Showing Archived Posts

Helwîstê N.Y Hember Sûrîye

Posted June 10th, 2011 at 9:59 am (UTC-5)
1 comment

Welatên Ewropî yên desthilatdar di Civata Tenahîya Netewên Yekbûyî de bernivîsa biryarekê pêşniyaz kirîye bo şermezar kirina Sûrîye jiber tundûtûjîyên wê li dijî xwepêşanderên bi aştî û bikarînana hêzên leşkerî û kuştina medenîyan. Brîtainya, Fransa, Almanya û Portûgal bernivîsa biryarê pêşniyaz kirine û diplomatên NY dibêjin, biryara nû ya bi piştevanîya  Amerîka daxwaza dawî anîna […]

Çima Tirkîye ji Alozîyên Sûrîye Ditirse?

Posted April 28th, 2011 at 7:00 pm (UTC-5)
5 comments

Çima Tirkîye ji Alozîyên Sûrîye Ditirse? Serokê Amerîka digel Serorwezîrê Tirikîye  Erdogan sebaret rewşa Sûrîye axiftîye û dîyare Erdogan dixwaze peyama Amerîkî bigihîne desthilatdaran li Sûrîye.   Her kes van rojan dibîne ku Tirkîye baş mayê xwe kirîye rewşa Sûrîye çunkî di nav Tirkîye de tirs heye ji têkçûna rewşa Sûrîye. Hakan Fidan serokê Ajansa […]

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.