Raporta salane ya Wezarta Derve ya Amerîkî sebaret rewşa mafê mirovan li welatên cîhanê, rexneyê li desthilatdarên herêma Kurdistana Iraqê digirit jiber çend pêşêlîyên mafê mirovan û dibêjit hêzên parastina herêmê li gorî Qanûna Dijî Terorê xelkî digirin, rojnamevan têne tengav kirin û pêşêlîya mafê jinan berdewam e.
Di van faylên dengî de, eve çend birgeyên raportê bi Kirmancî û bi Soranî:
Piştî weşana raportê em digel Serokê Komîteya Mafê Mirovan ya Parlemanê Herêma Kurdistanê birêz Salar Mehmûd axiftîn. Wî got pêşêlîya mafên mirovan li herêmê heye, lê di çend salên borî de pêşketin divî warî de bûne. Salar Mehmûd dest jikar kêşana xwe ji komîteyê daye lê hêşta nehatîye pesend kirin. Di vî faîlê dengî de guhadrîya bawerîya birêz Salar Mehmûd bike.
Renge civakîn medenî û sivîl li Herêma Kurdistanê gotina xwe hebit liser vî babetî. Dengê Amerîka boçûna birêz Ekrem Mayî, bizavkarê civaka medenî û mafên mirovan wergit. Di vî faylê dengî de guhadrîya bawerîya wî bike.
Berî ez bixwazim bawerîya te liser vî babetî bizanim, tû dikarin rapûorta Wezareta Derve ya Amerîkî bi zimanên Îngilîzî û Erebî bibînin:
Raporta Wezareta Derve ya Amerîkî bi Îngilîzî
Gelo bawerîya te çiye? Tû hevbîrî digel Tû dikarî ji mera bi nivîsî, Vê ” Click to Comment” ê kilik bike.
One response to “Raporta Wezarta Derve ya Amerîkî sebaret mafê mirovan”
Nice work. I liked the way you put this info forward with well written content and included the facts without over stating them. Well done 🙂