Showing Archived Posts

Nunerek Kurd, ne Welatê Serbixwe, li N.Y !

Posted September 29th, 2011 at 3:02 pm (UTC-5)
3 comments

Piştî pênasînê bi Başûra Sûdanê weka welatek serbixwe li 14 Tîrmeha 2011, Civata Tenahîya Netewên Yêkgirtî yekem pêngava bi fermî avêt heta miştûmiran li ser endametîya Felistînê di N.Y de weka WELATEK SERBIXWE bike. Ebu Mazin, Felistînîyan û tevaya cîhanê gotina Obama bihîst ‘emê VÎTOY ê bikarbînin li dij her biryarekê pênasînê bi dewleta Felistînê […]

Tags: , , , , Posted in Kurd û N.Y

Pend ji 11ê Septemberê

Posted September 6th, 2011 at 3:51 pm (UTC-5)
Leave a comment

Jî Amerîkîyan re, bihayê serneketina sîyaseta ciwankirina wêneyê Amerîka di cîhanê de, ne kêmitire ji zîyanên 11 Septemberê bixwse. Rêveberiya Bush qet guhneda darêjerên rêbazên nermên Amerîka weka bersivê ji wan hêrîşan re û dest bi dû şerên bê dumahî kir bi navê parastina niştimanîya Amerîka û her bi wî navî gera diwê ya serokatîyê […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.