Dema ku mirov rew$a gerdûnîyê bi $êwekî rêkûpêk nirxand, wê demê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku, desthilatîya me li Ba$ûr bi Kurdewarîya xa/xwe va, bi karên xa yên Kurdewar pi$tgirîya hemî parçeyên din, yên Kurdistanê dike.

    Hemî dezgehên fermî, divê karê xa yên fermî jî gor zagona navnetewî pêk bîne. Desthilatîya me jî, gor zagona navnetewî tevdigere û karên desthilatîyê, karên rêxistnîyê..hwd bi wê/wî $êweyî pêk tîne.

    Bi kurtî mirov dikare bibêje ku, rexneyên ku li desthilatîya me tên kirin divê bila piçek ne weki kesekî serbixa bifikirin, bi $êwekî jîyanek rastexa/real mijaran binirxînin. Ango, dema ku em weki Gelê Kurdistanê dixazin cîyê xa di nav qada navnetewî da bigrin, divê wê demê gere em karê xa jî, gor zagona navnetewî pêk bînin.

    Ango “dema ku tu ketî govendê, divê gere tu baskê xa jî bilind bikî”

    Bi kurtî; rexneyên ku li Ba$ûra tên kirin di cîyê xa da nînin. Ew kesên ku rexne dikin, piranîya wan kesan ya bi nezanîn, an jî bi zanîn dijî damizrandina dewletê ne. Ango ew kes, nizanin karên zagona navnetewî çawa tê me$andin û dewlet çawa tên damizrandin.

    Jiber ku heta roja îro weki fermî, weki netewên din, Gelê Kurdistanê demek dirêj bi dewleta xa ra nejîya ye..

    Xalekî girîng jî ew e; Gelê Kurdistanê di rastîyê da jî dijî desthilatîyê ye, ango dijî jîyanek fermîye. Jiber ku fermî bûn, jîyanê dike tengasîyê, bi $êwekî, jîyana xazayî/mirovatî têk diçe..hwd.

    Lê, dema ku rew$a gerdunîyê mirov binirxîne, divê em bixazin naxazin, jîyanek “tengasî” jî em hilbijêrin, jiber ku em neçar in.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Reşad,

      Dest xweş jibo nêrînên te yên hêja.

      Tu rexneyên li dijî Rêvebirîya Başûr cîhê xwe de nabînî. Li gorî te kîjan rexne wiha ne? Tu dikanrî hinem mînak bidî me?

      Tu her wiha piranîya kesen rexnegir wekî nezan û dijî damezrandina dewletê dibînî. Ez bi rastbûna van gotinên te ne piştrast. Gelek caran kesên ku rexne dikin jiber xêmwarîya xwe rexneyên xwe tînin û ne hewce ye ew kes li dijî Kurdan bin.

      Dîsa, li nav kesên ku rexne dikin gelek rewşenbîr û mirovên zana û gehiştî hene. Ne wusa ye gelo?

      Silav û serfirazî

      • R.Sitav says:

        Carek din silav û rêz ji we hemîyan ra, taybet rêzdar Mutlu Civiroglu ra

        Di destpêkê da, navê min Ro$ev e kekê min.

        Ez çend mînakan bidim, bo dijitîya desthilatîya me.

        Dibêjin ku, çima desthilatîya Kurdistanê pêwendîyên xa/xwe bi dewleta tirk ra, an jî dewletên din yên dagirker ra ba$ e?

        Dibêjin ku, çima Ba$ûr bûye bazara tirkan?

        Dibêjin ku, çima karsazên tirkan û yên îranê li Ba$ûr kar dikin?

        Dibêjin ku, desthilatîya di karên xa yên hikmî da ne weki desthilatdar karê xa dime$înin lê, weki e$îran in!

        Ya dawî bibêjim û dirêj nekim; dibêjin ku Kurdên Ba$ûr (merama wan desthilatîya me ye) weki “netewperestên hov” karê xa pêk tînin. Ew netewperestî, carna bandora xa li Bakur jî dike û ew gelkî xeter e.

        Divê em herdem biratîya gelen biparêzin.

        Kekê min,

        Bi kurtî nika ez dikarim wan xalan destnî$an bikim. Eger tu bixazî ez dikarim, her roj çawa bi navê Kurdewarîyê dijitîya desthilatîya me tê kirin, ez amade me wan jî li vir destnî$an bikim.

        Carek din silav û rêz, serkeftin karên we yên Kurdewarîyê ra.

        • Îbrahîm Tilêrî says:

          Birêz Roşev,

          Çawayî, înşallah baş bî? Min divê tu behsê wan kesên ku dijminahîya desthilata Kurdan dikin bikî. Kî ne ew kes, bo wusa dikin? Aye xeletî û kêmehîya desthilata Başûr ji nîne?

          Supas

          Îbrahîm

          • Mutlu Civiroglu says:

            Silav kekê Îbrahîm,

            Spas jibo mesaja te. Ji we kekê Roşev bersîva ti bi berfirehî daye. Hêvîdar im bi dilê te bûye.

            Em li benda peywendîyên te ne.

          • Mutlu Civiroglu says:

            Gelek spas, kekê Îbrahîm. Em hevîdar im ku tu bi bersîva birêz Roşev dilxweş î.

        • Îbrahîm Tilêrî says:

          Birêz Roşev,

          Çawayî, înşallah baş bî? Min divê tu behsê wan kesên ku dijminahîya desthilata Kurdan dikin bikî. Kî ne ew kes, bo wusa dikin? Aye xeletî û kêmehîya desthilata Başûr ji nîne?

          Spas

          Îbrahîm

          • R.Sitav says:

            Silav û rêz,

            Rastî jî min nedixest di vê demê da, hindik navan di vê malperê da û ÎRO destnî$an bikim lê, dema ku rêzdar Îbrahîm ew nav ji min xastin, wê demê edî, ez neçar mam binivîsim, lê, dîsa jî ne hemî kesan..

            Yên pirr/gelkî “binavûdeng in” tenê ez ji wan çend navan bibêjim.

            Ew kes, weki Kurdewar tên naskirin.. ji ber vina jî min ew nav bijartin.

            Malpera PEYAMNER bi Emîne Ayna (wê demê parlemenê DTPê bû) ra hevpeyvîn çêkirîbû. Rêzdarek ji Ayna dipirse; gelo hûn pi$tgirîyê didin desthelatîya Ba$ûr?

            Ayna dibêje, “Na, em nikarin pi$tgirîyê bidin desthilatîyê jiber ku desthilta Ba$ûr hokerên emperyalîstan û kapîtalîstan dike. Em naxazin pêwendîyên wusa bi dewletan ra bê daynîn!

            Aysel Tugluk jî him di hevpeyvînên xa/xwe da, him jî weki nivîskarek gelik cîyan da, dibêje; “li Bakur metirsîyek mezin hedî hedî çê dibe, ew jî netewperestîye. Ew netewperestî jî bi bandora desthilatîya Ba$ûr e. Em weki partî nêrinên wusa qet napajirînin û divê netewperestî di nav partîya me da weki nexa$îyek/nexawe$îyek bê dîtin”.

            Selahtîn Demîrta$ bersîv dida Tayîp Erdogan. Tayîp Erdogan wusa gotî bû “Bila Demîrta$ berê zimanê Kurdî hîn bibe û dûra/pa$ê bila mafê Kurdan biparêze”.

            Demîrta$ digot; “em netewperest nînin, bo me ziman ewqas girîng nîne. bi kîjan ziman dibe bila bibe, em dikarin xa bi zimanê tirkî jî îfade bikin”.

            Apdullah Ocalan jî bo Ba$ûr çi difikre, ne hevceye ku ez dirêj binivîsim lê, yek nûmûne bawerim xandevanan têr dike.

            Ocalan digot; “dema ku li Sûrîyê bîryara derketina min e$kire bû, ji Partîyê (mabesta wî PDK) 4 kes hatin cem min. Ji min ra gotin ku; wera Ba$ûr li wir kes nikare zîyanekî bide te. Him tu dikarî li wir serokatîya gerîlayên xa jî bikî…

            Lê min guh neda wan, jiber ku min dizanîya ku, dema ku ez herim Ba$ûr ez jî weki Ba$ûriyan dibûm netewperest. Ji xa yên ku jî me veqetîyan, hemî jî bin bandora Ba$ûrda ma bûn…

            Ba$ tê zanîn ku, peyva “netewperestên hov” bi destnî$ankirina Ocalan e û bo Desthilatîya me dibêje.!

            Gotina dawî; dema ku ew erî$ên wusa dijî Desthilatîya me dihatin kirin, ji pîyên/layenên gelik Kurdewaran wa ya pesna wan erî$an hatîye kirin, ya bêdeng ma ne, yan jî helwestek Kurdewar nehatîye destnî$an kirin. Dema ku rew$ wusa bû, wê demê ne tenê ew kesên ku e$kire erî$ Desthilatîya me dikin, tawanba rin, ew kesên ku pi$tgirîyê dide wan kesan ew jî qas wan kesan tawanbar in.. Jiber ku bi zanîn dijitîya mafê mirovan, taybet dijitîya mafê Kurd û Kurdistanê dikin..

            Gotinek rîsipîyan; mirov tenê bi nêrin û kirinên nexa$ nayê nirxandin/darizandin, dema ku mirov nêrin û kirinên ba$ neparêze û neke, wê demê ew kes jî bên nirxandin..

            Bimîne di xa$îyê da.

        • Mutlu Civiroglu says:

          Silav kekê Roşev,

          Destpêkê de dixwazim gelek spasîya te bikim. Bi nêrîn û pêşnîyerên xwe, birastî rengekî pir hêja didî bloga me. Em hêvîdar in ku tu berdewam dîtin, rexne û pêşnîyerên xwe bi me re parve bikî.

          Ez bi nêrînên te re me ku divê em biratîya navxweyî xûrtir bikin û hevdu neşkenin. Loma jî gotinên mîna “nîjadperestîya hovane” di cîh de nabînin. Welathezî, niştîmanperwerî çirare. “nîjadperestîya hovane” be? Bê guman mafê her Kurdek heye ku welatê xwe hez bike û bi netewa xwe serbilind be.

          Di heman demê de, gerek e em ji rexneyan metirsin û bi awayekî avaker rexneyên hemberî xwe hembez bikin. Divê em bîr nekin ku rexnekirin û hezkirin û xemxwarin tê.

          Heta careke din bimîne di serfirazîyê de

  2. Cankurd says:

    Birayê hêja silavek ji dil,

    Axaz û pêdiviyên Kurdan, li her derekê pir û pir in. Desthilatiya bashûrê Kurdistanê nikane bi heme histobariyên xwe yên kurdistanî di rewsha niha de rabe, hema ji me tevan tê xwestin ku em jê re harîkar bin, da ew di demeke nêz de bash bi karê xwe rabe…

    Ta niha hinek xebat û bizav hene, ya tev mezin jî ewe ku Serokê Kurd, Kak Masud Barzanî, soz kiriye ku di nêv Kurdan de sher pêda nebe…

    Eve serkeftineke mezin e di dîroka me de.

    Her bijîn bo nêrînên we yên xembar bo Kurd û Kurdistanê

    • Mutlu Civiroglu says:

      Hêja kekê Cankurd,

      Rast dibêjî, desthilatîya Başûr nikane alîkarîya hemî Kurdan bike. Meriv dikane wiha fem bike ku tu ji xizmet û piştgirîya rêvebirîya Kurdistana Îraqê razî yî?

      Rast e ku şorên birêz Mesud Barzanî ku gotîbû, “êdî kes nikane Kurdan bide ber hev” dilê gelek Kurdan xweş kir.

      Careke din sipas jibo parvekirina dîtinên xwe.

    • Cankurd says:

      Keko, min di gotaroka xwe de nivîsandi bû (axaz) ji ber ku wilo di helbesta me ya klasîkî de hatiye, te hema di cîh de guhartiye û kiriye (daxaz)…
      Xwedê xêr ke, qey ya Ehmedê Xanî çewt e!
      Silav û rêz
      Cankurd

  3. Ömer Özmen says:

    Spas ji bo daxwazîya we.

    Tê zanîn ziman; raste rast bi hebuna netewan ve girêdayî ye.Fenomenek bingehîne.Bi windabûyîna zimanan, mirov dikare bêje netew, taybetmendîyên xwe yê xwezayî winda dikin.Ji holê radibin.

    Ji bo vî realiteyê ku, dewletên kolonyalîst, di destpêkê de, xusumeta xwe, pêşkêşê zimanê Kurdî dikin. Sazî û dezgehên ziman ji holê radikin. Di derbarê dewlemendîya ziman de, propogandayê reş bikartînin.Ji bo lawazkirin û tûnekirina zimanê me, tedbîrên psîkolojîk digrin.

    Tekoşîna azadîya milletê Kurd, divê li her çar perçeyên Kurdistanê, bi tekoşîna azadîya zimanê Kurdî ve girêdayî bin.

    Siyasetmedar û rayedarên Kurd, di vî warî de, proje û bernameyên taybetî amade bikin. Ger tu derfet tunebin jî, wek ibadetê olî, divê herkes li malên xwe bi Kurdi biaxifin û zarokên xwe bi Kurdi perwerde bikin. Heta dikarin, zimanê biyanîyan bikar neyînin.

    Pêşdebirin, dewlemendbûyin û navendîbûna ziman; bi bazirganî û hilberînê ve girêdayîye. Di encama aborîya bazirganî de, sazî û dazgehên çandî û aborî tên damezrandin. Pêywendîyên gundî û bajarvanan û kesayetên ji deverên cuda cuda, di navendên bazirganîyê de tên damezrandin. Ev pêywendîyên aborî, derfetên şikilgirtina zimanê navendî derdixin holê.

    Em bextewar in ku gelê Kurd, îro li başûrê Kurdistanê desthilatdar e. Di warê pêşdebirin û bazirganîya azad de, xwedî derfet e. Rayedar û berpirsên başûrê Kurdîstanê; di warê sazkirina zimanê navendî de, dikarin tedbîrên bingehîn bigrin. Ji bo avakirina sazî û dezgehên çand, edebîyat û ziman de, pêşengî bikin.

    Dema li ser axa azad, di nav têkilîyên hilberin û bazirganîyê de, sazî û dezgehên ziman bête xûrtkirin, ez bawerim ku bi qanala pergalên teknolojîyê û ragihandinê, di heman wextê de bandora xwe li ser perçeyên din ji nişan dide. Karanîna televizyon û internetê, di vî warî de, defetên girîng derxistine holê.

    Divê, dl her çar perçeyên Kurdistanê ji pispor û zimanzanan pêkhatî, sazîyek akademîk bête damezrandin. Ev sazî, di navbera çalakîyên çand, ziman hûner û edebîyatê de karên kordînasyonê bibîne. Li her çar perçeyan, ji bo elfabeya hevbeş xebat bigre ser millên xwe.

    Hikûmeta başûrê Kurdistanê, dikarê finansmana vî sazîyê pêkbîne. Divê, bi alikarîya vî sazîya navendî; li rojhilat, rojava û bakurê Kurdistanê, çapkirina berhemên çand û ziman bête teşwiq kirin. Weşandin, reklamasyon û belavkirina kovar, pirtûk û berhemên din werin organize kirin.

    Alîyê din; divê li bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, tevgerên siyasî û rêxistinên sivîl jî di warê ziman de xebat bimeşînin. Rexistinên sîyasî û sazîyên sivîl, dikarin bi gor derfetên xwe, qursên zimanê Kurdî ava bikin. Konferans, semainar û civînan lidar bixin. Li hember polîtîqayên asîmilasyona dewletên dagirker tedbîran bigrin.

    Silav û rêz
    Ömer Özmen
    Perwerdekar- Nivîskar

    • Mutlu Civiroglu says:

      Hêja kekê Omer,

      Gelek spas jibo nivîsîna mesajeke wiha berfireh, bi pêşnîyar û nêrînên hêja dagirtî. Birastî hemî gotinên te rast in û em hêvî dikin ku karbidestên li Kurdistana Îraqê feyde ji van têbînî û pêşnîyarên te wergirin.

      Em li benda parvekirinln te ne.

      Careke din pir spas,

    • Ribad Rojhilat says:

      Kekê Omer gotinîn te gelik rast u mentiqîne hivîdarim bên bihîstin.

      silav u serkevtin

  4. Alî Işik says:

    Divê, Hikumeta herema Kurdistanê, beriya her tişti, xelatên wêjê û rojnamegeri, diyar û organize bike.

    Xelatên ku ji her alîve tatminkar û biedil vê teqleqî li ziman û wêjeya Kurdi bixe.

    Xelatên roman, çirok, helbest, ceribandin û xelatên rojnamegeriyê, ez bawerim vê tesireke ji Akademiyê betir û zêdetir, li ziman, wêje û rojnamegeriya Kurdi bike.

    Xêra heri mezin ya ku Hikumeta Herêma Kurdistanê li zimanê xwe bike ew e….

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Alî,

      Pêşnîyarên te gelek di cîh da ne. Birastî eger Hikûmeta Herêmê xwedî li roman, çîrok, helbest û rojnamevanîya Kurdî derkeve pir kêrhatî dib. Bi vî rengî, rojnamevan, nivîskar û wêjevanên me jî pirtir heweskar dibin ku berhemên nû biafrînin û edebîyata xwe pêşve bibin.

      Gelek spas jibo van pêşnîyarên te yên hêja

  5. Misto says:

    Spas dikim ku we mijareke wanî vekir. Ev çend sal in ez li Başûr dijîm lê hukumeta Kurdan qet xêma Kurdan naxwe. Taybetî Kurdên Bakur û Başûrê Biçûk ne xema wan e.

    Halê Qampa Mexmur li pêş çavan e. Hukumeta Kurdan heta niha tiştek ji wan re nekiriye. Kurdên Başûrê Biçûk jî li 2 qampan dimînin nîzîkî Zaxo û Duhok. Ew jî perîşanin û hukumet ji wan re jê alîkarî nake.

    Li başûr aşqkeke mezin ji tirkan re û ji zimanê tirkî re heye. Piraniya şîrketên ku li vir dişoxlin şîrketên tirkanin û MÎT in. Hukumeta Herêmê jî alîkarî dide wan û dilê wan xoş dike.

    Tiştê herî xerab jî ev e ku dijmintîyeke mezin ji Kurmancî re heye. Li vir her tişt bi Soranîye û bi harfên Erebîye. Li universîteyan xwendekarên Bakurî pir zehmetî dibînin ji ber ku wan mecbur dikin bi Soranî buxînin. Hêviya min ji rêvebirên Kurdên Îraqê nemaye. Li gorî wan Kurdên Kurmanc ne Kurdin. Her tişt ji Sorani re ye.

    Em li welatê xwe dîsa bindestin. Gelek nivîskarên Soran bi eşkereyî dibêjin ku Kurdistana Îraqê ê wan e û pewîste kesek tiştek hevî meke û zimanê wan jî tenê Soraniye.

    Çi heyfe ku meriv li welatê xwe jî mina xerîbî dijî. Ez vê meha diçim Bakur ji ber ku ev der bê mane bûye.

    Misto,
    Kurdistana Başûr

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav Mistoyê bira,

      Spas jibo peyama te. Hêvîdar im emê te her dem li vê blogê bibînin. Tu di mesaja xwe de gelek reşbîn xuya dikî. Ez bi xwe ji wê yekê ne serwest im ku hikûmeta herêmê xema Kurdên Bakur û Başûrê biçûk naxwe. Bê guman ez li wê derê najîm û îdîa nakim ku hemî rastîyên Kurdistan Îraqê baş dizanim. Lê, bawerîyeke nav civata Kurdan heye ku hikûmet bi qasî kanîna xwe alîkarîya hemî Kurdên Kurdên hewcedar dike.

      Tu îdîa dikî ku rêvebirên Kurdistana Îraqê, Kurdên Kurmanc wekî Kurd qebûl nakin. Çima gelek ji karbidest û rêvebirên herême ne Kurmanc in? Çima tiştekî wusa bêjin? Kurmancî li deverên ku Kurmancîzer lê dijîn, bi azadî nayê axaftin? Gelo kesek rê li ber wan digire? Divê em bîr nekin ku Soranî jî parçeyeke zimanê me ye, divê ew jî bi qasî Kurmancî û zaravayên din were parastin.

      Careke din spas û silavên me ji te re

  6. Bulent Artanli says:

    Kurdên başûr pêwîst e mafên Kurdên perçeyên din biparezin. Eşkere nebe jî bi rêyên din alîkarîya rêxistin û komelên wan bikin. Taybetî jî desteka sazîyên ziman û edebî bikin.

    Bila televîzyoneke taybet ya Kurmancî vekin. Li zanîngehan cîh bidin xortên Kurdan lê ne bi soranî û harfên erebî. Divê perwerde bi Kurmancî û alfebeya Celadet Bedêrxan be.

    Bila burs bide xwendekarên Kurd ku halê wan ne baş e.

    Bila hikumeta Kurdistana federal tenê alfabeya latinî bi kar bîne.

    Bila baş bizane ku Kurd tenê li Suleymanîyê, Hewlêr û Duhokê jîyan nakin.

    Sipas Dengê Amerîka

    Bulent

    • Mutlu Civiroglu says:

      Roj baş kekê Bulent,

      Pir spas jibo pêşnîyarên te. Taybetî jî gelek baş dibe wekî karbidestên herêmê xwedî li ziman û wêjeya Kurdî derkevin. Dîsa, hizra dayîna bursan fikreke pir baş e…

      Tu dibêjî bila xwendina Kurdan bi Kurrmancî be. Jixwe li Zanîngeha Duhokê perwerde bi Kurmancî ye. Tiştekî normal e ku li Silêmanî û Hewlerê perwerde bi Soranî be jiber ku tevahîya Silêmanî û piranîya Hewlerê bi Soranî dipeyivin….

      Me di babeta berê ya blogê, behsa karanîna alfabeyê kirîbû û piranîya xwendevanan hevbîr bûn bila Kurdên Îraqê tîpên Latînî kar bînin. Bê guman di vê xalê de biryar di destê rêvebirên Hikûmeta Herêma Kurdisanê de ye û divê em hizra xwe li ser vê yekê bikin.

      Em jî spasîya te dikin û serfirazî ji te re dixwazin.

  7. Ribad Rojhilat says:

    Rastî kurt u kurmancî desthilatdarîya başûrê Kurdistanê istiratêjîya netewî gelik ber bi lavazîyê ve birîye. Hun dibînin her gel nirxên xwe yên netewî çawa diparêzin !!!!

    Çima başûrê Kurdistanê vê yêkê nizane ku peywîste bibin milet (gel) paşê em dikarin bibin dewlet jî. Mixabin gelik bi herêmî difikirin. Li Amêdê wextê dawet u şahî tên kirin wêneyên Yilmaz Guney hildidin gelo çima carik filmeke Yilmaz guney li ser ekrana kurdistan tv an kurdsat tv yê nayên nîşan dan?????????

    Ma ji Erebê Şemo mezintir rewşenbîr û edebîyat parêz heye? Gelo çima li başûrê kesik Erebê Şemo nas nake ???????

    Gelik û gelik mînakê wisa hene lê ya hemuyan nexweştir ev e Kurmancî ku zimanê serekîye li nava kurdan de, li başûrê kurdistanê ber bi lavazî ve diçe gelik hevildan tên kirin ku soranî bikin zimanê resmî!!!

    Em dikarin ji xwe pirs kin gelo çima?

    Waxtê ez zarok bûm malbata min li rojhilatê kurdistanê diçûn zozana li serhedê, her gav dengê topan li başûr dihat, min rojekê ji bavê xwe pirs kir ew dengê topan çîye û ji kî derê tê? Bavê min got, “kurê min ewa dengê topên Ereban e li ser kurdan. Ev Bêcan Everî ye dijî Ereban boy azadîya me şer dike. Bêcan Everî kurdê Rojhilat bû û gelik salan ji başûrê wek serqol şer kir. Li sala 1979 li bajarê Selmasê destê komara islamîya Îran ve hat şehîd kirin. Mebesta min ev e destketinên başûr ya tewayê kurdên cîhanê ye, ne tenê ya Silêmanî û Hewlêr.

    Serfirazî û serbilîndîya gelê me daxwazîya me ye herî mezin e

    Her hebin u serkeftî bin

    Ribad Rojhilat

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê ribrojhilatad,

      Em pir şabûne ku xwendevanên me yên ji Rojhilatê jî beştarî li gotûbêjan dikin. Bi xêra nivîsa te em dixwazin Erebê Şemo yê mamosteyê mamosteyan bi bîr bînin. Wekî nivîskarek hêja ku romana yekê ya zimanê Kurdî. “Şivanê Kurmanca” nivisîye, em li ser Erebê Şemo çi bêjin hindik e. Dema li Sîbîryayê di sirgunîyê de bû, çawa bi xwe xwe re Kurmancî xeberdaye ku zimanê xwe yê dayikê bîr neke, tu car jî bîra min dernayê. Wekî tu dibêjî, divê, hemî gelê Kurd vî lehengî rind nas bike û ked û emegên wî bi rêz û spasdarî bîr bîne…

      Her wiha wekî aktor û derhênerekî gelek mezin, Yilmaz Guney jî doza Kurdan ji dinê hemî re da nasîn. Tevî ku salên dûr û dirêj li ser filmên wî derbaz bin jî, Yol, Suru, Duvar, Umut hîn jî xwedîyê girîngîyeke pir taybet in. Hem jîyana wî ya hunerî û hem jî nerînên wî yên welathezî mînakeke baş e ji me gîşkan re. Em jî hêvî dikin ku hemî televîzyonên Kurdan xwedî li nirxên xwe yên netewî derkevin û li ser jîyan û berhemên wan bernameyan çêkin…

      Çima di wê bawerîyê da yî ku Kurmancî li Kurdistana Îraqê ber bi lawazbûnê ve diçe? Li Zanîngeha Duhokê perwerde bi Kurmancî ye, ne wusa? Li Duhokê û li qazayên wê Kurmancî bi serbestî tê axaftin, rojname û kovar derdiçin û di televîyonan de bernameyên şahî û muzikê bi Kurmancî têne pêşkêş kirin…

      Gelek spas jibo van nêrînên te yên hêja.

      Silavên me yên germ ji rojhilatê re

      , nivîskarê pêşîn yekêî yekemîn romanivîs vanê Kurdî û mamosteyê ziman ê
      .

    • Mutlu Civiroglu says:

      Gelek spas, kekê Ribad. Em hêvîdar in ku têkîlîya me her berdewam bibe. Di babetên me yên paşerojê de jî em li benda nêrîn, rexne û pêşnîyarên te ne.

  8. serhed says:

    Pirsgirêka Kurdan ya sereke ew e ku tu car nebûne yek, ne ji layê dewlet ne ji layê sîyasetê ve… her dem ji hevdû dubendî ketîye nav wan. Belê ev tenê ne kêmasîya Kurdan e, şertên ku tê de dijîn jixwe ev tiştan derxistîye holê.

    Belê hezar mixabin ku em Kurd di binê desthîlatîya çar dewletan de mane û van dewletan xwestine ku li ser cviaka me, kultura xwe, zimanê xwe ferz bikin. Lê hemdê xwedê ku heta vê rojê, civaka me dikaribîye ku him zimanê xwe him jî kelepora xwe bipârêze.

    Neha li başur, rewşa Kurdan ji aliyê statikoyê ve gellek baş e, Kurdên perçeyên dinê ji hebuna statuyê mehrûm in û bindestîya wan hê jî dewam dike. Li Tirkîyê di layê siysetê da me diît ku li Kurdan neheqî hat kirin, parlamenterîya wekîlê wan hat bettal kirin, neha qiyameteka mezin li serê Kurdan tê xera kirin da ku çima li ser ziman, perwerde û xwe rêvebirinê da dexwaza xweserîyê dikin, ma gelo ji herkêsê re heq e ji Kurdan re qebehet e ?

    Belê em dizanin ku hikumeta herêmê belkî nikare mudaxaleya nav meselyên Tirkîyê bike lê di eslê xwe da ev mesele ne tenê mesela navxo ya Tirkîyê ye, mesela Kurdan e, lewma jî divê tiştên ku ji destên wan tê bila pê bidin hisandin ku Kurd birayê hev in. Bila Kurdên bakur, qurbanê rêkeftinên bazirganîyê nekin. Em dizanin ku Kurdên Başur li Emerîkayê bihêztirin ji Kurdên Bakur, divê ji bo ku doza Kurdan were fêm kirin, ji layê dîplomasîyê jî piştgirîyê bidin e birayên xwe.

    Nizanim, ger dil hebe rê û rêbaz jî gellek in, jiber ku di gellek alîyan de lazim e ku piştgirîyê bidin. Xwe di kîjan layê de bihêz hêst dikin, bila dî wî warî depiştgiriyê bikin. Mekteb, zanko, piştigiriya xwendekaran…nizanim, hawê ku min li jor jî gor, ger dil hebe, bi hezaran kêmasî hene ku xwe bidin berê û temam bikin.

    Ji Amed’a dilê Kurdan Silav û hurmet!!!

  9. Jînda says:

    Ji Batmanê silav û hurmet!

    Spas dikim ji bo vê babetê. Tiştên ku bi ber çav in pir feydeya hikûmeta herêmê nagêje Kurdên parçeyên dinê. Yan jî naxwazin nîşan bidin. Roja ku statuya başûr bi dest ket, kêfa tevekî kurdan hat, ev kêf bingeha xwe ji qewmîyetê distîne. Ne ku bê sebeb e.

    Lê îro ji Kurdan zêdetir, mirov dibê qey nêzîkê rêvebiriya dewleta Tirkîyê bûne. Wekî ku perçeyek Tirkîyê bin, tevdigerin. Belkî ev jî sîyasetek be. Lê, divê bi awayekî bi Kurdan bidin hisandin ku ew dê her li pişta hev bin.

    Çawa ku Tirkîye dikare li Başûr zanîngehan veke, divê hikûmeta federal jî dikaribe zanîngehên taybet li bakur bide vekirinê. Ez bawer im ku di hêla fermîyetê da pir zêde pirsgirêk nîne û ji hêla pere jî dibêm wê prisgirêk nebe.

    Spas dikim

    Rojbaş

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav Jînda,

      Em ji silavên xwe ji te re û ji Batmanê re dişînin. Nêzîkbûna Hikûmeta Herêmê bi Tirkîyê re, peywendîyeke dîplomatîk, sîyasî û aborî ye. Li gorî rêvebirên herêmê, ew têkîlî li ser bingeha berjewendîyên dualî hatiye ava kirin.

      Min dixwest baştir fem bikim, ew yek çima te eciz dike gelo? Tu ditirsî ku bi vê peywendîyê, Kurdên Tirkîyê têne piştguh kirin û girîngî ji wan re nayê dayîn? Dîsa, li gorî ragihandina karbidestên herêmê, piranîya kompanî û karkerên ku li wê derê dişoxlin, Kurd in. Ew ne tiştekî baş e gelo?

      Nêrîna te ya vekirina zanîngehan, pir balkêş e. Hêvîdar im karbidestên herêmê vê pêşnîyara te bibîhsin.

      Dubare pir sipas û mal ava

  10. Dilxwaz says:

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li gor bîr û baweriyên gelê Kurd li hersê paçeyên din yên Kurdistanê derket. Ez weku Kurdekî Sûriyê dibînim ji mafê me ye, weku Kurd ku girêdaneke giyanî me be Kurdên Başûr ve girêdide, ku HHK alîkariyeke siyasî û abûrî ligel Kurdên Rojava bike. Kurd li Sûriyê di qonaxeke dîrokî de derbas dibin, lewra divî alîkarî ji hemû aliyên welêt ji wan re were. Me dît çawa Kurdên Bakur komîteyeke bo piştgirtiya Kurdên Rojava ava kirin, tevî kur Kurdên Tirkiyê imkanên xwe ne zêde xurt in, lê dîsa jî berjewendiya neteweyî ji wan dixwaze bi me re rasewestin.

    Em dibînin çawa welatên Ereban li vî alî û wî alî piştgirtiya Erebên Sûriyê dikin, lê heta nuha hikûmeta Başûr ti gavinî konkrêt ne avêtiye.

    Eger bi rastî jî rêvebiriya Herêma Kurdistanê bi çavekî Kurdistanê li Kurdên Sûriyê dinêre, divê berî her tiştî di vê demê de piştgiriya wan bigire

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav xûşka (kekê) Dilxwaz,

      Gelek spas jibo peyama te. Em hêvîdar im ku tuyê berdewam serêdana bloga me bikî…

      Em jî bûyerên ku li Sûrîyê diqewimin bi nêzîkî dişopînin û hewil didin ku di bernameyên xwe de cîh bidine pêşketinên li wê derê. Hêvîya me ev e ku êdî kuştinkarî, giwaştin û zordarî bi dawî were û gelê Sûrîyê hemî, taybetî jî Kurd bigehijin aşitî û aramîyê…

      Tu di nivîsa xwe de nerazîbûna xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîyar kiriye. Divê neyê bîr kirin ku Herêma Kurdistanê ne dewleteke serbixwe ye û derfetên wê jî sînorkirî ne. Bi dîtina te Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çi rengî dikare Kurdên Sûrîyê bike. Hêvî û daxwazîyên gelê me li wê derê çi ne? Em li benda bersîvên te ne.

      Gelek spas

  11. What attractive place and that i really much like the way you come up with their posts.

  12. Hello,guys,your blog is really great! I like it.

Leave a Reply

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.