Konferansên li ser Zimanê Kurdî

Posted March 19th, 2012 at 13:59 (UTC-5)
18 comments

Li Tirkîyê gotûbêjên li ser zimanê Kurdî zêdetir dibin. Di nav Kurdan de hişyarbûneke xûrt li ser zimên xwane dibe. Li gelek bajaran kursên fêrkirina Kurdî vedibin ku kesên ku zimanê xwe yê dayîkê nizanin, derfeta hînbûna wî zimanî peyda bikin.

Carna jî kempeynên wekî boykota dibistanan tê kirin û dê û bavên Kurdan jibo balkişandina daxwaza perwerdeya bi Kurdî, zarokên xwe naşînin xwendingehan.

Her wiha, festîval, panel û konferansên ser zimanê Kurdî jî têne kirin ku kêşeyên zimanê Kurdî werine nîqaş kirin û çareserî jibo wan probleman werine pêşnîyar kirin.

 

Konferansa herî dawî, berî du hefteyan li Dîyarbekirê, bi pişikdarîya bi dehan zimanzan, hîndekar, sîyasetvan û nûnerên sazîyên sivîl pêk hat.

Di dawîya konferansê de encamnameyeke 13 xalî hate weşandin ku tê de behsa mijarên mîna hewcedarîya alfabeyeke hevbeş, perwerdeya bi Kurdî û her wiha, pêkanîna desteyeke 31 kesî jibo rêvebirina tevgera zimên hene.

Raporteke berfireh ya li ser vê konfersansê di malpera Dengê Amerîkayê de, bi lînka jêrîn berdest e:

http://www.voanews.com/kurdi/news/Konferansa-Zimane-Kurdi-Daw-Hat-141418013.html

Gelek kes di vê bawerîyê de ne ku konferansên vî rengî pir bi feyde ne û alîkarîya femkirina zehmetîyên ber zimane Kurdî dikin û her wiha rê li ber pêşveçûna zimên vedikin.

Dîsa,  gelek kedkar û zehmetbirên zimanê Kurdî, bi xêra konferfansên wiha derfet dibînin ku hevdu binasin, peywendîyên xwe xûrtir bikin û ji berhem û lêkolînên hevdu agahdar bin.

Lê, hinêk kesên din jî bawer dikin ku konferansên wanî bi çarçoveyeke teng de dimînin û beştarên konferansên bi mebestên sîyasî têne bijartin û bang li hemî derdorên ku bi zimên re mijûl in, nayê kirin.

Rexneyên van kesana ev in ku, ziman wekî avaleke sîyasetê tê xebitandin û ew jî dibe xetereke mezin li ber pêşveçûn û dewlemendbûna zimên. Kesên ku xwedîyê vê dîtinê ne, daxwaz dikin ku xebatên ser zimanê Kurdî ji alîyê zimanzan û pisporên zimên, lêkolînêr û ji alîyê kesên nav zimanê bêne birêve birin û bê xem û tirsên sîyasî, hemî derdorên ji konferansên wiha re bêne vexwandin.

Gelo hun çi difikrin?

Divê navêroka panel, komkar, konferans û xebatên li ser zimanê Kurdî çawa bin?

Hun di vê bawerîyê de ne ku ziman dibe alava sîyasetê?

Beştarvanên konferansan bi mebestên sîyasî têne bijartin?

Kesên ne pispor di amadekirin û rêvebirina konferansên wî rengî de cîh digirin?

Zimanzanên ku li seranser cîhanê têne nasîn, ji konferans û xebatên usa re neyêne vexvandin?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

18 Responses to “Konferansên li ser Zimanê Kurdî”

  1. Evdo says:

    Erê, konferansên wanî zef girîng in û em spas ji herkesî re dikin.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Spas kekê Evdo, jibo mesaja te. Hêvîdar im emê te her dem li blogê bibînin.

  2. Ihsan Efrini says:

    Le borine dixozim, ji despike da, ez tipe Inglizi bi kartinim ji ber tipe Kurmanji le ser ve PC min nine. Le vir, zor sipasiya Denge Amerika u rezdar Robin Reshvan dikim ji bo rawestana we le ser zimane Kurdi. Netew teh nasin bi zimane xwe. le mixabin Netewa Kurd ji bo zordariya u bindestiya dijmin bi 100 salan nikaribo zimane xwe ne perwerde bibin u ne pesxinin. Evroj gelek pewiste zimanase Kurd le hev bicivin u informaiona le gel hev biguherin guhdari hevdu bikin. Ev tisht dibe bi rengeki zanisti le ser were rawestandin. Ev tisht hemi di reya Konferanca ra pikte rezdaran. Bala xwe bidine Zimane Inglezi her chend mihan zimanase wan tishteki nuh dixin ferhenga xwe. Le mixabin iro derfeteki zerini keti deste Kurda, le mixabin bizanebon naxazin le ser pirsa ziman rawestin. Ev zimane gelek qehremanan qurbani le sere chiya le geli u newala Kurdistane ji jiyana xwe dan ku ev ziman ev netew were parastin. Heya iro le 4 parche Kurdistane bi zamne dagirkerina diaxefin, gelo ber pirse me nafekerin ji bo chi genje me bi zimane xwe naxefin, musike zimane xwe guhdarnakin. Em hevine, ji ew kesin xwe dibinin ber pirse gele Kurd, yekemin erke wan ku zimane dayeke bi pishxinin, hewlbidin zimaneki standard avabikin ji bo nexshen pasharoje. Serkeftin ji bo Denge Amerika pishka Kurdi.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Îhsan,

      Em spasîya te dikin ku berdewam peywendîya ligel me dikî û nêrînên xwe bi me re parve dikî. Hêvîya me jî ev e ku zimanê me were parastin û zarokên Kurd jî bi zimanê xwe yê dayikê fêr bin û li her warê jîyanê kar bînin. Li vê derê, barên giran dikeve ser milên dayik û bavan ku ziman û ferhenga xwe hînî zarokên xwe bikin da ku nifşên nû ji çand û kulturên xwe dûr nekevin.

      Bawer dikim kêşeya zimanê standart, arîşeyeke zehmetir e û pêkanîna peyvajoyeke dûr û dirêj e. Li gorî nêrîna min, berî zimanê standart, divê hemî Kurd bi azadî zaravayê xwe hîn bibe, bipeyîve û pêşve bibe. Ku ev yek pêk hat, hîngê zimanê standart jî hêsantir dibe…

      Careke din spas û bimîne di xwseşîyê de,

  3. Şehram says:

    Ligel silav û rêzan,

    Pêş her tiştî Newroza 2712′a Kurdî li we hemîyan pîroz be.

    Spas û destxweşî jibo Dengê Amerîka (VOA) û kekê Robîn Reşvan jibona hilêxistina wê mijara girîng. Ziman nasnama gelan e û her tişt bi ziman destpê dike. Her wek em dibînin zimanê Kurmancî ku yêk ji pirbartirîn zimanê Rojhilata Navîn e di nava gelek astengîya de derbaz dibe û heta roja îro hebûna xwe parastîye. Îro jî hinêk alî hene dixwazin Kurmancî bê desthilat bikin.

    Li ser milê her Kurdekî xwedî rûmet û rêzdar ferz e Kurmancî ku hebûna me ye biparêze jiber hindê ez gelik bi çêbûn û darxistina wan konferansan li ser zimanê Kurdî dilxweş û keyfxweş dibim. Hêvîdar im ev pêngav xûrt û bi hêz be, her dem hazir im ya destê min were jibo wê mebestê encam dim.

    Serkeftin û serfirazîya we hemûyan daxwaz dikim.

    Her hebin

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Şehram,

      Ez jî li ser navê hevkarên xwe Newroza te û hemî gelê me pîroz dikim. Em hêvî dikin êdî li Newrozan kuştin û girtin nebin û herkes bi dilê xwe ser sala xwe pîroz bike.

      Em gelek spasîya te dikin ku her dem peywendîya me dikî û me ji têbînî, rexne û pêşnîyarên xwe bêpar nahêlî. em rind dizanin ku tu jî bi dengê xwe yê xweşik û bi stranên te yên hêja xizmeta gelê xwe dikî û zimanê dayika xwe diparêzî.

      Rast e, konferansên wiha girîng in, lê divê hîn xebatên xûrtir werine kirin. Ev hewilên heyî hêja ne û divê bi piştgirîya hemî Kurdan werine dewlemend kirin.

      Dubare spas û mala te ava

  4. Levent says:

    Divê navêroka panel, konferans û xebatên li ser zimanê Kurdî, mijarên zimanî bin. Divê ziman nebe alava siyasatê. Heyf e ku heta niha ziman tenê seba polîtîkayên partîyan hate karanîn.

    Beştarvanên konferansan jî bi piranî ji wan kesên ku nêzîkî organîzatorên konferasan in pêk tê. Kesên zana, pispor gelek caran nayên vexwandin.

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Levent,

      Tu tiştekî balkêş dibêjî! Çima, navêroka panel, konferans û xebatên li ser zimanê Kurdî ne mijarên zimanî ne? Bi gotineke din, gelo di konferansên li ser zimên de mijarên çi rengî têne gotûbêj kirin?

      Dîsa, ku bikanî zelaltir bikî baş dibe, çawa ziman dibe alava sîyasetê? Kî, bi çi awayî zimên dikin alav?

      Eger tu yek jî damezrenerekî konferansake ser zimên bî, tuyê cîh bidî mijarên çi rengî û kê vexwînî wê konferansê?

      Spas jibo pişikdarîya te,

      Mutlu

  5. Herdem says:

    Roja we bixêr be!

    Spas jibo we ku hun li ser malpera xwe gelek caran di derbarê ziman û pirsgirêka kurdî de mijarên nîqqaşan didine destpêkirin.

    Wekî gelek hewildanan li gorî min gavên ku jibo pêşketna ziman tên avêtin gavên xêrê ne.
    Ez di wê bawerîyêda me ku ew qas panel û konferans bi dilên pak tên amade kirin. Dibe ku carna hin mirov û kesayetîyên ku bixwazin navê wa an hêza derxin pêş, lê ev hewildan û hisabên biçuk divê bi ser niyetên dilpak nekevin.

    Ziman mafekî xwezayî ye lê mixabin pirî caran em dibînin him ji alîyê dewletan him jî ji alîyê rêxistin an dezgeyên ew gelên bindest wek amurek siyasetê tê bikaranîn.

    Li hemberê polîtikayên dewletên serdest, konferansên ku tên kirin divê ne jibo xapandina dewletê bên, divê her jibo pêşketin û serketina zima hewil bidin. Lê serê pêşîn divê siyastevanên ku siyaseta kurdan birêvedibin li zimanê xwe vegerin ger wusa nebe ev hewildan dê her weke amurek siyasetê were binav kirin; bêyî nîyeta dilxwazên ziman….

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Herdem,

      Erê, ez gelek gelek caran derbarê ziman û pirsgirêkên Kurdî de mijaran tînim pêş xwendevanan jiber ku zimên pir girîng dibînim.

      Bi dîtina min, gava mirovek zimanê xwe hinda bike, wekî ku hestîyên bedena xwe hinda dibe, dibînim. Loma jî, biqasî ji destê min tê, hewil didim ku vê mijarê zindî bihêlim û xizmeta zimanê me yê zikmakî bikim.

      Rast e, taybetî di salên dawî de gelek bernameyên jibo pêşvebirina zimanê Kurdî û çareserkirina kêşeyên wî têne amade kirin û ew yek dilê me hemîyan xweş dike. Lê, wekî tu jî baş zanî, li pêş ziman û çanda Kurdî, hîn gelek xebat mane ku li hêvîya mene. Mirov çiqas xizmetên baş bike bike jî, têrê nake û divê pir û pir xizmet bêne kirin.

      Ez bi te re hevbîr im ku nîyeta kesên ku bi panel û konferansên ser zimanê re radibin, pir paqij in û hemî ji bi dilsozî û xemxwarîya xwe dikebin binî barên wiha giran. Divê, em vê yekê baş bibînin, kar û barên hêja taqdîr bikin û rexneyên xwe bi rengekî avakêr û erênî pêşkêş bikin.

      Ez, ji dil bi dîtina te re me ku divê sîyasetvanên Kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û zimanê xwe li her derê jîyanê kar bînin…

      Careke din spas jibo nêrîn, pêşnîyar û rexneyên te yên hêja,

      silavên germ ji washingtonê

  6. Muhamad Reza Bahadur says:

    Dem baş
    Bi kar anîna ziman û encam dana vekolîn derbarê ziman dikarin bi hev re xizmeta zimanê bikin. Ez nizanim ku di wan konferans û civînan ta çi qas zimanwan û zimanzan tên vexwandin, û rola siyasetwan li rêvebirina wan civînan çend e, lê dibe ku em bizanin ku ziman û siyaset li hevdu cuda nîne, û her bi vî rengê em li zimanwanê peyva siyaseta zimanê bi kar tênin. Siyasetwan dikarin xizmeta zimanê bikin hem jî dikarin ziman qedexe bikin.
    Kak Reşwan, ez weke zimanzan û zimanwanke Kirmaşanî dikarim bêjim ku eger siyaetwan alîkariya zimanwan bikin, zimanê Kurdî pêşketineke mezin bi xwe dibîne. Lê li hemû tişt giringtir ewe kû zimanwanên çar perçeyên Kurdistanê bi hev re bixebitin û alîkariya hevdu bikin jibo nêzîk kirina diyakektên zimanê Kurdî.
    Hêvîya serketinê ji we re dixwazim, û bi diyalekta Kirmaşanî dibêjim,” Umîdewarim řûjîg bay î dürîe le naw zwan îme nemînî û gişt Kurdeyl xas we qisey yektirî halî bûn. Małdan awa bû!”

    • Mutlu Civiroglu says:

      Dema te jî baş kekê Muhamad Reza,

      Ez pir kêfxweş im ku xwendevanekî me yê ji Kirmaşanê nêrînên xwe bi me re parve dike. Em rêya te silavên xwe ji Kirmanşanê re dişînin û hêvî dikin ku tu û pirtir xuşk û birayên me yên Kirmanşanî peywendîya me bikin.

      Kekê Muhamed,

      Nêrînên te rast in ku karanîna ziman û encamdana vekolînên derbarê ziman dikarin bi hevre xizmeta zimên bikin. Divê, vekolînên ser zimanê Kurdî zêde bin.

      Taybetî jî bareke giran dikeve ser mîlên sîyasetvanan ku zimanê xwe yê zikmakî pirtir kar bînin û qiymeteke mezin bidine wî. Li nav Kurdan bi piranî sîyasetvan û partîyên sîyasî xwedîyê deliveyên aborî, civakî û teknolojîk in. Heta ku partîyeke sîyasî li pişt hewileke nebe, pir çetin e ku ew bizav serkeftî be. Loma tiştekî femdar e ku kesên sîyasî bi panel, konferans û çalakîyên din rabin. Lê, di heman waxtê de pêdivî ye ku kesên ku konferans û panelan amade dikin, bi germî û awayekî erênî nêzîkî hemî kes û rêxistinên din bin û cîh bidin hemî alîyan. Divê kesek yan rêxistinek, jiber cudabîrîyên sîyasî li dervayê kar û barên wiha neyêne hiştin û her kes bi azadî di hewilên wiha di cîh bigire.

      Ez her wiha bi te re me ku zimanzanên hemî perçeyên welatê me bi hevre bixabitin û hewil bidin ku zaravayên Kurdî nêzîkî hev bikin. Yek ji kêşeyên herî mein ya Kurdan ev e ku danûstandina navxweyî kêm e gelek kes ne agahdar in li alîyên din çi diqewimin. Lê, divê em bîr nekin ku konferans û panelên ser zimên dikanin zimanzan, velokêr, nivîskar û qisekerên hemî dîyalektan bînin ba hev û derfet bibin wan ku hevdi baştor nas bikin û ji berhemên hevdu agahdar bin.

      Ez jî jibo peyama te spasîya te dikim û hêvîdar im ku berdewam peywendîya me bikî.

      Małdan awa bû û silav ji Kirmanşenê re!

      • Muhamad Reza Bahadur says:

        Silav kekê Robîn

        Sipas ji bo bersiva te, ez jî heman nerîn hene û divê ku siyasetvan rê
        bidin hemê şehrezayên zimanê Kurdî Ku beşdarî wan konfereansan bibin.
        Çonkî tu kes bi tenî xwedî zimanê Kurdî nîne û tu aliyekî jî bi tenî
        nikare xizmeta zimanê Kurdî bike. Zimanê Kurdî ya hemû gelê Kurd e û
        em divê bi hev re xizmeta zimanê xwe bikin. Lê ji aliya teknîkî û
        pisporî tenê zimnvan dikarin biryarê rast û dirust li ser zimanê
        bidin, wek mînak siyasetwan nikare bêje gelo nivîsîna ‘siyaset’ rast e
        an ‘syaset’?!

        Ez jî hêvîdarim ku peywendîya navbera zimanvanên Kurd zêdetir bibe û
        em bikarin bi hev re arêşeyên zimanê xwe çareser bikin.

        Her weha ji bo agehdarîye we dikarim bêjim ku li zanîngehên Rojhilata
        Kurdistan bi taybet zanîngeha Razî a Kirmaşanê ji alîyê xwendekarên
        zimanvanî gelek nameya master li dor syntax, morphology, phonetics…
        derbarê diyalektên Kirmaşanî, Soranî, Hewramî û Lekî hatne nivîsandin
        ku li dahatî dikarin xizmeteke mizin pêşkeşê zimanê Kurdî bikin.
        Mijara nameya mastera min jî syntax a Kurdî bû.

        Bimînin bi xêr û xweşî!

  7. Herdem says:

    Merheba kekê Robin, spas dikim jibo bersiva te!
    Te gotiye kekê Herdem lê ez jineka Kurd im, ne mêr im :)

    Belê min di şîroveyê da ne hisandiye ku ez jin im an mêr im, lê te rasterast min weke mêr hesibandiye û li ser vê hizrê xîtab kiriye. Mixabin ku têgiştîneka giştî heye jibo jinan, weke ku jin xwe nikaribin îfade bikin. Tevî ku ziman ji dayikê derbas jî dibe, ez nizanim çima îro qada ziman vegerîyaye qada mêran ku hespên xwe têde dibezînin û qet em hisa jinan jî têde nakin!!!

    Hêvîdar im ku cenabê te vê şîroveya min jibo xwe tenê nehesibîne, jiber ku di civaka me Kurdan de di derbarê jinan de têgiştineke neyênî heye. Herçend yekemîn mamostê wan zimanzanên me yên mêr dayikê wan bin jî ez nizanim ew vê rastîyê çiqas bibîra xwe tînin?

    Karê min ne xebat û şuxlên ziman in, bes ez wek Kurd dixwazim heqê zimanê xwe bidim, baş biaxivim, baş bixwînim û baş fêrî zarokên xwe bikim.

    Lê hêvîya min ji jinên me yên ku serê xwe li ser ziman diêşînin ew e ku, bila ew jî dengê xwe bilind bikin û bila nehêlin ew qad vegere qada mêran!!!!!!!!!

    Carek din silav û hurmetê xwe ji we re dişînim û spasîyê xwe ji wa kesan re dikim ku serê xwe jibo ziman diêşînin û peyvek be li zimanê me yê hêja zêde dikin!!!

    Ji Amed’ê Silav û hurmet!!!

    Herdem

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav xuşka delal Herdem,

      Lêborîna xwe ji te dixwazim ku min fikrîye ku tu mêr î :) Gelek caran mêr di bloga me de û li piranîya cîhên wisa de xwane dibin û em kêm caran jinên Kurd dibînin. Loma, ez jî ketime wê çewtîyê.

      Lê, divê were zanîn ku ez ne di vê bawerîyê de me ku jin nikanin xwe îfade bikin. Tu di nivîsa xwe de bal dikşînî ser xaleke girîng ku ziman ji dayîkê derbaz dibe. Bê guman rast dibêjî û taybetî di parastin û hînkirina zimanê Kurdî de rola jnên Kurd pir girîng e.

      Ez bi rexne û pêşnîyarên te gelek şa me û li ser gelek xalan hevbîrê dîtinên te me. Hêvîya me ev e ku jinên Kurd yên mîna te li qadên wiha pirtir xuya bin û nêrînên xwe bi xwendevanan re parve bikin. Qadekî ku jin tê de amade nebin, dengê xwe bilind nekin û piştgirîya xwe nîşan nedin, pêşveçûn nabe.

      Em li bendê ne ku tu her dem bi me re bî û nêrîn, rexne û pêşnîyarên xwe bi me re parve bikî.

      Ji Washingtonê silavên herî germ ji te re û ji hemî jinên Kurdan re

  8. silav says:

    Merheba kekê Robin, spas dikim jibo bersiva te!
    Te gotiye kekê Herdem lê ez jineka Kurd im, ne mêr im :)

    Belê min di şîroveyê da ne hisandiye ku ez jin im an mêr im, lê te rasterast min weke mêr hesibandiye û li ser vê hizrê xîtab kiriye. Mixabin ku têgiştîneka giştî heye jibo jinan, weke ku jin xwe nikaribin îfade bikin. Tevî ku ziman ji dayikê derbas jî dibe, ez nizanim çima îro qada ziman vegerîyaye qada mêran ku hespên xwe têde dibezînin û qet em hisa jinan jî têde nakin!!!

    Hêvîdar im ku cenabê te vê şîroveya min jibo xwe tenê nehesibîne, jiber ku di civaka me Kurdan de di derbarê jinan de têgiştineke neyênî heye. Herçend yekemîn mamostê wan zimanzanên me yên mêr dayikê wan bin jî ez nizanim ew vê rastîyê çiqas bibîra xwe tînin?

    Karê min ne xebat û şuxlên ziman in, bes ez wek Kurd dixwazim heqê zimanê xwe bidim, baş biaxivim, baş bixwînim û baş fêrî zarokên xwe bikim.

    Lê hêvîya min ji jinên me yên ku serê xwe li ser ziman diêşînin ew e ku, bila ew jî dengê xwe bilind bikin û bila nehêlin ew qad vegere qada mêran!!!!!!!!!

    Carek din silav û hurmetê xwe ji we re dişînim û spasîyê xwe ji wa kesan re dikim ku serê xwe jibo ziman diêşînin û peyvek be li zimanê me yê hêja zêde dikin!!!

    Ji Amed’ê Silav û hurmet!!!

    Herdem

  9. Eli says:

    Ev dema we xweş!!!
    Spas dikim ku we li ser konferansên Kurdî mijarek giftûgoyê vekiriye, destxweş bin!!
    Ez naxwazim bêjim ku tevekî xebatên ku li ser ziamn tên kirin, dibin alavên siyasetê lê rastiyek heye ku bi taybetî pirî cara mirov firq dike ku sîyaset li pêşiya ziman û zebatên di wê warê da ne. Ne li ser pêdivî an kêmasiyan e lê em dibînin ku bi qirarê partiyên siyasî gelek caran ev xebat tên kirin.

    Ez li Amed’ê dijîm. Bes dixwazim behsa konferansa ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk, li Amed’ê hatibû birêvebirin, bikim. Ji çar perçê Kurdan zimanzan û reşwenbîr beşdar bibûn, bi rastî jî organîzasyonek baş bû, lê çend tiştên ku qewimî, min acis kir.

    Beriya ku konferans destpêbike jibo her mêvanek dosyeyek belav kirin, têda bernama konferansê hebû û kitêbek ku ji aliyê TZP KUrdî hatibû amade kirin jî têde bû.
    Kitêb ji 24 rûpelan pêk dihat, têda hizra amadekirina konferansê û taybetmendîyên zimanê kurdî bi awayekî berfireh hatibû vegotin. Herwiha siyaseta dewleta Tirkiye ku li ser Kurdan birêvebiriye, herwiha qedexekirina û serhatîya paşdexistina zimanê Kurdî bi elîf û bê hatibû vegotin. Yanî jibo mirovek ku li ser zimanê Kurdî tiştek nizanibe, xebatek qenc bû, bi taybetî jibo ew kesên ku haya wan ji rewşa siyaseta ziman ya serdestan nîne! Lê

    Di destpêka konferansêda camêrek ( ku ne şaş bim, ji TZP Kurdî bû ) axaftina xêrhatinê kir li ser navê TZP’ê. Me got qey ê pênc deqe biaxive û paşê meydanê bihêle ji hurmet û camêran re..( .Ma xêrhatin ew qas dirêj dibe malik ava !!!) Ew camêrê ku qaşo ê bigota “xêrahatin” destpêkir û berneda…ew kitêba ku di nav dosyêda bû, ji serî heta binî xwend!!!! 24 rûpel!!! Dibêm qey qasî saetek ajot. Li hola konferansê hema bê 350-400 kes hebûn û hemû jî bi awayekî jixwe van tiştan dizanibûn û xwendinê jî dizanibûn, ger bixwestina wan dê jixwe re bixwendina, ne hewceyê yê wî bû ku bi rêberîya wî kitêbê bixwînin!!!Ez bawer im ku ev bixwe jî siyasetek bû, yanî bi mêvanan ne bawer bûn ku ew dê kitêbê bixwînin, lewma jî wan mecbûrê gohdarîkirinê hîştin.!!!Ev yek li gorî min tede û işkence bû,( li gorî min bêhurmetî bû)

    Disa roja dawî çend deqeyan veqetandin jibo mêvanan da ku hizrên xwe yên dawî rave bikin.
    Malmisanij ku camêr gelek sal in li ser ziman xebatên pir bi qîmet kiriye. Herwiha mecbûr maye ku ji welatê xwe koç bibe û weke penaber bi slan mecburî li Avrupa bijî. Jiyana wî bixwe jî nîşanê me dide ku kesên bi siyaset an ziamnê kurdî mijûl dibin, çawa tên ceza kirin.

    Dora axaftinê hat ser wî. Wî jî di derbarê ziman de got ” divê tu xebatên ziman di bin siwana partîyek de neyê çêkirin, jiber ku zimanê Kurdî ne ê partîyan e, ên hemû Kurdan e…” Li ser gotina wî, zilamek ji nav gohdaran derket û li ber gotina wî rabû. Got ku DTK ne partî ye, tu xelet îy…Malmisanij got ku jê xelet hatîye fêm kirin lê di wê atmosferê da nikaribû ku gotina xwe dewam bike.

    Paşê İbrahim Seydo derket û got ku li Malmisanij bêhurmetî hatîye kirin, ku ez jî pir bi ber vê buyera nexweş ketim, min fedî kir, jiber ku di nav Kurdan de hurmet heye jibo ji mirovên navsere re, lê mixabin em dibînin ku ew siyasetên ku kurdan ji hev parçe kirine, nirx û hêjayên Kurdan jî parçe dikin…Heyfa zaimanê me ye….Heyfa mirovên me ye…Bêhurmetî bi zimanê kurdî nakeve hele bi Kurdan qet…!!!

  10. Mutlu Civiroglu says:

    Kekê Elî silav,

    Em gelek spasîya te dikin ku te gelek zehmetî birîye û nêrîn û çavdêrîyên xwe bi me re parve kirine. Bê guman tiştên ku tu qal dikî, dilê mirovan nexweş dikin. Em hêvî dikin ku bûyerên wusa dubare nebin.

    Kekê Malmisanij, wekî te jî got, salên dûr û dirêj e ku xizmeta ziman, dîrok û edebîyata Kurdî dike û gelek berhemên hêja afirandine. Divê em rêz û hezkirina xwe ji wî re û ji xemxwarên zikan û çanda me re nîşan bidin û xwedî li wan derkevin.

    Em nafikrim ku ev tiştê bu behs dikî, tiştekî plankirî be. Dibe ku carna serpihatîyên wiha biqewimin, lê divê dubare nebin. Rewşenbîr çav, guh û zimanê netewekî ne û divê azad bin ku tiştên ku çav dibîne, guh dibihîse û ziman dibêje, di gotar û nivîsên xwe de dîyar bikin…

    Careke din spas jibo keda te. Em li benda nivîsên te yên paşerojê ne.

    Silavên me yên ji Dîyarbekirê re

Leave a Reply

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.