Showing Archived Posts

Nirxên Me: Xelefê Zêbarî

Posted September 17th, 2013 at 20:37 (UTC-5)
Leave a comment

Jibo helbestvan û rojnamevanê Kurd Xelefê Zêbarî, ji alîyê Şaredarîya Surê ya Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Dîyarbekirê û bi hevkarîya Komeleya Rojnamevanên Kurd li Washingtonê şeva spaskirinê hat lidar xistin. Bername li Mala Hunerê ya Surê ku avahîyeke pir dîrokî ye, pêk hat. Di şeva spaskirinê de Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Cîgirê wî M.Alî […]

Dersên Bijartî yên Kurdî û Nerînên We

Posted December 6th, 2012 at 11:42 (UTC-5)
14 comments

Yek ji daxwazên serekî yên Kurdên ku li Tirkîyê dijîn, mafê perwerdeya bi zimanê wan yê dayikê ye. Tevî ki hikûmeta Tirkîyê çend mafên wek pêşkêşkirina dersên Kurdî yên bijartî dayîbe jî, wiha xuya ye ku ji nêrîna perwerdeya bi Kurdî re hîn ne hazir e. Desthilatdarên Tirk dibêjin, ew xemê de ne ku perwerdeya […]

Nirxên Me: Tosinê Reşîd

Posted September 6th, 2011 at 12:13 (UTC-5)
25 comments

Gelek rewşenbîrên me hene ku xîzmetên pir hêja ji ziman û çanda Kurdan re kirine. Di vê blogê de emê hewil bidin ku hinêk ji wan rewşwenbîrên me ji we re bidine nasîn. Bi rêya heval û hogir û her wiha çavkanîyên cihêrengî jîyan û berhemên wan baştir nas bikin. Mixabin li nav me Kurdan […]

English Forum

Posted July 17th, 2011 at 21:52 (UTC-5)
5 comments

Welcome to our English forum on Kurdish language, As per the requests of our readers, we are starting the English forum. Please feel free to ask any questions you have about Kurdish language. We will be pleased to answer you.

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.