Nirxên Me: Ahmedê Hepo

Posted February 27th, 2013 at 11:33 (UTC-5)
22 comments

Ahmedê Hepo nivîskarekî hêja ye ku gelek salên dirêj xizmetê ziman û edebîyata Kurdî kirîye. Birêz Hepo 20’ê Gulana sala 1934’an li gundê Şirranê, navçeya Artaşatê, li Ermenîstanê ji dîya xwe bûye. Sala 1937’an malbeta wî sirgûnî Qirgizistanê dikin, lê piştî 10 salan wana efû dikin û ew vedigerine navçeya Yevlaxê, li Azerbaycanê bi cî dibin. Paşê cîguhastî Ermenîstanê dibin û Ahmed li fakûltêta Azerî ya Înstîtûta mamostatîyê ya Ermenîstanê xilaz dike. Lê paşê dîsa bi malê va bar dikin, berê xwe didine Azerbaycanê.

Li vira gelek pirtûkên wî yên Kurdî çap dibin, wek «Adar», «Emir Gul Vedide», «Bawerî», «Birîn», «Karbarên Gelê Kurd», «Hêsirên Xunê». Ewî herwiha bi sedan gotarên ji jîyana Kurdan, serpêhatîyên welatparêzîyê nivîsîne. Niha ew endamê Yekîtîya Nivîskar û Rojnamevanên Azerbaycanê ye.

Ahmedê Hepo nîvê emrê xwe li Ermenîstanê, nîvî jî li Azerbaycanê derbaz kirîye. Berî çend rojan 75 salîya wî temam bû. Em ji navê radyoya xwe wî bona wê sersalîyê pîroz dikin û jîyana dirêj jê ra dixwezin. Ewî bi karê xwe va îzbat kirîye, ku ferq nake meriv li ku dijî û eger bi dil bixweze, dikare li her derê jî kêrî miletê xwe bê, xizmetî wî bike, navê miletê xwe di nav dost û dijmnan da bilind bike.

Ahmedê Hepo rûsipîyê edebîyeta me ye. Ewî bi zanebûn û xerîbdostîya xwe va ji gelê me ra gelek xêrxwaz peyda kirîye. Berhemên wî bi Azerî hatine wergerandin û bi saya serê wî ew miletê cînar li folklor û erf û edetên me yên baş hesîyaye û bilind qîmet kirîye. Wek ku ew bi xwe dibêje: -Min mal neda ser hev, lê ez bûme xwedî dewlemendtîyeke ruhanî ya mezin, xwedî qedir û hurmet. Ez gava dinivîsim, bi Kurdî difikrim, lê ew ji min ra nabe asteng, ku ez bi berhemên Rûsî û Azerî va zanebûnên xwe dewlemendtir bikim. Her merivek bi zanebûna zimanan, kultur û toreyên miletên din va pêş dikeve.

Li Azerbaycanê ji Ahmedê Hepo ra muelim dibêjin, anku mamosta. Gelek kes zendegirtî dimînin ka ew çawa di 75 salîya xwe da jî mînanî xortekî tûre bi êginî kar dike. Û karê wî yê sereke jî jîyana Kurdeyatîyê ye, ku di nava gotar, sohbet, serpêhatî û helbestên wî da xuya dibin. Ew bi saya serê zargotina me li ruh û mezinaya gelê me hesîya û bi rîya berhemên xwe ew gîhande milet. Ew miletê, ku bi kêmanî ji sedsala 12’an, di dema mîrîtîya Kurdan ya Şeddadîyan, li ser vê axê dijî û di salên 30’yî ya sedsala buhurî li vir bû xwedî otonomîya xwe ya bi navê Kurdistana Sor, bi navbenda Laçînê va.

Wêra tevayî afrandarîya wêjeyî û ulmî domandîye. Ser lêkolîna mijara “Motîvên mêrxasîyê di destanên gelê Kurda”da kar dike.

Sedrê yekê ya navenda çanda Kurd “Ronahyê, ya rêspûblîka Azerbaycanê, serek rêdaktorê yekê yê rojnama “Dengê Kurd” bûye.

Ji roja damrazandinê serwêrê beşa zimanê Kurdî ya şîrketa Bernamên Têlêradîoyêye Dewleta Azerbaycanêye. Bûye rêdaktorê çend pirtûkên ku, bi Kurdî yên ku Bakûyêda hatine weşandinê. Povêsta “Bawerî” sala 1990, romana “Birîn” sala 1996’da ji alîyê weşanxana “Azerneşr”‘êda bi tîraja tomerî hatîye weşandinê.

Weşanxana “Genclîk” pirtûkên wîye bi navên “Karîbarên gelê Kurd” sala 2000, “Hêsîrên xunê” sala 2002’da bi tîrajeke mezinva çap kirîye.

Povêsta helbestvanê gelê Azerbaycanê Suhrab Tahîr ya bi navê “Du Evîn, Du Fîşek” wergerandîye zimanê Kurdî. «Du Evîn, Du Fişek» e û derheqa wê yekê da ne, ku dema malbeta wî çend salan li Îranê dima, malbeteke Kurdan alîkarîyake çiqasî mezin ji wî û malbeta wî ra kirîye. Ev jî îzbateke dostanîyê, xêrxwezîyê û cînartîya qenc e.

Romana “Birîn” (2005), povêsta “Rêwîyê bê mal” (2006) Kurdisana Başûr bajarê Hewlêrêda hatîye weşandinê. Bi serencama prêzîdêntê Rêspûblîka Azerbaycanê bi mêdala “Tereggyêva hatîye rewa kirinê.

Kerem kin guhdarîya hevpeyvîna me ya bi Ahmedê Hepo re bikin ku tê de qala jîyana xwe dike:

Pişka 1′ê: http://www.dengeamerika.com/externalaudio-FLRM/Audio/262012.html

Pişka 2′yê: http://www.dengeamerika.com/externalaudio-FLRM/Audio/262013.html

Xwendevanên hêja,

Em gelek spasîya nivîskarê hêja Têmûrê Xelîl dikin ku agahîyên ser jîyan û berhemên Ahmedê Hepo dan me.

Herwiha, em spasîya rojnamevanê Amerîkî Robert Leutheuser dikin ku em çend fotoyên wî di bloga xwe de bikar tînin. Kerem kin serdana malpera Leutheuser bikin ku gelek fototên bedew lê hene:

http://worldpeeks.blogspot.com/2011/07/most-decorated-people.html

http://www.beyondbordersphotography.com/

22 Responses to “Nirxên Me: Ahmedê Hepo”

  1. Fexreddînê Muzeffer says:

    Van dawîya Bakûyê da pirtûka ensîklopêdîk ya bi navê “Nivîskarên Azerbaycanê” ronahî dîtîye.

    Torîvan, ulumdarê bi nav’deng Têymûr Ahmedov derheqa endamên Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê da ya sedsalîya XX’XXl’êda bi kurt elametî daye. Me navê wê pirtûkê bihîstinê bê hemdê xwe xwestin ewê dest bînin, wekî ka, binê ji nivîskarên Kurdan navê kê ketîye vê ênsîklopêdîyayê. Me pirtûk dest anî û derbarê çar ewladên , Hepo, Husêyn Kurdoxlû, Şamîl Delîdax, Knyaz Mîrzeyêv gotarê heyî bi çavbirçî xwend, yên dunya xwe guhastîra rehmet, yên zindîra tendurustîya miqîm, serfinîyazîya afrandarîyê xwest û firnax bûn. Derheqa her yekê van serbilindada weke mecalên heyî bicedînin wera qal kin. Vê gotara yekemîn rewayî Ahmedê Hepo dikin, ji ber ku, him navê wî pirtûkêda pêşîyê tê kişandinê, him jî afrandarîya wî seranser bi Kurdî ye, nenihêrî wê yekê wekî bi azerbaycanî jî çapemenîyêda nivîsarên Ahmedê Hepo zû’zû ronahî dibînin. Him jî ya sereke ew zimanzanê Kurdî, dersdarê minî zimanê zikmakî ye.

    Çawa eyan e asîklopêdîyan da gotar bi kurt têne nivîsarê, em jî wê gotarê çawa heye usa digihînine we birêzan.

    Apîyêv Ahmed Hepo oxlû’nivîskar, publîsîst, ji sala 1998’a endamê Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê, ji sala 1973’a endamê Yekîtîya Jûrnalîstên Azerbaycanê ye.

    20’ê Gulana sala 1934 li gundê Şirranê, nehîya Artaşatê, Azerbaycana Rojava ji dayîk bûye. We dê rêprêsîyayê tevî dê’bav, qewm’pismama ra hatîye nefîkirinê’Qirxizistan (1937). Deh salan şûnda destûr hatiye dayînê, wekî ew vegerine warên kal’bavan, fermîyên Ermenîyan nehîştine malbatên Kurda ye nefîkirî vegerine cî’warên xwe. Ev qewmandin di jîyana têgihêştîyê 13’h salî da veguhastina pêşta tîne. Mekteba navîn li gundê Aranê nehîya Yêvlaxêda xilaz dike.

    Înstîtûta Pêdagojîyê Dewletê ya Ermenîstanê, fakulteya wêjeyê ya beşa Azerbaycanê xitim kirîye (1964). Gotarên publîsîst û serpêhatîyên xwe yên ewlîn jî vê wedeyî di rojnama bi Kurdî (“Rîya Teze”) û bi Azerbaycanî (“Sovêt Êrmenîstanê”) dide weşandinê.

    Pirtûkên serpêhatîyaye ewlîn’“Adar” û “Emr gul vedide” salên 1965’1975’da li Yerêvanê hatîye weşandinê. Sala 1970’ê malbatê va barkirinê Bakûyê, di îdara çapemenîyêda û pevgirêdanên tomerîye dinda parastina sura dewletê ya rex kabînêta wezîrîya Rêspûblîka Azerbaycanê da çawa rêdaktor, rêdaktorê sereke, serwêrê beşê weke 30 salî kar kirîye.

    Wêra tevayî afrandarîya wêjeyî û ulmî domandîye. Ser lêkolîna mijara “Motîvên mêrxasîyê di destanên gelê Kurda”da kar dike.

    Sedrê yekê ya navenda çanda Kurd “Ronahyê, ya rêspûblîka Azerbaycanê, serek rêdaktorê yekê yê rojnama “Dengê Kurd” bûye.

    Ji roja damrazandinê serwêrê beşa zimanê Kurdî ya şîrketa Bernamên Têlêradîoyêye Dewleta Azerbaycanêye. Bûye rêdaktorê çend pirtûkên ku, bi Kurdî yên ku Bakûyêda hatine weşandinê. Povêsta “Bawerî” sala 1990, romana “Birîn” sala 1996’da ji alîyê weşanxana “Azerneşr”‘êda bi tîraja tomerî hatîye weşandinê.

    Weşanxana “Genclîk” pirtûkên wîye bi navên “Karîbarên gelê Kurd” sala 2000, “Hêsîrên xunê” sala 2002’da bi tîrajeke mezinva çap kirîye.

    Povêsta helbestvanê gelê Azerbaycanê Suhrab Tahîr ya bi navê “Du Evîn, Du Fîşek” wergerandîye zimanê Kurdî. Romana “Birîn” (2005), povêsta “Rêwîyê bê mal” (2006) Kurdisana Başûr bajarê Hewlêrêda hatîye weşandinê. Bi serencama prêzîdêntê Rêspûblîka Azerbaycanê bi mêdala “Tereggyêva hatîye rewa kirinê.

    Rêzdarno, çawa me jorê got, çi ku me wera qal kir, ji pirtûka navkişandî bû. Heqbe wekî bona em qedirgirtina rewşenbîrê Kurdayî zehmetkêş bidine kivşê, hinek nêtên xwe jî bînine serzaran. Lê gotereke bi kurtda emê nikarbin afrandarîya Ahmedê Hepo şirovekin, tenê dikarin hinek nêrînên xwe bînine holê, him jî me navê gotara xwe danî’“Ji xerîbîyê hetanî welat”.

    Di nava vê sernivîsarêda çarenûsa bi hezaran Kurdan hatîye pêcandinê, yek jî ya Ahmedê Hepo ye.

    Afrandarîya Ahmede Hepo mîna avên kanîyên gur, yên çîyayên Kurdistan, her tim ji belekîyan, dike biqe’bilq dikişe, rê dirêj bûnê hêza xwe zêde dike bi dengekî xuzayêyî xweşva dike guşe’guş û ji ku derbaz dibe tenê hênbûnê, şênbûnê tîne, der’doran dixwemilîne, jîyana mirovanra risq’bereketê tîne, wan ruhdar dike.

    Çiqasî deşt’bestên, arana hewcî avê çîyayê safin, em Kurdên Azerbaycanê jî hewcî afrandarîya Ahmedê Hepone. Lewra ew li Azerbaycanê dûmeqeskê bedewnivîsara zimanê zikmakîye.

    Salên 30’yî, ya sedsalîya bîsta da di nava salên heyîtîya Qeza Kurdistanêda çend pirtûk bi Kurdî hatine weşandin û lema jî îro em bi firnax, bi şabûn dibêjin wekî li Azerbaycanê bi Kurdî çend pirtûk ronahî dîtine. Lê mixabin, ew pirtûkana mîna tavîyê, mîna xewneke hatine, çûne. Ji wan tiştek neighîştîye silsileta me.

    Wekî ez heqîkê bînime serzara bila ji wê tu kes şikberîyê pêşta neyne. Di nava dunya Kurda da pirtûk gelek dihatine weşandinê. Lê li Azerbaycanê pey hilweşandina Qeza Kurdistanê ra, yanê ku, ji salên 30’î hetanî sala 1990’î tu pirtûk bi Kurdî ne hatibûne weşandinê. Hema wê salê pirtûka Ahmed Hepo ya bi navê “Bawerî” ronahî dît û bona dundan’silsileta me bawerîke mezin anî.

    Pirtûka “Baweryê mera bawerî anî, wekî zimanê unda nebe.

    Romana “Birîn”‘ê birîna me, kula dilê me derxiste hole, wekî ewana bi sedsalava neyêne bîrkirinê. Gava derdê birînê, kulê eyan bûnê şûnda, dikarî dermanê wan peydakî, wana qenc bikî.

    Pirtûka “Karîbarên gelê Kurd”‘bona xemila folklora gelê me xelateke nebinîyayîye, taybetîye. Ji ber ku, wê pirtûkêda wekokên usa hene, ewana ji alîyê beşeke gelê meda yên ku, ji welatê xwe qetîyane hatine afrandinê.

    “Hêsirên xwînꔑhêsirên gelê pirmîlyone ku, her kes bi awayekî dibarîne. Lê dû’dermanê wêyî sereke yekbûne, hevdu girtine.

    “Rêwîyê Bê Mal”‘da ew yek hatîye nitrandinê, wekî kalemêrekî bê mal tê digihîje mala xwe’Kurdistanê û armanca hemû temene wî jîyanê da mîyaser dibe.

    “Xemildarên jîyanꔑbersîvdarîya torîvane ya ber gelê xwe, ber dost’hogirên xwe.
    Torîvan dixweze nisla dahatîra tore bide ku, buhurîya xwe bîr nekin, him jî bona gelê xwe ewledên layîq, serbilind bin. Her dem, her roj, her seat xizmetî gelê xwe bikin.

    Xizmetkarîya here ewlîn jî ewe ku, jîyana xwe bi mêranî, bi durustî derbaz kî, bila her kes bi dilekî beristan bêje:’ “ew ewledê gelê xwe’Kurde”. Bi taybetî Kurdên li welatên dereke dijîn. Çawa Ahmedê Hepo hemû emrê xweda gelê xwera tenê bilindayî anîye.
    Ez ne dîrokzan im, lê îro ev yek rastîye, çarenûsa Kurdên Azerbaycanê hatîye gihîştîye rêza gelên hindikjimar.

    Min têra dît, wekî derbarê kesayetîya, niştemanîya Ahmedê Hepoda çend gilîyan bêjim.

    Me got, wekî av, xuza, jîyana dixemlîne. Lê carna av, xêra tevayî xwera bobelatê jî tîne, zîyanê dide der’doran. Lê ava kanîyê, ava ku, ji kuraya erdê tê tu dema xerabîyê, zîyanê pêşta nayne.

    Afrandarî’jîyana Ahmedê Hepo jî ji kuraya dilê wî tê. Çi dinivîse bila binivîse, teql datîne ser wê yekê, wekî gelê xwera serberjêrîyê neyne.

    Her gavê xwe, çawa gel dibêje, sed car dipîve, paşê davêje, wekî qewm’pismamra, dost’hogirra, gelê xwera, dewletkarîyera zîyanê neyne.

    Ne ku mîna hinekan, wekî xwe didine kivşê çawa xemkêş, xêrxwezê gel, lê kirinên xweda tenê kara xwe tînine ber çavan. Gava hinekî takî xurca wan xar bûnê bar dikin, diçine welatên dereke, gel dikine nava rewşeke giran. Paşê jî bona xêra xwe ji wir kêvr davêjine bostanê vî, wî, avê şêlû dikin, xwe didine kivşê çawa derdkêşê gel.

    Heya sîyasî tu dema nikarbûye jîyana Ahmede Hepo ya, mîna ava kanîyê, şêlûke.
    Di nava wedê rêvebirina çend serekvanîyê rêspûblîkayê salên dirêj peyvîrên bersîvdarda kar kirîye, bûye sedrê yekemîn yê Navenda Çanda Kurd “Ronahyê, çend salan bûye rêdaktorê rojnama “Dengê Kurd”, ji roja xuliqandinê, (sala 1993’a) hetanî naha serwêrê beşa zimanê Kurdî ya Têlêradîoya dewletêye, lê carek jî ne bal gelda, ne bal dewletêda gavekî netê ne avîtîye.

    Lema jî navekî bilind, rûmeteke mezin qezenc kirîye, gilîkî wî bal tu kesî nabe dudu. Ahmede Hepo bê jimar mirovara qencî, xêrxwezî kirîye. Tu kes, usa jî ew bixwe jî nikare navên wan bijmêre, lê dixwezim her tenê qewmandinek ku, bi şedetîya min bûye, we xwendewanra qalkim.

    Destpêbûna salên nodî, ya sedsalîya buhurî bû. Li rêspûblîkayêda hemû pirs hevalîyayî bû, xaosê hukm dikir. Kurê Kurdekî ku, li bajarê Sûmgayitê dijî, cîyê neheq hatibû girtinê, şeş sal cezayê zindanê dabûne wî. Çawa dibên dengê belengazî ne digihîşte tu kesî. (Min navê wî nivîsîbû, lê bi hîvîkirina mamoste Ahmed derxist).

    Rojek em li navenda çanda Kurdda rûniştibûn, ji wir, ji vir hevra hekat dikirin. Çawa bû, kê got nizanim, gilî hat ser wî xortê reben. Min wê çiriqê seh kir ku, rengê

    Ahmedê Hepo çawa reş xemilî, bi dengekî xitimî, giran’giran pirsî:

    Rastî jî ew xort tawanbar nîne?!

    Bijîşkê navdar, dostê wîyî bi salan, yên ku, bawerîya wane miqîm hevra heye, doktor Dostelî bi posîde, bi xwemxurî axivî:

    ‘ Erê, Ahmed muellîm, ew xort neheq hatîye girtinê. Mixabin naha tiştên awa zû’zû diqewimin.

    Mamoste pirsî:

    Ew li kîjan girtingehêdaye ?Bersîv stendinê şûnda kere’ker nav, paşnavê wî xortî nivîsî û bin lêvada du’sê cara got’pak, pak. Piranîya beşterbûya qe tiştek sehnekirin.
    Ji wê rojê 15’20 roj derbaz bûnê şûnda, bavê wî xortî bijîjk Dostelîra têlê dixe. Bi kelo’girî dibêje:

    Tuyê bawer nekî, wekî lawê min temam aza kirin. Ahmed muellîm kîye? Gotn ku, Ahmed Apîyêv piştovanî li wî şuxulî kirîye.

    Carna gava derbarê yekîda gilîyên qenc dibêjî, yanê jî dinivîsî çavnebar hezar tiştên ne tê derdixine holê. Lê ez bi sonda mêrên mêrxas sond duxum, wekî ew ewledê Kurd îdî bavê çend ewledane, lê Ahmedê Hepo hêjî wî xortî nasnake.

    Rêzdarno, ji dehan, ji sedan kirinên Ahmedê Hepo me yek anî serzara ku, hûn bi xwe bi dil paqişî qedr’qîmetê wî rûsipîyê Kurd bidin.

    Nivîskarî jî hunermendîke dijware. Her nivîskarek dinivîse, diafrîne, karê dike, qezenc dike, malbeta xwe xweyî dike, jîyanê derbaz dike, çawa senetkarên din. Qewlên heyîra girêdayî mamoste Ahmedê Hepo ji vê kar’qezencê jî dûre. Mirovatîyêda bi sed hezaran, di nava her gelîda bi sedan, bi hezaran hunermend hatine, çûne. Carna usa bûye qe gund’bajarê wanda jî kesekî karpêkan wan nexwendine.

    Lê nivîskar, helbestvan, xwedan qelemê ku, afrandarîya wî ji kûraya dil tê, bi canecan, bi dil paqişî, berbirî xwendevana dibe, bi xwemxurî nêzîkî astengîyên qewm’pismam, der’cîran dibe, kul’birîn, êşa gelê xwe ya xwe hesab dike wê demê ew dibe hunermendê gel, hizkirîyê mirovan.

    Bi gorîya min Ahmedê Hepo xwedanê qenderên qencin.

    Payîza sala 2006’a bû. Bilindbajarê Rûsîyayê, Moskvayêda Konfransa Kurdan derbaz dibû. Ji Azerbaycanê ez Fexreddînê Muzeffer, Xalidê Evdilbarî û Ahmedê Hepo tevgelî konfransê bibûn.

    Çawa eyane destpêbûna civînêda gotî, sedr û serwêrtîya konfransê bihata bijartinê. Di vî pirsêda nêtcudatî derkete holê, nûnerên Kurdan her yek ji welatekî, ji parwelatekî Rûsîyayê hatibûn, her yekê dixwestin navzendê xwe pêşta bikişînin.

    Ez nîkî heval Çîya, yê ku, yekî ji serwêrên Mala Kurda bû, rûniştibûm.

    Min bi dengekî nizm wîra got ku, vê xaosê her tenê Ahmedê Hepo dikare rastsere bike. Heval Çîya destûr xwest, rabû barîgehra, got:

    Navzendekî min jî heye, Ahmedê Hepo.

    Bawer bikî wê weşê seqirtîyêk barîgeh hingaft, çend çirikan şûnda gişka hevra’hevra destên xwe bilind kirin. Min zûva seh kiribû, wekî piranîya beşterbûyan mamoste nas dikin, lê ewqas jî nizanîbû.

    Konfrans bi sedrtîya Ahmedê Hepo bi rêkûpêk çend rojan domand û bi serfînîyazî serhevda hat. Nizanim mesele’metelokekî kîjan gelîda awa dibên: “Pêxember li welatê xwe da nayê naskirinê”.

    Bi nêrînên min ev gotin daha pir li bejina me Kurdan tê. Lê naha şukur dewran hatîye guhastinê, hemû xisletên xerab’pûçra tevayî ew xesîyetên neheq jî nava cîwanên me da roj bi roj kêm dibe, ji holê tê hildanê. Minakekê jî bînime serzaran:

    Hema rojên wê seredanêda lawekî azerî em dewetî mêvandarîyê kiribû, digot Ahmed muelîm li Bakûyê di karekî alîkarîke mezin li min kirîye, ew tu dema ji bîra min neçûye.

    Em rêstoranekê şênda, nêzîkî sûka bi navê “Çêrkasskî” rûniştibûn. Me şirîn’şirîn hevra hekat dikir, nan dixwer. Min seh kir ku, sê’çar cîwan yên ku, hinekî dûrî me rûniştine zû’zû alîyê meda mêze dikin, te tire derbarê meda diaxivin. Bi rastî hinekî nerehet bûm, Moskva bajerekî hevalîyêye. Ewana jî ne rûs bûn. Hinekî şûnda ji wan xortana yek nêzîkî me bû, bi şermokî, bi tirkî pirsî:

    “Biborînin, hûn Ahmedê Hepo nînin?”.

    Erê, ez Ahmedê Hepome!,’mamoste bersîv da.

    Xort bi dengekî şa, bi Kurdî berbirî hevalên xwe bû:

    Min wera ne got, ew Ahmedê Hepoye, nivîskarê meyî hêle, ji Azerbaycanêye.
    Ez vê demê him şabûm, him jî posîde bûm, kavila kulê mala ermenîya kebe, me hê dest’pêkiribû afrandar hunermendên xwe nas dikir, wana em ji warên kal’bavan dero’der kirin. Naha zarên me piranî qe zimanê xwe jî nizanin, ne ku pirtûkan bixûnin.

    Ew xort hate dest’rûyê mamoste, balderî kir ku, hûn mêvanên minin. Lê brayê meyî azerî bi tu awayî qayîl nebû. Wê gavê lawikê xwînşirîn yê ji Kurdistanê Bakur got ku, mamoste hîvî dikim hûn kîngê dixwezin pey we bême otêlê. Lê wede me tune bû.

    Jîyanêda hesret, kesera her mirovî heye. Lê di vî alîda hestên kesayetên hêle daha kûr dibe.

    Ez ser wê bawerîyême ku, armanca hemû Kurdên dunyayêye ewe, wekî here Kurdistana Başûr, Kurdistana aza bibîne, zîyaretke. Lê bi nêta min hesreta welêt, armanc’xwestina dîtina Kurdistan li Azerbaycanê di bal du kesayetên meyî navdarda bi awayekî din bû, yanê ku, ewana şev’ro dikirin axinî, dilê wan dikizirî.

    Yek ji Kelbecera rengîn helbestvan, lêkolîvan, dîrokzan, êtnograf, xwedanê zanînên ênsîklopêdîk Şemîlê Selîm Eskerov bû ku, hesreta Kelbecerê û Kurdistana aza çawa kul’birîn xwera bire axa sar.

    Yek jî nivîskarê meyî naveyan, lêkolîvan, folklorzan, nefsdarê civakîyêyî serbilind, piştovanê bêpişta’ Ahmedê Hepo bû. Şukur Ahmedê Hepo ne ku, Kurdistan zîyaret kir, him ji, ji alîyê warhêşînê nemir Mustafa Barzanî, Prêzîdêntê Kurdistana Aza kek Mesûd Barzanî da hate pejirandin, çend pirtûkên wî li Hewlêrê hatine weşandinê. Ez bi xwe şehedê wê yekê bûm, wekî civakîya rewşenbîrên Kurdistanê Ahmedê Hepo rind nas dikin, rûmetê wî kalamêrî Kurd bilind digirin.

    Min ra li hev hat tevî mamoste Ahmedê Hepo destpêbûna sala 2011’a çûm Kurdistanê. Nitrandina wê seredanê ne ku ez, xwedanqelemên here hosta wê nikarbe di nava gorsrekêda bidin. Ger mirov bi hûr gilî derheqa wan çend roja ku, me li Kurdistanê derbaz kir, binivîse, ewe bibe karpêkeke mezin. Lê min têra dît qe na, çend nêrînên xwe here ferz, yên ku dikarin bibine balkêşîya her kesî, binivîsim.

    Bona pêşwezkirina mamoste çend avto şandibûne aêroport’firindexana Hewlêrêye navnatewî ya ku, bi nûhdemî, bona sed salên dahatîra ‘hatîye ava kirinê.

    Çawa min jorê got derbarê ew seredanêda bi hûr’gilî nikarin gotarekêda binivîsin. Tenê bîranînekê bînine holê, wê eyanbe, wekî Ahmedê Hepo çawa li Kurdistanê tê naskirinê û Kurdên Azerbaycanê çawa temsîl û serbilind dike.

    5’ê sibatê sala 2011’a çûne zîyareta tirba nemir uarzanî. Bi têlêvîzîyaya fermî ewlekarîya zîyaretê hate kuşandinê. Vegerînê çûne bernamên radîoya cî, bi nave Barzan ya ku, berêda me dewat kiribû.

    Serwêrê wê birez Faxer em bi dilgermî pêşwez kir û berbirî mamoste bû: “Kek Ahmedê Hepo, hûn bi xêr hatin, ser’seran, ser çavan”. Min usa zanî wana ji berêda nasin. Lê wê çirikê jî hate zanînê ku, ew navê nivîskarê eyan bihîstîye. Em derbazî odaya serwêr bûn. Dîska serpêhatîya Ahmedê Hepo ya bi navê “Bijî, bijî, Barzanî” û “Xerîbo” radestî kek Faxer kirinê şûnda, mamoste şane min kir, min ji çanta çend pirtûkên wî derxist ku, bidine radîo.

    Mamoste hinek bi şermokî got: “Kek Faxer ez van pirtûkên xwe didime radîoya we, diqewime wê kêrhatîbe”. Mêrik rabû ser pê hemû pirtûkên mamoste yên ku, hetanî naha hatine weşandinê ji quncikê pêşxuna xweyî mezin hilda pêşberî me danî û got: “Ahmedê Hepo, nivîskarê delal, min ev pirtûkana xwendîye, we jî baş nas dikim”. Ji dilê min hestekî firnax derbaz bû.

    Him jî nêtekî hate mêjuyê min ya ku, wê wedê min ne anî serzara, lê naha dibêjim:
    “Nivîskarê rêzdar, ewladê gelê xweyî hêldar, her bijî. Bona gelê Kurd bijî, bona Kurdên Azerbaycanê bijî.

    • Silav kekê Fexreddînê Muzeffer,

      Destê te sax bin ku te bîranînên pir hêja bi me re parve kirin. Wek kesekî ku Apê ahmed jî nêzîk ve nas dike, hêst û nêrînên te pir manadar in.

      Em hêvî dikin heval û hogirên din yên Apê Ahmed jî hest û serpehatîyên xwe yên ser wê binivîsin.

      Silavên me yên herî germ ji gîş Kurdên me yên li Azerbaycanê re.

  2. Şehram Dostan says:

    Apê Ahmed Kurdekî dilsoz u niştimanperwer e. Cîyê wî yê nav ziman û edebîyata Kurdî de her dem hêja be û navê Apê Ahmedê Hepo wê di dîroka Kurdan de tim zindî bimîne.

    Mala wî hezar car ava be.

    Ji Kanada, Şehram

    • Silav kekê hêja Şehram Dostan,

      Rast dibêjî ku Apê Ahmed Kurdekî dilsoz u niştimanperwer e. Bêguman navê wî di nav ziman û edebîyata Kurdî de tim zindî bimîne.

      Wek bav û kalên me dibêjin: Ga dimire çerm dimîne, mêrxas dimire nav dimîne.

      Şikur ji Xude re Apê Ahmed hîn di nav me de ye û maşallah rewşa saxlemîya wî jî baş e. Em temeke dirêj û bijûn jî Apê Ahmed re dixwazin.

      Silavên me ji Kanada û ji Azerbaycanê re

  3. Çeçoxanê Kurmanc says:

    “Pismamê hêja silav,

    derdên xerîbîyê û derbiderîyê pir kûr û pir bi jan in, me ku dîtîye bila tu kes nebîne.

    Omîdwar im ku xwedê qowetek zêde bide cenabî te û emirî te jî sa netewa Kurd ra dirêj ke.

    Ev xebatên te yên bi nirx û bi qîmet pir pir rind in û bi cîh ne.

    Ez dixwazim bêjim ku gepkirinê Apê Hepo jî mîna me ye. Ez ji wî re jî saxî û silametî dixwazim.

    Xwedê mala wî ava ke.

    xêr û xweşî û serkevtin.”

    • Silavên te ser seran, pismamê delal,

      Apê Ahmedê Hepo jî mîna te derdê xerîbîyê rind dizane. Ew bi xwe jî gelek caran sirgun anku nefî bûye û li neçar maye ku li gelek welatên cihê bijî.

      Em jî tev li hêvî û daxwazîyên te dibin û emreke dirêj ji rewşenbîr û rûsipîyê me Apê Ahmedê Hepo dikin.

      Bi rêya te silavên xwe yên herî germ ji hemî Kurdên Xorasanê re dişînin.

  4. ahmet ergen says:

    niviseke xweş.gelek kefa min hat

    • Gelek spas, hêja Ahmet Ergen,

      Em ji pir şa bûn ku kêfa te bi nivîsê hatiye. Birastî kesên mîna Ahmedê Hepo ku bi dehan sal in xizmeta zimanê Kurdî dikin, tu car nayên bîr kirin. Em jî bi rêya vê blogê dixwazin spasîyên xwe pêşkêşî nirxên xwe bikin.

      Careke din spas û em li benda mesajên te ne…

  5. Tîtalê Mendo says:

    Xude mala te ava bike, rewşenbîrê hêja, rûsipiyê biqedr û qiymet,

    Qîz û lawên Kurdan ji te razî ne, Xude jî ji te razî be. Xwezkana berhemên te li vê blogê berdest be ku em jî karibin buxînin. Heyf e ku kitêbên te negehiştiye xendevanên Bakurê Kurdistanê.

    Em hêvî dikin ku jiyaneke dirêj li ber te hebe.

    Dîlan, Delal, Agir, Tîtal ji Amedê

    • Silav ji we re Dîlan, Delal, Agir, Tîtal û herwiha silav ji Amedê re jî,

      Em jî wek we ji Xwedê hêvî dikin ku mala birêz Hepo ava bike û jîyaneke dirêj bide wî. Birastî pêşnîyara we gelek di cîh de ye ku berhemên nivîskarê hêja Ahmedê Hepo li bloga me bêne weşandin. Emê pêşnîyara wî bi Apê Ahmed re bipeyvin û eger ew jî qebûl kir, gîş berhemîn wî bigehînin xwendevanên hêja yên wek we.

      Careke din spas û serfirazî ji we gîşkan re…

  6. Deniz says:

    Ez birêz Ahmedê Hepo pîroz dikim. Wî pir tiştan ji me Kurmancan re kirine, pir pirtûk nivîsîne. Serbilindiya herî mezin ev e ku mirovek tiştên rind ji kultura xa re bika û Apê Ahmed ew tiştana gî kirine. Min berê jî bîstîbû ku li Azerbaycanê pir Kurd hene lê piraniya wan nav Azerîyan helîne û Kurmancî bîr kirine. Ez dibînim ku kesên mina Ahmedê Hepo jî hene ku bi zimanê dîya xwe dinivîsin û ziman û çanda xwe diparêzin.

    Em ji vê blogê re jê spas dikin ku hîn di saxiya wan de, qiymeta rewşenbîrên me dizane û wan tine pêş xendevanan. Birastî bi saya we em jî Apê Ahmed agahdar bûn. Mala we jî ava be.

    Berî, Aladîn , Deniz, Hulya, Yilmaz ji Merdînê.

  7. Em zef razî ne wekî mamosta Ahmedê Hepo tiştên zef girîng seba me Kurdan kir. Em razibûna xwe alamê wî dikin wekî ewledekî Kurdan yê bi rûmet û xebatçîyekî rind e.

    http://www.youtube.com/watch?v=SPuoIMZRu-o

    Mîroyê Egîd

    • Birayê delal Mîroyê Egîd,

      Em jî ji te zef razî ne ku hêst û nêrînên xwe ji me re dişînî. Rast e mamosta Ahmedê Hepo tiştên zef girîng seba me Kurdan kir. Te pir baş gotiye ku Ahmdê Hepo ewledekî Kurdan yê bi rûmet e xebatkarekî pir hêja ye.

      Spas jibo şandina vê vîdyoyê jî. Kurdistana sor hate bîra me û em biçêk xemgîn bûn…

      Silavên me yên herî germ

  8. Merhaba Dengê Amerîkaye

    Ev blog pir xoş e. Hun behsa mijarên girîng dikin. Berê Tosinê Reşîd niha jî Ahmedê Hepo. Em pir kêfxoş in ku hin wan rewşenbîran bi me didin nasandin. Tiştekî pir balkêş e ku hun vê yekê di saxiya wana da dikin.

    Ez we pîroz dikim û hêvîdar im ku li pêşerojê pirtir rewşenbîr, nivîskar û hunermend bidine nasandin.

    Sax bin û serkeftin

    Misto (Mustafa Yalçin)
    Amed

  9. Merhaba Misto,

    Em pir dilgeş in ku bloga me bi dilê te ye. Bi qasî kanîna me, em hewil didin ku behsa mijar û bûyerên girîng bikin û bibin warê axaftina û gotûbêjkirina wan bebetan.

    Erê, em di vê bawerîyê de ne ku divê em qiymeta kesên hêja hîn dema ew di jîyanê de ne bizanin. Dema yek ji nav me bar kir çû, bê feyde ku em pesna wî bidin û bi rojan qala wî kesî bikin! Girîng ev e ku mirov di saxîya yekî de hêjabûna wî kesî fem bike û qiymet bide wî.

    Hem Tosinê Reşîd hem jî Ahmedê Hepo du Kurdên pir hêja ne û em serbilind in ku li vê derê behsa wan dikin. Emê hewil bidin ku di demên pêş de kesitîyên din yên girîng bikin mêvanên vê blogê…

    Silavên me ji te re û ji Ameda rengîn re

  10. Asli Catoyeva says:

    Kek Civiroqlû Mutlu,

    ew agadarîyên biloga weye derbarê folklorzan, lêkolîvan, wargêr, parezkarê zimanê Kurdî li Azerbaycanê, nivîskarê meyê hêja û hizkirî Ahmedê Hepo da em pirr şakirin û bi şêkirdarîke mezin ji dil wera dibêjin:

    -Pirr sipas!

    Zehmetê xwe helal kin!

    Bi silavên germ:

    Prorêktor Elîbala Paşayêv
    Ulumdar Bayramê Fetî
    Helbestvan Murvet Qedîm oqlû
    Sexmankarê (muhendîs) kardarê yê rêspûblîka Azerbaycanê, Husenê Qadir
    Rojnamevan Fexreddînê Muzeffer
    Dîrokzan Barzanîyê Şamîl
    Rojnamevan Gûlnare Înanc
    Bijîşk Dostelî Paşayêv
    Bijîşk Xatîre Mîrzoyêva
    Kompîtêr opêrator Eslîya Îsmayîl
    Karmend Xalidê Evdilbarî
    Karmend Tosinê Ferman
    Karmênd Rahîmê Adigozel

    • Selam xuşka delal Asli,

      Pir spas te re û hemî dost û hevalên Apê ahmed re ku me re nivîsîne. Em jî wekî Dengê Amerîkayê razîbûna xwe didine we û Apê Ahmed seba hezkirina we ya mîletê xwe û zimanê xwe.

      Em ji Xude dixwazin ku emreke dirêj bide Apê Ahmedê Hepo û mala we gêşkan jî ava û şa bike.

      Bimînin di xêr û xweşîyê de,

      Mutlu

  11. Eslîya Îsmayîl says:

    Selam Civiroqlu Mutluyê bira!

    Eva 15 salan zêdetir e ez bal Apê Ahmedê Hepo dixebitim. Hemû nivîsarên wî bi destên min hatine nivîsarê. Zar-zimanê wî yê şirîn, nivîsarên pir qîmet hemêşe min ruhdar dike. Ez ne edebîyetzan im, lê ji edebîyetê hez dikim.

    Ji camêrîya Apê Ahmedê Hepo çend gilíya bêjim. Ew mirovekî qence, tiştek bûnê mîna bava, apa, xala dikebe nava halê te. Usa bûye zarê min nexweş ketine, 10-15 roja nehatime ser kar, Apê Ahmed destûr daye min.

    Hurmeta wî di nava gire-girê Azerbaycanîya da jî heye.

    Ҫi pak yekî mîna Apê Ahmed radyoya bernama zimanê Kurdî da serkar e.

    Ez wî ra emirê dirêj dixwezim.

    Kompûtêr-opêrator Eslîya Îsmayîl

    Bakû

    • Xuşka hêja Eslîya Îsmayîl,

      Silav ji te re û ji hemî Kurdên me yên li Bakûyê re. Em ji te re spas dikin ku te hestên xwe yên ser Apê Ahmedê Hepo nivîsîne. Birastî xebata wî li ba me gelek hêja ye û em çiqas spasîya wê bikin, hindik e.

      Em ji Xude dixwazin ku mrê wî dirêj bike ku hîn salên dirêj ji gelê xwe re xîzmetê bike.

      Em jî te re jî spas dikin ku te hemî nivîsarên wî nivîsîne. Xude jîyana te jî dirêj ke û êş û nexweşî nede destên te yên emegdar.

      Em hêvî dikin ku Kurdên me yên Azerbaycanê her dem ji me re binivîsin û em ji hevdu agahdar û serwext bin.

      Roja te bi xêr û xweşî be,

      Mutlu

  12. Abuzer Hevêdî says:

    Kurmancîya Opê Ahmad pir şîrîn e. Aynî okî Kurmancîya Adiyamanê ye. Em ji gendi ra emreke dirêj dixozin û ji Kurmancên me li Azerbaycanê silav dikin ji wan ro serkeftin dixozin.

    • Silav Abuzer Hevêdî,

      Wekî tu zanî ez hembajarîyê te me. Rast dibêjî, Kurmancîya Kurdên Sovyetê pir nêzîkî devoka me ye lê pirtir parastî ye. Li hêla me, ziman pir xirab bûye lê li wan deran hîn zindî ye û ji bandora zimanên din zêde tesîrên neyênî negirtîye…

      Seba mesaja te pir spas dikin. Em jî silavên xwe ji te re û ji Kurdên Semsûrê re dixwazin. Hêvîya me ev e ku Apê Ahmedê Hepo vê mesaja te bixwîne û bibîne ku ta ji Adiyamanê jî guhdarîya dengê wî kirine…

      Bi xatirê te…

Leave a Reply

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.