Tirkiyê Zaroyê Sûre yê Amerîka

Posted January 26th, 2012 at 8:03 pm (UTC-5)
Leave a comment

Tirkiyê Zaroyê Sûre yê Amerîka

Van rojan xelkê gundê Roboskê yê devera Şirnexê çileya 34 xortên xwe dikin. Ew xortên, jîyê wan 13 heta 28 salîyê, di hêrîşên firokên Tirkiyê de li 28/12/2011 ê hatin kuştin li demekî cîhanê amadekarîyên sala nû dikir. Kuştina wan, ya dewletê gotî bi şaştî bû, bi bê dengî derbaz bu. Vekolîna dewletê Serorkwezîr Recep Teyyib Erdogan tengav nekir, lê wî biryar da pera bide kesûkarên qurbanîyan.

Rast e bê dengî ne ya Amerîka bitenê bû, lê gotina Amerîka li cîhanê pitir tê bihîstin.

Evca çima kuştinkarîyek di nav Tirkiyê de bi bê dengî derbaz dibe? Kurt û kirmac, jiber ku Tirkiyê bûye zarokê sûre yê Amerîka. Zarokê sûre jî bi awirekê zîz dibe, tûre dibe û dest bi giryanê dike û eger bavê çavê xwe lê sor kir, ewê karekî xirab bi xwe bike. Evca jiber rewşa ne tenah ya herêmê û bi taybet jiber doseya Îranê, Amerîka naxwaze Tirkiyê sergêjiyekê dirust bike.

Ne ji tirsa hidê bû Ankara milê xwe bidet milê Tehranê, Amerîka kuştina Kurdan di hêrîşa firokên Tirkiyê de şermezar nekir.  Lê rastî ew e ji demê AKP, partîya bi rehên Îslamî di helbijartinan de serketinan tîne, Tirikye bûye zarokê sûre yê Amerîka. Eger eve jî nebit, rolê girîngtir yê Tirikyê li cîhana Îslamê hê nehatîye.

Ev têgihiştine liser astên bilind û nizmên karmendên hikûmetê ye li Washington. Gelek jiwan, bo nimune, berî navê Kurdistanê bînin, li dor û piştên xwe mêze dikin, newek Tirkek guh lê bibe. Tu bêjî wana, li nav Tirkiyê peyva Kurdistan tê gotin, partîyên Kurdî hene, parlemantarên Kurd hene û televizyona dewletê bi zimanê Kurdî heye, ewê bêjin, nexeme, lê em bêjin û ji me guhlêbin, Tirk wê aciz bin!

Zêdebarî rastîya ku Amerîka dehan care şaştîyên dezgehên xwe şermezar dike, ev e ne cara yekê ye ew xwe ji pirensîpên xwe la dide bo xatra vî zarokê xwe yê sûre. Lewma li vî welatê sûre hinek serhatîyên ecêbî dibin û divê kes pirsyar neke ka çi dibe.

Sê rojan berî kuştinkarîya Roboskê, çar kiloxên dî yên serên mirovan ji bin erdê di navendeka kevna JIMET ê de hatin dîtin û jimara kiloxên serê mirovan di du heftîyan de li wê derê hatîn dîtin, gihişt 23 yan. Gelo eger kes nepirse ka ew kiloxên serên kê ne, kî bipirse qehramanê ew gencîne di wir de veşartî, kî ye?

Heta niha ji Tirkiyê re û ji AKP ê re çûye serî.  Eger heta niha wan şîyabit qirkirina Armenîyan înkar bikin û hemê berjewendîyên dewleta xwe ya hevçerx bi Fransiyan re pavêjin avê, çinkû Fransîyan înkarkirina jenosîdê wek tawan daye naskirin, ewê bi sanahî bi karibin doza tevaya gelê Kurd bi terorê ve peywendî dar dike û welatek wek Amerîka çavê xwe ji tawanên dewleta Tirkiye bigire. ­­­­­­­­­

Eger dîtina min ne raste, ji min re bêje şirove kirina rast çîye.

Ez dixwazim bawerîya te bibe pişkek ji vî babetî.  Bo gihandina bawerîya xwe “Click to Comment” dagire û şirovekirina xwe di valahîyê de binivîsîna, di pêre “Submit Comment” dagire.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Dakhil Shammo Elias

Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka (VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandiye. Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye. Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê 'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike. Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî daxîne: http://www.voanews.com/kurdi/news/special-reports/lifestyle/Ferheng-u-Tore-ye-Kurdi--112558729.html

Derbarê Me

Ez dixwazim tebînî û dîtinên we li ser van babetên taybet bi pirsên siyasî li Washington bizanim. Ji kerema xwe, bi Emaileka kurt ji min re binivîsin: delias@voanews.com , yan telefona vê jimare bikin 1 202 203 4858. Têbinîyên we tên weşandin eger gotinên kirêt yan bêrêzkirina kesekî-ê têde nebin.