Nirxên Me: Xelefê Zêbarî

Posted September 17th, 2013 at 20:37 (UTC-5)
Leave a comment

Jibo helbestvan û rojnamevanê Kurd Xelefê Zêbarî, ji alîyê Şaredarîya Surê ya Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Dîyarbekirê û bi hevkarîya Komeleya Rojnamevanên Kurd li Washingtonê şeva spaskirinê hat lidar xistin.

Bername li Mala Hunerê ya Surê ku avahîyeke pir dîrokî ye, pêk hat. Di şeva spaskirinê de Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Cîgirê wî M.Alî Altinkaynak,sîyasetvanên Kurd Mazhar Zumrut û İbrahîn Guçlu, rojnamevan Robîn Reşvan û Maşallah Dekak, nivîskar Şehmus Dîken, Edîp Polat, Dîlawer Zeraq, Fahrî Karakoyun, Cîhan Yildirim, Amed Kanî, helbestvan Arjen Arî, hunermend Farqîn û dengbêj Cafer û gelek kesên din beşdar bûn

Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş destnîşan kir ku jibo xizmeta ziman û ferhenga Kurdî sînor tune ye û pêşdebirina ferheng û toreya Kurdî de rola helbestvan û nivîskarên jî pir mezin e. Abdullah Demîrbaş got, Xelefê Zêbarî jî bi xizmetên xwe yên mezin rola xwe bi serbilindî bîcîh anîye.

Rojnamevan Robîn Reşvan jî di darxistina şevê de amade bû û hest û hizrên xwe yên ser Xelefê Zêbarî destnîşan kir. Wî bal kişand ku Xelefê Zêbarî xizmetên pir hêja ji ziman û wêjeya Kurdî re kirine. Reşvan her wiha dîyar kir ku ew xwe pir bextewar dibîne ku wekî hevkarê wî bi Xelefê Zêbarî re xebitîye.

Di şevê da jibo xizmeta Xelefê Zêbarî a li ser ferheng û toreya Kurdî, Şaredarîya Surê û Komeleya Nivîskarên Kurd plaket dan. Di şevê da CD’yên ku ji helbestên wî û klasîkên Kurdî ku bi dengê Xelefê Zêbarî dihatin xwendin, ji mêvanan re hatin pêşkêş kirin.

Bernameya şeva da helbestên Xelefê Zêbarî ji alîyê helbestvan Arjen Arî ve hatin xwendin. Helbestvan Arî xebatên Zêbarî bilind nirxand û got, Xelefê Zêbarê şoreşgerê peyîva Kurdî ye.

Di şeva spaskirinê de, her wiha hunermendê navdar Farqîn Azad jî strana “Nesrîn” ya Mihemed Şêxo pêşkêş kir ku yek ji helbestên Xelefê Zêbarî ye. Hunermend Farqîn qala bîranîneke xwe ya bi Zêbarî re kir û got, dengê wî yê taybet her dem bala wî kişandiye û wî ew tiştên pir girîng jibo zimanê Kurdê afirnadine. Dengbêjê xort Cafer jî li ser xatirl Xelefê Zêbarî klamek pêşkêş kir û şeva spaskirinê xemiland.

Şeva spaskirinê ya heklbestvan û rojnamevan Xelefê Zêbarî bi kokteylek dawî bû.

Xelefê Zêbarî ku 40 salên emrê xwe di têkoşîna çekdarî û rewşenbîriya kurdî de derbas kir û ev 20 sal in di Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê de bêjeriyê dike, ji ber nexweşiya xwe ya giran nikare careke din vegere ser axa bav û kalên xwe. Zêbarî, ku gellek helbestên weke “Nesrîn” nivîsandin, ku helbest bi strana Mihemed Şêxo “Nesrîn” hat naskirin, weke şoreşgerê pevyê û şoreşgerê romantîk tê binavkirin.

Dengşalûlê Kurdan, bilbilê helbestê Xelefê Zêbarî, ku 20 salan li ser hev di Radyoya Dengê Amerîkayê de bêjerî kir, gellek tişt di jiyana xwe de bihurandin, gellek tişt guherandin. Ew di 12ê Adara 1948ê de, li devera Zêbarî ya li Başûrê Kurdistanê hate dinê. Di sala 1970î de Zanîngeha Mûsilê qedand. Piştî 3 salan tevlî Şoreşa Azadiyê bû, di Radyoya Dengê Kurdistanê de ji guhdarên xwe re got “Rojbaş. Evder Dengê Kurdistan e”. Di şikeftekê de dest bi bêjeriya radyoyê kir. Dengê wî di xurtkirina bizava şoreşa gelê Başûrê Kurdistanê de ji mirovan re bû hêvî, bû melhema serkeftinê. Di destekî wî de ji bo parastina gelê xwe çek û di destê din de jî qelem û kaxiz hebû. Li aliyekî şerê çekdarî dikir, li aliyê din şerê rewşenbîriyê. Ji ber vê yekê helbestvanê kurd Arjen Arî navê “Şoreşgerê Peyvê” li Zêbarî kir.

Şoreşgerekî romantîk bû

Ji bo ku gelê kurd ji bindestiyê rizgar bibe, pirranî helbestên şoreşgerî dinivîsand. Di sala 1975ê de, dema şoreş têk diçe, ew jî weke bi hezaran Kurdan neçar dimîne ku berê xwe bide welatên xerîbiyê. Pêşî derbasî Îranê dibe, piştre berê xwe dide Amerîkayê. Di 1992yê de, di Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê de dest bi bêjeriyê kir. Dengê Zêbarî xwedî taybetiyeke wisa ye, dema mirov lê guhdar dike, mirov berbi xwe ve dikişîne. Yek jî kesên herî pêşîn e ku di dema nû de di nava Kurdan de bêjerî kiriye. Di salên 1970an de li Başûr, li Bakur, dengê şoreşê bi rêya radyoyê gihandiye mirovan. Kêm helbestvan hene ku helbesteke wî bibe stran û herkes jê hez bike. Hinek stran hene kêfa gellek kesan ji wan re tê. Strana “Nesrîn” ku Mihemed Şêxo dibêje jî yek ji wan helbestan e û ya Xelefê Zêbarî ye. Mihemed Tahirê Akreyî helbesta Zêbarî ya bi navê “Pêşmerge” niha weke sirûd dibêje. Hunermend Mahabad helbesta “Bo kê bikim gazî û hewar?” a li ser Helepçeyê distrê û ev strana ku ji helbesta Zêbarî pêk tê, ji aliyê gellek kesan ve tê hezkirin. Zêbarî ji bo malwêraniyê, trajediyê hertim hesas bûye. Bi helbestên xwe, wext hatiye piştevaniya şerê çekdarî kiriye, dem hatiye ji bo pêşdebirina şoreşê helbest nivîsandiye. Dem hatiye evîndar bûye û Nesrînê nivîsandiye, ji kûrahiya dilê xwe evîn hîs kiriye û daye hîskirin. Xelefê Zêbarî bi van taybetiyên xwe şoreşgerekî romantîk e.

Dengê gelek rewşenbîrên kurd di arşîva wî de qeydkirî ne

Zêbarî ku 20 salan di radyoyê de kar kir, di meha Gulana îsal de ji ber nexweşiya xwe ya “pişikê” teqewît bû. Bernameyeke hefteyî ya bi navê “Ferheng û Koreya Kurdî” çêdikir. Beriya ku televîzyon hebin, bi rêya radyoyê xwe digihand berhemên mirovan û danasîna wan dikir, bernameyeke têr û tije çêdikir. Di wextê xwe de bi hemû rewşenbîrên kurd ên li Sovyetê re hevpeyvîn kirine, ew hevpeyvîn kirine arşîv. Eger Kurd destkeftiyeke baş bi dest bixin û sibê wan arşîvên Zêbarî bikarbînin, wê pê bihesin ka keda Zêbarî çiqas zêde ye. Bernameya Zêbarî ji bo gellek Kurdan bibû xwendingehek. Bibû ronîkirina gellek Kurdan, nasandina helbestvan, nivîskar û lêkolînvanan. Bibû cihê danasîna berhemên wan. Zêbarî gellek caran klasîkên kurdî yên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî bi dengê xwe digot û ew bi rêya pêlên radyoyê li ser çiyayên Kurdistanê digihand cihê cih. Li Amerîkayê yekemîn kovara kurdî “Dengê Gel” di sala 1981ê de dîsa ji aliyê Xelefê Zêbarî ve hatiye derxistin.

Xelefê Zêbarî û hunermend Mihemed Şêxo

Ti derd, kul, êş û keser nedikarîn xwe li ber helwest, peyv û berxwedana Zêbarî bigrin. Lê yek ne tê de…xerîbî. Xerîbî li Zêbarî zor dihat. Dikir nedikir, nedikarî xwe ji vî derdî rizgar bike. Xerîbî bibû weke vîrûsekê û li bedena wî xwe pêça bû. Ji bo ku hesreta xerîbiyê ji bîr bike, cixare li ser cixareyê dikişand. Bê vê malmîratê nedikarî sekan bibe. Ev malmîrata ku jê re weke dost û hevaleke pirr jidil dixuya, pişika Zêbarî ji holê rakir. Zêbarî niha ji ber nexweşiya xwe ya îflaskirina pişikê di mala xwe de dimîne. Ew nikare li ser xwe bigere û seyahat bike. Rewşa nexweşiya wî giran e. Xelefê Zêbarî bavê 2 zarokan e û vê gavê li Washîngtonê dijî.
– See more at: http://nucexane.com/evindare-gel-u-soresgere-pevye-xelefe-zebari-jinenigari.html#sthash.0Eju8NgT.dpuf

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.