Showing Archived Posts

Ereban çi ji Amerîka divê?

Posted July 29th, 2011 at 2:06 pm (UTC-5)
2 comments

Guherîna giring di sîyaseta Amerîka de hember welatên Erebî û Rojhilata Navîn cihê dilxweşîyê ye. Heta berî demek kurt Amerîka pişta gelek rejîmên dîktator digirt, li ser hesêba mafên gelan jibo jîyanek serfiraz û azad. Helbet bandora gelek xirab wê sîyasetê ew bû tevgerên radîkal bihêz ketin û rexê wan yê parsenga hêza cemawerî girantir […]

Rêbaza Nû ya Serok Obama li Welatên Rojhelata Navîn

Posted May 19th, 2011 at 5:42 pm (UTC-5)
2 comments

Serokê Amerîkî Barack Obama gotareka giring li ser rewşa welatên Rojhelata Navîn û Bakûra Afrîka da, bi taybet li demê ku xwepêşandan û serhildanên cemawerî daxwaza guhertin û reforman dikin. Obama dîyar kir ku hikûmeta wî piştevanîya veguhestinên demokrasî li wan welatan dike û rijdî li rêberên wan kir heta reformên siyasî û aborî encam […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.