20 Salîya Dengê Amerîka û Nêrînên We

Posted May 2nd, 2012 at 03:05 (UTC-5)
7 comments

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka îsal 20 salîya xwe pîroz dike. Jibo hilkefta salvegera Pişka Kurdî şahîyeke biçûk hate kirin ku xencî xebatkarên Pişka Kurdî, rêvebirên bilind yên Dengê Amerîka  û jimareke din ya mevanan jî amade bûn.

Weşana yekê ya Pişka Kurdî ku 15 deqqe bû, şeva 25’ê Nîsana bi dema Washingtonê anku 26’ê dema Hewlerê destpê kir.

Di destpêkê de 5 xebatkarên Pişka Kurdî hebûn û weşana wê heta meha Gulana 1992’an wekî xwe 15 deqqe man.

Niha weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka rojê sê demjimêr in û bernameyên nûçeyî, çandî, wêjeyî, aborî û civakî têne weşandin.

Dengê Amerîka bi her du zaraveyên serekî, Kurmancî û Soranî weşana xwe ya radyoyê didomîne.

Her wiha, bi heman zaravayan du malperên wê yên cihê hene ku hem bi tîpên Latînî Kurmancî û hem jî bi pîtên Erebî Soranî weşanê dikin.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka di 23’ê Nîsana vê salê dest bi weşana dîmenî kir. Êdî guhdarên me dikanin bernameya demjimêr 10’ê sibêdê ya bi dema Washingtonê, anku 7’ê êvara bi dema Dîyarbekirê bi rêya sateleytê bi dîmen jî temaşe bikin.

Li ser weşana Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nêrînên cihêrengî hene.

Hinêk kes di wê bawerîyê de ne ku Dengê Amerîka xwedîyê cîhekî pir taybet e, di weşangerîya Kurdî de û di ragihandina bi zimanê Kurdî roleke pir girîng dilîze.

Li gorî wan kesan, jibo Kurdan maneyeke sembolîk heye ku dewleta herî xurt ya cîhanê, ji 20 salan vir ve weşanê bi zimanê wan yê dayikê dike û ev yek cîhê şabûn û serbilindî ye.

Dîsa, weşana dezgeheke navnetewî ya mîna “Voice of America” anku Dengê Amerîka qiymeta zimanê Kurdî bilind dike û prestîj dide wî. Dengê Amerîka bandoreke erênî li ser Tirkîye, Rûsya û dewletên din kirîye ku ew jî weşana bi zimanê Kurdî destpê bikin.

Li hember van nêrînên piştgir, hinêk kes jî dijberîya xwe nîşan didin û van xalên jêrîn tînin pêş:

Êdî dezgehên Kurdan yên ragihandinê, taybetî jî televîzyon gelek in û girîngîya Dengê Amerîka nemaye.  Kesên ku wiha difikrin îdîa dikin ku Kurd wekî berê, guhdarîya weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nakin jiber ku gelek alternative li ber wan peyda bûne.

Dîsa, hinêk kesên din jî bawer dikin ku Dengê Amerîka xwedîyê mebestên sîyasî ye û jibo wê armancê weşana xwe dike. Xema wê ya ser Kurdan û zimanê wan tune ye, loma jî weşana wê ne girîng e.

Her wiha, hîn Kurdên din jî hîzir dikin ku Dengê Amerîka tenê jibo Kurdên Îraqê ye û girîngî nade qewimandin û bûyerên li perçeyên din. Loma jî, di jîyana Kurdên li perçeyan din de, taybetî jî bona Kurdên Tirkîyê ti car nebûye xwedîyê cîhekî girîng.

Gelo hun çi difikrin?

Dengê Amerîka di weşangerîya Kurdî de xwedîyê cîhekî pir taybet e yan ne?

Gelo, ew di ragihandina bi zimanê Kurdî roleke pir girîng dilîze yan ne?

Li gorî we, maneyeke sembolîk ya weşana Dengê Amerîka, ku dezgeha fermî ya Hikûmeta Amerîkî ye, heye yan ne?

Bi dîtina we, bandoreke erênî ya Dengê Amerîka, yabetî li ser hikûmeta Tirkîyê heye ku dest bi weşana TRT 6 kirîye?

Hun hevbîr in ku radyo û televîzyonê Kurdî pir bûne û wekî berê girîngîya Dengê Amerîka nemaye?

Hun di weşanên Dengê Amerîka de mebestên sîyasî dibînin?

Gelo, hun di wê bawerîyê de ne ku weşanên Dengê Amerîka tenê jibo Kurdên Îraqê ye û ew girîngî nade qewimandin û bûyerên li perçeyên din?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

7 responses to “20 Salîya Dengê Amerîka û Nêrînên We”

  1. Mutlu Civiroglu says:

    Kerem kin, bi lînka jêrîn guhdarîya weşana yekê ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bikin:

    //blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/files/2012/04/VOA_Kurdish_First_Day_RR.mp3

  2. Ahmed Binavi says:

    Silav û rez bo gîş karmenden Dengê Amerîka,

    20 salîya Radyo Dengê Amerîka pîroz dikem. Her ji sala 1994 we re ez guhdarî dikem. Denge Amerîka xizmeteke gelek baş dike, taybeti xizmeta zimanê me.

    Bandoreke erênî ya Dengê Amerîka li ser Tirkîye û welaten din ji yet dagirker heye. Tirkîyeyê digot Kurd tunene, lê Dengê Amerîka li Washington bi Kurdî radyo heye.

    Rast e radyo û televîzyonên Kurdi pir bûne, le girîngîya Dengê Amerîka her maye. Her radyo û televîzyona Kurdî bi rengekî xizmet dike. Me pêdivî bi gîşkan heye.

    Careke din 20 salîya Dengê Amerîka pîroz dikem

    Ahmed ji Kanada

    • Silav ji te re hêja Ahmed,

      Em pir dilxweş in ku tu ji sala 1994’an vir ve guhdarîya radyoya me dikî. Em hez dikin ku tu carna pişikdarîya bernameyên me bikî û bi têbînî û pêşnîyarên xwe weşana radyoya me dewlemendtir bikî.

      Em dixwazin mizgînîyeke bidine te ku guhdarên me yên li Kanadayê dijîn, êdî dikanin bernameyên me bi rêya telefonê, bê pere guhdarî bikin.

      Jibo guhdarîkirina bernameyên Dengê Amerîka’yê jimara telefonê ev e:

      213 – 992 – 4345

      Kerema xwe me agahdar bike ka bername bi hêsanî tê guhdarî kirin yan ne.

      Gelek spas

  3. Salih Turan says:

    Pêdivîya kurdan her tim bi weşanên navnetewî heye ku bi zimanê wan weşanê bike. Ev yek li qada navnetewî zimanê kurdî dixe nav zimanên cîhanî û rêya pêşveçûnê jê re vedike.

    Her wiha radyoya Dengê Amerîka jî di maweya 20 salan de xizmete hêja ji bo zimanê kurdî kiriye û hê jî vê xizmeta xwe didomîne.

    Tê bîra min ku bavê min bi radyoyeke biçûk li weşana VOA Kurdî guhdar dikir û heta ji ber ku frekansa radyoyê lê rûnedinişt gelek radyoyên biçûk li erdê xistin û ew şikandin.

    Ji ber vê jî bi taybetî weşana kurdî ya Dengê Amerîka xwedî roleke pir giranbiha ye.

    Heke ji min bê pirsîn ez diwazim û pêşnîyar jî dikim, ku VOA weşana televizyoneke nûçeyî bi zaravayên kurdî (soranî-kurmancî-zazakî) bike.
    Silav û rêz, serkeftin ji hemû xebatkarên Dengê Amerîka pişka kurdî re…

    • Silav birayê hêja,

      Em gelek bextewar in ku tu ji mêjve gihdaîrya radyoyê me dikî. Di heman demê de xemdar in ku em bûne sedema şikandina gelek radyoyên te 🙂

      Spasîya Xwedê, êdî bernameyên bi li ser întetnetê berdest in û gelek kes bi vê rêyê guhdarî li me dikin.

      Spas jibo nêrîn û pêşnîyarên te.

  4. silav says:

    Merheba
    Em pir kêfxweş in ku beşa kurdî ya Dengê Amerîka 20 salîya xwe pîroz kir û pêre mizginîya weşana li ser televizyonê jî destpêkir. Ev serbilindiyek mezin e jibo me hemûyan jiber ku di ragihandina Kurdan de cîhê VOA Kurdî pir mezin e. Ev gava ku jibo televizyonê jî hatîye avêtin helbet nîşaneya dewlemendkirina ragihandina Kurdî ye.. Hemû televizyon û radyoyên Kurdî xizmeta kultura Kurdan dikin, spas jibo xebatkarên ragihandina Kurdî, spas jibo xebatkarên VOA Kurdî/Kurdîsh…
    Hêvîya me her pêşde çûn û serkeftinîya we ye!!!
    Hun her hebin!!!

    • Gelek spas jibo mesaja we. Bi piştgirî, pêşnîyar û rexneyên we emê di salên pêş de hîn xurtir bibin û bernamyên dewlemendtir amade bikin.

      Mal ava û serkeftin ji we gîşkan re

Leave a Reply to Mutlu Civiroglu Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.