Nirxên Me: Emerîkê Serdar

Posted June 24th, 2013 at 00:50 (UTC-5)
3 comments

Nivîskarê Kurd, rojnemevanê Ermenîstanê yê emekdar, tercimeçî, krîtîkê edebîyatê û şuxulkarê civakî Emerîkê Serdar anku bi navê wî yê fermî Emerîk Dewrêş Serdaryan li nav hemî Kurdan bi nav û deng e.

Prof. Şerefê Eşirî, Prof. Şakirê Mihoyê Xudoyî. Karlanê Çaçan û Emerîkê Serdar

Camêr, xîzmetên dûr û dirêj sewa çand û zimanê Kurdî kirine û gelek berhemên hêja afirandine.

Emerîkê Serdar, jibo rojnameya Rîya Teze jî, ku rojnameya Kurdî ya herî jîyandirêj e, xîzmeteke mezin kirîye Wî, 15 sal wek serokê rojnamê, bi giştî 42 salan di Rîya Teze de xebitîye. Serdar, xencî xebata xwe ya Rîya Teze, herwiha 3 salan, di Radyoya Yerevanê de jî kar kirîye.

Emerîkê Serdar ku Serokê Şêwra Rewşenbîrê Kurd yê Ermenîstanê ye, xwedîyê gelek nivîsar û pirtûkên hêja ye. Hinek jî afirandinên wî Destê dê, Şayîk Du Cara Kirin, Dengê Dil, Gundê Me, Hetanî Kengî, Hesreta Emir û gelekên din.

Rewşenbîrê Kurd Emerîkê Serdar berî sê salan, ji alîyê Navenda Bîyografî ya Navnetewî (International Biography Center) ve, jiber kar û xîzmetên wî yên hêja û bihagiran hatibû xelat kirin. Serdar hejayî xelata “Profosyonelê Cîhanê ye Mezin yê sala 2009” hatibû dîtin ku her sal bo kesên herî serkeftî tê dayîn.

Kerem kin guh bidin hevpeyvîna bi rêzdar Emerîkê Serdar re ku min derheqa jîyan û afirandinên wî û her wiha, rewşa medyaya Kurdî li Ermenîstanê kiribû.

ftp://8475.ftp.storage.akadns.net/MediaAssets2/kurdi/2009_10/audio/mp3/kurdish_emerike_serdar_1oct09.mp3

Ev jî hevpeyvîna Ajansa Nûçeyan a Firatê ku di sala 2012 de ligel Emerîkê Serdar hatiye kirin:

http://ar.dev.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=40472

3 Responses to “Nirxên Me: Emerîkê Serdar”

  1. Emerîkê Serdar

    Temûrê Xelîl

    Emerîkê Serdar sala 1935a li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li Ermen
    Emerîkê Serdar sala 1935a li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li Ermenîstanê di maleke sade de ji diya xwe bûye. Bavê wî – Dewrêş, sala 1941ê çû ber şerê Wetenîyêyî Mezin, dijî faşîstan şer kir û bê ser-berate unda bû. Heta niha jî Emerîk nizane bavê wî li ku û çawa şehîd bûye, heta niha jî nizane mezelê wî kêderê ye û ji bo wê hetanî niha jî gelekî ber xwe dikeve. Û ev têma di nava çîrokên wî da gelek derbaz dibin. Lê dildimîya ber dilê wî ew e, ku ew cîyê mezelê diya xwe zane û her sal dixweze here ser mezelê dayka xwe.

    Emerîkê Serdar yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenîstanê ye, ku bi kar û barên xwe va alî pêşketina çand û edebîyeta kurdan bi giştî kirîye. Piştî, ku çend salan di dibistana gundê xwe da mamostatî kir, serokê radyoya kurdî Xelîl Mûradov nameyek ji Yêrêvanê jê ra nivîsî û pêşnîyar kir, ku bê radyoyê da kar bike. Ew name di jîyana wî da xeteke dagerandinê lîst. Piştî ku çend salan di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da kar kir, ji sala 1961ê heta roja îro li redaksyona rojnama “Rya teze” da kar dike û eva çend sal e, redaktorê wê ye.

    Di karê nivîsara bedewetîyê da (proza) keda wî jî heye. Heta niha ewî çend pirtûkên serhatîyan çap kirine, gelek çîrokên wî di kovar û rojnaman da jî derketine.

    Niha jî berhemeke wî ya bi sernavê “Hetanî kengê?“ bixûnin

    Her car, wexta ez di cîkî da diçim, Zera min a biçûk timê dipirse:

    -Bavo, tê kengê bêyî?

    Ev pirsa wê serhatineke derbazbûye melûl tîne bîra min. Û çiqas cara min ew pirs bihîstîye, ewqasî ew serhatî hatîye ber çevê min û min tirê ew ne ku zef zû da qewimîye, lê duh bûye.

    …Sala 1941-ê bû. (Hilbet, ez paşê vê yekê hesîyam.) Havîn bû, germê diqijiland. Heyata komîsarîata nehîyê ya eskerîyê da tijî merî bûn. Xênji mêra, usa jî gele jin û zaro hebûn. Kom-kom bûbûn û xeber didan. Ezî wî çaxî hevt salî bûm û min hela pakî tê dernedixist, wekî çi qewimîye, çi ra dîya min û pîrka min digirîn, lê bavê min melûl-melûl li dûr dinihêre. Em ser hêşnaya heyata komîsarîata eskerîyê rûniştibûn. Bavê min ez danîbûm ser çoka xwe, serê min dabû ber sîngê xwe û destê xwe di nava porê serê min da digerand. Ber tevê ez aciz bûbûm û çavê min zorê ji hev vedibûn.

    -Çi li we qewimîye, şîna tevî dinê şayî ye,- dengê bavê min li min tesele bû.

    Min serê xwe hilbirî, li bavê xwe nihêrî. Bavê min mirûzkirî bû, li dîya min dinihêrî. Min texmîn kir, wekî ewî ew xeber ji dîya min ra gotin. Ez vegerîyame alîyê dîya xwe. Ewê serê xwe berjêr kiribû û pê pêşa şalka xwe hêsirêd çavêd xwe temiz dikirin.

    -Şer e, dinê-alem diçe, xwe ez tenê nîn im,- bavê min bi hêrs digote dîya min.

    -De belkî mala şerûda kavila kulê be, -pîrka min digot û destmala xwe dikire ber pişta xwe.

    Bavê min digote dîya min:

    -Çend berxa bibe bazarê, bifroşe, gîhayê pêz bikire, te hew nihêrî şer dirêj kişand, ez di wede da ne hatim. Karê zivistanê rind bibîne.

    Wekî usane bavê min dibe hetanî berf bikeve jî neyê. Wê ewqas wext çi bike, çira ewqasî derengî keve? Berê, wexta diçû şeher (hertim payîza diçû), hetanî rojîya vedigerîya, dihat. Dibe bavê min gelekî dûr diçe, lema jî wê dereng bê?

    Nizanim çiqas wede wî cûreyî derbaz bûbû, ber tevê westîayî, acizbûyî ez xew ra çûbûm. Wextekê min çavê xwe vekir — bala xwe dayê ez dîsa ser çoka bavê xwe me û min bi herdu desta stûyê wî girtîye. Qalme-qalmeke usa bû, her Xwedê bizanibe. Di nava wê hewar-gazîyê da hertim dengekî qalim dihate bihîstinê, ewî nav û femîlêd merîya dixwendin.

    -Ahmedê Ûsib…

    -Ezê zû-zû hema binvîsim, di derheqa min da nefikirin,- bavê min pey xwendina her femîlekê ra digote pîrka min û dîya min.

    - Husoyê Qado…

    - Miqatî hev bin, -bavê min digote dîya min û pîrka min,- nehêlin gede dûr here. Hela çika Xwedê çi dike.

    “Gede” jî ez bûm. Bahara û havîna sibê hetanî êvarê çolê bûm, nedihatime mal. Gele cara jî dîya min, yan pîrka min pey min dihatine çolê, milê min digirtin û zorê dianîne malê.

    -Ezîzê Koro…

    -Lao, -bavê min vedigerîya ser min, -tu jî êdî şikir mezinî, gura pîrka xwe, dîya xwe bikî, alî wan bikî. Apê te jî birine eskerîyê. Mêrê malê êdî tu mayî…
    Min serê xwe kire ber xwe, di pişika xwe da hevekî werimîm. Cara ewlin bû, ku bavê min ez dewsa merîyê mezin datanîm.

    -Keleşê Qado…

    -Bîr nekî, -bavê min digote dîya min, -wan perê me ji cem Qasim hildî. Pê wan pera ar bikire, dayne. Bira nanê we kêm nebe, kî zane…
    Nanê meyê çira kêm be, ez difikirîm. Çend çewal arê me di kox da danîne ser hev, ez ber disekinim, destê min nagihîje serê wan. Ka me ew ar xwarîye, wekî arê teze jî bikirin? Na, tê kivşê bavê min naxweze zû bê, lema temîyêd usa li dîya min dike.

    -Evdoyê Kakê…

    -Çawa nema Hemîd hat, adrêsa wî pêra-pêra ji min ra bişînin,- bavê min digot û hey wî alîyê deng lê dihat dinihêrî.

    Hemîd apê min bû, du roja pêşda biribûn. Wî çaxî bavê min, dîya min û pîrka min ew verê kirin, nehîştin ez jî bi wan ra herim. Roja apê min birin, bavê min nava xênî diçû, dihat û ofe-ofa wî bû. Hêsir ji çevêd pîrka min kêm nedibûn, lê dîya min karê apê min dikir.

    -Dewrêşê Serdar…

    -Ez vêderê me,- bavê min got, ez ji ser pêşa xwe peya kirim, hêdî ji cîyê xwe rabû. Dîya min û pîrka min berî wî ji cî quloz bûn. Bavê min xwe avîte pêsîra pîrka min. Lê pîrka min destê xwe di sitûyê wî ra bir, serê wî berjêr kir û çend cara çû rûya. Êpêce wext sitûyê wî bernedida. Paşê gavekê paşda çû, sitûyê xwe xwar kir, kûr nihêrî:

    -De here, lao, Xwedê bi oxira te ra be, sax herî, silamet bêyî,- ewê digot û digirîya.

    Bavê min kûz bû, ez hilbirîm, dame ber sîngê xwe, herdu sûretêd min paç kirin, zûr bû li min nihêrî. Çavêd wî şêlû bûbûn, gulpikêd çavêd wî zû-zû dihatine girtinê û vekirinê. Xêlekê usa zûr bû, li min nihêrî, paşê ez qayîm bi sîngê xwe va guvaştim, vegerîya ser dîya min:

    -Dema xatirê te, miqatî dîya min û gede be, -gotê û ez jî usa ber sîng, torbê wî piştê berbi ewî merivî çû, ku nav û femîla merîya dixwendin. Min jî bi herdu desta sitûyê bavê xwe qayîm girt. Em çûn nêzîkî wî merivî bûn. Dîya min û pîrka min jî pey me dihatin. Ewî mêrikî ez ji ber sîngê bavê min peya kirim, destê min girt. Bavê min pêşda çû, sekinî, vegerîya, lê li me nenihêrî. Min êdî xwe zevt nekir û bi dengekî girî kire gazî:

    -Bavo, tê zû bêyî?

    Ewî mêrikî destê min qayîmtir guvaşt, vegerîya li min nihêrî. Dîya min û pîrka min digirîyan. Bavê min hela di ciyê xwe da sekinî bû, zûr bûbû, li me dinihêrî. Ewî destê xwe bilind kir.

    Hetanî… Bû hewareke mezin. Min xeberêd bavê xwe yê mayîn êdî nebihîstin. Ewî tiştek digot, lê di nava wê qalme-qalmê da dengê wî êdî nedigihîşte min. Vegerîya pişta xwe da me, bi gavêd lez çû û di nava cêrga mêra da sekinî. Mêrik destê min berda, wêda çû. Ez çûm kêleka dîya xwe sekinîm, pêşa wê girt. Bavê min ji dûr va destê xwe ji me ra dihejand. Hetanî cêrge çû nepenîyê da qulibî, ewî usa destê xwe ji me ra dihejand…

    Xebera bavê min ”hetanî…”, di bîra min da bû. Lê min nizanibû, hetanî kengê. Min zanibû, wekî ezê wê salê herime mektebê.

    Rojekê jî başewal, tana kiras di fêza malan da min û hevalê xwe tevayî bi herîyê ra dilîst. Em di lîstikê da ketibûn, me texmîn nekiribû, ku çawa dîya min hatîye nêzîkî me bûye. Ewê navê min hilda. Min serê xwe bilind kir, dît dîya min li ser min ra sekinî ye. Destê min girt, birime jorê, ser-çavê min, lingê min ê herî şuştin, pê şelka xwe temiz kirin, şalê minî teze, ku wê salê baharê bavê min ji şeher ji min ra anîbû, li min kir, solê min ê sor (ew jî bavê min anîbûn) kirine lingê min, destê min girt û em berjêr çûn. Min ji dîya xwe pirsî:

    -Dayê, em di ku da diçin?

    -Em diçine mektebê, — ewê bi şabûn gote min.- Ji îro da êdî tu mektebvanî.
    Şabûneke mezin kete dilê min. Qe nizanim çawa bê hemdî xwe min gote dîya xwe:

    -Wekî usane, bavê minê bê, ne? — min got û destê min di destê wê da zivirîme pêşîyê. Dîya min nişkêva sekînî, zûr bû li min nihêrî, bi lez pirsî:

    -Tu çawa zanî wê bê?

    Min nizanibû çi caba dîya xwe bidim: di derheq qirara xwe da minê çi jê ra bigota.

    -Lê ez herime mektebê û bavê min neyê? -bê hemdî xwe min gote dîya xwe.
    Destê dîya min sist bû. Destê min ji destê wê derket. Ew kela ku çend deqîqa pêşda di çavê wê da hebû, vemirî. Sekinî, serê xwe berjêr kir, ber xwe da nihêrî. Dengê xwe ne kir. Min fêm kir, wekî min xemeke mezin kire dilê dayîka xwe. Ez jî di cîyê xwe da sar bûm, şabûna ku xêlekê pêşda hebû, ji min bi dûr ket.

    -Dibe bavê min neyê?,- min bi sûckarî ji dîya xwe pirsi.- Dîya min nişkê va serê xwe hilbirî. Ser bengizê wê hêrs û înkarkirineke erhede hebû. Lê pêra jî di çavê wê da agirekî gur hebû. Her tenê niha fêm dikim, ku ew agirê bawarbûnê bû. Him bona wê bi xwe bû, him jî bona min bû. Pêra-pêra destê min girt, lez-lez berbi mektebê çû.

    -Na, lao, bavê teyê ese bê,- di rê da ewê bi bawarî gote min. Hevekî xwe ker kir, paşê bi dengekî hêdî di ser da zêde kir. -Dibe hevekî derengî keve, lê wê ese bê…

    Ez çûme mektebê, lê bavê min nehat. Mehek derbaz bû, dîsa çavê me li rê ma. Payîzê extîyarîyêd xwe teslîmî zivistanê kirin. Malxuyê di mal da tunebû, dîya min nikaribû çawa lazime debrê bide ser hev û zivistanê, çawa dibêjin, qir kete nava pezê me. Her tenê çar mîyêd me yêd kelax derketine baharê. Arê me jî ser hev da hat, dîya min pê ra negîhand arê teze bikire. Pez jî qir bû, ar jî kuta bû, lê bavê min nehat. Dewsê hey carna neme dihatin. Û wexta neme derengî diketin, qudûmêd pîrka min dişkestin. Ruhê wê dihate serê poz. Çevê wê hema usa li rê bû…

    Dîya min êvarê dereng ji xebatê vedigerîya. Û wexta nemê bavê min hebûna, pîrka min hîvîya wê nedisekinî, didane xwendinê. Êvarê, wexta dîya min dihat, pîrka min serecema wana jê ra şirove dikir. Lê qîma dîya min ji vê yekê nedihat û ewê neme hildanî, dibire mala cînarê me û dîsa dida xwendinê.

    Min êdî di çevê pîrka xwe da, ser bengizê dayîka xwe texmîn kiribû, wekî şer çî ye. Min zanibû, wekî ew ne mînanî şerê qebîlêd gundê me ye, lê zulmeke giran e, tiştekî ewqasî nepakî neqenc e, wekî nahêle bavê min bê, wekî êdî malê me qir nebe, arê me kuta nebe, çavêd pîrka min rê neqerimin û dîya min axînê ewqasî kûr nekişîne. Min bere-bere zulma şer texmîn dikir.

    Salek derbaz bû, ez derbazî koma duda bûm, lê bavê min nehat. Niha min jî êdî karibû bin wan nema da çend xebera binvîsim, ya ku ji bavê min ra dişandin. Min hertim dinivîsî: “Bavo, tê kengê bêyî?” Ewî dinivîsî, wekî wê zûtirekê bê. Lê kengê? Caba vê pirsê tunebû. Lê min ew yek dixwest û di dilê xwe da usa hesab dikir, wekî hetanî mekteb vebe, bavê minê bê. Ez bi wê gumanê jî dimam û ditirsîyam, ku merîyêd mayîn bi wê gumana xwe bidime hesandinê. Ew tenê gumana min bû.

    Çiqas çû serecema nema ewqasî kurt bû. ”Wedê min tune, emê îşev hicûm bikin…”, ”Emê ese altkin û zûtirekê hevdu bibînin”, ”Min çiqasî bîra we kirîye…”.

    Dîsa yekê sêntiyabrê hat. Lê bavê min nehat. Gumana min xeyirî. Me sî manatekî sor ji bavê min sitend. Çendekî şûnda nema wî jî hat. “Ezî saxî-silamet im. Tenê di derheqa we da difikirim. Emê îşev hicûm bikin. Tişt nake, gele çûye, hindik maye. Ber xwe bidin, ezê zûtirekê xwe bi we ra bigihînim.
    Çendekî pêşda min sî manat şand. Pê wan pera defter û kitêbêd gede bistînin, belkî rind hîn dibe. De pak, gazî min dikin. Şeva we bimîne xweş…”

    Neme pê qelemê ser kaxezekî qalim nivîsî bû. Çilke av (yanê hêsir) ketibû ser navê wî, kaxezê ew çilk hilçinandibû xwe, nivîsara qelema kîmîayê mezin kiribû û aqareke biçûk reş kiribû. Navê bavê min pak nedihate xwendine.

    Pîrka min nemê bavê min cem xwe xwey dikirin. Dikire qutîya xwe ya darîn, di nava kincê xwe yê teze da vedişart. Ew kinc bavê min, apê min jê ra kirî bûn û hela pê ra negîhandibû li xwe ke, gava herdu kur verêkirine şer û sond xwar hetanî venegerin, milê xwe bi wan kinca ra neke. Wexta nemêd bavê min derengî diketin, pîrka min derê qutîyê vedikir, yek — yek wan nema dinihêrî. Bi xwe nexwendî bû, lê zanibû, ku her yekê da çi nivîsîye û kengê şandîye.

    Min jî ji belgê wan deftera, ku pê perê bavê min ê şandî kirîbûn, jê ra nemêd biçûk dinivîsîn û dişandin. Lê nemê bavê min bûbûn qatî. Diya min hela xebatê da diket, tê bêjî hevekî derd — kulê xwe bîr dikirin, lê sibê hetanî evarê ax, kesera pîrka min nemêd bavê min bûn.
    (Nemê apê min hertim dihatin, ew nebiribûne ber şer, piştê da qulix dikir.) Meh dihatin, derbaz dibûn, halê mala me diha çetin dibû. Alîkî da nemê bavê min nedihatin, alîyê mayînda jî diya min ancax ebûra me dikir. Min di dilê xwe da hertim wedê hatina bavê xwe dirêj dikir, dildîmî dida ber dilê xwe, wekî wê zûtirekê bê.
    Ez rind hîn dibûm û difikirîm, wekî wexta bavê min bê, bira zanibe, ku perê wî yên şandî bona min badilhewa xerc nekirine. Rast e, defterêd me ne tu tişt bûn (te perikê bi hubrê dida ser belga govekeke mezin hildiçinî xwe û reş dibû), lê min dicedand her tiştî pak bikim, ku qîmetê xirab nestînim. Rast e, qe nizanim çawa diya min pê wan pera çend defter kirîbûn, lê şixulê hubrê gelekî çetin bû. Me dianî çira neftê dikire peltikê û hetanî sibê vêxistî dihîşt. Dûyê wê banê peltikêva digirt. Me sibê derdaneke biçûk dida binî û pê kêrê ew dûyê banê bi peltikê va girtî vedirût, dikire derdanê. Paşê heve av dikire navê û li hev dixist. Dibû mînanî hubra reş. Me ew dikire huburdanga xwe û pê dinivîsî. Te hew niherî mûkî serê perikva girt û temamiya herfê reş kir. Bona vê yekê dersdara dengê xwe ji me ra nedikirin, zanibûn ku em hubrê çawa çê dikin. A bi hubra usa û kaxezê wan defterê kirî min ji bavê xwe ra êdî nemêd biçûk dinivîsand. Lê cab tunebûn û tunebûn. Nemebir êdî alîyê mala me da nedihat. Pîrka min nîvê rojêyî pirê der va, ser selê ber derî derbaz dikir: çavên wê li riya nemêd bavê min bûn, lê ew bûbûn kevirê binê bîrê.

    Salek jî derbaz bû, lê nemê bavê min nedihatin. Ez derbazî koma sisîya bûm. Gumaneke biçûk di dilê min da hebû, wekî dibe îsal bavê min bê. (Hişê zaran e: neme nedihatin, lê ez çavniherîya bavê xwe bûm.) Îlahî, wexta qîzeke gundê meye kezî dabûne razandinê û ewê di ber xew da gotibû, wekî îsal li ku mabe jî, bavê minê bê. (Wî çaxî di gundê me da qîzeke kezî roj didine razandinê. Tasa av dadanîn ber serî, eynek didane ber. Şikil, hûr-mûrê merîyêd di eskerîyê da datanîn cem. Gava şiklê yekî, yanê hûr-mûrê yekî didan ser sîngê qîza razayî, ewê destpê dikir di derheqa wî da xeber dida. Wexta kuta dikir, şiklê yekî mayîn datanîn ser sîngê wê. Û aha hetanî kutasîyê).

    Gotina wê bi min ra bûbû guman û ez hêvîya hatina bavê xwe bûm.
    Ew sal jî kuta bû, sala pey wêra jî hat, derbaz bû, lê ne bavê min bû, ne jî namêd wî bûn.

    -Dibe dîl ketîye, lema namêd wî nayên,- hertim kulfetêd navsere ber di dilê pîrka min da dihatin.-Bîna xwe fireke, Xwedê reme, te hew nihêrî, ji te ra cîkî da delîlek vebû.

    Lê xuşûşîya di dilê pîrka min da bela nedibû. Sibê hetanî evarê çavê wê li rê bû û hêsir ji çavê wê xalî nedibûn. Her êvara, gava diya min ji xebatê vedigerîya, pirsa wê ya pêşin ha bû:

    -Neme heye, an na?

    Wexta ku pê dihesîya, ku tune, tê bêjî teze tê derdixist, wekî westîyayî, kesirî ye, ancax pêra digihîand rûdinişt, bi herdu desta serê xwe digirt û berjêr dinihêrî. Û, bawer bikî herro, eva yeka vî teherî dihate wekilandinê…

    Hemû bixwîne: http://kurdish.ruvr.ru/2008/09/03/445738/

    3 Îlonê 2008

  2. GRAHAM says:

    Wish there were more posts

  3. Remo says:

    Em zehf razî ne wekî Dengê Amerîka Para Kurdî derhewa rewşenbîrê me yê hêja, Emerîkê Serdar nivîsiye. Em bi mamosta Emerîk serbilind in çimkî wî gelek xebat bona mîletê Kurd kirine.

    Em careke din spas dikin.

    Remo û hevalên wî jî Dîyarbekirê

Leave a Reply

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.