Dîyarkirina Wêneyên Bin Ladin bi kuştî dê çend karîgerî hebit? Ev pirs li çend rojên bihûrî bûye cihê miştûmireka gerim li Amerîka.
Serok Barack Obama biryar da wênyên Usame Bin Ladin bi kuştî nehên nîşan dan û got renge ew bibin egera handana tundûtûjîyan û gefeyan li ser parastina niştimanî. Ev biryar piştî danûstandinên sê rojan bûn di nav mezine karbidestên rêveberîya Serok Obama de piştî ragihandina kuştan Bin Ladin.
Lê hinek hene dibêjin, ew biryarek ne rast bû.
Lindsey Graham, Sînatorê navdarê Komarî got, divêt Koçka Spî wan wêneyan nîşan bidet heta guman liser kuştina Bin Ladin nemînit û rûpel bêt ladan.
Rojnamevanê Amerîkî Kenneth Timmerman, Serokê Binyadî Demokrasî ji Îran ê re, wêvetir diçit û gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Amerîkîyan maf heye bikujê hêrîşên 11 Septemberê bi kuştî bibînin. Wî got jî, eger wêne belav bin yan na, endamên El Qayde û komelên dî yên cîhadî her dujminatîya Amerîka bikin. Vaye link ji hevpeyvîna me digel birêz Timmerman:
Bi kurtî belavnekirina wêneyên termê Bin Laden weke her pirseka dî ya kêşedar buye naverokê kêşvekêşekê nêvbera Demokrat û Komarîyan li Amerîka.
Evca di vê kêşvekêşekê de tu wê pişta Demokratan yan Komarîyan bigrî û çima? Ez li benda têbînîya te me.
3 responses to “Karîgerîya Wêneyên Bin Laden bi Kuştî”
Bi gumana min nebelavkirina agahdariyên berfereh çi wêne çi agahiyên din yên giring, di derbarê kuştina bavê Terroristan li cîhanê ” Bin-Laden” de, biryareke ne durist û saxlem e.
Her weha Argomentên Serok Obama û piştevanên vê biryarê têra raya giştî nakin.
Obama û grûpa xwe dibêjin, ku me gule li serê Terrorist Bin-Laden xistiye, û belavkirina wêneya mirovekî di vê astê û giringiyê de û bi vî rengî kuştî, wê ziyanekê bighîne Ewlekariya Emerîka, ku xwedêgiravî wê Al-Qaîda van wêneyan ji şerê xwe yê li dijî me re wek Propaganda bikarbîne.
Lê gelo çima Koçka Sipî biryara belavkirina wêneyên bûyera 11 Êlûna 2001 ê dan?
Di şerê Emerîka yê li dijî Terrorê de çi li Efxanistan, Pakistan, Iraq û li gelek ciyên din, bi sedan dîmenên dijwartir hatin belavkirin?
Ji layekî din ve, Koçka Sipî bi xwe dîtin û şopandin ku kuştina Terrorist Bin-Laden di nav raya cîhanê ya giştî de ciyê gumaneka mezin e. rast e vê dawiyê Al-Qaîda di daxuyaniyeka fermî de kuştina Terrorist Bin-Laden pişterastkir, lê dîse jiortêhilanîna vî Terroristê mezin ji bo beşekî mezin ji pispor û çavdêrên siyasî dimîne ciyê xalepirseka mezin?
Îcar ez bi her Deh tiliyan li ser nerîna Lindsey Graham, Sînatorê navdar ê Komarî ku dibêje divêt Koçka Spî wan wêneyan nîşan bidet emze dikim.
Serhan Isa
Rojnamevan û Helbestvan
Elmaniya 08.05.11
Serhan, Supas ji bo dîtin û bawerên te liser vê pirsa kêşedar. Gelek bi sanahî ez dibêjim, ev renge pirs, çend piçuk jî bin, sîyasetê li Washington gerim dikin. Ez bi xwe gelek piştevanê Obama me, lê rêzê li her Amerîkîyekî digirim eger daxwaz biket wan wêneyan bibînit weka çendên wêneyên nehez rojane li ser tilifizyona xwe di bîne. Xala diwê ewe, her demekî El Qaîde derfeta xwe dît, ew ji bo lêdana Amerîka û rojava dûdil nabe, ewê derba xwe weşîne.
Serokê Tirorê hatkushtin ew mizgîniyeka here mezin bu li vê salê ji bo tev ashtî xwaza u dostê mirovayetyê , ez jî dibînim dîyar kirina wêneyên Bin ladin negiringe anku zerera wan heye pitir ji mifayê wan .
digel rêzên me
Heson Cehwer
Almanya