Helwêstê Amerîkî Hember Sûrîye

Posted April 11th, 2011 at 7:32 pm (UTC-5)
1 comment

Ji demê xwenîşandan û nerazîbûna li dijî hikûmeta Sûrîye destpêkirîn li 15 meha 3 Avdarê, çavdêr li benda helwêstekê rohin û eşkere bûn ji rêveberîya Serok Barak Obama. Li 8 meha 4 Nîsanê Serok Obama daxuyanîyek da û got,

Ew tundûtûjîyên hovane yên hikûmeta Sûrîye li dijî xwenîşandanên bi aştî şermezar dike û daxwaz kir girtina heremekî û zordar ya xelkî û eşkencedan zîndanîyan rawestîne. Serok Obama got, tundûtûjî û girtin ne bersiv in jibo zulim û zordarîya liser gelê Sûrî. Demê hindê hatîye hikûmeta Sûrî tepeserkirina hevwelatîyên xwe rawestîne  û gûhê xwe bide dengê gelê Sûrî yê daxwaza reformên sîyasî û aborî yên rast dike.

Dirêjahîya daxuyanîya Serok Obama bi Kurdî:

Ji bo daxuyanîya Serok Obama bi Îngilîzî bixwînin, dikarin seredana malperê Seraya Spî bikin:

http://www.whitehouse.gov/the-press-office/2011/04/08/statement-president-violence-syria
Piştî vê daxuyanîya Serok Obama, xwenîşandan li çendîn bajarên Sûrîye her berdewam bûn û tundûtûjî ranewestîyan. Komelên mafên mirovan radigihînin ku nêzîkî 180 kes hatine kuştin. Lê li bajarên Kurdan xwenîşandan bi aştî derbas dibûn û çendîn alîyan daxwaz kirîye berdewamî bi wan bête dan.

Hoşeng Biroka, nivîskarê Kurdê Sûrîya bawer dike ku helwêstê hikûmeta Amerîkî hember rewşa Sûrîye ne bi hêze.

Ji bo guhdarîkirina bawerîya birêz Biroka, vê link ê  kilik bike;

Gelo bawerîya te çiye? Tû hevbîrî digel Hoşeng Biroka? Tû dikarî ji mera bi nivîsî, Vê ” Click to Comment” ê kilik bike.

One response to “Helwêstê Amerîkî Hember Sûrîye”

  1. Kasem Shingali says:

    Ez dibîjim eger Amrika bixwazê Rojhilate Navîn fireh bika pêwîste berî hemû karan hevalinye xwe li gel wan mirovên eger li ber Rijîmên Xwînvexwer radibin weke Iran,Tirkya, Sûrya, kokdar û bi Qewet bike da bikaribin wan Rijîmên Dektatoriye Hilweshînin mixabin heya Iroj hevkaryeke birastî diyar nebûye. mînak karê serbazî( Askerî ) li Iraq ê û Afghanstanê ev bûyer mirov li mêjûyê vedgerînin ser deme Vêtnam û Almaniya yan Horûshîma û Nekazakî em naxwazin Bûyerên mîna wan li deverê nû bibin ji aliyen dive em naxwazin mina Lîbiya û Tunis ê ji li deverê rûbidin, em dibîjin heya chi demê af û Axa Gelên kêm netw û dawîmayên Baweryên kevnar wê bêne bin pekirin .

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.