Amerîka Çibike li Sûrîya?

Posted April 26th, 2011 at 10:54 am (UTC-5)
10 comments

Amerîka Çibike  bo Rawestandine Xwînrijtrinê li Sûrîya ?

Jêderên Koçka Sipî radigehînin kû ew hizra danana toleyan dikin li ser henek kesayetî û dezgehên Sûrîya weka bersivê jibo zêdegavîyan li ser mafên mirovan û kuştina xwepîşanderan.

 

Raport piştrast dikin kû nûrên Amerîkî li Netewên Yekgirtî piştevanî ya welatê desthelatdar dixwaze bo darştina biryarekê li dijî Sûrîya. 

Pisyar ewe, Amerîka dikare çibike  bo rawestandine xwînrijtrinê li Sûrîya?

Ez li benda bawerîya te me. Tu dikarî ji me re bawerîya xwe binivîsî,” Click to Comment” ê klîk bike.

Helwêstê Serok Obama li hember Sûrîya

Posted April 23rd, 2011 at 12:03 pm (UTC-5)
4 comments

Serokê Amerîka Barak Obama tundûtujîya zêde ji alîyê hêzên Sûrî ve li dijî xwenîşandanên bi aştî şermezar kir. Piştî kûştina bi dehan xwenîşanderan li roja heynî, Serok Obama got, ew tundûtûjî karekî hovaneye.

Di daxweyanîyekê de Serok Obama got, Sreokê Sûrîya Beşar Esed daxwazên gelê Sûrî bo azadîyê piştguh xistine û li şûnê rêka bikaînana zorê daye pêş.

Erê peyamê Obama dê karîgerî hebit û reftarê rijêma Sûrî li dijî xwenîşandanên sivîl bi guherit? Yan ev helwêst hêşta lawaze hember rewşa Sûrî?

Rewşa Sûrîya di Kongirisa Amerîkî de

Posted April 21st, 2011 at 2:21 pm (UTC-5)
Leave a comment

Her çende  rêvebirîya Serok Barak Obama heta niha helwêstek tund li hember reftarê hikûmeta Sûrî li dijî xwenîşandanên xelkê Sûrî nedaye, lê di Kongresa Amrîkî de deng bilind dibin, bo piştevanîya azadîxwazan.

Senatorê navdar ê serbixwe, Joe Lieberman gote Civatê, tiştên ku li Sûrîyê dibin li çend rojên dahatî dê encamê demdirêj li ser paşeroja Rojhilata Navîn û parastina niştimanîya Amerîka hebe. Xelk li bajarên Sûrîyê li dijî rejîma Beşar Esed şoreşê dike û Esed li şûna reforman çav li Qezafî dike. Lewra divê, em gelek eşkere bin ka Esed serkeft ewê peyamekî bide ku rêberên dostên Amerîka wek Mubarek û Bin Alî hatin ladan, belê rêberekî weka Esed, hevbendê Îranê rizgar dibe. Lieberman pirs kir, ma eveye peyamê me divêt bidîn?


Lieberman got, eve demek giring e Amerîka ji Esed re xuya bike kû ewê berpisyar be li hemberî kiryarên xwe. Wî her wisa got, divêt em amade bin ligel civata navneteweyî kar bikîn, eger Esed daxwazên gelê Sûrî bicîh neanîn.

Pêşnîyazên Senator Joe Lieberman ev in;

–        Danana toleyên tûnd li ser karbidestên Sûrî, ewên berpirs li hemberî binpêkirina mafên mirovan

–        Rejîma Sûrî bêxin pêş Dadgeha Tawana ya Navneteweyî

–        Alîkarîya opozîsyona Sûrî

–        Divê şervanên azadîyê bizanin ku Amerîka li pişt wan e

Peyva Senator Lieberman  di vê link ê de bi Îngilîzî bibihîse:

Gelo bawerîya te çi ye? Tu ligel pêşnîyazên Senator Lieberman hevbîr î?

Tu dikarî ji me re bawerîya xwe binivîsî,” Click to Comment” ê klîk bike.

Raporta Wezarta Derve ya Amerîkî sebaret mafê mirovan

Posted April 13th, 2011 at 2:31 pm (UTC-5)
1 comment

Raporta salane ya Wezarta Derve ya Amerîkî sebaret rewşa mafê mirovan li welatên cîhanê, rexneyê li desthilatdarên herêma Kurdistana Iraqê digirit jiber çend pêşêlîyên mafê mirovan û dibêjit hêzên parastina herêmê li gorî Qanûna Dijî Terorê xelkî digirin, rojnamevan têne tengav kirin û pêşêlîya mafê jinan berdewam e.

Di van faylên dengî de, eve çend birgeyên raportê bi Kirmancî û bi Soranî:

Piştî weşana raportê em digel Serokê Komîteya Mafê Mirovan ya Parlemanê Herêma Kurdistanê birêz Salar Mehmûd axiftîn. Wî got pêşêlîya mafên mirovan li herêmê heye, lê di çend salên borî de pêşketin divî warî de bûne.  Salar Mehmûd dest jikar kêşana xwe ji komîteyê daye lê hêşta nehatîye pesend kirin. Di vî faîlê dengî de guhadrîya bawerîya  birêz Salar Mehmûd bike.

 

Renge civakîn medenî û sivîl li Herêma Kurdistanê gotina xwe hebit liser vî babetî. Dengê Amerîka boçûna birêz Ekrem Mayî, bizavkarê civaka medenî û mafên mirovan wergit. Di vî faylê dengî de guhadrîya bawerîya wî bike.

 

Berî ez bixwazim bawerîya te liser vî babetî bizanim, tû dikarin rapûorta Wezareta Derve ya Amerîkî bi zimanên Îngilîzî û Erebî bibînin:

Raporta Wezareta Derve ya Amerîkî bi Îngilîzî

 

Gelo bawerîya te çiye? Tû hevbîrî digel Tû dikarî ji mera bi nivîsî, Vê ” Click to Comment” ê kilik bike.

 

Helwêstê Amerîkî Hember Sûrîye

Posted April 11th, 2011 at 7:32 pm (UTC-5)
1 comment

Ji demê xwenîşandan û nerazîbûna li dijî hikûmeta Sûrîye destpêkirîn li 15 meha 3 Avdarê, çavdêr li benda helwêstekê rohin û eşkere bûn ji rêveberîya Serok Barak Obama. Li 8 meha 4 Nîsanê Serok Obama daxuyanîyek da û got,

Ew tundûtûjîyên hovane yên hikûmeta Sûrîye li dijî xwenîşandanên bi aştî şermezar dike û daxwaz kir girtina heremekî û zordar ya xelkî û eşkencedan zîndanîyan rawestîne. Serok Obama got, tundûtûjî û girtin ne bersiv in jibo zulim û zordarîya liser gelê Sûrî. Demê hindê hatîye hikûmeta Sûrî tepeserkirina hevwelatîyên xwe rawestîne  û gûhê xwe bide dengê gelê Sûrî yê daxwaza reformên sîyasî û aborî yên rast dike.

Dirêjahîya daxuyanîya Serok Obama bi Kurdî:

Ji bo daxuyanîya Serok Obama bi Îngilîzî bixwînin, dikarin seredana malperê Seraya Spî bikin:

http://www.whitehouse.gov/the-press-office/2011/04/08/statement-president-violence-syria
Piştî vê daxuyanîya Serok Obama, xwenîşandan li çendîn bajarên Sûrîye her berdewam bûn û tundûtûjî ranewestîyan. Komelên mafên mirovan radigihînin ku nêzîkî 180 kes hatine kuştin. Lê li bajarên Kurdan xwenîşandan bi aştî derbas dibûn û çendîn alîyan daxwaz kirîye berdewamî bi wan bête dan.

Hoşeng Biroka, nivîskarê Kurdê Sûrîya bawer dike ku helwêstê hikûmeta Amerîkî hember rewşa Sûrîye ne bi hêze.

Ji bo guhdarîkirina bawerîya birêz Biroka, vê link ê  kilik bike;

Gelo bawerîya te çiye? Tû hevbîrî digel Hoşeng Biroka? Tû dikarî ji mera bi nivîsî, Vê ” Click to Comment” ê kilik bike.

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.