Showing Archived Posts

Rêbaza Amerîka hember Kurda

Posted May 29th, 2011 at 4:54 pm (UTC-5)
Leave a comment

Endamê Civata Nuneran ya Kongresa Amerîkê Joe Wilson, Komarî yê Wilayeta South Carolina, serokê hevparê Kobenda Kurd û Amerîka ya Kongresê ye. Ev Kobend ji 30 endamên Kongresê pêkhatîye, hinek jiwan çendîn cara amadey çalakîyên Kurda li Amerîka bune û hink ji wana seredana Kurdistanê kirine. Ji bo em bizanin ka çawa endamên wê Kobendê […]

Rêbaza Nû ya Serok Obama li Welatên Rojhelata Navîn

Posted May 19th, 2011 at 5:42 pm (UTC-5)
2 comments

Serokê Amerîkî Barack Obama gotareka giring li ser rewşa welatên Rojhelata Navîn û Bakûra Afrîka da, bi taybet li demê ku xwepêşandan û serhildanên cemawerî daxwaza guhertin û reforman dikin. Obama dîyar kir ku hikûmeta wî piştevanîya veguhestinên demokrasî li wan welatan dike û rijdî li rêberên wan kir heta reformên siyasî û aborî encam […]

Helwîstê Koçka Spî Hember Sûrîye

Posted May 15th, 2011 at 11:55 am (UTC-5)
7 comments

Li demê hikûmeta Sûrîye roj bo rojê tundtir bersiva xwepêşanderên sivîl didet, çend endamên Kongresa Amerîkî pirsyar dikin ka jiber çî hêşta Serok Barack Obama daxwaza derxistina Serok Beşar Esed nekirîye, Senatorê serbixwe Joe Lieberman biryarek amade kirîye tê da rijdîyê li birêveberîya Serok Obama dike heta helwîstekê tûnd tir dijî serokê Sûrî wergirit. Lieberman […]

Karîgerîya Wêneyên Bin Laden bi Kuştî

Posted May 5th, 2011 at 7:35 pm (UTC-5)
3 comments

Dîyarkirina Wêneyên Bin Ladin bi kuştî dê çend karîgerî hebit? Ev pirs li çend rojên bihûrî bûye cihê miştûmireka gerim li Amerîka. Serok Barack Obama biryar da wênyên Usame Bin Ladin bi kuştî  nehên nîşan dan û got renge ew bibin egera handana tundûtûjîyan û gefeyan li ser parastina niştimanî. Ev biryar piştî danûstandinên sê […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.