Showing Archived Posts

Tirkîye: Endametîya Komkara Erebî li Şûna Ziro Problem

Posted December 1st, 2011 at 4:16 pm (UTC-5)
2 comments

Bi ragihandina dorgirtina aborî li dijî hikûmeta Esed, darêjerê Sîyaseta ‘‘Ziro Problem’’ ya Tirkîye digel welatên dor û ber, Ahmed Dawudoglu bixwe Tirkîye jiser wê rêbazê lada. Eger çî rêberên xwuîngermên Tirkîye zêde şanazî bi wê rêbaza xwe ya nerim dikir, lê wan baş dizanî eve berpisyarîyeka zêde mezine û renge ew nikaribin heta demek […]

Pend ji 11ê Septemberê

Posted September 6th, 2011 at 3:51 pm (UTC-5)
Leave a comment

Jî Amerîkîyan re, bihayê serneketina sîyaseta ciwankirina wêneyê Amerîka di cîhanê de, ne kêmitire ji zîyanên 11 Septemberê bixwse. Rêveberiya Bush qet guhneda darêjerên rêbazên nermên Amerîka weka bersivê ji wan hêrîşan re û dest bi dû şerên bê dumahî kir bi navê parastina niştimanîya Amerîka û her bi wî navî gera diwê ya serokatîyê […]

Ereban çi ji Amerîka divê?

Posted July 29th, 2011 at 2:06 pm (UTC-5)
2 comments

Guherîna giring di sîyaseta Amerîka de hember welatên Erebî û Rojhilata Navîn cihê dilxweşîyê ye. Heta berî demek kurt Amerîka pişta gelek rejîmên dîktator digirt, li ser hesêba mafên gelan jibo jîyanek serfiraz û azad. Helbet bandora gelek xirab wê sîyasetê ew bû tevgerên radîkal bihêz ketin û rexê wan yê parsenga hêza cemawerî girantir […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.