Her çende rêvebirîya Serok Barak Obama heta niha helwêstek tund li hember reftarê hikûmeta Sûrî li dijî xwenîşandanên xelkê Sûrî nedaye, lê di Kongresa Amrîkî de deng bilind dibin, bo piştevanîya azadîxwazan.
Senatorê navdar ê serbixwe, Joe Lieberman gote Civatê, tiştên ku li Sûrîyê dibin li çend rojên dahatî dê encamê demdirêj li ser paşeroja Rojhilata Navîn û parastina niştimanîya Amerîka hebe. Xelk li bajarên Sûrîyê li dijî rejîma Beşar Esed şoreşê dike û Esed li şûna reforman çav li Qezafî dike. Lewra divê, em gelek eşkere bin ka Esed serkeft ewê peyamekî bide ku rêberên dostên Amerîka wek Mubarek û Bin Alî hatin ladan, belê rêberekî weka Esed, hevbendê Îranê rizgar dibe. Lieberman pirs kir, ma eveye peyamê me divêt bidîn?
Lieberman got, eve demek giring e Amerîka ji Esed re xuya bike kû ewê berpisyar be li hemberî kiryarên xwe. Wî her wisa got, divêt em amade bin ligel civata navneteweyî kar bikîn, eger Esed daxwazên gelê Sûrî bicîh neanîn.
Pêşnîyazên Senator Joe Lieberman ev in;
– Danana toleyên tûnd li ser karbidestên Sûrî, ewên berpirs li hemberî binpêkirina mafên mirovan
– Rejîma Sûrî bêxin pêş Dadgeha Tawana ya Navneteweyî
– Alîkarîya opozîsyona Sûrî
– Divê şervanên azadîyê bizanin ku Amerîka li pişt wan e
Peyva Senator Lieberman di vê link ê de bi Îngilîzî bibihîse:
Gelo bawerîya te çi ye? Tu ligel pêşnîyazên Senator Lieberman hevbîr î?
Tu dikarî ji me re bawerîya xwe binivîsî,” Click to Comment” ê klîk bike.