Showing Archived Posts

Raste, Demokrasîya Rast û Dirûst Ferhenge

Posted May 10th, 2013 at 2:53 pm (UTC-5)
Leave a comment

Raste, Demokrasîya Rast û Dirûst Ferhenge Ez bawer dikim Demokrasîyeta rasteqîne ne bi wergirtina hinek mafên kesayetî yan azadîyên vebirîne ye, belku  ew pitir ferhenge, mirov dinav sinurekî cografî de liser perwerde dibe.  Jiber çî min ev bawerî heye? 2 tor û tiba´ên girêdayî serokên Amerîkî li çend rojên borî, ez rakêşam vî babetî; Yê […]

Rizgarkirina Herêmên Kurdan Lezê li Rûxandina Esed dike yan Sergêjîye ji Kurdan re?

Posted August 9th, 2012 at 1:21 pm (UTC-5)
Leave a comment

Rizgarkirina Herêmên Kurdan Lezê li Rûxandina Esed dike yan Sergêjîye ji Kurdan re? Her kes di wê bawerê deye kû rewşa Kurdên Sûrîyê ne zelale û gelek şareza ditirsn rudanên Kurdistana Îraqê yên salên 1990an li Sûrîyê dûbarebin. Helbet Tirkiye rastewxwe dest di dirustkirina wî destûdarî de hebû. Niha jî digel valakirina jimareka deverên Kurdan […]

Eger Hêzên Amerîkî ji Îraqê Derkeftin

Posted July 15th, 2011 at 11:34 am (UTC-5)
2 comments

Her çend e Wezîrê Berevanî yê Amerîka Leon E. Panetta li seredana Îraqê bi eşkereyî pitir behsa matêkirina Îranê di kar û barên Îraqê de kir, lê dîyar e mebesta ragihandina wî û seredanê bi giştî mayîna hêzên Amerîkî  bû li Îraqê, piştî mûhleta mana wan li dawîya salê diqede. Admîral Mike Mullen, serokê hêzên […]

Posted in Uncategorized

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.