Showing Archived Posts

Vegûhasitnên Demokratîk li Sûrîye bi Destê Kê ne?

Posted August 16th, 2011 at 12:04 pm (UTC-5)
1 comment

Li demê ku Tirkîye bi zarê wezîrê derve Davutoglû hişdarîya dawî didet serokê Sûrî Beşar Esed, Wezareta Derve ya Amerîkî bi zarê payvdara wê Victoria Nuland radgihînt ku Amerîka û Tirkîye armancên hevpişk hember Sûrîyê hene, lê her welatekî ji wan dê biryara xwe ya serbixwe û taybet hebit ka çi pêngavan pavêje bo piştrast […]

Çima Rojava Bersivek Tund Hember Dektatoran nîne?

Posted June 28th, 2011 at 10:25 am (UTC-5)
3 comments

Nêzîkî meh û nîv derbaz bûn piştî Serokê Amerîkî Barack Obama soz da hemû rêkên diplomsî, aborî û rêbazên berdest bi kar bîne bo rawestandina zorkarî û vegûhastinên demokratîk li seranserî Rojhilata Navîn. Ji wê rojê were, 19 Gulanê, rijêma Sûrî astê tundûtûjîya li dijî serhildana demokratxwaz zêde kirine û çi nîşanên rast û dirust […]

Helwîstê Koçka Spî Hember Sûrîye

Posted May 15th, 2011 at 11:55 am (UTC-5)
7 comments

Li demê hikûmeta Sûrîye roj bo rojê tundtir bersiva xwepêşanderên sivîl didet, çend endamên Kongresa Amerîkî pirsyar dikin ka jiber çî hêşta Serok Barack Obama daxwaza derxistina Serok Beşar Esed nekirîye, Senatorê serbixwe Joe Lieberman biryarek amade kirîye tê da rijdîyê li birêveberîya Serok Obama dike heta helwîstekê tûnd tir dijî serokê Sûrî wergirit. Lieberman […]

Amerîka Çibike li Sûrîya?

Posted April 26th, 2011 at 10:54 am (UTC-5)
10 comments

Amerîka Çibike  bo Rawestandine Xwînrijtrinê li Sûrîya ? Jêderên Koçka Sipî radigehînin kû ew hizra danana toleyan dikin li ser henek kesayetî û dezgehên Sûrîya weka bersivê jibo zêdegavîyan li ser mafên mirovan û kuştina xwepîşanderan.   Raport piştrast dikin kû nûrên Amerîkî li Netewên Yekgirtî piştevanî ya welatê desthelatdar dixwaze bo darştina biryarekê li […]

Helwêstê Serok Obama li hember Sûrîya

Posted April 23rd, 2011 at 12:03 pm (UTC-5)
4 comments

Serokê Amerîka Barak Obama tundûtujîya zêde ji alîyê hêzên Sûrî ve li dijî xwenîşandanên bi aştî şermezar kir. Piştî kûştina bi dehan xwenîşanderan li roja heynî, Serok Obama got, ew tundûtûjî karekî hovaneye. Di daxweyanîyekê de Serok Obama got, Sreokê Sûrîya Beşar Esed daxwazên gelê Sûrî bo azadîyê piştguh xistine û li şûnê rêka bikaînana […]

Rewşa Sûrîya di Kongirisa Amerîkî de

Posted April 21st, 2011 at 2:21 pm (UTC-5)
Leave a comment

Her çende  rêvebirîya Serok Barak Obama heta niha helwêstek tund li hember reftarê hikûmeta Sûrî li dijî xwenîşandanên xelkê Sûrî nedaye, lê di Kongresa Amrîkî de deng bilind dibin, bo piştevanîya azadîxwazan. Senatorê navdar ê serbixwe, Joe Lieberman gote Civatê, tiştên ku li Sûrîyê dibin li çend rojên dahatî dê encamê demdirêj li ser paşeroja Rojhilata […]

Helwêstê Amerîkî Hember Sûrîye

Posted April 11th, 2011 at 7:32 pm (UTC-5)
1 comment

Ji demê xwenîşandan û nerazîbûna li dijî hikûmeta Sûrîye destpêkirîn li 15 meha 3 Avdarê, çavdêr li benda helwêstekê rohin û eşkere bûn ji rêveberîya Serok Barak Obama. Li 8 meha 4 Nîsanê Serok Obama daxuyanîyek da û got, Ew tundûtûjîyên hovane yên hikûmeta Sûrîye li dijî xwenîşandanên bi aştî şermezar dike û daxwaz kir […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.