Welcome to our English forum on Kurdish language,
As per the requests of our readers, we are starting the English forum. Please feel free to ask any questions you have about Kurdish language. We will be pleased to answer you.
Welcome to our English forum on Kurdish language,
As per the requests of our readers, we are starting the English forum. Please feel free to ask any questions you have about Kurdish language. We will be pleased to answer you.
Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e.
Li Tirkîyê, di nav çend salên dawî de guherînên mezin di warê zimanê Kurdî de çêdibin. Berê gelek rexne ji sîyasetvanên Kurd re dihatin kirin ku girîngî nadine zimanê xwe yê zikmakî û piranî bi Tirkî dipeyivivin.
Lê, wusa xuya ye ku tevgera sîyasî ya Kurd li Tirkîyê, bi helwesteke nû nêzîkî babeta ziman dibe û bi awayekî karîgertir li ser vê disekine.
Wekî mînak, axaftin û gotarên Kurdî di perlamana Tirkî de, kepmeynen peyîvîna bi Kurdî, boykotkirina dibistanên Tirkî, konferans û semînerên li ser ziman û wêjeya Kurdî û gelekên din di jîyana Kurdan de cîhê xwe digirin.
Bi vê guherîna sîyaset û helwesta Kurdan, dilê gelek xemxwar û hezkirîyên zimanê Kurdî jî şa dibin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku sîyasetvanên Kurdî bi şîyarbûneke nû qinyata zimanê xwe yê dayikê dizanin û hewil didin ku rê li ber Kurdî vekin.
Hun li ser helwesta û nêrînên partîyên Kurdan anku BDP, HAKPAR, KADEP û komel û rêxistinên din yên netewî derbarê zimanê Kurdî çawa dibînin?
Li gorî we, kar û barên wan têrî hêvî û bendawarîyên we dikin?
Bi dîtina we, parlamenterên Kurd yên nû di parlamana ya Tirkîyê de, derheqa zimanê Kurdî sîyaseteke çawa biafrînin?
Taybetî, jibo destxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê Kurd çi bikin?
Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.
Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.
Me berê jî destnîşan kirîbû ku zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke.
Rast e ku zimanê Kurdî di coxrafyayeke pir berfireh de tê peyîvîn û li her herêmê bandora zimanên serdest li ser Kurdîyê çêdibin. Li Tirkîyê zimanê Tirkî, li Îraq û Sûrîyê Erebî, li Îranê Farsî û li welatên Sovyetê berê Rûsî û her wiha Ermenkî, Azerî, Gurcî û li dîyaspora jî zimanên ku Kurd lê dijîn bandor û karîgerîyên xwe li ser Kurdî dihêlin.
Tevî hebûna van zehmetîyan, gelek kes bawer dikin ku faktora herî girîng ya dûrbûna zaravayên Kurdî, karanîna 2 alfabeyên cihê ye.
Her çiqas piranîya Kurdan, li Tirkîyê, Sûrîyê û li welatên Sovyetê berê alfabeya Latînî bixebitînin jî, li Îraq û li Îranê alfabeya Erebî tê karanîn. Jiber ku Kurdistana Îraq perçeya azad e û gelek rojname, kovar û pirtûkên Kurdî lê têne çap kirin, karanîna alfabeya Erebî li wê beşê karîgerîyeke girîng li ser hemî Kurdan dike.
Gelek rewşenbîrên navdar yên Soranîaxêf wek Ferhad Şakelî û vê dawîyê sernivîskarê Ajansa Nûçeyan a Kurdistan Bedran Hebîb jî dîyar dikin ku alfebeya Erebî jî Kurdan re baştir e.
Hîn sedemên ku piştevanên alfabeya Erebî tînin pêş jî ev in:
Piranîya berhemên klasîk yên Kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsin
Dengên ku di alfabeya Erebî de hene, di alfebeya Latinî te tunene, loma jî Latinî têrî Kurdî nake
Hêdî hêdî sîstema Îslamî li Tirkîyê xûrt dibe û mimkun e ku di demên nêzîk de Erebî careke din bibe alfabeya resmî ya Komara Tirkîyê
Alfabeya Latînî karê emperyalîstan e û jibo perçekirina Kurdan hatiye kar anîn
Li hember vê îdîayê, Kurdên ku piştgirîya alfabeya Latînî dikin jî dibêjin:
Berêvajîya alfabeya Erebî, alfabeya Latînî ji zimanê Kurdî re baştir e çimkî hemî dengên Kurdî tê de hene
Ji nîvî pirtir Kurdên cîhanê li Tirkîyê dijîn û ne mimkun e ku tu ew dest ji Latînîyê berdin û fêrî Erebîyê bibin
Cîhana modern û pêşketî bi alfabeya Latînî dinivîsin û zimanê teknolojî, saxlemî (tendirustî) sîyaset bi Îngîlîzî ye ku ew jî bi heman alfabeya tê nivîsin. Loma jî çêtir e ku Kurd nêzîkî cîhana pêşverû bin
Li gelek welatên Rojava ku Kurd lê dijîn, alfabeya heyî Latînî ye, loma jî jibo zarokên Kurdan hêsantir e ku bi heman alfabeyê zimanê xwe yê zikmakî jî hîn bibin
Gelo hun li ser vê babetê çi difikrin? Kêşeya herî girîng ya zimanê Kurdî cûdabûna alfabeyan e yan ne? Eger wiha be, kîjan alfabe baştir û divê Kurd li ser kîjanê biryarê bidin? Eger alfabe yek bin, Kurmancî û Soranî pirtir nêzîkî hev dibin yan ne?
Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li bloga me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.
Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.
Zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke. Jiber vê rewşê jî gelek kes pêşnîyara zimanê standard dikin.Heta niha li ser vê xalê qayilbûneke berfireh çênebûye.
Hîn kes pêşnîyar dikin ku zimanê standard ji alîyê dezgeheke zimanzanî yan jî wêjeyî vê, ji peyîv û gramera hemî dîyalektan pêk were. Li gorî vê boçûnê, zimanê standard ji sentez yan jî pevgihana hemî zaraveyan pêk tê.
Hîn kesên din jî, taybetî li Kurdistana Îraqê îdîa dikin ku zaravayê Soranî ji xwe di jîyana sîyasî, civakî û aborî de cîyê xwe girtîye û loma jî divê ew bibe zimanê standard. Piştgirên vê ramanê bawer dikin ku bir wergirtina hîn peyîvan ji Kurmancîyê kêşeya zimanê standard, bi Soranî çareser dibe.
Li hember vê yekê, hîn derdorên berfirehtir jî dibêjin, Kurmancî zimanê piranîya Kurdan e û tenê ew li her çar perçeya welêt tê axaftin. Piştevanên vê bawerîyê berdewam dîyar dikin ku edebîyata klasîk ji bi heman zaravê hatiye nivîsin û çênabe ku Kurd dev ji Kurmancîyê berdin. Loma jî divê zimanê strandard, Kurmancî be çimkî 75 ji sedê ji xwe bi vê zaraveyê diaxifin. Li gorî piştgirên vê nêrînê tiştê herî rastbîn û maqûl ev e.
Dîtineke din jî heye ku taybetî li nav çend salên dawî ji xwe re piştevan dibîne. Ev dîtin jî ev e ku dibêje, ne hewce ye Kurd bi kêşeya zimanê standard serê xwe bêşînin û hemî zaraveyên Kurdî dikanin bi hevre bijîn. Ev nêrîna ku taybetî li nav zimanzan (linguist) û xebatkarên zimên tê destek kirin, hebûna gelek dîyalektan wekî arîşe nabîne û wekî zengînîya zimanê Kurdî qebûl dike. Piştgirên vê nêrînê hebûna pir zaraveyan li Çînê (Mandarîn, Kantonîs û çendên din) wekî îsbat nîşan didin. Ev kesên ku piştgirîya vê têbînîyê dikin, pêşnîyar dikin ku li herêmên ku Kurd xwe birêve dibin, divê herkes bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne û perwerdê bibîn, lê di heman demê de zaraveyê din jî bi wayekî bijartî were hîn kirin. Wekî mînak: xwendkarên li Silêmanî bila bi Soranî werine perwerde kirin lê dersên bijartî yên Kurmancî hebin û şagirtên li Duhokê jî bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Kurmancî perwerdê wergirin lê bila dersên Soranî yên dilxwestî jî hebin…
Gelo hun li ser vê babetê çi difikrin? Problemeke Kurdan ya zimanê standard heye yan ne. Ku hebe, baştirîn pêşnîyara wê ya çareserîyê çi ye?
Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.
Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.
Silav xwendevanên hêja,
Emê bi blog’a xwe ya nû “Ziman û Jîyan” bi hevre bin. Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e. Hêvîya me eve ku bi rêya vê blogê emê bikanibin nîqaş û gotûbêjên li ser zimanê me pêşve bibin.
Cîyê şabûnê ye ku Kurd li salên dawî girîngîyeke mezin didine zimanê xwe û gelek qîz û lawên Kurdan zimanê xwe hîn dibin. Rêxistin û partîyên Kurdan jî bi gelek rêbazan hewilan didin ku zimanê xwe yê bindest bivejînin û zengîntir bikin.
Em dixwazin ku ev blog bibe zemînek jibo nîqaşên li ser zimanê Kurdî, hem li nav welat û hem jî li derva. Loma jî em li benda rexne, têbînî û pêşnîyarên we ne ku em bi hevre bloga xwe dewlemendtir bikin.
Em xêr hatina we hemîyan dikin û dibêjin bila blog’a “Ziman û Jîyan” li me gîşkan pîroz be!
Silav mevanên hêja,
Emê di demeke kin de bi mijareke nû bi we re bin.
Kerema xwe li benda me bin.