Showing Archived Posts

Kurd û Zimanê Standard

Posted April 22nd, 2011 at 00:41 (UTC-5)
48 comments

Zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke. Jiber vê rewşê jî gelek kes pêşnîyara zimanê standard dikin.Heta niha li ser vê xalê qayilbûneke berfireh çênebûye. Hîn kes pêşnîyar dikin ku zimanê standard ji alîyê dezgeheke zimanzanî yan jî wêjeyî vê, ji […]

Ji Dengê Amerîka Blogeke Nû: Ziman û Jîyan

Posted April 18th, 2011 at 14:35 (UTC-5)
36 comments

Silav xwendevanên hêja, Emê bi blog’a xwe ya nû “Ziman û Jîyan” bi hevre bin. Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e. Hêvîya me eve ku bi rêya vê blogê emê bikanibin nîqaş û gotûbêjên […]

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.