Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka îsal 20 salîya xwe pîroz dike. Jibo hilkefta salvegera Pişka Kurdî şahîyeke biçûk hate kirin ku xencî xebatkarên Pişka Kurdî, rêvebirên bilind yên Dengê Amerîka û jimareke din ya mevanan jî amade bûn.
Weşana yekê ya Pişka Kurdî ku 15 deqqe bû, şeva 25’ê Nîsana bi dema Washingtonê anku 26’ê dema Hewlerê destpê kir.
Di destpêkê de 5 xebatkarên Pişka Kurdî hebûn û weşana wê heta meha Gulana 1992’an wekî xwe 15 deqqe man.
Niha weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka rojê sê demjimêr in û bernameyên nûçeyî, çandî, wêjeyî, aborî û civakî têne weşandin.
Dengê Amerîka bi her du zaraveyên serekî, Kurmancî û Soranî weşana xwe ya radyoyê didomîne.
Her wiha, bi heman zaravayan du malperên wê yên cihê hene ku hem bi tîpên Latînî Kurmancî û hem jî bi pîtên Erebî Soranî weşanê dikin.
Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka di 23’ê Nîsana vê salê dest bi weşana dîmenî kir. Êdî guhdarên me dikanin bernameya demjimêr 10’ê sibêdê ya bi dema Washingtonê, anku 7’ê êvara bi dema Dîyarbekirê bi rêya sateleytê bi dîmen jî temaşe bikin.
Li ser weşana Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nêrînên cihêrengî hene.
Hinêk kes di wê bawerîyê de ne ku Dengê Amerîka xwedîyê cîhekî pir taybet e, di weşangerîya Kurdî de û di ragihandina bi zimanê Kurdî roleke pir girîng dilîze.
Li gorî wan kesan, jibo Kurdan maneyeke sembolîk heye ku dewleta herî xurt ya cîhanê, ji 20 salan vir ve weşanê bi zimanê wan yê dayikê dike û ev yek cîhê şabûn û serbilindî ye.
Dîsa, weşana dezgeheke navnetewî ya mîna “Voice of America” anku Dengê Amerîka qiymeta zimanê Kurdî bilind dike û prestîj dide wî. Dengê Amerîka bandoreke erênî li ser Tirkîye, Rûsya û dewletên din kirîye ku ew jî weşana bi zimanê Kurdî destpê bikin.
Li hember van nêrînên piştgir, hinêk kes jî dijberîya xwe nîşan didin û van xalên jêrîn tînin pêş:
Êdî dezgehên Kurdan yên ragihandinê, taybetî jî televîzyon gelek in û girîngîya Dengê Amerîka nemaye. Kesên ku wiha difikrin îdîa dikin ku Kurd wekî berê, guhdarîya weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nakin jiber ku gelek alternative li ber wan peyda bûne.
Dîsa, hinêk kesên din jî bawer dikin ku Dengê Amerîka xwedîyê mebestên sîyasî ye û jibo wê armancê weşana xwe dike. Xema wê ya ser Kurdan û zimanê wan tuneye, loma jî ne weşana wê bûye, nebûye ne girîng e.
Her wiha, hîn Kurdên din jî hîzir dikin ku Dengê Amerîka tenê jibo Kurdên Îraqê ye û girîngî nade qewimandin û bûyerên li perçeyên din. Loma jî, di jîyana Kurdên li perçeyan din de, taybetî jî bona Kurdên Tirkîyê ti car nebûye xwedîyê cîhekî girîng.
Gelo hun çi difikrin?
Dengê Amerîka di weşangerîya Kurdî de xwedîyê cîhekî pir taybet e yan ne?
Gelo, ew di ragihandina bi zimanê Kurdî roleke pir girîng dilîze yan ne?
Li gorî we, maneyeke sembolîk ya weşana Dengê Amerîka, ku dezgeha fermî ya Hikûmeta Amerîkî ye, heye yan ne?
Bi dîtina we, bandoreke erênî ya Dengê Amerîka, yabetî li ser hikûmeta Tirkîyê heye ku dest bi weşana TRT 6 kirîye?
Hun hevbîr in ku radyo û televîzyonê Kurdî pir bûne û wekî berê girîngîya Dengê Amerîka nemaye?
Hun di weşanên Dengê Amerîka de mebestên sîyasî dibînin?
Gelo, hun di wê bawerîyê de ne ku weşanên Dengê Amerîka tenê jibo Kurdên Îraqê ye û ew girîngî nade qewimandin û bûyerên li perçeyên din?
Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.
Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.
Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.








Mutlu Civiroglu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.