Dersên Bijartî yên Kurdî û Nerînên We

Posted December 6th, 2012 at 11:42 (UTC-5)
14 comments

Yek ji daxwazên serekî yên Kurdên ku li Tirkîyê dijîn, mafê perwerdeya bi zimanê wan yê dayikê ye. Tevî ki hikûmeta Tirkîyê çend mafên wek pêşkêşkirina dersên Kurdî yên bijartî dayîbe jî, wiha xuya ye ku ji nêrîna perwerdeya bi Kurdî re hîn ne hazir e.

Jinên Kurd di xwepêşandanekê de daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê dikin

Desthilatdarên Tirk dibêjin, ew xemê de ne ku perwerdeya bi Kurdî dê welêt perçe bike û rê li ber cudaxwazîya Kurdan veke. Loma jî qayilbûneke giştî li nav partîyên sîyasî yên Tirk heye ku daxwazên wî rengî asteng bikin.

Dema meriv li Kurdan binêrê, bi zelalî dibîne ku piranîya Kurdan jî li dijî vê dîtina serdest ya Tirkan derdikevin. Ew dibêjin, mafê bi perwerdeya zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û şerme e ku Kurd heta niha ji vê mafê bêpar mane.

Kurd ji dersên Kurdî yên bijartî re zêde alaqa nîşan nadin û gelek deûbav zarokên xwe ji wan dersan re tomar bakin.

Xwendkarên Zanîngeha Dîcle’yê di dersa Kurdî ya bijartî de xwane dibin

Hin zimanzan û rewşenbîrên wek Baran Rizgar, rêvebirê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholm’ê Newzad Hirorî û hinekên din jî bawer dikin ku dersên bijartî yên Kurdî derfetekê girîng e ku divê Kurd bi karîgerî bikar bînin.

Alîgirên dersên bijartî dibêjin ku “baş dibe ku zarokên Kurd bi nivîsîna zimanê Kurdî hîn bibin û bizanin hevok, lêker bi Kurdî çawa tên saz kirin”.

Lê, pisporên zimên yên mîna Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zana Farqînî, lêkolînêr Hasan Qazî û hinekên din jî dibêjin “daxwaza Kurdan, perwerdeya bi zimanê  wan yan zikmakî ye,ne dersên bijartî!”

Dijberên dersên bijartî  bi şik û guman nêzîkî gavên hikûmetê yên wî rengî dibin û xemsarîya xwe bi dengekî bilind dîyar dikin.

Gelo hun çi difikrin?

Dersên Kurdî yên Bijartî feyde ji Kurdan re tînin yan ne?

Divê Kurd piştgirîya wan dersên bikin û zarokên xwe ji wan dersan re tomar bikin?

Rastbîn e ku Kurd biryarên wanî wekî derfet bibînin û feyde jê bibînin?

Rast e ku hikûmeta Tirkîyê bi gavên wiha Kurdan dixapîne û dixwaze rê li ber pirtir mafan bigire?

Hikûmeta Tirkîyê îdîa dike ku xemsarîya Kurdan ji wan dersan re nîşane ye ku derdê Kurdan ne hînbûna zimên e, lê karîna wî ya jibo mebestên sîyasî ye. Gelo hun hevbîrê vê hizrê ne?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

14 Responses to “Dersên Bijartî yên Kurdî û Nerînên We”

  1. Alîcan says:

    Lazim e Kurd ji her tişt îstîfade bikin. TRT 6, dersên Kurdî yên bijarti, beşên Kurdî ya universiteyan.

    Nabe ku Kurd bêjin em falan tişt begem nakin, filan tişt hez nakin. Em çiqas deliveyên wanî bi kar bînin baştir e.

    Divê em Kurd xwe zirêk bikin

    Spas

    • Silav Alîcan bira,

      Gelek spas jibo nêrînên te yên ser dersên bijartî. Rast e ku merin hemî delîveyên heyî bikar bîne û zimanê xwe pêşve bibe. Lê, pêzanînên hikûmeta Tirkîyê nîşan didin ku pir hindik kes serî li dersên bijartî dane.

      Bi gotineke din, tevî ku dersên bijartî berdest in ku ji zarokên Kurd re zimanê wan yê zikmakî hîn bikin, gelek deûbav zarokên xwe naşînin van dersan. Ev jî nîşan dide ku gelek kes dersên wiha mîna delîve nabînin.

      Careke din spas jibo nêrînên te,

  2. Kenan Bazid says:

    Kurd ji hînbûna zimanê xwe direvin dewlet jî bi gavên biçûk û siyasî bi wan dilîze.
    Ez nîqaşên li ser perwerde û bikaranîna zimanê Kurdî li nav dezgehên dewletê wekî komedî dibînim.

    Pirsekê bikim, Dewlet dersên bijarte tîne û beşên Kurdî li zanîngehan vedike. Lê bê binî û bê bingeh in, li gor rojevê û daxwazên siyasî kare ji nişka de paşve jî gav bavêje. Wekî mînak hîna sazîyên dewletê yên perwerdehîyê rê nadin personelên Kurdîzan zêde bibin. Yanî dibêje ezê hêdî hêdî li gor kêfa xwe û rewşa siyasî gavan bavêjim.
    Beramberî vê siyaseta Kurdan çi dike, ew jî her tim devjenîya dewletê dikin û ha ha tiştên zêdetir dixwazin.
    Lê ka ji bo pêşxistina zimanê Kurdî çi dikin?
    Bersiva vê tune ye. Enstîtuyên Kurdî û Kursên Kurdî bi ku ve çûn?
    Xebatên wan çiqas têr dikin?
    Gelo ev sazîyên nêzî siyaseta Kurdî çiqas karin Kurdî bikin zimanekî ku li nav civakê bi her awayî were bikaranîn?

    Na na bersiva van tune ye. Ew jî xwe dixapînin tenê zanîn bixwazin lê ev 20 sal zêdetir e xwedî sazî û dezgeh in û nikarin zimanê Kurdî rakin ser pîyan. Êdî hûn ji dewletê çi bixwazin jî li gor min pûç e û vala ye. Pêşî hûn bikin em jî bibînin. Mînaka cemaeta Gulen bînin ber çavê xwe û dersan jê bistînin. Ka hûn jî karin bikin yan na?

    • Silav birayê hêja Kenan Bazîd,

      Nêrîn, rexne û pirsên te balkêş in.

      Di destpêkê de dixwazim bi enstituyên Kurdî destpê bikim. Dîyar e ku tu bi xebatên wan ne razî yî. Divê, sazîyên wiha çi bikin ku pirtir xizmeta zimanê Kurdî bikin. Mirov li serpêhatîyên li derve binêre, çawa feyda ji wan bigire? Kurd bi giştî teknolojîyêbi karîgerî kar tînin yan ne?

      Hin kes rexne li sîyasetvanên Kurdan digirin ku qiymet nadin zimanê xwe yê dayikê û wî bi bi têra xwe kar nayînin. Tu jî wiha difikrî?

      Herwiha, mirov çend gotinan li ser hewesta dewleta Tirkîyê bike. Gelo, gavên ku dewlet avêtin ne hêja ne? Ne rastbîn e ku meriv behnfireh be û pirtir waxt bide dewletê ku gavên wiha bavêje.

      Yan, jixwe pir dereng maye û divê dewlet gavên xwe lez û bez bavêje?

      Gelek spas jibo nêrînên te yên hêja

  3. Sofyan Gabrîel says:

    Dı serîde Péwîste kû daxwazî ya kurda , ya lı hemberî zıman were pîvan.
    Gelo kurd çıqasî dı xwazın bı kurdî bı axıvın.anjî dı xwazın d kîjan merheleyén jıyané de bıkarbînın.
    Anjî jı bo çı dı xwazın bı kurdî bı axıvın.
    d’serî de dıvé em mıjaran tesbît bıkın.

    Ez jı bo xebata we ya gelekî grîng pîroz dıkım û serkeftıné dı xwazım.

    • Jibo nêrînên we gelek spas, birêz Sofyan,

      Di wan demên dawî de daxwazên Kurdan li ser perwerdeya bi zimanê wan yê dayikê zêde dibe. Wiha xuyta ye ku heta ku ew daxwaz cîh nêye, Kurd bi gavên hikûmetê razî nabin.

      Lê, di heman demê de li alîyê desthilatdarên Tirk xem û tirs hene ku mafê perwerdeya bi Kurdî rê li ber daxwazên mezintir veke û ew jî bide sedema perçebûnê…

      Spas

  4. Şehram Dostan says:

    Zimanê me her tiştê me ye hebûn u nebûna me ye xebat ji boy wê mebestê gelik pîroz u peywîste lê pêgawa yêkê li mala miro bi xwe dest pê dike

    silav u rêz

    • Silav kekê Şehram,

      Gelek spas jibo peyama te. Pir rast dibêjî ku xwendingeha herî baş mala mirov bi xwe ye û mamosteyên herî hêja jî de û bav in.

      Eger li mala mirov zimanê dayikê neyê axaftin, pir zehmet e ku zarok bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bin. Loma jî barekî pir giran dikeve ser milê deûbavan ku ligel zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê bipeyîvin.

      Bimîne di xweşîyê de

  5. Memet says:

    Di vî mijarê de tirsa devleta Tirk jî, tirsa Kurdan jî heye û dibe herdû alî jî baş werin fêrm kirin. Kurd gav bi gav nêzikê perwerdahiya zimanê Kurdî dibin û dawiyê jî wê dest bixin. Îro her çikas bi awayekî giran be jî devleta Tirk saziyên xwe ji bo vî karî amade dike û ez hevîdarim wê rojekî dest bi xizmeta perwerdahiya zimanê Kurdî bikin. Baweriya Kurdan li devletê tune lê dîsa jî dibe îro Kurd piştgiriyê bidin van gavên tên avetin û zarokên xwe bişînin di van dersên Kurdî yên bijartî. Ev me gavekî din nêzikê armanca me dike.
    Asîmîlasyona li ser Kurdan her roj girantir dibe, heke zarokên me di dibistanan de herî kêm xwedin û nivîsandina Kurdî hîn bibin, paşê bi serê xwe jî dikarin xwe pêş bixin. Ziman bingehê neteweyî ye, ji ber vê yekê jî Kurd dibe tu car dev ji xebatên Kurdî dûr nekevin.

    Silav û rêz..

    • Silav kekê Memet,

      Gelek spas jibo bersîva te. Tu bala xwendevanan dikşîne mijareke pir girîng ku ew jî asîmîlasyon e. Eger asîmîlasyona ser Kurdan her roj girantir dibe, divê Kurd çi bikin ku rê li ber asîmîlasyonê bigirin?

      Eger dersên bijartî li xwendingehên hebin û deûbavên Kurdan zarokên xwe neşînin wan dersan, feyda Kurdan bi vê helwestê çi ye?

      Ji niha ve spas

  6. Têmûrê Xelîl says:

    Carina Azadî ji Serxwebûnê Girîngtir e

    Kurd ji hemûyan zêdetir hewceyê dersên Kurdî ne, ji wê zêdetir jî dersên bijartî. Lê, di hêleke din va, jibo gelek Kurdan, ku nikarin bi Kurdî binivîsin û bixûnin, hela di ser da jî, nikarin bi Kurdî bipeyivin, ew ders dibe wek dersek, ku bîyanîyan fêrî Kurdî dike. Jibo wan kesan dereng be jî, lê dersên bijartî yên Kurdî pir girîng in.

    Divê Kurd piştgirîya wan dersên bikin û zarokên xwe ji wan dersan re tomar bikin. Di vê yekê da tu şik tune. Ez li Dîyarbekirê gerîyam, min dît, ku cilên hemûyan wekehev in, rengên merivan wekehev in, xwerinên wan wekehev in. Ferq tenê di zimên da ne, ka kê tirkî diaxive, kê bi Kurdî. Eger hemû bi tirkî bipeyivin, êdî hemû dibine miletek – miletê tirk.

    Erê, rastbîn e ku Kurd biryarên wanî wekî derfet bibînin û feyde jê bibînin. Eger wisa nîbe, êdî behsa Kurdîtîyê kirin jî wek qafikê vala ye.

    We pirsîye “Rast e ku hikûmeta Tirkîyê bi gavên wiha Kurdan dixapîne û dixwaze rê li ber pirtir mafan bigire?”

    Na! Jiber ku tirk hemû mafên Kurdan didin, xên ji axê. Ax jî tu kes nade kesî. Tirk dibêjin: -hûn dikarin navên gundên xwe li xwe vegerînin, bikine Kurdî, lê heta niha ji sedî navek jî nehatîye guhartin. Sûc yê Kurdan e, ne yê tirkan e. Tirk dibêjin Kurdî serbest e, Kurd wek berê bi tirkî dipeyivin. Sûc yê Kurdan e, ne yê tirkan e.

    Jibo sîyaseta bi dilê hemû Kurdan bê rêvebirin, Kurd gerekê xwe nas bikin, xwe ji tirkan kêmtir nebînin. Ji bo wê jî gerekê berhemên Kurdî û herwiha berhemên dîrokî yên bi zimanên din yên li ser Kurd û Kurdistanê bixûnin.

    Em bêjin, hema îro jî tirkan Kurdistana Bakur dane Kurdan. Kurd jî gerekê rîya û xanîyan çê bikin. Jibo wê lazim e, ku herin 5 salan mihandizîyê hîn bin. Ango, bê xwendin tu tişt bi ser nakeve.

    Peyivîna Kurdî û xwendin bingehê xwenaskirinê ne. Gerekê her Kurdek wisa baş xwe nas bike, ku dema ji Stembolê bi balafirê diçe Dîyarbekirê, bizanibe, ku ji welatekî diçe welatekî din. Û navê wî welatî Kurdistan e.

    • Hêja kekê Têmûr,

      Em jibo nîvîsa te ya pir hêja gelek spasîya te dikin. Birastî nêrîn, çavdêrî û serpehatîyên te pir hêja ne û gelek feyde li xwendevanên me dikin.

      Rast e ku ku gelek Kurd li Tirkîyê hene ku nikarin bi Kurdî binivîsin, bixwînin û bipeyivin. Lê, gelek Kurd bawer nakin ku dersên bijartî tiştekî erênî ye. Hejmara zarokên ku jibo wan dersan hatine tomar kirin, mixabin pir hindik e çimkî piranîya Kurdan bi şik li wan dersên dinêrin…

      Careke din gelek spas û em berdewam li benda nêrîn û pêşnîyarên te ne.

  7. Şehram Dostan says:

    Bijî Mamostayê hêja Kekê Têmûr ê Xelîl

    Rastî te ya dilê min got em kurd gereke xwe dest pê bikin kurdî hîn bin ,Turka îro hindik derfet ji bona kurmancîyê dane lê ger kurd bi xwe dest pê neke di malbatê de kurmancî qise neke vê çawan be?peyivîna Kurdî û xwendin bingehê xwenaskirinê ne rastî eve,
    Kurd gereke pêgavê baş di vê rêkê de bawêje ,Turk me hînî kurmancî nake em dibî xwe hîn kin
    wek hun dibînin Turka ji boy me Mem u Zîn çê kirîye Lêêêêêêêêêê bi Mobile u internet Hotêl u maşallah technology a serdemî, ez wê mezintirîn heqaret dibînim rastî

    silav u rêz

  8. Şehram Dostan says:

    Bawirmend dibêjin hindî mûkê ji şeytan bikêşî he xêre, ez bawirim Kurmancaxiw li Turkîyê u her derê din ji bona ziman li her derfetê istifade bikin, lê xwesta dilê xwe jî bîr nekin, raste ev dersana ne wek xwesta gelê meye lê ji bona hînbuna zimanê me derfetetik başe ,tiştik din ku gelikî girînge ku kurd bizanin Turka ev mafê me ji dû roja de me nestandîye u di sê roja da ji me wergerîne ,demik dirêje wan em inkar kirine u wê bidome da ku her tiştî qebûl bikin.

    di gel silav u rêza

Leave a Reply

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.