Ser Bîranîna Helbestvanê Kurd Qadirê Motî

Posted February 10th, 2012 at 15:43 (UTC-5)
15 comments

Helbestvanê welathez Qadirê Motî

Ku ne şaş bim, sala 1995 bû û ez hîngê li Entabê bûm. Wekî her roj, min radyoya xwe ya biçûk vekir da ku guhdarîya weşana Dengê Amerîkayê bikim. Wê çaxê, weşana Kurdî rojê tenê seetek bû, lê bernameyên xweşik dihatin amade kirin.

Min taybetî, bernameya “Ferheng û Toreya Kurdî” ya mamosta Xelefê Zêbarî hez dikir ku hefteyê carek dihate weşandin. Piştî nûçe û çend bernameyên din, “Ferheng û Toreya Kurdî” destpê kiribû û mevanê wê jî helbestvanekî bi navê “Qadirê Motî” bû.

Min navê Motî berê qet nebihîstîbû, lê ji pêşkêşkirina Zêbarî eşkere bibû ku Qadirê Motî, Kurdekî Azerbaycanê bû. Helbestvan Motî bi zimanekî şêrîn û zelal qala jîyana xwe dikir. Wî her wiha, behsa wan salana dikir ku jibo rojnameya “Rîya Teze” xebîtîbû û nûçegîhanî ji rojnameyê re kirîbû.

Piştî xwenasandinê, li ser daxwazîya kekê Xelef, helbestvan Qadirê Motî dest bi xwendina helbestên xwe kirîbû. Birastî helbestên wî pir xweş bûn û wekî piranîya berhemên Kurdên Sovyetê berê, bi zimanekî petî û paqij hatibûn nivisîn û hestên welathezî û xerîbîyê di nav wan de xemilandî bûn. Taybetî helbesteke wî ya bi navê “Xulamê Bê Par” hebû ku bandoreke pir xûrt li ser min hêla bû û ti car ji bîra min derneketîbû.

EM XULAMÊ BÊ PAR IN

Bihar, payîz, zivistan,

Jî bîr naçe Kurdistan

Ax nalînîya te rindê

Dil kebab kir ser bistan!

Mêvan hatin mala me

Qet nepirsîn halê me

Malxû ji mal derxistin

Kûl kirine dilê me

 

Dilê me de ma hesret

Wek xulamê bê rûmet

Ji tev parî, parek dan

Ew jî bi rêk, bi kudret

 

Mala me de zêr heye

Destûr destê mar da ye

Ew dikirin, difroşin

Xwedîyê male zûr maye!

 

Zevî ya me, deşt ya me

Hevîr ya me, teşt ya me

Em nepêjin, nedine wan

Şivdar ya wan, pişt ya me!

 

Sêwîyê ber destê me

Şikestandin şexsa me

Me nan da kê, mezin kir

Ew rabûne qasta me!

 

Kurê’m(in) yar pak şa nekir

Keça’m(in) por eşq şe nekir

Welat yê me, mal ya me

Me xwe azad ba(ng) nekir!

Helbestvanê Kurd Qadirê Motî sala çûyî ji nav me bar kir û çû ber dilovanîya Xwedê.

Em bi rêya vê blogê, helbestvanê hêja bi rêz û hezkirinên xwe bîr tînin û jibo xizmetên wî yên hêja spasîya wî dikin.

Bila rûhê te şa, mekana te jî bihûşt be.

———————————————–

Kerem kin guhdarîya hevpeyvîna Momosta Xelefê Zêbarî ya ligel helbestvanê hêja Qadirê Motî bikin ku li sala 1995′an, di Radyoya Dengê Amerîka’yê de  hatibû weşandin.

Hevpeyvin_Qadire_Moti_XZ

—————————————————

Kerem kin bi lînkên jêrîn vê hevpeyvîna xweşik ya rojnamevanê serketî û sernivîskarê Rojnameya Dîplomatê, Tahir Silêman ya ligel Qadirê Motî bikin ku ji çar pişkan pêk tê:

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=GkQOVeL7-Uk

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=zNTTc2VJkns

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=RLzEo94G1qQ

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=PdSIGI6ZukM

15 Responses to “Ser Bîranîna Helbestvanê Kurd Qadirê Motî”

  1. Ahmedê Hepo says:

    Menal Dilo

    Xwendevanên hêja,

    Rojeke bihara sala 2011’a ji rûyên sedemên jîyanê yên neheq da dilê min jan da, êşîya.

    Min xwe-xwe ra got:

    -Menal, dilo neheqa bispêre Xwedayê Mezin, sebir ke!

    Yên ku, îro nav-namûsa xwe, heyîtîya xwe difroşe malên dinê, ewana fem nakin, wekî hemû kes rût hatîye dinê, wê rût jî, ji vê dinê here. Mixenetî, buxdantî, derewî û çavnebarî gelek nadome, ew gişk rojekê vedigerin pêsîra te bi xwe digire. Tu kere-ker der-dorên xwe dinihêrî û hêdîka ji xwe dipirsî:

    - Ev çi ye? Çima awa bû?

    Lema pêşîyan gotîye:

    - “Emelê pîrê, nayê bîrê”?

    Çirikekê şûnda tevzîkê binê pîyê min girt, hat mêjûyê minra derbaz bû, min dîsa xwera wekiland:

    - Menal, dilo!

    Vê qasê Qadir Motî hat ber çavên minra derbaz bû!

    Jiber ku, “Menal, dilo” navê helbest û pirtûkeke helbestvanê çarenûs bi gewir Qadirê Motî ye.

    Malekê da dibêje:

    Bendê xayîn, qelp, bê îtbar,
    Dexes, durû, him çavnebar,
    Quran dest da qat be sed car,
    Ew nabin pak mital, dilo.

    Hema wê firê nuqutî dilê min, derbarê vî kesê serbilind û helbestvanê delal da hêjakê, bîranînekê binivîsim.

    Jiber ku, ew layîq û hêjayî nivîsarên cuda-cuda ye. Min jîyana wî, çarenûsa wî, rîya afrandarîya wî, nava dilê xwe da elek-bêjîn kir û miqîm hatime ser wê nêtê ku, derbarê wî da weke hêz, zanebûn û nêrînên xwe binivîsim, diqewime ew bibe minakekê bona dahatîyên me, wekî werin em zû navdarên xwe bîr nekin.

    Min hey cedand, wekî navekî daynime ser bîranîna xwe; çi nav hatine hişê min, nava dilê min da cîyê xwe negirtin.

    Her tenê “Menal, dilo” hat nava dilê min da hêlûna xwe danî, xwe cî-war kir, him jî min tê derxist ew her du peyiv bi wate ne.

    “Menal, dilo”

    Payîza sala 1966’an bû. Rojnama “Rîya Teze”-da li Yerevanê kar dikir. Bi karşandinok ez şandibûme nehîya Vêdîyê, bona li gundên ku, Kurd lê dijîn parnivîsara rojnamê bidime derbaz kirinê.

    Danê nîvro hatime gundê “Develîyê”. Min zanibû li vî gundê mezinî-giranda êpêce malên Kurdan dijîn.

    Ji maşînê hê peyabibûm, bext ra rastî lawekî Kurd hatim. Ewî ez naskirim. Min meremê hatina xwe bi wî da zanînê.

    -Apê Ahmed,-wî gote min,-hûn rojeke şayê da hatine gund. Îro dawata xortekî Motîyan e. Hemû Kurdên Êzdî jî li wir in.

    Ez hema wê cirikê xetimîm û bi dengekî ne qayîl ji lawik re got:

    -Xezila rojekê ji navan Kurdan qebiltî, eşîretî û cudatîya olê bihata hildanê!

    Her tenê du Kurdên ne nas rastî hev hatinê, yekî ji yê din pirs kira:

    -Tu Kurd î!
    - Erê!

    Paşê bi biratî hev hemêz kirana.

    Min tê derxist qe ev nêta min negihîşte vî lawikî, ewî qe xwe wan erda danenî û kete pêşîya min, ez ber bi mala dawatê birim.

    Gav bi gav dengê diholê, zûrnê û qamê kilamê der-dorê min dihingavtin.

    Ez cîyê xwe da sekinîm, çok li min reqisîn. Tawek, dudu derbaz bûn, min hewzanibû perdên zurnê, xeleq-xeleq lêdana diholê, grime-girme pîyên govendgirtîyan hiş-sewdayê min, ji min stendine, ruhê min kişandine birine kirine nava tilîyên zurnevan.

    Her ku, ew tilîyên xwe hildide, datîne, min tirê ruhê min cirikekî ji min dûr dikeve, careke din tê tijî hundurê min dibe. Lezekî şûnda min hêz da xwe pêşta herim, lê lipitandin bi min nebû. Guhê min ser sazbendan, çavên min li govendê bû.

    Jin-mêran, bûkê-zavê, keç-xortan dest dabûne destên hev, giran-giran, fitil-fitil diçûn, dihatin. Kincên govendgirtan, cuda yên jinan, ber çavên min sipî, qerqaş, sor, gevez, qîçik, zer, hêşîn dikir.

    Ez ji dunyayê qetîyabûm, bi nêrînên nebinîyayîva govend mêze dikir. Miqamekî usa lêdidan min nebihîstîbû, pîyê xwe usa hevra-hevra pêşta dirêj dikirin, usa ser çokan qat dibûn, radibûn tu heyr-hejmekar dimayî, te tirê tu ketîyî nava dîdem-nexşekî xwezayîê û naxwezî ji wir derêyî!

    Min tê derxist rêzanê min bin cava va li min dinihêre, piçek jî ker-lal ser mera derbaz bû, ewî bi şermoke şanî da û ber bi govendê da gavan. Min jî hêdî-hêdî da pey wî. Em gihîştine himberî govendê. Sazbend, her sê jî (zurnevan, demkêş û daholvan) ser pê, nava govendê da sekinî bûn û miqam lêdidan.

    Min dît desta zurnevan Xelîlê Evdile dawatê şên bi şên dikin. Gava berê zurnevan kete min, ewî hêdî-hêdî dengê zurnê kêm kir, bi wêva şanî da hevalên xwe û govend girtîyan, wekî rawestin. Xelîlê Evdile zurne ser lêvên xwe hilda û bi gavên fire ber bi min hat, ez hemêz kirim. Me kêf-halê hev pirsî. Tevgelên dawatê dora me çît girtin.

    Min û hunermend Xelîlê Evdile zûva hev nas dikir, kar-xebat, hunermendîyêra girêdayî me dem bi dem hev didît. Çawa jorê hate gotinê, min rêdaksîya da kar dikir, ew jî dihate Radyoya Yerîvanê, ya Para Kurdî. Heleqetîyên me di alîyê hunermendî-sazbendîyê da hey dahate domandinê.

    Xelîlê Evdile çawa dibên, milekî min da darda bû û bi dengekî bilind gazî xwedanê dawatê kir:

    -Lo, Nadirê Koroxlû, ça pêşta were, binihêre kî hatîye dawata kurê te! Ahmedê Hepo, nivîskar, rojnamevan! Dost, birayê minî delal!

    Îdî mirovên li dawatê dora me civîyan. Qe qasekê nekişand du kesan qelefatê mirovan qelişandin û hatin pêşberî me sekinîn. Xelîlê Evdile destê xwe dirêjî yekî wana kir û got:

    -Eva Nadirê Koroxlî ye, îro dawata kurê wî ye, yê din birê wî Qadir e!

    Wana xêr hatina min kirin û ez dawatî mal kirim. Lê min, çawa dibên, pîyê xwe paşta kişand û berê xwe da Xelîlê Evdile:

    - Birao, ez wêda hatinê, ew miqamê te lê dida çi miqam bû?
    - Ew, miqam hatîye navkirin,- “Ez Xelef im”,- ewî bersîva min da.

    Kilama wê jî heye. Ewê kilamê ev herdu bira rind distirên.

    Min hêvî kir, govendê bigirin, bila herdu bira wê kilamê bestirên, paşê ezê derbazî malê bibim.
    Em êpêcekî hevraz, berjêr hevra peyivîn, dawîyê da min ra qayîl bûn. Govend hate şên kirin, her du bira ketine ser govendê, wana dest bi kilama “Ez Xelefim” kirin, du jina jî, li wan vegerand. Min jî wê gav defter da ser çokan xwe û gilî-gotinên kilamê nivîsî:

    Ez Xelef im, Xelef im,
    Hawara Xwedê, hawar im.

    Ez Xelefê bi sor im,
    Mala mîrê bega me.

    Ez Xelef im, Xelef im,
    Hawara Xudê, hawar im.

    Xwedanê şûrê sedef im,
    Ji mala mîrê bega me.

    Govendê êpêcekî kişand. Kilam ji bîst û çar rêza pêk dihat. (Bêjeya Xelef bi erebîye, weteya wê dewsgirtî, domkar, miratxar, ewled, nesil-dundar, xwedan peyvir). Her du bira-Nadir û Qadirê Koroxlî usa kirine kake-kak, usa kirine qame- qam te tê dedixist nava dengên wan da hawar-gazî, kîn-buxs hebû.

    Kilamê hikumdarî, zulmkarîya wekil-nûnerê dewrê ya Xelef, yê ku rûye wî geh sor bû, geh reş bû, geh sipî bû, şurê destê wî jî geh bi sedef bû, geh bi cindî bû, geh bi şirik bû, bindestî, berdestî, sîtema mirovan dihanî ber çavên tera derbaz dikir û wê gavê ew biketa destê te, teyê ew bikişanda ber şirîtdarê.

    Ji roja wê dawatê çend sal derbaz bibûn, min bi malbeta xwe va bar kiribû bajarê Bakûyê. Rojekê min rojnama “Rîya Teze”da helbesteke Qadirê Motî xwend. Qadir navê qebîla xwe, xwe ra hilda bû çawa bernav. Helbest xweşa min hat. Ew dawata çend sala berê, ew dengê xweşik kete bîra min.

    Carna dîrokê da, jîyanê da qewmandinên usa diqewimin dunê zendegirtî dimîne. Tu mirovekî Sovyetê ji tirs, xofê qe nedihanî hişê xwe, wekî diqewime rojekê Yekîtîya Sovyetê, ew damirazandina ku, beqî xwîna bi mîlyona mirovan eva 70-ê salî zêdetire tê domandin, hilweşê.

    Lê wê cî bi cî be, wekî ez ser girêfikekê vekim. Çawa jorê anî serzara, min bi malbeta xwe ji Yerîvanê bar kire Bakûyê, ji rêspûblîkekê koçkire rêspûblîkeke din. Ew sala 70’ê bû. Hema wê salê di îdara çapemenîyê ya parastina “Sura dewletê”-da, ketime ser kar. Wê îdarêra him jî Îdara Sansurîyê digotin.

    Kurt çend rêzan derbarê vê îdarê da. Yekîtîya Sovyetê da ew îdare-sênzûra bi serkarîya V. Î. Lênîn sala 1922’an hatibû damirazandin. Hemû 15 rêspûblîkên Sovyetê da ew îdare hebû. Wezîrîya wê, ya sereke li Moskvayê bû. Hemû emir, ferman, şanî, evraq ji Moskvayê dihate stendin. Me mehtî jî, ji Moskvayê distend.

    Bona xwendevan bizanbin ew îdare çiva mijûl dibû, kurt bêjim:

    Hemû çapemenîyên rêspûblîkayê-rojname, pirtûk û bernamên têlêradîoyê pêşta wekîlê wê îdarê dixwend, mêze dikir û wekî destûr bida wana ronahî didîtin, diçûne êfîrê.

    Sala 1987’an, rojekê me ji Moskvayê, ji Îdara Sereke evraqekî fermî bi vî awayî stend: “Ji vir pêda bispêrne sîstêma sênzûra Yekîtîya Sovyetê tevî pirsên sîyasî nebin”.

    Serwêrê îdara me Cahangîr Îldirimzade em hemû karkar bi mijara namêra kirine nas. Gişk çûnên şûnda wî ji min pirsî:

    - Te mijara namê, nêta nameya ji Moskvayê hatî fem kir?
    - Belê.
    - Te çi femkir?

    Name çawa hatibû nivîsarê min usa serkara got. Ewî bi ken got:

    -Te qe tiştek fem nekirîye? Tu rind bizanbe îro da Yekîtîya Sovyetê hate bela kirin.

    Min bi ecêb got:

    - Hevalê Îldirimzade, hûn çi dibêjin?

    - Birayê Kurd, mal avayî ser çar stûna tê avakirin û ser wan disekine. Lê Yekîtîya Sovyetê beqî sê stûna, beqî sê îdara eva hevtê sale didome. Ji wan yek Partîya Komûnîstîyê, yek Komîteya Dewletêye Bêqezîyabûnê, yek jî Sênzûra ye. Garbaçov hej li stûnekê xist. Wekî sênzûra tevî pirsên sîyasî nebe, kî çi bixweze binivîse, nava wedekî kin da Partîya Komûnîstîyê wê ji rûmet bikeve, karên wêye mîyaser kirî, yên derew wê bêne eyankirin. Heyfa xwîna yên mîna Çîngîz Îldirim!

    Çîngîz Îldirim apê Cahangîr Îldirimzade bû. Çîngîz Îldirim kî bû?

    Nêta me ne ewe, wekî derbarê wî şoreşvanî, damirzandinekî Sovyetê da, bi hûr-gotin bêjin, lê emê wan agahdarîya bidin, yên ku, heta naha cewt hatine nivîsarê.

    Çîngîz Îldirim sala 1890-î li qeza Zengezûrê, gundê Kubatlîyê (naha navenda nehîyê ye) tê dunê. Pey xwendina navîn ra, xwendina bilind dest tîne. Hema cîwantîya xwe da tevî Bolşevîk-şoreşvanan dibe û bona damirazandina qeydê Sovyetê mêrxasîyên hêle dike. Pey hinek karên berbi çavra wî dişînine Sîbîryayê heşir-meşirê Magnitogorskê, çawa muhandîs û serkarîyê li zavoda metalurjîyê dike.

    Ew hevaltîyê S. M. Kirov (1886-1934) û G. K. Orconîkîdzêra (1886-1937)-dike. Ew herdu jî Bolşevîkên mezin, xizmetkarên dewletê yên navdar bûn.

    Çîngîz Îldirim ji Magnîtogorskê him Kirov ra, him Orconîkîdzê ra namê dinivîse û dide kivşê, wekî ew Kurd e. Nameke xwe da Cîngîz Îldirim Kîrov ra dinivîse:

    “Mîronovîçê bi rêz!

    Îdî eva du meha zêdetir e ez ji te tu nama nastînim! We çima Kurdê ku, avêtine, şandine bajarê Magnîtogorskê bîr kirîye”.

    Bona xwendevan kêm-zêde jîyana şoreşvanê Bolşevîk, rikindarekî sazkar-avayî karê Azerbaycana Sovyetê Çîngîz Îldirimra bibine nas, haj ji salên girtina wî hebin, emê ji gotara serwêrê beşa çapemenîya Komîssarîata gel, ya karê der Yêvgênîy Alêksandrovîç Gnêdin (1898-1983) hinek bergirtina ji rûsî wergerînin.

    Gotar hatîye navkirinê: “Xwe undameke”. Gotar sala 1988’an kovara “Noviy mîr”-êda (“Dunya nûh”) hatîye weşandin.

    Pey mirina bavêra keça wî, wê gotarê ji arşîva bavê xwe derdixe, dibe radestî rêdaksîya kovara navkişandî dike.

    Yêvgênîy Gnêdin dinivîse: “10’ê Gulanê ya sala 1939’an Dêkanzov (dewsgirtîyê Komîssarîata gel, yê karê der) minra têlêxist û gote min, êvarê seheta 10’an were bal min”.

    Ji wê rojê da ew tê girtinê û sala 1955’an, pey mirina Stalînra, tê berdanê. Ewî çawa xayînê welat digirin.

    Sala 1937’an ketîye nava dîroka Sovêta berê, çawa sala heşir-meşirê. Cîyê sekinî mirovên navdar dihatine girtinê, gelê seqirî dihate nefîkirinê û kirinên reşe mayîn bi destî Stalîn, Bêrîya jîyanê da dihate mîyaser kirin.

    Pey girtinêra Yêvgênîy Gnêdîn dikutin, dizerînin, dihincirînin, wekî ew bide stuyê xwe ku, ew rastî jî mixenetê welate…

    Bintara Moskovayê Manastir-keşîşxaneke bi navê Sûxanovkê hebûye. Bêrîya wê ya bindesta va, çawa dibên, bi sergirtî dike cîyê kela-zindaneke here bi xof. Rojekê Yêvgênîy Gnêdîn tînine wê zindanê û dikine kamêra ducî. Ewî dinivîse, gava ez anîme wê kamêrê, min dît îdî girtîkî din li wire. Ewî pêşîyê qe nedixast biaxive. Dema min ji wî pirsî:

    - Em li ku derê ne?

    Ewî bi kurt got:

    - Hûnê bi xwe bibînin.

    Paşê me xwe kuta dîwêr, rû bi rû, her yek me, ser taborêta xwe rûnişt. Me bixasta jî, nikarbû bi awakî din rûnişta, cî gelekî teng bû, lipitandin bi me nedibû. Min bi ecêb mêrikê porsipî, dêmsipîçolkî, yê xwedanê çavên reşe balkêş mêze dikir.

    Min ji dêmên cîranê xwe ew yek tê derxist, wekî ew mêrekî mêrxas e, xwedanê nêtên kûr e. Rastî jî, paşê hate eyankirinê Çîngîz Îldirimê Kurd xwedanê wan qendaran e. Ew li Qafqasyayê tevg elî şoreşa Oktobirê bûye, xwendina wî ye bilind heye, endazyer e, wêjehez e. Ew gelekî nêzîkî Kîrov bûye, kesekî balkêş bûye.

    Em pir bal hev neman, dostîya me gelekî nekişand. Ez hatibûme ser wê nêtê, wekî em îdî bibûne dostê hev. Derbarê Çîngîz Îldirim da di hişê minda bîranînên qenc hatine hûnandin. Paşê ez ji girtîya pêhesîyam ku, ew jî derbarê min da ser nêtên qenc bûye.

    Wê wêda Yêvgênîy Gnêdîn dinivîse, wekî du rojan şûnda hatin ez birim. Ewî dibin pirsên neheq, yên nebûyî didine wî, çawa dibên, wî ser hevda hûr-xweş dikin. Ew sala 1940’î bû.

    “Gava êvarê ez anîme kamêrê, rûniştandin bi min nedibû, dixwest velezîm cî tunebû. Rêke mayîn tunebû, min berê xwe da diwêr, sekinîm. Çîngîz Îldirim hey dixwest ber dilê min da bê, dicedand bi axaftinên xwe va jan, êşên min bide kêm kirin. Çend seet derbaz bûn. Êvara dereng bû. Dîsa hatin ez birim”. Ew didomîne ku, ez birim pirs ji min kirin, ez nêşandim.

    “Îdî ji cizeretîya berê hevtêk derbaz bibû. Ez ewqasî ne hewcî dermankirin, alîkarîya doxtrîyê bûm, çi qasî hewcî wê yekê bûm, hinek hebin berdilê minda bên. Di vî alî da Çîngîz Îldirim bû alîkarê min. Min ra ew yek ne ewqasî hewaskar bû, wekî ew guh bide ser menîya girtina min, yanê jî, ez guh bidime ser wê yekê, ew çima hatîye girtinê, lema jî gava Çîngîz Îldirim derbarê qewmandinê din da diaxivî, te tire jan, eşên min kêm dibûn.

    Dihate kivşê ku, Çîngîz Îldirim Yekîtîya Rêspûblîkên Sovyetê Sosyalîstîyê da Kurdê yekê bû, ku xwedanê xwendina bilind bû; ewî Enstîtuya Teknîkî ya Bilind, li Lênîngradê xilas kiribû. Lê, berî wê, li welatê xwe, li Qafqasyayê bona damirazandina hukumeta Sovyetê şerkarî kiribû. Ji axaftina wî min awa derz kir, ew nava Kurdên Sovyetê da yekî bi nav-denge.

    Çîngîz Îldirim sala 1937’an digirin; we dê em rastî hev hatinê “xizmetkarîya” wî ya kelê ya du sale bû. Pey cizaretî, qehirandinêra wî kela Bakûyê, kamêra tomerîda xayî dikin. Kamêrên heyî girtîyava tijî bûne.

    Girtî sivdera tomerîra derbaz dibin û her yek bi ecêb dinihêre, wekî Çîngîz Îldirim bibîne. Girtina wî dibe şar-war. Kurdekî dewlemend, yê ku girtîbûye, tê dinihêre Çîngîz Îldirim ser raxeya kevir velezîyaye, ser wîra disekine dibêje:

    - Çawa rind e, min tu li vir dîtî.

    Bona neyarên Sovyetê şaya here mezin bû, wekî şoreşvanê bi meremê qenc hatîye girtinê.

    Çîngîz Îldirimê ku, bibû serokê Magnîtogorskê (Meqletûz avakirin), derbarê Orcanîkîdzê bi dilgermî diaxivî, derheqa karkirina wî da bi hewas qal dikir. Ew yek daha hewaskar bû, gava wî ji Kîrov digot-dibiland. Lê gellek qewmandin ne dihanî serzaran, jiber ku, ew ketibû şikberîyê, wekî guh didine ser axaftina me.

    Kurt bêjim:

    -Çîngîz Îldirim bona wê yekê hatibû girtinê, bona wê yekê ezîyetê cehnemê didane wî, wekî ew hevalê Orcanîkîdzê û Kîrov bûye.

    Ez û Çîngîz Îldirim du hevtîya bal hev man. Bona me roja here posîde bû ew, gava hatin Çîngîz Îldirim ra gotin, wekî kelmelên xwe jî hilde, bide pey me.

    Ewî bi lez kelmelê xwe berav kir, hilda û gelekî nerehet bû. Ew gihîştinê ber dêrî, wekî derê, vegerî li min nihêrî, te hew dizanibû bi wêva xatirê xwe ji min xwest.

    Min heta-hetayê dêmên wîye sipîçolkî, çavên wîye reşe mîna rejîyê-komirê bîra xwe xayî kir”.

    Gelo çima min derbarê Çîngîz Îldirim da bi dil êşî hevok pey hevoka rêzkir, welger ser welgera da anî?

    Du sedemê wê hene. Ya yekê… Min rûpêlekî derbaz bûyî da navê Cahangîr Îldirimzade kişand û dûrdîtina wî anî holê. Lema, me go, bila bê zanînê ev nisil, ev rikin ji ku hatîye, kuda çûye!

    Yek jî berê xwe bidime dunyayê çend heqîyên dîrokê bikime bîra her kesî. Hey, hayê dunyayê, tu rind zanî me Kurdan çiqas ewled dane bona xemilandin, pêşta çûyîna te!

    Wana gund-bajar şên kirin, pêşîya şeran, qetilkarîyan û neheqîyan girtin, ji wan gellekan ala welatê din sor, gevez kiri; lê kesî negot-ew ewledên Kurdan in!

    Lo wayê, gelê wan hê jî bona azayê welatê xwe, mîna mirovê bi hevt şûra birîndar, dinale, dike axinî, ofinî!

    Ya duda: Min nêzîkî sî salî Îdareke Sovyetê ya0 bi rûmet da, ber destê Cahangîr Îldirimzade kar kir.

    Ew serkar bû, ez jî serwêrê beşeke giran bûm. Ez nava wan salan da bûme şahîdê wê yekê, ew çawa bi camêrtî dikete xemxûrîya her kesê ku, derê wî vedikir, dihate bal wî. Ez bûme şahîdê wê yekê, çawa ew dibû piştovanê her Kurdekî, yê ku, bona alîkarîê dihate bal vî camêrê ser camêra!

    Cahangîr Îldirimzade destê alîkarîyê dirêjî Qadir Motî jî kir. Çawa?

    Yekîtîya Sovyetê da pirtûk gotî têketana pilana weşenîkê, bahate kivşê, ewê bi çend çaprûpêlêva ronahî bibîne. Her çaprûpêleke helbesta 700 rêz bûn, lê ya nivîsara rastsere 25 rûpêlên makînê bûn.

    Bi alîkarîya min sala 1993’an pirtûka Qadir Motî ya bi navê “Bi gazinim, dunya” 2 çaprûpêl, yanê ku, 1400 rêz helbest berê da pilana weşanîka “Genclîk”-ê da hatibû kivşkirinê, lê dema wê ronahî bidîta, ewa nêzîkî 3 çaprûpêla hatibû berav kirin-rêz kirin. Pêwîst bû rêzên zêde bihata derxistinê, bahata kurt kirinê.

    Helbestvan Qadir Motî min ra got:

    - Kek Ahmed, wekî pirtûk bê kurt kirin, usa bizanbe zenda min tê jêkirinê, dilê min tê qusandin.

    Min Qadir Motî hîn kir û bire bal serwêrê îdara Sansurîyê Cahangîr Îldirimzade. Helbestvan wîra kire nas. Qadir Motî bi lewzekî şirîn wî ra kete axaftinê û got, wekî ez revok im, eva pirtûka min ya ewlîn e, alîkarîyê bidin bila ew neyê kurt kirin. Hema wê deqîqê Cahangîr Îldirimzade director, serwêrê weşenîkêra têlê xist, wekî pirtûkê kurt neke. Pirtûk çawa hebû, usa hate weşandin.

    Wê wêda hetanî dawîya jîyana xwe, wedê ez rastî Qadir Motî hatinê, ewî dipirsî:

    -Mamoste, tu serê min, qe camêrê Cahangîr çawa ye? Pêş min va kêf-halê wî pirs ke…

    … Weşandina vê pirtûkê ra du vegotina jî bêjim:

    Ya yekê ew e, wekî wêneyê ser berg, rûyê pirtûkê Qadir Motî xwe bi wênekêş dabû nitirandin.

    Pirtûkê ku, didî destê xwe, dinihêrî jineke cîwan, çarşeva reş xwe alandîye, wergirtîye, çend zarokan destên xwe berbi wê dirêj kirine. Ew nîgara jina helbestvan û ya ewledên wî ye.

    Bermalîya wî, dayîka heyşt ewladan, nexweş dikeve û dunya xwe duguhêze. Ya qenc ew e, ka em binihêrin helbestvan bi xwe çawa vê şewatê, vê malwêrantîyê me xwendevana ra qal dike.

    “Hawar-hayê”

    Rewayî dayka heyşt ewledên xwe Tamara Îsmayîl dikim.

    Felekê, te çima ha kir?
    Dê ji zaran, mal bela kir.
    Dost girîya,dijmin şa kir,
    Ax felekê, hawar-hayê,
    Te kir, dewran min ra nayê.

    Helbestvanê bi şîn-girî, dilperitî hemû hestên xweye mirovayê dawîya helbestê da serhevda tîne:

    Ezê, te ra wêne çêkim,
    Ji keviran kinca lêkim.
    Herro bêmê zîyaret kim,
    Qadir dike hawar-hayê
    Te kir dewran minra nayê.

    Sala 1986

    Mirina jina xwera girêdayî ewî rojekê min re got:

    - Sala ku, jina min, dayîka heyşt zaran mirinê şûnda derê mala min jiberfê xalî nebû. Bona min her çar rozgarê salê zivistan bû. Dibên berf xêr-bereket e, lê berfa ku, kete nava mala mina rengîn, jîyana min geh qeşa girt, geh helîya sêlaf rakir, ez dame pêşîya xwe, hêjî erdê ra kaşe-kaşa mine.

    Ya didoyan ew e, wekî dema Sovyêtê da rizim ew bû, weşenîkê (çapxanê) pirtûk weşandinê şûnda, berî belakirina tîrajê, du pirtûk esse dişande Glavlît-sansûrîyê, ka binê pirtûk usa hatîye weşandin, çawa Glavlîtê pêşta destur daye, yanê hinek tişt guhastine.

    Weşenîkê du pirtûk dabûne Qadir Motî, wekî bibe Glavlîtê, destûra belakirina tîrajê bistîne.

    Gava min pirtûka Qadir Motî da destê xwe, şabûm, lê wê tawê jî posîde bûm.

    Çima?

    Navê pirtûkê şaş, cewt hatibû weşandin. Dewsa “Ez bi gazinim, dunya”, hatibû weşandin.

    - “Ez bi gazim, dunya”.

    Min ew rexne kir ku, ev çîye nanihêrî navê pirtûkê şaş hatîye weşandin.

    Ewî mîna zaran serê xwe kire ber xwe, got:

    - Mamoste, min rebenê Xwedê heta niha ku derê dîtîye pirtûk, rojnaman çawa çap dikin?

    - Lê tu zanî,- min wî ra got,- bona ev şaşî bê rastkirinê weşenîkê tecirmeke, ji te dirav bixweze.

    - Çi dixwezin, cirma wê çi hebe ezê bikişînim.

    Weke heqîya Xwedê min navê pirtûkê da rastkirinê û nehîşt ji wî cirmê bistînin.

    Pey ronahî dîtina pirtûka yekêra Qadir Motî daha jî ruhdar bû, kela helbestnivîsarê daha jî zêde bû û çawa dibên, cêrbandin jî dest anî, pirtûka wî ya duda, ya bi navê “Bê parim, dunya” hate weşandin.

    Awat, awaz, ax û kesera her du pirtûkan yeke, yek ya mayîn bi we tê, tew dike.

    Pirtûk bi helbesta “Em xulamê bê parin” destpê dibe. Em jî çarênekê, duda bihelînin, bila dilê we jî bona welat, bona rewşa gelê mêrxas bişewite:

    Bahar, payîz, zivistan,
    Ji bîr naçî Kurdistan,
    Ax, nalînya te rindê,
    Dil kibab kir ser bistan.

    Te ev helbest xwendinê menîya bindestîya welat tê nava dilê tera derbaz dibe, germayî te dihingivîne û her dem bona dayîka dîya xwe Kurdistanê amedeyî ji ruhê xwe derbaz bî, jiber ku, neyar em kirine rewşa qûlan:

    Zevî ya me, deşt ya me,
    Hevîr ya me, teşt ya me,
    Em nepêjin nedine wan,
    Şivdar ya wan, pişt ya me.

    Serketineke helbestvan ewe, ew tu dema bê bawerî nîne, awa tê dawîyê û dibêje:

    Qadir bi ax dibêje,
    Îdî sêl nan napêje,
    Rind dizanin dîrokzan,
    Kurdê neyar bavêje.

    Dayîneke Xwedêye mayîn jî bal Qadir Motî hebû. Ewî afrandarîke kûrva bi Azerbaycanî jî helbest dinivîsî.
    Pirtûka “Bi gazinim, dunya” nivî helbestên bi Kurdî nivîsî, nivî yên bi Azerbaycanî nivîsî cî girtine.

    Rêdaktorê beşa bi Azerbaycanî helbestvan Letîf Vêdîlî navê pêşgotina xwe danîye-“Şewata war”. Ew dinivîse, wekî zêrker-serafên bêje-gel-peyvîna Qadir Motî di nava helbestên xwe da yên ku, bi hêvî dinivîse, bîra mirovan da ew helbest dimîne yê ku, bi şewata waran, bi hub-hezkirina axa helal hatine efrandin.

    Helbestvan, nivîskar, hunermend, awazsaz, her afrandarek wê demê dibe hezkirîyê gel, wê demê ber bi dilê wanî weke kulmekê rê dibîne, gava mijara ji mijaran dijbêre, qewmandina ne ku tenê dewra xwera dide hilatinê, wana bi bedewî derbazî nava sedsalên dahatî dike.

    Bi wî qewlî dema ew şirînaya zimanê dayîka xwe, erf-edetê gelê xwe, zargotina wê rind zane, hê zarotîyê da ew nava hiş-sewdayê xwe da cî-war kirîye; derd-kul derbazî, nava ruhê dike û van gişkan dihesîbîne ya xwe.

    Ya sereke, van hemûyara tevayî dayîna Xwedê, welathezî bal afrandar-hunermend tune be, dengê wî îro heye, sibê tune. Ev qenderana, çi ku me jorê da rêzê bi tomerîya xweva bal helbestvan Qadir Motî hebûn. Camêrtî, comertî, heqî, xemxurî û dilşewitî jî bibûne para wî.

    Jîyanê da koçe-koç, rev-bez, nefîkirin, malwêrantî, ocax temirandin, sêwîtîya 8 ewledan jî bûne para Qadir Motî.

    Bona xwendevan serborîya helbestvan ra bibine nas û bên bigihîjine kûraya afrandarîya wî, emê ji roja dayîkbûna wî kurt destpêkin û bidine ser rîya jîyana wî û derbarê afrandarîya wi de nêtên xwe bidomînin.

    Qadir Motî sala 1938’an li Naxçivanê Rêspûblîka Xwemûxtar, Rêspûblîka Azerbaycanê, nehîya Şerûrê, gundê Derekendê tê dunyayê. Çawa ewî bi xwe digot, min hevtsalîya xwe da çirpîya berxvantîyê da destê xwe û berx çêrand. Paşê min destekîva çirpîya berxvantîyê girt, destekîva pirtûk û çûme mektebê”.

    Ew li gundê Derekendê dersxana deha kuta dike. Wê wêda li wira hevnayê, wekî xwendina xwe bidomîne. 18 salîya xwe da wî dibine eskerîyê, pey salên eskerîyêra du sala kûrsên hesabdarîyê da dixûne.

    Sala 1960’î bi malbetê va koçberî Ermenîstanê, gundê Develîyê dibe. Qadir Motî li zavoda qecê da dikebe ser kar, hesabdarîyê dike û nava wedekî kurt da di wî alî da dibe yekî destemel.

    Çawa ava kanîya çîyayê bilind, nişkêva nake bilqinî dernayê, Qadir Motî jî nişkêva pênûs hilnedaye û helbest nenivîsîye.

    Ava kanîya paşerojê wedekî dirêj ji bin zinarekî da dapalîn dibe, tê jê rê xwe cîwar dike, cîwar tijî bûnê, ji kela-kelayê zerpa dike bilqe-bilq dertê, dikişe. Mirov jî wê kanîyê hesîyanê, ava wêye şîrîn vexwerinê şa dibin!

    Lê, hîn zarotîyê da bona Qadir Motî dê û bav dibine çîyayê bilind. Hê zarotîyê da nava hiş-sewdayê wî da tovê helbestan tê reşandin.

    Jiber ku, mal da her tenê bi Kurdî diaxivin; dê û bav çûnê şaya-şîna Qadirê tifal jî xwe ra dibin; bav kilam bêjê sîyaran, yên govendê bû, dê dilokbêj, hevanîya-afrandara kilamên şînê bû; şevên zivistanêye dirêj qewlikbêjên gund, yên dûr-nêzîk, çîrokbêj, kilamstrayê nav-deng, dihatine mala Koroxlûyê Aslan heta kûraya şevê, “şevbuhurîya dilanê” derbaz dikirin.

    Vegotinek:

    Mala Koroxlûyê Aslan ra digotin “Mala mezinan”. Avayî- mala wî şên,fire bû, di alîyê rewşa jîyanê da jî bi nêrînên wan sala kêmasî kêm bûn.

    Me jorê anî serzaran, wekî zimanê helbest nivîsan da Qadir Motî paqişe, şirîne, bi rikin, risîyên xweva bi Kurdîye, him jî rewşa jîyana xwe nava helbesta da dihelîne.

    Helbesta bi navê “Hat-çû” awa destpê dibe:

    Vê dunyayê emirêm lez-bez,
    Çawa tavik, baran hat-çû.
    Dunya bû rê, ez bûm rêwî,
    Min qet nekir, dewran hat-çû.

    Nivîskar û çavdêrê Fransa yê sedsalîya XVll Bûalo gotîye, dema helbestvan helbest nivîsînê gotî ji peyvînên zimanên din, yê bîyanî bireve, usa çawa ji nexweşîyê direvî, pêwîste bicedîne hevokên durust, zelal û ferihî hev bîne, zimîn rind bizan be!

    Di vî alî da destanînên Qadir Motî pir in.

    Bona xwendevan bawerke, rastî jî helbestvan Qadir Motî xwedanê zimanekî zelal û ferihî bû emê helbesta “Hey Kurdistan” çawa minak bidine kivşê.

    Teberika kal û bavêm,
    Zar-zimanêm, tema devêm,
    Hîvam, tavam, nûra çavêm,
    Can cinetî, hey Kurdistan.

    Ew wê helbestê da 24 cara karnîyarî “Kurdistan”-ê dibe, peyvin nayêne wekilandinê, him jî te tirê havîne germe, hey avê veduxwî tîbûna te naşkê.

    Kurdistan bi hesretî bona helbestvan havîna germe, dilê wî dişewite, nava dilê wî da kozî dicirûse, lê her ku, dibê:

    Can cinet î,
    Şêr culet î,
    Tu yar, bext î,
    Nuh dewlet î,
    Xweş welat î,
    War şurbet î,
    Bereket î
    Tu qudret î,
    Bê minet î,
    Bi hurmet î,
    Neyar kot î,
    Mar qismetî,
    Bi xiret î,
    Tu taqet î,
    Dil peritî, hey Kurdistan.

    Dilê her helbest xwendî avreşîn dibê, ew bi ruhê xweva hemîn dibe; peyvinên zelal dibe tevî agir-alava hesreta welata te dişewitîne, lê bawerîya helbestvan te şadike, wekî welatê teyî bindest, esse wê rizgarbe!

    Ziman çeka afrandare;

    Qe nêçîrvanê bê çek dikare here nêçîrê!

    Ewê timê destevala vegere!

    Qadir Motî alîyê zimîn da nêçîrvanekî bi qismet, bi par, desttijî bû!

    Me got helbestvan û nivîskar wê demê dibine hezkirîyê gel, dema ew bi zimanekî zelal dinivîse, qewmandina dewrêra dide girêdanê, him jî, ji dilê bi hezaran diaxive:

    Çawa minak ji helbestan yekê bijbêrin û malekê, duda wê ronkine ser kaxaz:

    “Belengazî”

    Zulma tarî, roja reşî,
    Bira kûrî, belangazî,
    Mîna me ra lêdialî,
    Jan û jerî, belengazî,

    Yanê jî dibêje:

    Mîna berfê her tim sarî,
    Ne orxanî, ne sitarî.
    Rojên ronik dikî tarî,
    Zulm karî belengazî.

    Her helbesteke Qadir Motî zû tê ezber kirin. Ew helbestên ku, du-sê caran dixûnî û nava dilê teda cîyê xwe digire, hiş-sewdayê te dihingivîne, wekî usane afrandar ji paşila gel derketîye, şîrê dayîkê li xwe helal kirîye.

    Paqija zimîn ra girêdayî dawîyê de bêjin, wekî helbestvan ew xwera kiribû rastxêra afrandarîyê, lema jî şirînaya zimanê wî, hevanîna hevokan bona xwendavana mîna vexwerina ava zelal bû. Minaka bê şirovekirin:

    Bazirgan bi gazî, hawar,
    Difrot qûmaş, lel, karîbar,
    Min xast hildim bibim tu car,
    Heta rabûm, kewran hat-çû.

    Qadir Motî dengbêjê welat bû. Wekî hemû helbestên wî, yeko-yeko pey hev rêzkî, bixûnî tuyê binhêrî afrandarîya wî payê pirr ser welathezîyê hatîye ava kirin.

    Jiber ku, te tirê dîrokê da dujmin, neyar çiqas tîr, qurz, şûr, hoşerî, top, tiving avîtine, nijandine, welatê wî-Kurdistana şêne rengîn, gişk li bedena wî ketine, ew kûr, dûr birîndar bûye, lema jî şev-roj dinale, birîn diziqitin, kêlek-kêlek weldigere, dike axinî, ofinî, berê xwe dide mirovayê, dike hawar-gazî, bala wan dikişîne ser şerkarîya gelê xwe ya heq, usa jî rewşa Welatê xweyî talan-tajan kirî dinitirîne!

    Lê serketin, destanineke helbestvanê herî mezin ew e, wekî ew bi heqîya Xwedê mêrxasîya gelê xwe digihîne erşê ezmîn û ew bi xwe kubare, bawerîya xwe kêm nake, hey zêde dike ku, rojekê Welatê wîyê rizgar be, aza be, serbest be!

    Çawa Kurdistana Başûr!

    Bersîva van gotinên me gişk helbesta bi navê “Ez diçime Kurdistanê”-da hatîye rorobar kirin:

    Nêt-meremêm têne sêrî,
    Ez diçime Kurdistanê,
    Derdê dilex derman bikim,
    Ez diçime Kurdistanê,
    Rind mêzekim gulistanê.

    Helbestvan hesreta xwe, kerba dilê xwe nava deh mal-benda da daye helandinê, em jî bendekê bînine holê, bila kizinîya dilê me jî kêmbe.

    Barzanî û Talabanî,
    Gelê me ra yektî anî.
    Me Kurdan ra dewlet danî,
    Ez diçime Kurdistanê,
    Rind mêzekim gulistanê.

    Rastî jî, Qadir Motî amede bibû min ra tevayî here Kurdistana Başûr. Telabextîra ew nexweş ket, ez çûm, ew ma.

    Cara yekê ez, 2005’an bi gazînama wezirîya çandê, ya Herêma Kurdistanê çûme wî welatê xwedan dîrok.

    Helbestvan Qadir Motî jî ame dibû, em tevayî herine welatê pêşîyên xwe, birîna dila dermankin, lê ew nexweş bû, ez çûm, ew dîsa nava hesretê da, nava bawerîyê da, nava derd-kulên salan da ma.

    Bi hêvîkirina min, li Hewlêrê, sala 2005’an pirtûka wîye bi navê “Bi gazinim, dunya” ronahî dît.

    Bîranîneke kurt jî bêjim. Bona wê pirtûkê hinek gonanar (dirav) dan.

    Ez ji Kurdistanê vegerînê, min pirtûk û dirav hilda çûme mala wî. Ewî nexweş, nava cî nivîna da bû.

    Min pirtûk dane wî, ew mîna xortekî rabû, pirtûk da destê xwe, şabûna dora hev çû, hat, ew ser hev, ser hev maçkir, paşê çû ser dîvanê rûnişt û mîna raza kire îske-îsk girîya. Ez ber dilê wî da hatim.

    - Ahmed bira,- ew berbirî min bû,- ez şabûna digirîm, qe şevên xewa da ne dikete xewina min, rojeke usa wê bê emê bibine xwedanê welatê xwe.

    Çawa min got, ew nexweş bû, ez zû-zû diçûme mala wî. Cara bi dorê ez çûnê mala wî, ewî destê min girt ez birme maldizkê û got:

    - Keko, ji wan diravê ku, te ji welat anî bû, me ev sarsarok (xolodêlnîk) kirîye. Zar jêra dibêjin “xolodêlnîka Apê Ahmed”.

    Em bi hev şabûn û min jî got:

    - Ya qenc ewe, wekî hûn navê vê sarsarokê daynîn “Kurdistan”.

    Ê, bîranîn pirrin, mirov hineka dinivîse, dihêle, hineka jî xwera dibî wê dunyayê. Em vegerine ser afrandarîya helbestvan.

    Me pêşgotinên pirtûkên Qadir Motî da hey daye kivşê, wekî ew zargotinzan bû, kilambêj, dilokbêj, mesele-metelok bêj bû. Lema jî, di hemû rêzên helbestên wî da rişîyên zargotinê hatine darda kirin.

    Hafîya wê yekê ewe, wekî helbestên wî zarşirîn, bîra xwendevana da dimînin, zû têne ber gotinê, helbestên usa hene, wekî awazsaz qam, miqama, nota bi efrîne, ewê bibine kilamên ne bîrkirî.

    Çend rêz ji helbesta “Rinda min”.

    Rinda min, hey rinda min,
    Were bibe kevanîya mala min,

    Rinda min, hey rinda min,
    Were bibe bermalîya min.

    Rinda min, hey rinda min,
    Were bibe bûka mala min.

    Cîye destanîke Qadir Motî jî bidine kivşê. Him jîyanê da, him afrandarîya xwe da helbestvan xwedanê çandeke bilind bû.

    Hema ji helbesta jorîn jî ev qenderê hêja tê xanê kirin. Xortê bengî bi nazik, bi çand berbirî hezkirîya xwe dibe, dibê:

    Were bibe kevanîya mala min, Bermalîya min, bûka dayîka min. Lê, nabêje were bibe jina min.

    Emê hema vira ji helbestên kilamxweş navê yekê bikişînin û bendekê, duda çawa minak bidin.

    “Keç-bûkên Kurdan”
    Bi xet, bi xêlî,
    Dêre gul-gulî,
    Xwekir xemilî
    Keç-bûkên Kurdan.

    Helbestvan her maleke helbestê da rewş, xemleke keça Kurd dinitirîne, bedewîya wêye nebinîyayî mîna neynûkekê dide kivşê, dawîyê da mêrxasîya keça Kurd bi hozanetî derdixe meydana dîrokê:

    Kaftî etlas in,
    Zêrê lê xas in,
    Qadir, mêrxas in,
    Keç-bûkên Kurdan.

    Helbestên helbestvan, yên mîna “Xêlîya bûkê”, “Te Xezalê”, “Cînarê”, “Bê yar meke”, “Delal meçe”, “Nehat” û gellekên din bi ruhê kilamên govendê hatine efrandin.

    Bi dehan helbestên awa hatine efrandin, nivîsandin, yê ku, ji wan bîna nişa zargotina gel tê, miqamên cuda-cuda bi perdên miqamên cuda-cudava hatine xemilandin. Her awazsazek hêmin dikare wê perda awaza hilde û derbazî ser notêke.

    Her helbestekê bibe kilameke govendê. Kilamên govendê dewir bi dewir gelra gav dide. Jiber ku, helbestvan ew helbestan bi hevirtirşkê zargotinêva hilatîye, nitrandîye.

    Beşeke pirtûka “Menal, dilo” Qadir Motî bi gelirî, bi folklorî navkirîye “Kenê ber girî”.

    Helbestên vê beşe hinek bi qerf in, hinek bi gef in, hinek zem û kotî ne.

    Jîyanê da mirov hene tiştên usa dikin, gava ser wan kirinên wane qirêc, yên dûrî mêranîyê, camêrîyê, xanim-xatûnîyê vedibe, tê eyankirin ewana ne dikenin, ne digirîn, ne zindîne, ne mirîne, mîna merê nivcî birîndar dora xwe diçin, tên, carna jî dibine gilok-gilokî, tên ku bifetisin.

    Ew kesana, mîna dûpişk xwe vedişêrin, mîna rûvîya ditelin, carna jî mîna mirîşka kor dimelisin, dem hatinê mirovan vedidin, lêdidin, ditevzin, dukujin, kar-xebata wan hevdialînin.

    Wekî em du benda ji helbesta “Durû, dexas, çavnebar” ber çavên xwera derbazkin, nêtên jorîn têne mak kirinê:

    Bal wan rastî tunene,
    Ew bal kê bin, wir şîne,
    Yek ji yekê mamîne.
    Qilbiz, bi fen, bi fêlin,
    Quncikada ditelin,
    Boy deng-hesa guh belin,
    Duru, dexes, çavnebar.

    Çarrêzekê, duda ji helbesta “Jinên vizek” ser yen gotî da zêde kin, ewê bibine hevberên helbestên “Kenê ber girî” û hostetîya helbestvan wê bi her alî derê holê.

    Gilî, gazin, xeyba dikin,
    Jinên vizek li ser şîna.
    Vira, viza, sûca dikin,
    Jinên vizek li ser şîna

    …Qadir, jinên Rusa, bê şerm,
    Rûyê çarix qalim wek çerm,
    Viza dikin ker nerme-nerm,
    Jinên vizek li ser şîna.

    Helbestên bi vî awayî bona hinekan dibine gezgezk, ew hatinê xwendinê, gotinê, ew kesana ditevizin, diqerisin.

    Em bi bawer dikarin bêjin, paşê ew malxirabana ser hişê xweda hatinê ji bandora helbestan yek, dudu xwera hafîya derdixin, xwe-xwe tore dikin, ji bedena xwe kelem, jera heyî derdixin û ji wan kirinên xweye qilêr destvedikişînin, xwe didine ser rîya heqîyê, rastîyê.

    A, ev e mezinaya helbestvan.

    Qe helbestvan bê helbestên hub-hezkirin dibe. Dibên, her helbestvan bi helbestên lirikî pê davêje nava wêje, lê Qadir Motî bi wê rîyê ne çû, jiber ku, ji dor hêla wî, ser wîda derd, kol, neheqî, rev, bez dibarand.

    Helbestvan ber van gişka tabê tîne û qelema xwe di alîyê hubhezkirîyê da jî dicerbîne. Ew helbestana payê pir kilam in:

    Cînara min Gozel e,
    Ew kare, ew Xezal e,
    Bengî bûme heft sal e,

    Cînarê, ha cînarê,
    Ez heyrana te yarê.

    (Ji helbesta “Cînarê”).

    Nava 44 rêzên helbesta bi navê “Warên îro dawatê” bejin-bal, bedewî, rindayî, hemû rewş, rabûn-rûniştina keça Kurd hêletîya xortê Kurd hatîye nirtandin!

    Helbestvanê ku, jîyana xwe ber kuçikê gelê xwe derbaz dike, li wir rûdinê kuçik şuxulîne ew şadibe, gava dixweze bitemire, pifî kozîyan dike, ji çavên wî hêsir tên, yên usa nemirine.

    Helbestên Qadir Motî kozîyên netemirîne, wê nehêlin navê wî bitemire, bimire!

    Dawîyê da wê cî bi cîbe, wekî bîranîke kurt jî bêjin û dûrdîtina helbestvan derxine holê.

    - Gava pirtûka “Menal, dilo” ronahî dît, Qadir Motî nexweş, nava cî-nivîna da bû. Min ji weşenîkê tîraja pirtûk li taksîkê da barkirinê û hatime derê mala helbestvan.

    Dema wî ra gotin-min pirtûk anîye, lez-lez ji nava cî rabû, ber bi min hat, ez hemêz kirim û gote kurê xwe:

    - Lawo, zûbike, ji wan pirtûkan yekê bidine min.

    Ewî pirtûk da destê xwe virda-wêda nihêrî û pênûs hilda, hema ser pê min ra nivîsî:

    Hilde evê xelatê,
    Tê bibînî qudretê.
    Virda xezîne razaye,
    Ulmê wê zef baha ye.

    Birako, dosto, helbestvano, hêmîn palde, ulmê ku, nava her helbesteke te da bi bedewî hatîye dayînê, wê bibe mal-milkê gelê te.

    Ahmedê Hepo,
    Endamê Yekîtîya Nivîskarên
    Azerbaycanê

    • Mutlu Civiroglu says:

      Roj baş kekê Ahmed,

      Birastî te pir zehmet birîye û nivîseke usa hêja nivîsîye. Seba ku tu hevalekî gelek nêzîk yê Qadirê Motî bûyî, te ew ji hemî kesên din baştir nas dikir. Em bi vê nivîsa te gelek tiştên nû derheqa rehmetî Motî de hîn dibin. Herwiha, bîranîn û serpehatîyên we her duyan ku em bi saya vê nivîsî dibihîdin, carna meriv dikenîne, carna jî xemgîn dike.

      Em hêvîdar im ku ev nivîsa te ya hêja ku di heman demê de çavkanîyeke ser dîrok û çanda Kurdên Azerbaycanê ye, bibe alîkar ji hemî xwendevanên Kurd re…

      Careke din destên ne neêşin û her hebî…

  2. Mutlu Civiroglu says:

    Rojnamevanê serketî û sernivîskarê Rojnameya Dîplomatê, Tahir Silêman sala borî hevpeyvîneke dirêj bi helbestvanê welathez Qadire Moti re kirîbû.

    Em pir spasîya wî dikin ki bi dilgermî daxwaza me ya alîkarîyê cîh anî û kopîyeke wê hevpeyvînê ji me re şand.

    Motî û Silêman

    Kerem kin bi lînkên jêrîn vê hevpeyvîna xweşik ya ligel Qadirê Motî bikin ku ji çar pişkan pêk tê:

    http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=GkQOVeL7-Uk

    http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=zNTTc2VJkns

    http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=RLzEo94G1qQ

    http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=PdSIGI6ZukM

  3. Ahmed Dalci says:

    Heyf e ku mirovekî wusa mîletê xwe hez dikir, ji nav me bar kiriye çûye. Rastî di berhemên wî de welaparêzî û hesreta Kurdistanê heye.

    Rehma Xûde li ser te be mamosta Qadir.

    Spas Bloga Ziman û Jîyan

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Ahmed,

      Mixabin rehmetî Qadirê Motî sala 2011′ê li Bakuyê koça dawî kir. Lê, wî helbestên xwe yên xweşik ji me re hiştin. Wekî ku bav û kalên me dibêjin, “Mêr diçe, nav dimîne”. Qadirê Motî ji bi berhemên xwe tim li nav me bijî…

      Silavên me yên germ ji Washingtonê

  4. Şehram Dostan says:

    Rastî gelik pê keyfxweş bum ko we helbestvanê kurd ê Azerbaycanê Qadirê Motî bîr anî bila rehma xûdê li rihê wî be , Xebat u xizmeta wî ya hunerî peywîste bal gel neyê ji bîr kirin.
    sipas u destxweşî ji boy we ,her hebin

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Şehram,

      Pir spas jibo mesaja te. Em pir dilweş in ku te bi nasandina rehmetî Qadirê Motî kêfxweş bûyî. Rast e, divê xizmetkarên gel neyên bîr kirin û navên wan tim li nav gel bîmînin.

      Bi rêya vê blogê, me xwest ku berhemên wî yên hêja ku negeştine guhdar û xwendevanan bigehijin pirtir kesan.

      Hêvîya me ev e ku dilsozên zimanê Kurdî yên mîna te, helbestên şêrîn yên rehmetî Qadirê Motî bixwînin û wî bi rêz û mînet bîr bînin.

  5. Rinde Sterk says:

    Ez kecheke Kurd im u helbestan pir hez dikim. Rasti helbesten rehmetli Qadire Moti ji pir xosh in.

    Spas dikim ji we re

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav Rinde Xanim,

      Rast e, helbest dilê meriv xweş dikin. Taybetî helbestên rehmetî Qadirê Motî jî tijî welatparêzî û Kurdwerîyê ye. Mirov ji guhdaîkirina wan têr nabe.

      Em hêvî dikin ku her dem peywendîyê bi me re bikî û daxwaz, rexne û pêşnîyarên xwe bi me re parve bikî.

      Silavên me ji te û ji hemî hevlalên te re.

  6. Hevpeyvîna Taybet says:

    Kerem kin guhdarîya hevpeyvîna Momosta Xelefê Zêbarî ya ligel helbestvanê hêja Qadirê Motî bikin ku li sala 1995′an, di Radyoya Dengê Amerîka’yê de hatibû weşandin.

    http://blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/files/2012/02/Hevpeyvin_Qadire_Moti_XZ.mp3

    • Mutlu Civiroglu says:

      Hevpeyvîneke şen û dilgeş bûye rastî. Spas ji Qadirê Motî û Xelefê Zêbarî re.

  7. Tosinê Reşîd says:

    Nasandina xizmetkarê çand û wêjeya kurdî, karekî pir hêja ye. Rast e van salên dawî bi rêya interenet ê pêwendî di navbera kurdan de hinekî xurt bûne, lê dîsan jî kêm e.
    Bloga ‘Ziman û Jîyan’, ku Robîn Reşvan bi rê ve dibe, gor îmkanê xwe wê valayê tijî dike.
    Min jî ta niha Qadirê Motî nas ne dikir. Ew dengbêjekî ji paşla gel derketî bûye, bi zimanê gel, ji dilê gel straye.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Tosin,

      Em bi mesaja te pir şa ne. Bi qasî ji destê me tê, em hewil didin ku xizmetkarên çand û wêjeya Kurdî bidine nasîn. Eger em dikanin karekî hêja bikin, ev ji me re şabûna herî mezin e. Emê di demên were de, berdewam nasandina xizmetkarên ziman û çanda Kurdî bikin û wan bîr bînin.

      Rast e, wekî te jî got, Qadirê Motî helbestvanekî ku ji paşla gel derketîbû û bi zimanê gel, ji dilê gel berhemên xwe afirandin.

      Em careke din rehmetî Qadirê Motî bi rêz û spasdarî bîr tînin…

      Spas û rojbaş

  8. mangish says:

    Hevpeyvîneke şen û dilgeş bûye rastî. Spas ji Qadirê Motî û Xelefê Zêbarî re.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Rast e, hevpeyvîneke pir şen û dilgeş bû. Jixwe rehmetî Qadirê Motî tim rûken bû û xwedîyê mîzaceke xungerm û kelecan bû. Careke din hêvî dikin ku Xwedê dilovanîya xwe li ser helbestvanê me yê hêja kêm neke û cîhê wî bihûşt be.

      Spas jibo mesaja te, kekê Mangish

Leave a Reply

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.