Showing Archived Posts

Nirxên Me: Tosinê Reşîd

Posted September 6th, 2011 at 12:13 (UTC-5)
25 comments

Gelek rewşenbîrên me hene ku xîzmetên pir hêja ji ziman û çanda Kurdan re kirine. Di vê blogê de emê hewil bidin ku hinêk ji wan rewşwenbîrên me ji we re bidine nasîn. Bi rêya heval û hogir û her wiha çavkanîyên cihêrengî jîyan û berhemên wan baştir nas bikin. Mixabin li nav me Kurdan […]

Daxwazên Kurdan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Posted July 18th, 2011 at 00:05 (UTC-5)
31 comments

Kurd taybetî li van salên dawî girîngîyeke mezin didine zimanê xwe dayikê. Gelek kempeyn, bizav têne kirin û kursên ziman têne vekirin ku kesên ku zimanê xwe nizanin Kurdî fêr bibin û yên ku hindik zanîn jî bikanibin zimanê xwe pêşve bibin. Her wiha panel û konferansên li ser zimanê Kurdî jî têne kirin ku […]

Kurd û Karanîna 2 Alfabeyên Cihê

Posted May 9th, 2011 at 16:16 (UTC-5)
84 comments

Me berê jî destnîşan kirîbû ku zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke. Rast e ku zimanê Kurdî di coxrafyayeke pir berfireh de tê peyîvîn û li her herêmê bandora zimanên serdest li ser Kurdîyê çêdibin. Li Tirkîyê zimanê Tirkî, li […]

Ji Dengê Amerîka Blogeke Nû: Ziman û Jîyan

Posted April 18th, 2011 at 14:35 (UTC-5)
36 comments

Silav xwendevanên hêja, Emê bi blog’a xwe ya nû “Ziman û Jîyan” bi hevre bin. Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e. Hêvîya me eve ku bi rêya vê blogê emê bikanibin nîqaş û gotûbêjên […]

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.