Ji Dengê Amerîka Blogeke Nû: Ziman û Jîyan

Posted April 18th, 2011 at 14:35 (UTC-5)
36 comments

Silav xwendevanên hêja,

Emê bi blog’a xwe ya nû “Ziman û Jîyan” bi hevre bin. Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e. Hêvîya me eve ku bi rêya vê blogê emê bikanibin nîqaş û gotûbêjên li ser zimanê me pêşve bibin.

Cîyê şabûnê ye ku Kurd li salên dawî girîngîyeke mezin didine zimanê xwe û gelek qîz û lawên Kurdan zimanê xwe hîn dibin. Rêxistin û partîyên Kurdan jî bi gelek rêbazan hewilan didin ku zimanê xwe yê bindest bivejînin û zengîntir bikin.

Em dixwazin ku ev blog bibe zemînek jibo nîqaşên li ser zimanê Kurdî, hem li nav welat û hem jî li derva. Loma jî em li benda rexne, têbînî û pêşnîyarên we ne ku em bi hevre bloga xwe dewlemendtir bikin.

Em xêr hatina we hemîyan dikin û dibêjin bila blog’a “Ziman û Jîyan” li me gîşkan pîroz be!

36 responses to “Ji Dengê Amerîka Blogeke Nû: Ziman û Jîyan”

  1. Salih Turan says:

    Ji bo standartkirina bikaranîna kurmancî çi pêwist e?

    1- Herî zêde kîjan devok ango herêm dikare derkeve pêş? A rast mirov çi biryarê bide li ser devoka serdest?

    2- Ji bo rastnivîsa kurmancî, divê em serî li çi rêbazan bidin? Yan jî referansên me divê çi bin?

    3- Pirsgirêkên hevoksaziya kurmancî di pratîkê de çi ne? Bİ taybetî di wergerên tên kirin de, bandora zimanên din çêdibe û hevoksaziya kurdî tê xerakirin.

    4- Em zanin ku zimanê kurdî zimanekî bi tewang e û nêrî-mêtî heye. (hema bêjin her tişt xwedî zayendekê ye) Lê pirsgirêkên herî zêde di cuda bikaranîna tewang û zayendê de derdikevin holê.

    Gelo li ser van mijaran em dikarin çawa bigihîjin encameke baş û standartkirina kurmancî pêk bînin.

    Heger Kurdîhêzên hêja li ser van babetan û hwd. dîtin û lêkolînên xwe parve bikin, bawerim wê ev blog bibe rûbergeke zimanê kurdî.

  2. Şehram says:

    Pîroz be sed carî dest xweş u her bijî
    ewa ya herî girînge rastî paristina ziman li niwêjê u rojîyê u her ferzike oly giranbiha u feriz tire
    ez gelik pê keyfxweş u serbilindim u serkewtinê ji boy we dixwezim
    di gel silav ên kurdewarî

  3. İbram Xelîl says:

    Dest xweş ji we re delalên hêja. Hûn karekî gelek pîroz û bêemsal dikin.
    Bi silav û rêz.

  4. Mîrhac says:

    Ez jî wekî her Kurdekî dilsoz ji bo vê xebata we ya bi mînak, ji dil û can we pîroz dikim û hêviya serkeftina we dixwazim…
    Li gel rêz û silavan

    • mciviroglu says:

      Gelek spas kekê Mîrhac. Em hêvîdar in ku bi pirs, rexne û têbînîyên xwe bloga me dewlemend bikî.

  5. Ihsan Efrini says:

    Mamoste Robin Reshvan û pismamê qehremanan zor sipas rêzdar ji bo blogs we û hêvîya serkeftinê ji bo kar û xebata we ra. Herbijît VOA ji xizmeta wê ji bo herçar perçê Kurdistanê. Lê gel rêz û silavin Efrînî !!!..

  6. Cankurd says:

    Gelek spas
    Ji ber ku hûn xwe bi zimanê dayîkî gêro dikin….
    Herbijîn bo Kurd û Kurdistan

    Cankurd

    • mciviroglu says:

      Hêja kekê Cankurd,

      Pir sipas bona peyama te ya germ. Em çaverê ne ku ji zanîn û tecrubeyên te sûde wergirin.

      Dubare spas.

      Robîn

  7. mciviroglu says:

    Birayê Robîn Reşvan, gelek sipas ji bo vê agahdariya we. Bi çêkirina bloga we ez pir kêfxweş bûm.

    Bi dîtina min we ji bo pêşketina zimanê kurdî karekî baş kiriye.

    Ez we pîroz dikim.

    Birayê delal, dibe ku hûn nizanibin, blogeke min jî heye. Bloga min xurrî bi kurdî ye û ji sala 2007-a û virda ye ez her şev di vê bloga xwe da nivîsekê du nivîsan diweşînim.

    Cara pêşî min dest bi blogeke xurrî bi kurdî kiriye. Yanî ez blogîstê zimanê kurdî yê pêşî me.
    Di van çar salên borî da min dît ku heger kurd înternetê baş û bi zanetî bikar bînin dikanin feydeyên mezin bigihînin ziman û edebiyata kurdî.

    Ji bi vê gava we ya hêja ez careke din we pîroz dikim.

    Zinarê Xamo
    Email: zinarexamo@hotmail.com
    Swêd

    Lînka bloga min:
    http://zinarexamo.blogspot.com/

    • mciviroglu says:

      Silav kekê Zinarê Xamo,

      Em jibo peyama te ya pîrozbahî û piştgirîyê pir spas dikin. Em hêvîdar in hunê bi zanîn û kanîna xwe bloga me dewlemendtir bikin.

      Her wiha em jî pîrozbahî li te dikin ku te berê me destbi blogê kirîye. Wusa xuya ye tu pêşengê me yî 🙂

      Bi silavên germ,

      Robîn

  8. Zimanhez says:

    Divê em serî li Bedîrxan Beg bidin lê ne bi awayekî herro yan merro. Dibe ku kêmahîya Bedirxan Beg jî hebin û meriv ji rexneyan re vekirî be.

    Di heman demê de gerek e em serwext bin ku Erebê Şemo, Qanatê Kurdo û gelek rewşenbîrên din jî xebatên hêja kirine û divê em ji zanîn û serpêhatîyên wa jî sûde wergirin,

  9. Ahmed Binavi says:

    Serkevtin ji wer dixazim xem xoret zimane sirine kurdi, karek pir piroze zimane me hebona me ye

    • mciviroglu says:

      Hêja Ahmed silav ji te re,

      Gelek spas jibo peyama te ya hêja. Birastî jî zimanê me pir şêrîn e. Ji paşnavê te fem dikim ku tu jî Behdînanê yî. Gelek peyivên heja li vê deverê hene ku Kurmancîaxêfên herêmên din zêde nizanin. Em hêvîdar in tu jî bloga me xûrtir bikî.

      Robîn

  10. Bunny Binavi says:

    Dest xos karek e zor ciwane u bi qimete serkevti bin insaillah serin u xwese zimane Kurdi

    • mciviroglu says:

      Silav Bunny,

      Bawer im navê te bi Îngîlîzî ye û manaya wî kerguh yan jî kîvroşk e. Tu jî ji gundê Binavî yê Duhokê yî, ne wusa?

      Gelek spas ji te re

  11. Azad Duhoki says:

    Piroze, serkevtin ji bo we dixazim

    • mciviroglu says:

      Spas, birayê Azad. Em pir dilweş in ku hevalên Duhokî eleqe nîşanî blogê me didin. Wekê min ji Ahmed re jî gotî, hêvîdar im tu jî zengînîya Behdînanê bi me re parve bikî.

  12. hevi diloki says:

    ez zuda hevpeyvinan keke mutlu dixwinim.hevi dikim keke mutlu her tim serkeve.em heviya te ne keke mutlu.bila riya te vekiri be…

    • mciviroglu says:

      Silav Hêvî,

      Em pir şabûme ku tu bernameyên me yên radyoyê jî guhdarî dikî. Gelo tu jî Dîlokê yî? Tiştekî balkêş e ku guhdarên me li Dîlokê jî hene. Birastî Kurdên Dîlokê zêde xwane nabin. Em li benda têkîlîya te ya berdewam in.

  13. xorte nisebine says:

    mixabin di nav me da pir kes nine ko zimane kurdi viqas xweş bixebite.le heval mutlu gelek qenc diaxife u dixebite zimane me şerin u letif…serkeftin

    • mciviroglu says:

      Silav xortê Nisêbînê. Birastî bajarê Nisêbînê jibo min pir taybet e û ez gelek caran hatime wê derê. Ji min re cîyê şabûnê ye ku xwendevanên me yên Nisêbînî peywendîya me dike.

      Li demên pêş em çaverê ne ku bêtir xûşk û birayên me yên ji Nisêbînê bi pirs, rexne û pêşnîyarên xwe piştgirî bidine bloga me.

      Careke din spas

  14. haysar says:

    silav…
    piroz be kekê Mutlu. Rêya te û hemû Kurda vekirî be.

  15. mciviroglu says:

    Silav kekê Haysar,

    Hêvîdar im navê te çewt nabêjim. Erê, rêya me hemîyan vekirî be û hêvîdar im ev blog xîzmeta zimanê me yê şêrîn bike.

    Tu ji ku derê yî û li ku dijî?

    Spas,

    Robîn

  16. haysar says:

    silav û rêz ji hemû ê bloga ziman û jiyan dişopîn e.
    Vê sibehê ezê silavê bidim û hinekî karên min sivik bibe ezê nivîsekê bi we re par bikim. Nivîsa min nuha pir kels e û jiber vê kelsiyê jî vê şaşî hebin. serên serî ez lêborîn dixwazim.
    nuha bi xatirê we.

  17. keça semsuri says:

    slav heval mutlu.ez ji semsure me.ez çiqas şa dibim tu ji semsure yi çimki li cem gelek kesan xelke semsur kirmanci baş nizanin u deng kin le em dibinin ko hevalan weke te dile me geş dike u zimane xwe gelek xweş deng dike.kerema min ji te ra heye ko tu minakan zimane semsuriyan,dilokiyan,mereşiyan ji bidi.bila her kes dewlemendiya zimane me ji hin bin.
    em bi te ra pesindar in.çimki tu ruspiya xelke semsuri yi.
    xwede ji te ra razi be hevale heja

  18. hevi diloki says:

    keke mutlu xwede alikariya te be.rica dikim bidomine xebate xwe.slavan dişinim ji te ra

  19. amed says:

    silav birêZ Mutlu, ez ji AMED ê me, ev alÎkarÎyate gelek başe û destête terbe, hê Jî bi pêŞ keve û bi serkeftin be Înşallah, silav û rêz ji têra şev baş…

  20. haysar says:

    silav û rêz gelî hevalan;
    bo ziman çavkanîyên hun dizanin bi kerema xwe binivîsînîn. ji bona zimanê xwe em baş bi zanibin dibe çavkanîyên me yek bin yan ji nezî hev bin.
    silav û rêz..

    • mciviroglu says:

      Kekê Hayrulalh,

      Tu li çavkanîyên çi rengî digerî? Kerema xwe ron bike da ku em bizanin ji te re çi hewce ye.

      Spas,

Leave a Reply to mciviroglu Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.