Showing Archived Posts

Dîsan Kurdistana Serbixwe

Posted April 17th, 2012 at 7:19 pm (UTC-5)
3 comments

Dîsan Kurdistana Serbixwe Çi deman wek van rojan rêberên Kurd ne gotîye, me Kurdistana serbixwe navê. Lê dîsan li çi deman wek van rojan, ev qas behsê şîyana damezrandina dewleta Kurdî dinav Kurdan de nehatîye kirn. Dîyare ev bixwe pêngavek başe di qonaxên amadekarîyên gel de berev mezintirîn xewna niştimanî ya Kurdî. Serokê Îraqê Jalal […]

Raporta Wezarta Derve ya Amerîkî sebaret mafê mirovan

Posted April 13th, 2011 at 2:31 pm (UTC-5)
1 comment

Raporta salane ya Wezarta Derve ya Amerîkî sebaret rewşa mafê mirovan li welatên cîhanê, rexneyê li desthilatdarên herêma Kurdistana Iraqê digirit jiber çend pêşêlîyên mafê mirovan û dibêjit hêzên parastina herêmê li gorî Qanûna Dijî Terorê xelkî digirin, rojnamevan têne tengav kirin û pêşêlîya mafê jinan berdewam e. Di van faylên dengî de, eve çend […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.