Showing Archived Posts

20 Salîya Dengê Amerîka û Nêrînên We

Posted May 2nd, 2012 at 03:05 (UTC-5)
7 comments

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka îsal 20 salîya xwe pîroz dike. Jibo hilkefta salvegera Pişka Kurdî şahîyeke biçûk hate kirin ku xencî xebatkarên Pişka Kurdî, rêvebirên bilind yên Dengê Amerîka  û jimareke din ya mevanan jî amade bûn. Weşana yekê ya Pişka Kurdî ku 15 deqqe bû, şeva 25’ê Nîsana bi dema Washingtonê anku 26’ê […]

Konferansên li ser Zimanê Kurdî

Posted March 19th, 2012 at 13:59 (UTC-5)
18 comments

Li Tirkîyê gotûbêjên li ser zimanê Kurdî zêdetir dibin. Di nav Kurdan de hişyarbûneke xûrt li ser zimên xwane dibe. Li gelek bajaran kursên fêrkirina Kurdî vedibin ku kesên ku zimanê xwe yê dayîkê nizanin, derfeta hînbûna wî zimanî peyda bikin. Carna jî kempeynên wekî boykota dibistanan tê kirin û dê û bavên Kurdan jibo […]

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.