Çima Rojava Bersivek Tund Hember Dektatoran nîne?

Posted June 28th, 2011 at 10:25 am (UTC-5)
3 comments

Nêzîkî meh û nîv derbaz bûn piştî Serokê Amerîkî Barack Obama soz da hemû rêkên diplomsî, aborî û rêbazên berdest bi kar bîne bo rawestandina zorkarî û vegûhastinên demokratîk li seranserî Rojhilata Navîn. Ji wê rojê were, 19 Gulanê, rijêma Sûrî astê tundûtûjîya li dijî serhildana demokratxwaz zêde kirine û çi nîşanên rast û dirust dîyarnekirine ku ewê gûh bide daxwazên xelkê û guhertinan bike.

Serok Obama Sûrîye wek gefeyê li ser Amerîka da nas kirin û fermaneka serokatîyê bo danana toleyan li dijî çend mezne berpirsên Sûrî mor kir, lê wesa dîyar e wî nîyaz nîne pêngavek firehtir li dijî Beşar Esed pavêje. Ne Amerîka bitenê belkû welatên dî yên rojava jî pêngavên tundtir hemberî rejîmên diktator li Lîbya, Yemen û Sûrîye na havêjin. Gelo Çima?
Gelek şareza û belkû karbidest jî li Amerîka dibêjin çinku hêşta cîgir ji wan rejîma re ne hatîye dîtin, yan tirsa rojava ji hindê ye komelên olî yên tundrê cihê wan dektatoran bigirin. Lê eger em guhê xwe bidin sîyasetvan û çalakvanên welatên rojhilat, bawerîyên berovajî hene. Ew dibêjin, dektatoran ev bawerî li cem rojava û li cem gelên xwe dirust kirîye ji bo dirêj kirin û qeym kirina desthilatên xwe.
Erê çi ji van baweran rast e?
Tu, xwedevanê Washingtonname, bawerîya çi ji van du alîyan pesend dikî.
Eger tu bêjî ev e ne egerên rast in, dîyar e te bawerk dî heye. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

3 responses to “Çima Rojava Bersivek Tund Hember Dektatoran nîne?”

  1. Serhan Isa says:

    Ji bo Emerîka û gelek welatên Ewrupî yên din, yên ku bi van şûreşên rojhilata navîn ve têkildar in, pirs ne pirsa şûngirê van rêcîmên Diktatora, belê pirsa bazirganî û berjewndiya ye.
    Êdî mesela eger ev rêcîmên Diktator rûxiyan wê kî ciyê wan bigre? ev pirs ji bo min pirseka pir xapînok û bivek e, û bi vê behaneyê bi sedhezaran mirov li welatên rojava hatin kuştin, bi milyonan ziyan gihişte abora van welatan.

    Emerîka û gelek welatên Rojava eve bi çendê salaye ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, şerê li dijî Terorê ( Al-Qaîda) kirin pir û mirov dikare bêje ku li tevaya cîhanê şerekî gilobal dane meşandin û li gelek welatên ku Emerîka şerê çekdarî lê da û dide meşandin, qurbaniyên mezin danîn û tevî kuştina bavê Teroristan Bi-Ladin, jî lê wisa diyar bû ku Emerîka û pê re Rojava di vî şerê xwe de bi ser neketin, yan jî armancên xwe yên pêdivî bi cî neanîn.

    Ev renge şûreşên nuh ku em li Rojhilata navîn dibîn vê nerîna me ya jor dide Çespandin û teqezkirin, û di hema demê de, dixuye ku Rojava bi awayekî ji awayan sûde ji serpêhatiyên xwe yên leşkerî wergirtiya, lewma jî eşkere û bi hemî awayan piştgiriya vê Buhara Erebî dikin. Lê dema pirs dibe pirsa rûxandina rêcîman Emerîka û hevalbendên wê me rastî pirsa şûngirê van rêcîmên Diktator dikin?

    Gelo ji bo peydabûna demukratî, azadî, hêminî û wekheviyê li seranserê rojhilata navîn hîna çend welatên din divên bêne wêrankirin?
    Hîna çend hezar mirovên din divên bêne kuştin?

    Xelkên rojhilat xelkekî pir jîr û zana û xwedî imkana eger Emerîka û pê re Ewrupa bi rastî destê alîkariyê jê de dirêjkin û piştgiriya pêdivî jê re pêşkêş bikin, wê dikaribin bi zûtirîn dem bi tam û bîna azadiyê şad bibin.

    • Dexîl says:

      Kakê Serhan Supas ji bo têbînî û bawerî ya te. Lê min di xwest bêjim, Amerîka di şerê tîrorê de ziyanek mezin li abûrî yê welatê xwe xist ye.

  2. Roj says:

    Silav!
    Tene tishte giring ji bo rojava, berjivendiyen wan yen abori ne. Eger diktator wan berjevendiyan biparezin, rojava bedeng dimine, le eger ew bi vi yeke nekin, we deme rojava bi nave mafen mirov, bi her avayi berjivendiyen xwe yen abori dipareze. Temashayi Suriye bikin, heta niha rejima Esed bi hezaran kesen beguneh kushtine, le rojava tene meze dike. Diroka kurdan bixine, bi sedhezaran kurd hatine kushtin, le rojava tene meze dikir, de meze bike.

Leave a Reply to Serhan Isa Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.