Nirxên Me: Tosinê Reşîd

Posted September 6th, 2011 at 12:13 (UTC-5)
25 comments

Gelek rewşenbîrên me hene ku xîzmetên pir hêja ji ziman û çanda Kurdan re kirine. Di vê blogê de emê hewil bidin ku hinêk ji wan rewşwenbîrên me ji we re bidine nasîn. Bi rêya heval û hogir û her wiha çavkanîyên cihêrengî jîyan û berhemên wan baştir nas bikin.

Tosinê Reşîd li Washingtonê ye. 2008

Mixabin li nav me Kurdan rêzgirtin û nirxgirtina kêsên zindî pêş neketiye û gelek caran, piştî mirina wan em li ser wan dinivîsin û pêsna wan didin. Loma jî, em dixwazin bi nivîskar, hunermend, lêkolêrên ku hîn jî li nav me ne, dest bi vê babetê bikin.

Ji wan kesên ku salên dûr û dirêj xizmetî ziman û çanda û her wiha, rojnamevanîya Kurdî kirîye, yek jî Tosinê Reşîd e.

Nivîskar Tosinê Reşîd li sala 1941’ê , ji malbateke Kurdên Ezîdî li gundê Kûrekendê, li Ermenîstanê hatiye dinê. Ew heta sinifa çaran li dibistana gund xwendiye û dû re xwendina xwe li dibistana gundê cîran domandîye, ku gundekî Ermenîyan bûye. Reşîd li sala 1964’an fakûlteya fîzîk-matêmatîk ya Enstîtûya Yêrêvanê ya Pedagojîiyê temam kirîye.

Tosinê Reşîd li sala 1975’an têza xwe doktorayê nivîsîye û bûye doktorê zanyarîya kîmyayê. Salên dirêj li Zanîngeha Yêrêvanê û Enstîtûyên Akadêmîya Ermenîstanê kar dike û gelek gotarên zanyarî çap kirine.

Îhsan Efrînî, Nivîskarê hêja Mustafa Reşîd, Robîn Reşvan û mamosta Tosinê Reşîd

Gotara Tosinê Reşîd ya yekê li sala 1961’ê li rojnameya Rîya Teze çap bûye ku rojnameya herî temen dirêj ya Kurdî ye. Gelek gotar, helbest û çîrokên wî li heman rojnamê hatine çap kirin û di Para Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê de hatine weşandin.

Berhema wî ya yekê Dîroka Helbestan di 1975’an de çap bûye. Paşê, dîwana wî ya bi navê Zozan çap bûye û dû re jî, berhemeke wî ya biçûk bi navê Jan çap bûye. Pişt re dîwaneke wî ya din, bi navê Nîvro çap bûye.

Tosinê Reşîd her wiha, li bajarê Tîflîsê piyesekê bi navê Sîyabend û Xecê nivîsîye ku li ser sahne hatiye lîstin û vîdeo û kasetên wê jî hatin belav kirin. Ew pîyes, li sala 1998’an de li Swêdê wek pirtûk hatîye çap kirin. Li sala 2000’î berhevoka kurteçîrokên wî ya bi navê Şeva Bêxew hatîye çap kirin.

Xêncî wê jî dîsa li sala 2000’î de Tosinê Reşîd û zimanzan Husên Hebeş jibo bîranîna Kurdzan û zimanzanê mezin Qanadê Kurdo ku apê Reşîd e, pirtûkeke taybet çap kir.

Tosinê Reşîd û Mustafa Reşîd 🙂

Ew her wiha, dora 12 salan bi sedan nivîsar di Ansîklopedîya Kurdî ya heman radyoyê de weşandine ku tevahîya wan li ser dîrok, edebîyat û çanda Kurdî bûne.

Nivîskarê Kurd Tosinê Reşîd bi nivîskar û folklorazan navdar Nûra cewerî re zewicî ye û du qîzên wî hene.

Tosinê Reşîd ji sala 1993’an vir ve li Australyayê dijî û îsal 70 salîya wî ye. Em jî wekî Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê pîrozbahî li nivîskarê hêja dikin û temenekî dirêj û serfiraz ji wî re dixwazin.

Kerema xwe nêrîn, hêst û bîranînên xwe yên li ser mamostayê hêja Tosinê Reşîd bi me re parve bikin.

***

 

Tosinê Reşîd li ber Qesra Sipî ye

Çend Hevpeyvînên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê bi Tosinê Reşîd re:

//blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/files/2011/09/Tosine_reshid_KZ_1995.mp3

http://www.voanews.com/MediaAssets2/kurdish/dalet/Tosine_Reshid_Ziman_RR.Mp3

http://www.voanews.com/kurdi/news/Tosin-122885649.html

http://www.voanews.com/kurdi/news/Dr-Tosin-e-Reid-mevane-Bernama-Ferheng-u-Tore-Kurdi–106729894.html

http://www.voanews.com/kurdi/news/Niviskar-Tosine-Reid-Daxwaza-Kurdan-ya-Derbare-Zimen-Dinirxine-113857314.html

http://www.voanews.com/MediaAssets2/kurdish/dalet/Tosine_Reshid_KZ.Mp3

 

Berhemên Tosinê Reşîd

  • Kilamê Rê (helbest, 1975)
  • Zozan (helbest, 1984)
  • Nîvro (helbest, 1987)
  • Sîyabend û Xecê (şano, 1988)
  • Şeva bê xew (çîrok, 2000)
  • Jibo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeş, 2000)
  • Êzdîyatî Oleke Hê Jî Nenaskirî (lêkolîn, 2004)
  • Min bêrîya şevên spî kiriye (çîrok, 2005)
  • Mestûre, Serê Hêjayî Tac Bû (romana dirokî,2005)

 

Hîn berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakîyan, P. Sêvak wegerandine zimanê Kurdî û çap kirine.

25 responses to “Nirxên Me: Tosinê Reşîd”

  1. Salih TURAN says:

    Gelek spas;

    jibo vekirina vê babetê û baldarîya Radyoya Dengê Amerîka Beşa Kurdî ya li ser nirx û hêjayên Kurdan. Ji birêz mamosteyê hêja kaloyê delal, Tosînê Reşîd re emrekî gelekî dirêj û berhemdar hêvî dikim.

    Her çiqas em wek nifşên nû dereng bi van nirx û hêjayên wêje, zargotin û dîroka Kurd hesiyabin jî, xwedîderketina wan a dema li jîyanê ne helwesteke pir watedar e.

    Ez xwe bi siûd dibînim ku bi rûspîyê delal Tosinê Reşîd re hevnas bûme û min kurtedemek pê re derbas kirîye. Hêvî dikim ku car din bibim şahidê rûyê wî yê bi ken û sohbetên wî yên xweş û geş.

    Rûkenî, dilnizmî, berhemdarî û dilsozîya wî ya jibo gelê Kurd bi çend gotinan nayê rave kirin.

    Vebêjê axa wêran
    Miradê bê miradan
    Kanîya ava gulan
    Evîna nîvcomayî
    Helbesta dilşikestî
    Şahîya peyvên pîroz
    Hêvîya Kurdayî tu

    Apê Tosin tu her bijî û her bimînî jibo me…

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Salih,

      Jibo mesaja te gelek spas. Bawer im te û kekê Tosin li Stenbolê hevdu dîtîbû. Tê bîra m in ku te ji sozbeta mamosta Tosin gelek kêfxweş bibûyî 🙂

  2. Ahmet Ortanci says:

    Birastî Kurdên Sovyetê gelek tiştên girîng kirine. Keda wan tu car nayê bîr kirin. Mamosta Tosinê Reşîd jî rewşenbîrek hêja ye û em wî pir hez dikin.

    We rast gotiye ku em di saxiya mirovan da qiymet nadine wan û tenê piştî mirina wan pêsna wan didin. Ez pir kêfxweş bşm ku Dengê Amerîka rewşenbîrên me di zindîbûna wan de bibîr tîne.

    70 salîya te pîroz be mamosta Tosinê Reşîd, her hebî!

    Ahmet ji Meletî

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Ahmet,

      Em jî 70 salîya kekê Tosin pîroz dikin û hêvîya salên dirêj ji wî re dikin. Rast e, divê mirov qiymeta yekî di saxîya wî de bizane. Em jî bi rêya vê blogê hewl didin ku nirx û qinyatên xwe bêr bînin û spasîya wan bikin.

      Silavên Kurdewar ji gelê me yê li Meletî re

    • Mutlu Civiroglu says:

      Silav kekê Ahmet,

      Em jî 70 salîya kekê Tosin pîroz dikin û hêvîya salên dirêj ji wî re dikin. Rast e, divê mirov qiymeta yekî di saxîya wî de bizane. Em jî bi rêya vê blogê hewl didin ku nirx û qinyatên xwe bêr bînin û spasîya wan bikin.

      Silavên Kurdewar ji gelê me yê li Meletî re

  3. Mutlu Civiroglu says:

    Xwendevanên hêja,

    Em îro serwext bûn ku mamostayê hêja Tosinê Reşîd roja Duşemê (5’ê Îlonê) ji çavekî xwe amelîyat bûye.

    Em li ser bloga Ziman û Jîyan silametî û serfirazî ji rewûwenbîrê delal Tosinê Reşîd re dixwazin.

  4. Agîd Serhedî says:

    Mamosta Tosinê Reşîd,

    Em emreke dirêj ji te re dixwazin. Ji kar û 3emegên te zehf razî ne.

    Netkurd jî îro nûçeyek li ser vê babetê weşandîye.

    http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=8338

    Bi silavên Kurdîtiyê

    Li ser navê komeke xortên Serhedê
    Agîd

    • Mutlu Civiroglu says:

      Pir spas, birayê Agîd jibo te em li ser nûçeya Netlurdê agahdar kirin.

      Silavên me yên herî germ ji Amerîkayê heta Serhedê

  5. Karame Ankosi says:

    Rastî jî, heq bawariya Xwedê, Tosinê Reşîdê birayê me hêjayî her cûra pesnan e.

    Xizmeta wî boyî pêşxistina cimae’ta me giranbaha ye.

    Min û Tosin salêd dirêj bona pêşdabirina çand û civaka kurdên Gurcistanê û Ermenîstanê hewalk’arî kiriye. Serê te me r’a xweş be, Tosinê bira!

    Cî nema di diniyalîkê da boyî Kurdan lingê te lê neketa. Em ji heyîna te serbilind û k’ubar in.

    Spas radyoya Dengê Amrîka ra rastî jî em gere di saxtiyê da qedrê hev bigirin. Dîtin û nêta we ser ç’ava, ser sera!

    Her bijîn bo Kurd û Kurdistanê.

    Tosin, çavên te radmûsim, Xwedayê mezin e’mrê dirêj bide te.

    Neferêd xwe silav ke.

    Bi xêrxwezî û dile’şq

    K’eremê Anqosî ji bajarê T’ibîlîsê(Gurcistan)

    • Dilgeş Entabî says:

      Roj baş ji mamosta Tosinê Reşîd re,

      Em ji xebata wî ya dirêj pir razî ne. Şemsê Xwedê jî ji wî razî be. Xwedê jîyaneke dirêj bide wî. Xwezî kesên mîna Tosinê Reşîd, li ser televîzyonên Kurdî jî derkevin.

      Gelek spas sewa Keremê Anksojî jî, wekî ew jî zû de xîzmetên pir hêja li nav Kurdên Gurcistanê kirîye. Em xortên Kurdan bi wan re pir serbilind in.

      Dilgeş ji welatê Entabê

      • Mutlu Civiroglu says:

        Roj baş birayê Dilgeş,

        Em jî ji te re û ji welatê Entabê re silavên xwe yên germ dişînin. Wekî te jî got, hem mamosta Tosin, hem jî mamosta Kerem xizmetên gelek gelek hêja ji gelê me re kirine û em hemî bi wan re serbilnd in.

        Hêvîya me ev e ku tu tim bi me re bî.

        Careke din bi xatirê te,

        Mutlu

    • Tofanê Derîko says:

      Pir spas sewa Keremê Ankosî ku ew jî kar û xizmetên pir hêja ji gelê me re dike. Xwezî ew jî ji me re qala Kurdên Gurcistanê bike. Çend Kurd li wê derê hene û rewşa wan çawa ye.

      Spas û serkeftin ji we re

      Tofan ji Bazîdê

    • Mutlu Civiroglu says:

      Dema te xweş be kekê Kerem,

      Sewa nivîsa te pir spasîya te dikin û serfirazî ji te re dixwazin. Kêfa me xortan gelek tê ku bîranîn û serpehatîyên we, rewşwenbîrên hêja bizanin û bixwînin. Em xebata te ya dirêj û keda te ya giranbiha li ser Kurdên Gurcistanê rind zanin.

      Bi daxwazîya Xwedê, emê li rojên pêşîya me te jî li vê blogê bikin mevan da ku qîz û lawên Kuerdan te jî baştir nas bikin û bi xizmetên te serwext bin.

      Ji Xwedê dixwazin ku jîyaneke dirêj bide te, bide kekê Ahmedê Hepo û kekê Tosinê Reşîd û hemî rûsipîyên gelê me.

      Birayê te Mutlu

  6. Tosinê Reşîd says:

    Hogirên hêja, dema we xweş,

    Biborin, çawa hogirê me yê hizkirî, Robîn hûn agahdar kir, çavê min emelîyet kirin û min nikaribû kompûtêrê bi kar bînim. Niha hinekî baş im û ez berî gişkî dixwezim spasîyên xwe ji we gişkan re bêjim. Ez berî gişkî spasîyên xwe ji Robîn re dibêjim, wekî em gîhandine hev.

    Pêşîyên me gotîye; ‘Gotina xweş bahara dilan e’. We bi wan gotinên ji dil bahar anî dilê min.

    Hêvîdarim em pêwendîyên me dom bikin û em yek û du ji nêzîk ve nas bikin.

    Ez ji bo birayê xwe Keremê Anqosî û Salihê dostê xwe nabêjim, nasya me heye.

    Keremê bira, min ew gotinên te xwendin û dilê min xirav bû. Çi sal bûn; em agir bûn, tu li Tbîlîsî, ez li Yêrêvanê. Me sala 1963 a komele ava kir û tu hatî mêvanîya me. Di wê salê de em ketin nav karê kurdîyetîyê. Me yekemîn Newroz li Yêrêvanê û Tbîlîsî pîroz kirin, me pêwendî bi kurdên Kurdistanê re danîn.

    Erê, me destên xwer davîtne her tiştî. Te li Tbîlîsî Radîyoya Kurdî vekir, çend komên stran û govenda damezirandin…

    Û heta îro jî, bi wî porê sipî û bi wî dilê xorta rojê tiştekî nû jibo Kurdan, bi taybetî jî jibo Kurdên Gurcistanê dikî.

    Mala we ava, Keremê bira salên xortanîyê anîn bîra min.

    • Tofanê Derîko says:

      Spas ji birêz Civiroglu re ku rewşenbîrên usa hêja û emekdar tîne pêşiya me. Em hêvîdar in ku di demên pêş de rewşenbîr, nivîskar û kesîtîyên din jî li vê blogê cîhên xwe bibînin.

      Mamosta Tosin,

      Em ji te re saxî û silametî û jiyeneke dirêj dixwazin. Bona çavê te jî ji Xûdê silametî dixwazin. Xwezî tu hinek qala xwe ji me re bikî: tu li ku dijî, jiyana te çawa derbaz dibe, malbata te çawa ye, zarok hene yan ne?

      Em bi te re serbilind in. Rind bizane ku nifşên nû bi berhem û xîzmetên we pir serbilnd e.

      Dîsa, spas jibo Keremê Ankosî ku ew jî kar û xizmetên pir hêja dike. Xwezî ew jî ji me re qala Kurdên Gurcistanê bike. Çend Kurd li wê derê hene û rewşa wan çawa ye.

      Spas û serkeftin ji we re

      Tofan û çend hevalên wî li Bazîdê

  7. Tosinê Reşîd says:

    Hogirên hêja, Ahmet Ortanci, Agîd Serhedî, Dilgeş Entabî, Tofan Derîko û xortên ji Bazîdê,

    Gelek spas ji bo wan gotinên xweş.

    Tofan ji min xwestîye ez besa jîyana xwe bikim.

    Ez ji Ermenistanê me, ji gundê Fêrîk. Alê bakûr, ji gundê me ve çîayê Elegezê dihate xanê, ji alîyê başûr jî çîyaê Grîdaxê. Em serhedî ji Agrî re usan dibêjin.

    Zarotîya min li çîyayê Elegezê, zozanên Xudê Nado derbas bûye. Strana ‘Şevavê’ de qala zozanê ‘Xudê Nado’ tê kirin. Romîyê Qurdo gundîyê me bûye.

    Ez sala 1993 an ji hatim Australîya ûli bajarê Melbourne bi cîh bûm.

    Ez niha bes dinvîsim, tu karê mayî nakim.

    Du keçên min hene Zozan Ozmanîan, ku konsêrvatorîya xwendîye û têza xwe mastêr ser sazbendîya destanên kurda nivîsîye. Ew têza wê bi zimanê tirkî Memed Bayrak çap kirîye. Zozanê û xanima min, Nûrê Cewarî ser sazbendîya kurdî çend pirtûk çap kirine. Zozan mêr kirîye û li Bêlçîka dijî.

    Keça min, ya duyemîn, Aza, li Australîya dijî, mêr nekirîye. Wê li Yêrêvanê zanîngeh di nîvî de hîşt, lê li vir ji nû ve dest pê kir. Yek ji baştirîn zanîngehê cihanê temam kir, beşa polîtologîya. Wê jî têzên xwe ser pirsa kurda nivîsîn, Ew niha li wezareteke hukumata Australîya kar dike.

    Salê xwendkarîyê ez hersal diçûm lênîngradê, mêvanîya Qanatê Kurdo. Jina wî xweşîyê xwe min dikir, digot: ‘Tu ji gund derketî, lê negihîştîyî bajêr’. Niha jî destê me ji gund û bajarê me bûye, lê em nebûne avstralî jî.

    • Tofanê Derîko says:

      Dem baş mamosta Tosin,

      Em bi xendina bersîva te pir şa bûn. Çi serbilindiyeke ji te re ku malbata te tew xwendî ne û xîzmeta mîleta xwe kirine. Em xanima te Nûrê Cewarî jî baş nas dikin û silav û rêzên xwe jê re dişînin.

      Emê hewl bidin ku têza qîza te Zozanê ya ser sazbendîya Kurdî peyda bikin û bûxînin.

      Tiştekî balkêş e ku te rewşenbîrê mezin Qanatê Kurdo dîtiye û bi wî re bîranîna te çêbûye.

      Careke din spas û hezar car serkeftin.

      Tofan û hevalên wî

  8. jindires says:

    Destê Te Saxbin Rêzdar Mutlu Civiroğlu.Digel silav u rêzên minde ji xebata wera.

  9. Tosinê Reşîd says:

    Min ne tenê Qanatê Kurdo dîtîye, lê ew apê min bû. Kurapê bavê min bû, bavê min ew mezin kiribû. Sala 1954 an wî ez birim Lênîngradê, wekî di mala wî de bimînim û li wir bixwînim. Lê pişkên min ber şilaya Lênîngradê tap nekirin û ez vegerîyam. Ji sala 1959 an heta 1985 an ez bi kêmane salê carekê çûme mêvanîya wî.

    Mirovê bêtir tesîra wî ser jîyana min hebûye, Qanatê Kurdo bûye. Ji alîkî mayî ve em wek heval bûn, min her tiştên xwe ji wî re digotin. Qanatê Kurdo mamostayê min, yê kurdayetîyê bûye.

    Bi rastî jî bextewarîke mezin bûye, wekî min Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, hema bêjî mezinên kurdên sovîyêt gişk bi nêzîk ve nas kirine û bi çendekan re gelek nêzîk bûme.

    Ezê rojekê dest bi nivîsara bîranînên xwe bikim, tiştên gotinê pirin.

  10. Tofanê Derîko says:

    Roja te bi xêr mamosta Tosin,

    Me bibexşîne ku bersîva mesaja te dereng ma. Li qazayê me xetên înternetê xirabe bûn. Loma jî ne mimkun bû ku em têkevine înternetê û cewaba te bûxînin.

    Meriv çi qas şa dibe ku te Kurdên pir girîng û hêja naskirine. Xwezî Dengê Amerîka ji te re derfet peyda bike ku tu qala Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Hecîyê Cindî û rewşenbîrên din yên Sovyetê ji me re bikî.

    Heyf e ku televîzyonên Kurdan heta êvarê pesna serokê partîyên xwe dikin. Lê behsa rewşenbîrên girîng ku jîyanên xwe ji ziman û edebîyata Kurdî re fêda kirine nayên kirin.

    Em hêvî dikin ku tu bi firehî ji me re binivîsî û me xortan ronî bikî. Dîsa, em hêvî dikin ku êdî emrê xwe li Kurdistanê, li nav nêvîyên xwe derbaz bikî.

    Bi silavên herê germ ji Kurdistanê heta Awustralyayê

    Tofanê Derîko û xortên Bazîdê

  11. Tosinê Reşîd says:

    Xortên Bazîdê, bazên Serhedê, dema we xweş,

    Gelek spas ji bo gotinên we yên germ û ji dil.
    Seva pirsên we ez bawerim pirtûka min kêrî we bê. Îsal weşanxana ‘Do’ gotaren min ser ziman û wêja kurdî çawan pirtûk çap kirin. Navê pirtûkê ‘Em bi zimanê xwe kurd in’. Di wê pirtûkê de hûn ê bersivên gelek pirsên xwe bibînin.
    Têlêvîzîyon yên partîya ne, wê pesnê serokên xwe bidin. Lê rewş tê guhastin, gel êdî serokan ne dike, wekî zêde guih bidin ziman û çanda kurdî Ez vê baharê li Amedê, Wanê û Culemêrgê bûm, beşdarî fûara pirtûka, ya Amedê bûm. Ev yek tê texmîn kirin.
    Belê, çiqwas jî kurdên Ermenistanê bi jimaraxwe ne zêde bûn, lê karibûn îmkanên heyî bi kar bînin û xizmeteke baş ji ziman, wêje û canda kurdî re bikin.
    Dibêjin ‘Kevrê dateraştî li erdê namîne’ îro rûmeta xizmeta wan negrin, wê sibê bigrin.

  12. Tofanê Derîko says:

    Careke din roj baş mamosta Tosinê Reşîd,

    Seva bersîva te zehf spas dikin. Me nebihîstibû ku îsal pirtûka te ya nû (Em bi zimanê xwe kurd in) çab bûye. Emê hewl bidin ku wê pirtûkê bixwînin. Rastî navê kitêba te pir xoş e û manedar e.

    Gereke bizanî ku em qedra te û yê ronahîyên me yên Sobetê berê pir bilind e û em we tim bi rêz û hezkirin bîr tînin.

    Temeneke dirêj û serfiraz.

    Tofanê Derîko û bazên Serhedê 🙂

  13. Tosinê Reşîd says:

    Xortên delel, dema we xweş,

    Bi rastî ji bo kurdên bakûr pirsa ziman gelkî giring e.
    Ez dîmenên erdheja Wanê dinhêrim û dilê min dubare diêşe. Ji alîkî va ew zulma hatîye serê gelê me, ji alîyê mayî ve ez guh didimê, nalîn û zarînên wan, gazin û gitinên wan gişk bi tirkî ne.
    Gor lêkolînên zanîyaran mirov êş û azara mezin bi zimanê dê dide der. Usane zimanê wî xelkî, yê yekemîn tirkî ye.
    Di pirtûka min de gotarek heye, ku min sala 1983 an çap kirîye. Di wê gotarê de ez nêrînên hinek zanîyaran tînim. Gor wan nêrînan gava zimanê miletekî mayî dibe zimanê mirovayî yekemîn, mirov bi hişmendî, bi dinêdîtina xwe diçe ser xeysetê wî miletî.
    Sala 1998 an Med TV bi min re hevpeyvîn çê kir, min di wê hevpeyvînê de gotîye: ‘Pêvîstî, lazimaya gelê kurd berî gişkî bi şorişeke çandeyî heye. Zû, dereng Kurdistanê rizgar bibe, lê divêt di Kurdistana azad de kurd bimînin’.
    Divêt kurd dîroka xwe, zimanê xwe, wêjeya xwe, folklora xwe bizanibin. Kurd bi ziman, dîrok û çanda xwe kurd in.

    Bi daxwezên here qenc.

  14. artykuły says:

    I am glad to be a visitant of this pure weblog ! , thankyou for this rare information! .

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Mutlu Çİvİroğlu

Mutlu Çiviroğlu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.

Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.