Nunerek Kurd, ne Welatê Serbixwe, li N.Y !

Posted September 29th, 2011 at 3:02 pm (UTC-5)
3 comments

Piştî pênasînê bi Başûra Sûdanê weka welatek serbixwe li 14 Tîrmeha 2011, Civata Tenahîya Netewên Yêkgirtî yekem pêngava bi fermî avêt heta miştûmiran li ser endametîya Felistînê di N.Y de weka WELATEK SERBIXWE bike. Ebu Mazin, Felistînîyan û tevaya cîhanê gotina Obama bihîst emê VÎTOY ê bikarbînin li dij her biryarekê pênasînê bi dewleta Felistînê bike.

Eger biryarek wesa tengasî ji Obama û tevaya Amerîkîyan re dirust bike, jiber xwevedizînê ji sozên dayîn Ereban, lê her kes têdigîhe kû encamê dewleyet serbixwe ya Felistînîyan wê sergêjîyek mezintir be. Çinku dewletên nû bi helbijartinan tên avakirin û eger Felistînî bi helbijartinan desthelatê bi êkcarî nede Hemas, ewê Hemas bikin şerîkê xwedî pişka mezin.

Her çawa be Felistînîyên dehan sale erdê wan dagîrkirî gelekê li pêş Kurda ne.  Ji sala 1974ê were wan nûnerê çavdêr li N.Y heye û îsal gihiştin qonaxa daxwaz kirina dewleta serbixwe. Evca bisyara ez jixwe dikim, berî her kesî dî, eve: Wê çibe eger rêberekî Kurd karî bike jibo ku Kurdan nûner li N.Y hebe? Erê nemana Sedam û dîktaorên qurbanî bûhara Ereban cîyopolitîka Kurdistanê ne guhertîye?

Jibilî Turkiye, çi ji welatên dijatîya hebûna dewlet yan her hebûnek sîyasî ji Kurdan re dikin, karîgerîya xwe li qada sîyasî ya cîhanê maye? Xo welatên zilhêzên cîhanê êdî strana bi bejin û bala dîktatorên Ereb na bêjin, rijêma Sûrî neheze, û demokratxwazên cîhanê di cavê melayên Îranê de bedkarin.

Gelo eger rêberên Kurd, li her parçeka Kurdistanê, derketin û gotin me, ne welatê serbixwe, belkû nûnerekî çavdêr li N.Y divê, Turkiye wê helwîsta xwe hember Kurdan biguhere?

Eger em berê xwe bidîn bendên N.Y,  gelek rêk hene heta miletekî bê dewlet yan rêkxistîyek bikaribe daxwazek wesa bike. Bitaybet di rêka rêkxistîyên N.Y ewên li Kurdistanê kar dikin û part û sazîyên Kurdî bi awayek rastûrast hevkarîyê digel wan dikin.

Bi rastî ez bi van gotinan rexneyê li serkirdên Kurd nagirim, lê ez pisyara dikim û li bendê me êk bersiveka rastbîn bide min.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî. Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

 

3 responses to “Nunerek Kurd, ne Welatê Serbixwe, li N.Y !”

  1. Tosinê Reşîd says:

    Mijareke balkêş e. ‘Nonerê kurdan li Netewên Yekbûyî’.
    Belê dema hatîye, wekî kurd jî daxweza nonertîyê bikin. Lê çawan? Bi çi şertan?
    Bi navê gelê kurd, ez bawer nakim bê pejirandin. Bi navê Kurdistanê? Disan bawar nakim bê pejirandin, dewletên dij derkevin wê pir bibin û piştgirtin jî ne hêsan e. Ez bawerim niha divêt Herêma Kurdistanê, ya Îraqa fêdêral ji bo nonertîyê serî lêxe. Dîsan jî jimara dewletên dij bin wê kêm nîn be, lê piştgirtin jî wê hebe. Çawan jî hebe, gerek vê pirsê têxin rojavê.

  2. Apê Tosin, Supas ji têbînîya te re.
    Ezê li demek nêzîk vê pirsê digel hinek ji karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê bahis bikim. Hîvî dikim bersivek li cem wan hebe.

  3. Birayî berêz seyîda Dexîl,
    ez gelek sûpasîya te dikem ji bo wî artikilî be sûd. Tu wek rewşebîreka disozî Kûrd u Kurdistan, gelek baş wî tiştî anîye ziman, ku em ne bitenê niwêra Kûrdan le bîyanistan u USA u Neteweyên Yekgirtî dixwazîn, belkû em welateka serbexwe dexwazîn. Em u teyê hêja u hemî Kûrdên dilsoz ew tişt dixwazîn we xebat ji bo wê armanca pîroz dikeyîn. Bijî Kûrd u Kurdistan, bijî birayetî u dostanya Kurdistan u ISRAEL.
    KIFA Kurdistan-Israel Friendship Association International e.V. VR 16700

Leave a Reply to Dakhil Shammo Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.